1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şêrko Bêkes li ser gora xwe hat bîranîn
Şêrko Bêkes li ser gora xwe hat bîranîn,şêrko,bêkes,li,ser,gora,xwe,hat,bîranîn

Şêrko Bêkes li ser gora xwe hat bîranîn

A+ A-

GORAN PENCEWÎNÎ/SİLÊMANÎ

Du sal li ser koça dawî ya helbestvanê kurd Şêrko Bêkes ve derbas dibe. Şêrko Bêkês duh êvarî di salvegera wefata xwe de bi merasimekê li ser gora xwe hat bîranîn.

Helbestvanê kurd Şêrko Bêkes duh êvarî li bajarê Silêmaniyê li ser gora xwe ya li Parka Azadî bi beşdarbûna hemwelatiyan hat bîranîn.

Di merasimê de axaftin hat kirin. Komîteya amadekar bixêrhatina mêhvanan, dost û heyranên Şêrko kir. Di axaftinan de herwiha hat gotin ku Şêrko ji roja destpêkê heta koça xwe ya dawî êşên kurdan li ser milê xwe hildaye.

Di merasimê de ji bo Şêrko Bêkes hat gotin ku êş û azarên kurd li ku bûye, ew jî li wir bûye û wiha hat gotin: “Çawa îro Qendîl û şervan bûne sembola Kurdan, misoger îro jî Şêrko dibû sembola azadiyê.”

Şêrko Bêkes sala 1940’an li bajarê Silêmaniyê hat dinê. Bavê wî Fayîq Bêkes yek ji helbestvanê navdar ê dema xwe bûye. Şêrko ji ber pirsgirêkên siyasî û zextên rejîma Baas ji sala 1987’an heta 1992’an li welatê Swêdê jiyan kir û paşê vegeriya Başûrê Kurdistanê. Bi caran ji aliyê Mela Kirêkar ve ji ber helbestên xwe rastî gefxwarinê hat.

Şêrko Bêkes xwediyê gelek berhemane ku bi zimanê Fransî, Îtalî, Swêdî, Erebî û Farsî hatine wergerandin. Herwiha helbestên wî bi zaravayê kurmancî jî hatine vergerandin. Bêkes wesiyet kiribû ku wî li parka Azadî ya Silêmaniyê veşêrin da ku helbestvan, nivîskar û keç û kurên evîndar bibin mêhvanê wî.

(ge/rn)