1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şîrketên ku Sûrê xera dikin, diziya gel dikin
Şîrketên ku Sûrê xera dikin, diziya gel dikin,şîrketên,ku,sûrê,xera,dikin,diziya,gel,dikin

Şîrketên ku Sûrê xera dikin, diziya gel dikin

A+ A-

BÊRÎTAN ÎRLAN

AMED (DÎHA) - Şîrket û fîrmayên ku bi îhaleyê mal û warên dîrokî yên li navçeya Sûrê xera dikin, ji bermayiyên xêniyan girekî mezin ava kirine. Şîrketên ku xaniyan xera dikin dikevin mala welatiyan û diziya welatiyan dikin.

Qedexeya li ser çend taxên Sûrê hêj didome. Xerakirin, talankirin, wêrankirin û diziya mal û warê welatiyan jî didome. Navçeya Sûrê ku bi dîrok, civak, çand û fîguherên xwe wekî mîrateya cîhanê ji aliyê UNESCO ve hat qebûlkirin di 2'ê kanuna 2015'an de ji aliyê hêzên dewletê ve qedexekirin. Piştî qedexeyan îrîşên tang û topan dest pê kir û heta 9'ê adara 2016'an berdewam kir. Ji 9'ê adarê heya niha jî şîrket û fîrmayên taybet ku îhale girtine bi makîneyên kar ango kepçeyan xera dikin. Heta niha taxên Cemal Yilmaz, Savaş, Cevatpaşa û bi taybet jî Hasirli bi rêbazên herî talankir tên xerakirin. 5 mehin molozên ji rûxandinê derketine li tenişta Çemê Dîcle yê girêdayî Zanîngeha Dîcleyê kom dikin. Molozên li qadekê hatine komkirin girekî mezin ava kiriye.

Fîrma alav û hesinên xirbeyên xêniyan didize

Di nava 5 mehan de girek mezin ji molozên li eraziya vala hat rijandin çêbû. Hesinên ji rûxandina malan derdikevin, ji aliyê fîrmaya îhaleyê ve tên dizîn û fîrma alavên ji hûndirê malan derdixin jî ji xwe re dibin.

Kevirên dîrokî tên binaxkirin

Dema mirov li nava molozan dinere, kevirên dîrokî alavên malan û tiştên bi nirx ên gelê Sûrê di nava xirbeyan de tên dîtin. Piştî molozan rodikin xwar, bi axê ser wan digirin û wan binax dikin. Cihê molozan jî ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Demek dirêje derdorê molozan bi têlan hatiye pêçandin.

(mae)