Min vê helbesta xwe wenda kiribû. Piştî sal û nîvê min ew di quncikekê de stûxwar dît. Tenê bû... diricifî!..
Di 135 xiyalan de
li te digerim.
Her carê
135 carî bêhn li min diçike
û
dibe 135 rondik
ji ser hinarokên min ve
bi ser kesera salan ve
diherike
û
bêriya te dikim.
135 giravî
dikim gorî
ji yek tîrêjeke te re
û
bêriya te dikim.
Dil 135 parçe
û
mîna zarokek nûbûyî
li stargeha xwe bigere
li te digerim
û
bêriya te dikim
Xwe li siya dilê xwe digirim
sebra xwe tînim
û
bêriya te dikim
135 car in diricifim
li benda Roja xwe
135 car in
serê xwe datînim
ser dilê zarokekî
û
bêriya te dikim
2011-11-04