Birêz Bahoz Baran roja 17’ê berfanbara 2007’an di Azadiya Welat de li ser pirtûka min a bi navê "Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî" de nivîseke rexneyî nivîsandiye. Ji bo ku em di mijarên têkildarî zimanê xwe de karibin dakevin kûrahiya mijarê, pêwîstî bi nîqa? û nirxandinên wiha heye. Lê belê divê kesê ku nîqa? û nirxandinan dikin, ti?tekî li ti?tên heyî zêde bikin. Ne ku ti?tên heyî dubare bikin an jî ti?tên rast ?a? bikin.Heke ez ne ?a? bim, birêz Baran çend caran li ser van mijaran ji min re peyam ?andibûn da ku ez bersiva pirsên wî bidim. Lê mixabin min derfet nedîtibû ku ez bersiva pirsên wî bidim. Wiha çêtir bû, qet nebe, kesên têkildarî mijara zimên jî dê karibin ji vê nîqa?ê sûdê wergirin. Ligel vê yekê jî divê ez rexneyekê jî li edîtoriya rojnameyê bikim. Lewre ez nizanim ka ji bo çi wan wêneyê min bi kar aniye? Nirxandin ne li ser min e, li ser pirtûkê ye, wêneyê pirtûkê bes bû. Hevalên rojnameyê ji min re digot, "Rexneyên xwe yên der barê rojnameyê de wekî nivîs mede we?andin, ji desteya we?anê re bi?îne bes e." Ez bi xwe nabêjim, "Rexneyên der barê pirtûka min de pê?î ji min re bi?înin, pi?tre biwe?înin", ez bi tenê dibêjim, we?andina wêneyê min ne pêwîst bû.Wekî din jî min ji mêj ve dil dikir ku li ser qertafên bêjesaz ti?tekî binivîsim, ew nivîs bû hincet da ku dîtinên xwe li ser vê mijarê binivîsim.Niha jî ez dikarim derbasî bersiva nirxandinên birêz Baran bibim. Dema ku min pirtûk amade dikir, ez bi hin aliyên nepenî û taybetiyên nû yên qertafên bêjesaz hesiyabûm, lê min hîn di serê xwe de mijar tam zelal nekiribû. Yekî ku pirtûkê bi baldarî bixwîne dê vî ti?tî bibîne. Lewre jî ez dibêjim heke birêz Baran jî pirtûk bi baldarî bixwenda, dê mebesta min fêm bikira. Lê mixabin birêz Bahoz Baran bi çavekî din û bi mebesteke din li pirtûkê nihêrtiye. Dîsa jî ez dixwazim di vê gotarê de bîr û boçûnên xwe yên di warê qertafên bêjesaz de bi awayekî zelaltir pê?kê? bikim. Bi baweriya min di kurdî de du cure qertafên bêjesaz (suffix/ yapým eki) hene. Be?ek ji wan ên resen in. Wekî qertafên bêjesaz ên resen, pê?girên mîna "/ve-/, /wer-/, /ra-/, /hil-/, /da-/ ên ku tên pê?iya lêkeran û pa?girên mîna /-în/, /-andin/, /-ijîn/, /-ijandin/, /-isîn/ û /-isandin/, /-ek/, /-î/, /-ok/ û hwd. tên bîra mirov. Taybetiya wan a sereke ev e ku bi xwe ne watedar in ango ji be?a bêjeyên kirdariyê (functional words) ne, lê belê dema ku bi peyvekê ve dibin, wateyeke nû didin wê. Divê ez vê bibêjim ku bi baweriya min ev pê?girên mîna "wer, hil, da û ve" jî di demên berê de peyvên serbixwe bûn, lê niha êdî bûne qertafên bêjesaz. Heke mirov lêkolîneke berfireh bike, dibe ku mirov di nav hin devok zaravayên kurdî yan jî zimanên cîran de wekî peyvên serbixwe wan peyda bike.Ji bilî wan jî hinek peyv hene, di rastiya xwe de ne qertafên bêjesaz in, lê belê peywira qertafên bêjesaz bi cih tînin. Dibe ku wan hê jî wateya xwe ji binî ve winda nekiribe, wekî peyvên watedar bin, lê belê ew ketine pêvajoya qertafbûnê, êdî bi tena serê xwe nayên bikaranîn. Peyvên "zir" û "man" peyvên bi vî rengî ne, erê watedar in, lê bi wateya xwe wekî peyvekê nayên bikaranîn; wekî pê?giran têne bikaranîn lewre jî pê?gir in. Bahoz Baran bi xwe jî "zir û man" re gotiye, "peyvên çêker", lê dema peyvek bi serê xwe neyê bikaranîn, ew ne peyveke serbixwe ye, ew êdî qertafek e. Ez bi bîr awe bixim ku min di pirtûkê de jî pê?gira "zir" bi peyva "vir" ve girêdaye, ku di zaravayê dimilkî de jê re "zûr" tê gotin. Dibêjin, "zûrî kena" yanî derewan dike. Her wiha cînavkên me yên berbihevîn, "tê, pê, lê, tev, pev", qertafa neyîniyê /ne-/ jî li hin cihan wekî qertafeke bêjesaz derdikevin pê?berî mirov. Mînak "tevger, têko?în, nexwe?." Di zaravayê soranî de hinek ji wan bi temamî wekî pê?girên bêjesaz têne zanîn, wateya wan a rastîn qet nayê zanîn. Her wekî têko?în û têgihî?tin.Rew?a qertafên bêjesaz ên neresen, di?ibe rengdêrên neresen. Her wekî rengdêrên ?anîdanê ku di rastiya xwe de cînavk in, an jî rengdêrên jimarîn ku di rastiya xwe de jimarnav in. Mirov dikare heman ti?tî ji bo mînakên "der", "bin", "nav" jî bibêje. Ew di rastiya xwe de hoker in, cih û pozîsyonê nî?an didin, lê dema ku tên pê?iya peyvê, peyveke nû çêdikin, peywira pê?giran bi cih tînin. Wekî din, gelek pa?girên me jî ji rayeka dema niha ya lêkeran têne bidestxistin. Her wekî /-avêj/, /-kê?/, /-?o/, /-ker/, /-bîn/, /-bêj/ û hwd. Bahoz Baran tenê li ser pa?gir û pê?giran, li ser navgiran jî hinek nirxandin kirine. Wî hinek nirxandin li ser navgirên /a/ û /e/ kirine. Wisa xuya dike ku wî ti?tên ku di pirtûkê de li ser navgiran /a/ hatine gotin, ?a? fêm kirine û ?a? ?îrove kirine. Wî wisa fêm kiriye ka min ji /at/ re gotiye navgir. Lê ne wisa ye, di nav mînakan de jî dema hatiye dayîn bi tenê /a/ hatiye re?kirin. Yanî li wê derê navgir bi tenê /a/ ye ne /at/, peyv bi xwe "?ewt, lebt, xebt" in, bi /a/yê dibin "?ewat, lebat, xebat". Nirxandina wî ya der barê navgira /e/ de jî bi baweriya min ?a? e. Ew /e/ du peyvan digihîne hev û wateyeke nû dide wan. Lewre jî peywira qertafeke bêjesaz bi cih tîne..Di hin ti?tan de birêz Baran zêde zor daye xwe ji bo ku ?a?iyê bibîne. Di mînakên "ahî, awî û ayî de" jixwe di pirtûkê de jî hatiye gotin ku "h, y û w" tîpên kelijandinê ne. Di rastiya xwe de pa?gir bingehîn /î/ ye. Li gorî rew?ê hinek deng lê zêde bûne. Hin caran jî hinek deng jê dikevin. Mînak bi vî rengî ne:Ba-w-îRon-a-h-îTa-w-îRê-w-îMînakên din ên ku wî dane, jixwe diyar dikin ka peyv çi ye, qertaf çi ye. Kend-al (Gelo ew nizane ka kend çi ye, haya wî ji peyvên kend û kosp jî nîn e?)Êz- ing (Êz têkildarî peyva aj e, wateya guliyê darê yê ter de tê bikaranîn.)Ew çawa wateya kul û kulînê nizane? Em bibêjin, ji nav mînakan dibe ku hinek ?a? bin, divê mirov wan bineqîne û balê bikê?e ser wan, lê ew nayê wê wateyê ku ew qertaf ne pa?gir e. Ji bo her qertafê çend mînak hatine dayîn. Hinek peyv jî wateya wan winda bûye. Bo nimûne "miz" ti?tekî bi vî rengî ye. Dema em bala xwe bidin hemwateya wê ya farisî "muj-de" jî em vê rastiyê dibînin. Li ser wateya "miz" jî lêkolîn pêwîst e. Her wekî em dizanin ku "ve?artin" peyveke pêkhatî ye. Lê heta van demên dawîn kesî bi wateya "?artin"ê nedizanî, van demên dawîn hevalên Kurdî-Derê li ser xebatek kir, wateya wê ji nav devoka Culemêrgê peyda kir. Em pa?girên ku ji rayeka dema niha ya lêkeran hatiye bidestxistin bînin bîra xwe. Di peyvên çîrokbêj, tîravêj, firaq?o de rayekên "avêj", "bêj" û "?o" ne pa?gir in? Lê di peyvên "bêje, bêjer" de îcar ev rayek wekî parçeyekî peyvê derdikeve pê?berî me. Ew jî nî?an dide ku divê em di mijarên zimanzaniyê de jî li gorî hinek qalibên teng li mijarê nenêrin û nirxandin nekin.Di hinek mînakên ku birêz Baran li ser nirxandinan dike de ew mafdar e. Bo nimûne, ?a?iya rûpela 31’ê ku dibêje, "Ajotin naajo (dema boriya berdest awayê fermanî) di cih de ye. Diviya li ber wê (dema niha, awayê neyînî) bihata nivîsandin. Her wiha ji mînakên ku min dane, "ciwan" bi rastî jî mînakeke ?a? e. Nirxandinên wî yên der barê navlêka "kelijandin"ê de jî mirov dikare li ber çavan bigire, lê min bi xwe ji navê ku wî lê kiriye, ti?tek fêm nekir. Wekî encam, dema ku em kurdî di nav zimanê cîhanê de ji aliyê dirûv û te?e ve disenifînin, em dibêjin ku "Zimanê kurdî hem zimanekî tewangbar e, hem jî zimanekî qertafî ye," ev rast e, lê belê li gorî baweriya min di zimanê kurdî de aliyê tewangbar li pê? e.Kurdî di warê pa?giran de dewlemend e, lê belê ji bo pê?giran mirov nikare heman ti?tî bibêje. Di kurdî hejmara pê?giran, ji bilî çend hebên ku lêkeran çêdikin, pir kêm e, ew ên heyî jî bi piranî di rastiya xwe de ne pê?girên resen û rasteqîn in. Ew peyvên serbixwe ne. Wan bi domana demê re wan peywira bêjeyeke serbixwe ji dest daye, niha peywira qertafên bêjesaz bi cih tînin. Hinek ji wan jî ketine wê pêvajoyê, lê hîn tem nebûna ew pê?ketin neçûye serî. Mirov dikare di vî warî de peyva "bed" bi bîr bixe. Em gi? dizanin ku "bed" peyveke xwerû ya kurdî ye, lê îro em li ?ûna wê "xerab"a erebî bi kar tînin, em peyva xwe ya resen jî wekî pê?gir bi kar tînin. Ez dixwazim dîsa dubare bikim, divê em di mijarên rêzimanî û zimanzaniyê de jî zêde dogmatîk tevnegerin, ji xwe re hinek qaliban çênekin û wan qaliban ji xwe re nekin dogma. Ziman jî heybereke zindî ye, ew jî dijî û di gelek qonaxan re derbas dibe. Dabe?kirin û senifandin bi tenê ji bo hêsankirina analîzkirin û fêmkirinê ye.