Hin ti?t di nav jiyanê de, di nav kar û bar de bi pê? dikevin. Karê fêrkirina zimên jî ti?tekî wisa ye. Ji bo vê yekê kursên kurdî girîng bûn, me hêvî dikir ku pi?tî deh salan, bi hezaran kes ji wan kursan derkevin û rêz û rêçikên zimanê kurdî hîn bibin û wan zanîn xwe bixin xizmeta zimanê kurdî. Me digot, dê komên lêkolînê, komên berhevkariyê û nivîskarên ba? ên zimanê kurdî derkevin. Her wiha dê gelek kes hînî zimanê nivîskî bibin, ew ê karibin bêyî gel? û gelem?e zimanê xwe bi awayekî ba? kar bi kar bînin, pê berhemên ba? binivîsin.Her wiha me wisa bawer dikir ku dê mamosteyên van kursan jî di nav kar de hînî gelek ti?tan bibin. Dê hinek mamoste serê xwe li ser rêz û rêçikên fêrkirinê biê?înin, tê de kûr bibin. Dê ew mamoste pi?tî demekê karibin, pirtûkên ba? ên fêrkirinê amade bikin. Bi vî awayî dê bingeha perwerdehiya kurdî pêk were. Komên xebatê dê karibin li ser zanista fêrkirinê, rê û rêbazên fêrkirinê xebatê bikin, wan teoriyên cîhanî li zimanê kurdî bînin. Lê mixabin ew ezmûna kursên kurdî bi ser neket.Lê belê, niha wekî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî em dikarin wan hêvî û daxwazan bikin rastî. Roja îro li gelek bajaran kursên me hene. Me gelek kes gihandine, gelek kes jî têne gihandin. Divê ev xebata hînkirin hê zêde têkûz bi rêkûpêk bibe. Kesên ku têne dersan divê bizanin ku bi hatina van waneyan, bi hînbûna zimanê kurdî, berpirsiya wan, peywira bi dawî nabe. Bi vepêçan zêdetir dibe. Hinek kes dibêjin, "Zanîn desthilatî ye", bi baweriya me "Zanîn berpirsî ye." Dema ku mirov bi rastiyan bizane, divê mirov wan rastiyan bigihîne civakê, rastiyan ji xwe re vene?êre; neke navgîn serdestî û zordestiyê. Kesên ku be?darî waneyên TZPKurdî dibin, divê pê re pê re bibin dildar û têko?erên zimanê kurdî. Divê ew komên lêkolînê pêk bînin, kelepora devkî ya zimanê kurdî berhev bikin, li ser wan materyalan ji gelek aliyan ve lêkolînan pêk bînin, ji wan berhemên xwe?ik derxin holê. Li aliyê din jî be?darî divê ew têko?îna parastin û bipê?vebirina zimanê kurdî bibin.Em wekî aktîvîstên zimanê kurdî, wekî mamosteyên zimanê kurdî, mecbûr in ti?tên ku dizanin hînî mirovên din bikin. Divê em li aliyekî zanîna xwe xurt û têkûz bikin, li aliyê din jî hînî mirovên din bikin. Her wiha divê em rê û rêbazên hînkirinê jî hîn bibin û wan li zimanê bi kar bînin. Bi vê yekê jî nemînin, wan rê û rêbazan li zimanê kurdî bînin, di wan de hinek pê?ketina jî pêk bînin. Nemaze jî, hevalên mamoste divê li ser rê û rêbazên hînkirinê bi hûrbînî rawestin. Em ê hem ji ezmûnên cîhanî hîn bibin, hem jî ji jiyanê hîn bibin. Mamosteya herî mezin jiyan bi xwe ye. Em dema di nav kar de bin, em dikarin gelek ti?tan hîn bibin. Pêwîst e em wê jî qîma xwe neynin, wan ti?tên ku em hîn bûne, bi rêkûpêk bikin, bi ezmûnên kesên din re bidin berhev û têkûz bikin. Wate, em ê li aliyekî bala xwe bidin lîteratûra cîhanî ya di vî warî de û li aliyê din jî rê û rêbazên nû biafirînin û bibin xwediyê pergaleke nû û nûjen a fêrkirinê. Bi vî awayî em dikarin encamên ba?tir bi dest bixin. Zanîn têrê nake, divê em hînî hînkirinê jî bibin.Di vî warî de bi zimanên din lîteratûrek pêk hatiye, divê pê?î em wê lîteratûrê hîn bibin, wan ti?tan li zimanê xwe wergerînin. Mînak di pêvajoya hînkirinê de metodên cur bi cur ên wekî tevegihanî (inductive) û metoda tekegihanî (diductive) hene. Wekî din di hînkirina klasîk de pêvejoya (pê?kê? bike, bila xwendekar bi kar bîne û ti?tên nû hilberîne) heye. Bi îngilizî jê re "PPP (present, pratice and product) tê gotin. Di polê de hilberînerî çi ye, rê û rêbazên hilberîneriyê çi ne? Di pêvajoya hînkirinê de bikaranîna ?anoyê, bi riya stran û çîrokan hînkirin çi ne?. Gelek mijar hene ku divê em der barê rê û rêbazên hînkirinê de hîn bibin. Zanista hînkirinê ango pedagojî bi serê xwe mijareke kûr e, divê em jî noqî nav vê bîra kûr bibin. Wekî din jî mamosteya herî jîr û jêhatî jiyan e, divê em noqî bin ava karwaniyê bibin û tê de melevaniyê bikin. Mamosteyên me divê bibin melevanên ba? ên çem û robarê hînkirina zimanê kurdî.Sami BERBANG