Gotar 2 deqîqe xwendin

Du Cêwî û Du Xwekuştin

Ji bo herkesî wateyek mirinê heye.Ji bo gorkolekî mirin nanê zarokan e. Ji bo mişk û maran jî wisa ye.Yek li ser erdê yê din li bin erdê li bendê ye.Li bendê ye ku yek bimire û ew jî pariyek nan bibe ji zarokên xwe re.

Du Cêwî û Du Xwekuştin


Ji bo deyndarekî xelasî ye.

Ji bo nexweşekî jî xelasî ye.

Lê mirina mêrxasekî kêmanî ye û valahiyek mezin e.

Hemû kes wek kêmaniyek mezin,

Windahiyek bê payan dibînin,

Dema bê xatirxwestinekê didin rê û diçin,

Her yek êşekê , agirekî bera dilê yê mayî didin.

Her yek qiyameteke radike li beyarên dinyaya derewîn.

Lê  Hediya û Qedriya du keçikên cêwî bûn û du êş li pey xwe hiştin.

Du êşên cêwî .

Xwe li şêrşengên jiyanê wer kirin 

Du valahiyên mest û mezin li pey xwe hiştin.

Her yekê du agir berdan wicdanên kor.

Her yekê du caran mala mirovahiyê wêran kirin.

Hediyeya ku berî çar deqeyan Xwedê dabû.

Berî xwişka xwe 4 saniyeyan jî mirin hemêz kir.

Egera van xwekuştinan çi dibe bila bibe.

An bila bi zor zewicandin be.

An jî bila edet û gerdişên riziyayî bin.

An jî bila jar û ziqûm be.

Qedriya  û  Hediya du xwişkê wek karxezalan,

Du cêwiyên can ciwan,mehra xwe bi mirinê re birîn û çûn...

Mem Mîrxan