Îro Twitterê zimanê kurdî li Twitterê zêde kir. Min jî ferhenga wê wergerand kurdî. Li vir ez ferhenga Twitterê ya îngilîzî - kurdî bi we re parve dikim.
Îro Twitterê zimanê kurdî li Twitterê zêde kir. Min jî ferhenga wê
wergerand kurdî. Li vir ez ferhenga Twitterê ya îngilîzî - kurdî bi we
re parve dikim. Dema hûn îngilîziya wan bitikînin, di Twitterê de kê çawa wergerandiye, kengî wergerandiye xuya dike û hûn jî dikarin li gor xwe "ya rast" binivîsin. Ez dizanim şaşiyên min hene, lê ji min evqas.
About
= Der barê de
App
= Sepan (Ya rast, kin nivîsa "sepan"ê ye )
Banner
= Banîdank (Gotinên wekî sewyan [afîş] şûna Banîdankê
nagire. Sewyan li her derê dibe, lê banner nabe, divê li banî
be.)
Block
= Astengkirin
Category
= Beş (Kategorî rast e, lê çi yê Beş'ê kêm e?)
Click
= Bitikîne
Connect
= Têkeve têkiliyê
Connection
= Têkilî (Pêwendî jî rast e)
Default
= Standard (Ya rast mirov dikare bêje "Ya Heyî" û hwd)
Direct
Message = Peyama Rasterast (Nexwe DM jî dê bibe PR)
Handle
= Bikaranîn
Hashtag
= Niqirhaş (Haştag jî dibe)
Home
= Serûpel
Issue
= Pirsgirêk
Keyword
= Tîpnivîs (Ji bo daktîlo jî tîpnivîs tê gotin)
Phishing
= Şewk (Şewka ku mirov êmê masiyan dixê)
Query
= Lêpirsîn
Retweeted
= Twîta Dubarekirî
RSS
Feed = Xwedîkirina RSS
RT
= DT ((ji Dubaretwîtê hatine afirandin, ne ji retweetê)
Sign out: Derketin
Status
Update = Rojanekirina Rewşê (belkî nûkirina rewşê jî bibe)
Support
= Piştgirî (Destek jî rast e)
Tab
= Pekan (Min di wergera Opera de Hilpekîn afirandibû, lê Pekan jî
rast e û kintir e)
Timeline
= Dembuhêrk (Min roja yekem bi şaşî kiribû "Dembihêrk")
Traffic
= Hatûço (Li Başûrê Kurdistanê ji trafîkê re wiha tê
gotin, bila wisa be)
Trend
= Daçûn ("trend" ew tişt e ku lipêçûnek heye, wekî
ekolekê. Wekî "kirin" ra-kirin, min "çûn"
da-çûn afirandiye.)
Twitter
Help Center = Navenda Alîkariyê ya Twitterê (Li vir Twitter
nav e)
Twitter
Rules = Rêziknameya Twitterê (Twitter nav e)
Twitter
Translation Center = Navenda Wergerê ya Twitterê (Li vir
Twitter nav e)
Update
= Nûkirin (Rojanekirin dibe ne rast be, ji ber ku her roj nayê
nûkirin)
Upload
= Lêbarkirin
URL
Shortener = URL Kurtkirin (Dar jêkirin rast e, lê jêkirina
darê jî rast e)
User
= Bikarhêner
Username
= Navê Bikarhêner
Verify
= Piştrastkirin
DÛMAHÎK
Di wergerê de 38 madeyên ku endamên din wergerandine ev in:
Access
= Têketin
Bug
= Çewtî (ya rastî wergera wê "kêzik" e, lê çewtî
baştir e)
DM
= PR (kin nivîsa "peyama rasterê")
Privacy
= Nepenî (Veşartî jî rast e)