Gotar 1 deqîqe xwendin

Ku?tin û xweku?tin

Pi?aftin ku jê re qirkirina spî tê gotin, di hiqûqa navneteweyî de wekî sûcekî hatiye destnî?ankirin. Lê rayedarên Tirkiyeyê li ber çavên raya gi?tî ya cîhanê nêzî sedsalekê ye ku vî sûcî bê westan û rawestan pêk tînin. Kurd çiqas li ber xwe didin, dikine qîrîn û hawar jî dengê wan naçe kesî. Ji ber ku her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Dewleta tirk, hin caran bi gefan, hin caran bi bertîlan dengê her kesî dibire. Her sûc bi domana demê re ji xwe re noker û hevkaran diafirîne. Rayedarên tirk her wekî çawa serhildanên kurdan bi riya kes û çînên noker tepeser kirine. Di me?andina polîtîkayên pi?aftinê de jî ji xwe re destik û noker gihandine. Bi riya hîndekarî û perwerdehiyê di nav kurdan de tebeqeke ku di sûcê pi?aftinê de hevkariyê bi rayedarên dewletê re bikin, hatiye afirandin.  Vê yekê jî pêvajoya xwepi?aftinê di nav kurdan de daye destpêkirin.?IKANDINA RÛMETA KURDÎBi van polîtîkayên zimankuj vîn û daxwaza kurdan a di warê bikaranîn û pê?vebirina zimanê kurdî de hate ?ikandin. Zimanê kurdî di dil û mêjiyê kurdan de pê?î wekî ti?tekî xeternak hate bicihkirin, pi?tre jî hêdî hêdî kurdî li ber çavên kurdan re? û bêkêr bû. Niha rew?a zimanê kurdî di dil û mêjiyê kurdan de mîna marekî re? e. Li aliyekî çavkaniya tirs û metirsiyan e, li aliyê din jî ti?tekî bêkêr e; sembola xizanî û nezaniyê ye. Kesên nexwende û nezan, ew jî ji ber bêçaretiyê bi vî zimanî xeber didin. Çima ji ber bêçaretiyê? Ji ber ku bi zimanekî din nizanin. Dema ew jî hînî zimanekî din bibin, dê di cih de dev ji vî zimanî berdin. Lewre jî em dibînin ku malbateke kurd a gundî dema ku tê bajêr di nav salekê de zimanê xwe diguhêre. Bi vê yekê dixwaze nî?an bide ku ew ji nezaniyê rizgar bûye, pê re jî dixwaze ji xizaniyê rizgar bibe. Li tu cihî zimanguhartin wisa bi lez û di demeke wiha kurt de çênabe.BAJAR Û KURDÎTi?tekî din jî heye ku divê em tu caran ji bîr nekin. Mixabin heta niha ji bilî bajarên ku lê mîrên kurdan serdest in, deriyên bajaran zêde li kurdî venebûne. Bajarên kurdan di bin desthilatiya dagirkeran û bîrdoziya dagirkeran de bûye. Her wiha gelek bajar jî bi gelhe û ?îneyê xwe ve pirqewmî û pirzimanî bûye, lewre jî kurdî li bajaran serdest nebûye. Bajariyan (çi kurd, çi jî ne kurd) gelek ti?tên nexwe? anîne serê gundiyên kurd. Bo nimûne, ez bi xwe jî bûme ?ahid ku Canîp Yıldirim qala serpêhatiyên bi vî rengî kiriye. Her wiha gelek kes bi ti?tên ku erebên Sêrtê anîne ser kurdan dizanin. Dîsa gotina nûciwanekî kurd ê ku  li Bedlîsê ji nivîskarê kurd Kak?ar Oremar re gotibû,  aqliyeta hinek kurdan ba? nî?an dide. Li ser pirsa Kak?ar Oremar a bi rengê, "Tu çima bi kurdî xeber nadî?", ew nûciwanê kurd dibêje, "Ma niye ben koyluyem (ma çima ez gundî me.)"   Bajariyên kurd jî bi kesên ku ji aliyê statûyê ve ji xwe berjêrtir dibînin re bi kurdî xeber didin. Bo nimûne li bazarê bi gundiyên firo?kar re, li avahiyê bi dergevan re bi kurdî xeber didin. Ev helwest rasterast encama helwesta dagirkeran e. Dagirkeran nehi?tiye ku zimanekî din li cihê serweriya wan serê xwe rake. Bajar cihê desthilatiya dagirkeran in, li wir jî zimanê dagirkeran divê serdest be. Kesên ku xwe nêzî desthilatiyê dikin, dixwazin ji xêr û berên desthilatiyê sûdê wergirin, divê dev ji zimanê xwe berdin, bi zimanê fermî, bi zimanê desthilatiyê bijîn. Lewre jî heta niha ji bilî bajarên ku lê serweriya mîrnî?înên kurdan hebûye, bajar her tim bûne gora zimanê bindestan. Di van 20 salên dawîn de bi koçberiya zêde re, hejmara kurdan li bajaran zêde bûye, li hin bajaran desthilatiya herêmî ketiye destên kurdan. Vê yekê hinek derî li ber kurdî vekirine. Lê belê hem ji ber helwesta klasîk a siyaseta kurdan, hem jî ji ber zilm û zordariya dewletê, ew derfet ba? nehatine bikaranîn. Lewre jî bi alîkariya dezgehên asîmîlasyonê (dibistan û televîzyon) bandora kurdî her roj kêm bûye.PI?AFTIN NE TENÊ LI SER KURDAN EKomara Tirkiyeyê ji bo ku mirovan ji ziman û çanda wan dûr bixe, di polîtîkayên pi?aftinê de bi ser bikeve, hinek metod bi kar anîne. Di pêkanîna van polîtîkayan de li aliyekî zordestî, li aliyekî jî bertîl hatine bikaranîn. Pê?î bi pest û pêkutiyê vîn û evîna mirovan a ji bo ziman û çanda wan hatiye tepeserkirin. Di ber re jî zimanê wan wekî ti?tekî bêkêr, çavkaniya lipa?mayînê hatiye nî?andayîn. Pi?tî demekê mirovan jî baweriya xwe bi vê yekê aniye û ji bo ku bi pê? bikevin dev ji ziman û çanda xwe berdaye. Ev polîtîka ne tenê li ser kurdan, li ser gelên din ên Anatoliyê jî hatiye bikaranîn. Wekî mînak min bi xwe ji hevaleke xwe ya ereb a ji Antaqyayê bihîstibû ku zordestiya li dibistanan bi heman rêbazan hatiye me?andin. Li herêma Behra Re? jî li ser laz, hem?înî û rûman ev polîtîka hatiye me?andin. Di vî warî de min divê ez balê bikê?im ser nivîseke ku di pêveka Radîkalê, Radîkal  İki (11.11.2007) de hatiye we?andin. Di wê nivîsa Vahit Tosun a bi sernavê "Dilin bedeli (Berdêla zimên)"  de, ti?tên ku van anga?tên me diselmînin hatine nivîsandin. Kerem bikin bala xwe bidin van rêzikan û bi tecrûbeya kurdan re bibin ber hev:"Di warê zimanê me yê dayikê de yekemîn tengasiya me di pola dibistana seretayî de dest pê kir. Her mamosteyî/ê axaftina bi zimanê dayikê li me qedexe dikir. Hin caran em dihatin tirsandin, hin caran me lêdan dixwar.  Heta hin caran ji me dihat xwestin ku em giliyê kesên ku bi romeyîkî dipeyivin bikin, lê belê me ti?tekî wisa nedikir.  (…) Bi domana demê re  der barê zimanê xwe de hinek pirs di serê me de çêbûn. Me bersiva wan pirsan ji dê û bavê xwe dixwest. Me dixwest em bizanin ka çima em bi zimanekî dipeyivin û bi zimanekî din perwerde dibin. Lê tu kesî bersiveke têr û tesel nedida pirsên me. Herî zêde bersiva  bi rengê, ‘Kes bi zimanê romeyîkî nikare bibe mirov.’, dihat dayîn."Mirov dikare têkiliya pi?aftin û xwepi?aftinê wiha rave bike. Kesên ku demeke dirêj janê bikê?in, pi?tî demekê hînî jankê?iyê dibin û êdî nikarin bêyî jankê?î bijîn.  Niha rew?a kurdan ev e, kurdî wekî ti?tekî bêkêr, jêderka hemû ê? û janan tê dîtin.Hemû derî li ber kesên ku di kurdî de israrê dikin têne girtin, lê belê dema ku yek dev ji kurdî berdide hemû derî li ber vedibin. An jî ev bawerî di serê mirovan de hatiye bicihkirin. Ji ber ku ew baweriyeke pûç e, lewre tirk bi xwe ji nêza dimirin, tirkî dê çi deriyî li ber me veke. Lê dîsa jî gelek kurd ji bo ku zarokên wan bibin "mirov" kurdî hînî zarokên xwe nakin. Di nav wan de yên ku xwe wekî welatparêz dibînin jî gelek in.Di nav kurdan de yên ku xwe wekî welatparêz dibînin jî gelek in.Heke rew? ev be, wê gavê ti?tê ku li hemberî vê yekê were kirin jî ronî û a?kera ye. Serê pê?în divê ?erekî dijwar li hemberî vê bîr û baweriya pûç bê me?andin. Zimanê kurdî li ber dilê kurdan ji nû ve xwe?ik û bedew bibe. Kurd bizanin ku kurdî zimanekî xwe? e, pê berhemên xwe? têne afirandin û dema ku wî zimanî nizanibin, dê ji wan berheman bêpar bimînin. Wekî din jî,  divê kurd bizanin ku nikarin xwe ji kurdî û kurdiniyê bi?on. Çendî ew ji kurdî birevin jî kurdî di ?aneyên wan hatiye raçandin. Her wiha ew reva ji kurdî wan ber bi koletiyê ve dajo, azadbûn xwebûn e. KARSAZ Û KURDÎWekî din jî ji bo ku statûya zimanê kurdî berz û bilind bibe, divê veberhênan bi kurdî çêbe, razemenî li kurdî bê kirin. Yanî divê bazara kurdî ge? bibe, ji rew?a kesadbûnê derkeve. Ji bo vê yekê divê pere li kurdî bêne xerckirin.  Di vî warî de barekî taybet dikeve ser milê karsazên kurd. Lê mixabin heta roja îro jî karsazên kurd, nemaze jî yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, peywirên xwe bi cih neanîne. Ew saziyên karsazan ku li ser navê kurdan bangî Tevgera Kurd dikin, divê li ?ûna wê, hinekî destê xwe bixin binê bar. Ew peywira wan a mirovî û sincî ye.Heke wan hinekî razemenî li zimanê kurdî bikira, zimanê kurdî nediket vê rew?ê. Her kes di vî warî de siyasetmedarên kurd rexne dike, lê kes vî aliyê meseleyê nabîne. Bi baweriya min ev neheqiyek e. Ew karsazên kurd, -hinek xwe wekî welatparêz jî bi nav dikin-  her sal bi trîliyonan pere didin saziyên perwerdehiya tirkan, ji bo ku zarokên kurdan asîmîle bikin. Pi?tre jî radibin li ser navê kurdan xeber didin. Divê kurd vê yekê qebûl nekin. Wekî mînak, di sala 2004’an de destûra kursên taybet ên kurdî hate dayîn, lê belê karsazan di vî warî de tu gav neavêtin, di encamê de dîsa bar ma li ser milên tevgera siyasî. Wan jî li gorî xwe kar me?and û li gorî xwe jî bi dawî kir.  Divê di vî warî de raya gi?tî ya kurd helwesteke tund nî?an bide û karsazên kurd mecbûr bike ku hin gavan bavêjin. Bi van gotinan mebesta min ne ew e ku ez bandora rexneyên li ser siyasetmedaran sivik bikim. Rexneyên li ser wan heta dawiyê mafdar in. Êdî divê siyasetmedarên kurd, peyamên xwe bi kurdî ragihînin vî gelî û zimanê siyasetê bikin kurdî. Wekî din jî, heke bi rastî baweriya wan bi doza kurdiniyê heye, divê pê?î zarokên xwe hînî kurdî bikin. Wekî din jî têko?îna li dijî pi?aftin û xwepi?aftinê têko?îneke dûvedirêj e. Ev têko?în xebateke birêkûpêk û dûvedirêj dixwaze. ?er li aliyekî dê li dijî pi?êvkar û nokerên wan be, li aliyê din jî li hemberî zimankujên xwekuj be. Divê em di vî ?erî de serê pê?în dayikan, pi?tre hemû malbatan qezenc bikin. Heta ku her maleke kurd nebe dibistana kurdî, ew têko?în bi ser nakeve.

Ku?tin û xweku?tin
ku