Gotar 1 deqîqe xwendin

Morfemên Kêþanê

Morfolojî zanista vekolana pêkhatin û sazbûna bêjeyan e. Heke mirov bi awayekî din bibêje, morfolojî zanista avahîsaziya bêjeyan e. Peyv ji morfeman pêk tê ango morfem yekeya herî biçûk a watedar e. Morfem jî di nav xwe de  dibin du bir: Morfemên watedar û morfemên erkdar.  Morfemên watedar, bêjeyên xwedî wate ne. Morfemên erkdar jî bi tena serê xwe wateyek wan nîn e, ew bêjeyên din ji aliyê erk û wateyê ve temam û têkûz dikin.Morfemên erkdar jî du cure ne; morfemên ku bi serê xwe têne nivîsandin û morfemên ku wekî qertaf bi bêjeyan ve dibin. Bo nimûne di kurdî de daçek ji morfemên erkdar ên serbixwe ne. Her wiha gihanekên mîna “lê, û,  hem, an” jî morfemên erkdar ên serbixwe ne.Heçî morfemên erkdar ên girêdayî ne, ew jî qertaf in. Ew jî dibin du bir; qertafên kêþanê û qertafên bêjesaz. Li ser qertafên bêjesaz heta niha gelek tiþt hatine nivîsandin, lê belê der barê qertafên kêþanê de zêde nivîs û nirxandin nehatine nivîsandin.Di vê gotarê de min divê ez li ser morfemên kêþanê yên kurmancî hin tiþtan binivîsim. Serê pêþîn em li ser qertafên kêþanê rawestin, piþtre jî derbasî morfemên serbixwe yên kêþanê bibin.QERTAFÊN KÊÞANÊQertafên kêþanê ev cure qertaf in ku tu wateyê li bêjeyan zêde nakin, li þûna wê, bêjeyan ji aliyê dem, kes, rawe, mêjer û zayendê ve temam dikin. Qertafên kêþanê yên kurmancî hinek pêþgir in, hinek jî paþgir in. Hem tên serê bêjeyê hem jî têne dawiya wê.Qertafên kêþanê yên kurmancî ev in: (BERDEWAMA NIVÎSÊ PDF BITIKÎNE!!!..)

Morfemên Kêþanê
ku