Dem: 10 cotmeh 2007 çar?em(© www.amidakurd.com)Çanda kurdî, zimanê kurdî digel hemû êrî?ên kujende jî li ber xwe dide. Nivîskarên kurd tevî hemû tengasî û astengiyan jî berhemên nû dinivîsin. Hunermendên kurd digel hemû destengî û bêderfetiyan jî berhemên nû pê?kê?î gel dikin.Di vî warî de mînaka herî dawîn lîstika Seyrî Meselê ya bi navê "Xewn û xeyal" bû. Êvara ?emiyê galaya vê lîstikê hebû, gelek tema?evanan dê cara yekem li lîstikê tema?e bikira. Piraniya tema?evanan kesên bi hunera ?anoyê û bi zimanê kurdî re têkildar bûn. Kesên ku bi hunera xwe çi muzîk, çi jî ?ano, bi nivîs û pirtûkên xwe dihatin naskirin zêde bûn. Salon tijî bû, ew cihê kêfxwe?iyê bû. Belkî jî ji ber ku lîstika yekem bû, wisa bû. Lê em hêvî dikin kesên hunerperwer û kurdîperwer dem û pereyên xwe ji berhemên kurdî re veqetînin. Kurdî dê bi vî rengî wekî gulekê ge? bibe, dê berhemên nû derkevin holê.Me gi?an bi kêfxwe?î li lîstikê tema?e kir. Lîstik be? bi be? bû. Yek be?ek li ser mijareke cuda bû. Gelek ti?tên cihêreng hatibûn ceribandin. Mînak ji dansê bigire, heta lîstikeke bê axaftin… Ji aliyê mijaran ve jî lîstik dewlemend bû. Ji kesekî ku li kolanan dijî û jê re piyango derketiye bigire, heta dayikeke ku zarokekî xwe di?îne le?keriyê, yekî di?îne nav refên gerîlayan, di encamê de yê le?ker, ê gerîla dikuje… Nemaze mijara ?eva romantîk a keç û kurekî hem bi lîstikvaniya xwe, hem jî bi naveroka xwe serkeftî bû. Di warê lîstikvaniyê de tarza grotesk di lîstikê serdest bû. Hin caran zêde pirolekirina tevger û mîmîkan hebû. Lê dîsa bi gelemperî lîstikvan di karê xwe de serkeftî bûn. Lê belê di warê zimên de mixabin em nikarin heman ti?tî bibêjin. Qelsî û sersariya hunermendên me ya di warê zimên de di vê lîstikê de jî bal diki?and ser xwe. Hunermendên me çima bi qasî nivîskaran, rojnamegeran bala xwe nadin ser zimanê kurdî. Dibe ku bala wan li ser hunerê be. Bo nimûne, lîstikvanek dikare bala xwe bide ser hunera ?anoyê, aliyên teknîkî, rê û rêbazên lîstikvaniyê. Lê gelo jê nayê xwestin ku li ser bilevkirina peyvan, hin rêzikên sereke yên rêzimana kurdî jî rawestin? Yanî kes ji wan naxwaze ku bibin pisporên zimanê kurdî, lê divê bizanin ku ew nikarin bi kurmanciya gundê xwe lîstikvaniyê bikin. Her wiha ji stranbêjan jî heman ti?t tê xwestin, lewre ew kar jî bi zimên tê kirin. Hunermendê/a ku dema derket, ser sehneyê kurdî bê bîra wî/wê dê çendî karibe, hunera xwe bi zimanekî ba? pê?kê? bike? Hevalên Seyrî Meselê her çiqas ji NÇM’ê veqetiyabin jî, lê mixabin ew ji vê xisleta NÇM’ê ya negatîf qut nebûne. Dema mirov diçe wir, zêde peyvên kurdî bi ber guhên mirov nakevin. Em hêvî dikin hevalên me xwe ji vê rew?ê rizgar bikin, qelsî û lawaziya xwe ya di vî warî de di demeke kurt de ji holê rakin. Peyvên kurdî li ser zimanê wan wekî aveke zelal biherike, mirov kurdiya wan ji xwe re mînak bigirin. Bi vî awayî hem dê zimanê kurdî ge? bibe, hem jî dê hunera kurdî xwe?tir û ge?tir bibe.Samî [email protected] nivîs 442 car hat xwendin. 522 bêje di nivîsê de hene.