Niha gelek kes dibêjin, “Di vê heyamê de dê ku ji şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi qezenc û destkeftin derkevin kurd in.”
Çiqas bextê me reş û kirêt e di nava
cîhan!
Nemane bindest pepûk û reben Ji
xeynî
Kurdan!...
(Osman Sebrî)
Apê
Osman Sebrî di pirtûka xwe ya bi navê “Bahoz” de di helbesta bi navê “Ji dest bextê reş û hevalên şaş” de
bi van gotinan dest bi gotina xwe kiriye.
Ev rêzik berî 58 salan hatine nivîsandin. Îro her çiqas li gorî berê
stêrka me geş be jî, hê jî bextê me reş e. Niha gelek kes dibêjin, “Di vê
heyamê de dê ku ji şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi qezenc û destkeftin
derkevin kurd in.”
Gelo bi rastî
wisa ye? Tiştekî ji sedî sed mîsoger û dabînkirî nîn e. Her wekî çawa mirov
tevî kend û kospên hêzên cur bi cur, dawiya dawîn çarenûsa xwe bi destê xwe diyar
dikin, gel jî heke jîr û jêhatî bin, ji bo doza xwe yekdil û yeksoz bin, ji hev
re xêrxwaz û dilovan bin dikarin doza xwe bi ser bixin û bigihêjin miraz û
meqseda xwe.
Îro ji bo kurdan
ev derfet heye. Lê encam dimîne li ser dilsozî û berhemendiya wan. Van rojên han, hevalekî got, “Niha li
Rojhilata Navîn her kes destkeftinên xwe ji dest dide, kurd qezencê dikin,
çima?” Min jî got, “Gava ku her kesî qezenc dikir, kurdan winda kir lewma.” Bi
rastî jî di destpêka sedsala bîstan de kurd, digel ku hinek rewşenbîrên wan
hişyar bûbûn jî, bi piranî di xeweke giran de bûn, li ser bingeha êl û êşîran,
li ser bingeha ol û mezheban jihevketî û parçekirî bûn. Dema ku Qoçgirî xwîn
digirî, deng ji Amedê nedihat. Dema ku ala azadiyê li ser çiyayê Agirî pêl
dida, haya Dêrsimê ji hayê felekê nebû. Haya Şêx Seîd ji Şêx Mehmûdê Berzencî
tune bû. Lewma jî hêzên emperyal her parçeyekî xaka Kurdistanê bi ser welatekî
ve berda, aliyek da tirkan, aliyek da ereban, aliyek jî ma di bin destên eceman
de.
Kurd dikarin
deriyê xêrê li ber xwe jî û li ber gelên din jî vekin. Statûya ku di destpêka
sedsala bîstan de ji hêla hêzên emperyal ve hatibû diyarkirin êdî têk diçe, dê
sînor û tixûb biguherin. Li herêmê şerekî gur tê meşandin. Ji bilî kurdan hemû
gel û komik ji bo doza olî û mezhebî têdikoşin. Sunne û şîa şerê xwe yê bi
sedan salan dubare dikin. Li holê bi tenê kurd mane yên doza mafên neteweyî,
doza azadî û yeksaniyê dikin. Şerê mezheban ne şerê vê sedsalê ye, şerê
raboriyeke pir kevn e. Liv û tevgera nûnerên vî şerî jî li gorî bîr û baweriya
wan e. Helwesteke req û hişk, kirinên li dijî
sinc û rewişta mirovahiyê. Binêrin li ser navê mezheban radibin
mizgeftên hev bombe dikin, serê mirovan jêdikin û wekî goga pêyan pê
dilîzin. Mixabin em jî ketine tora van
mirovxurên hov û reştov.
Di vê rewşê de
kurd dê çi bikin? Helbet divê serê pêşîn dubendiyên hizbî bidin aliyekî,
yekîtiya xwe pêk bînin. Piştî ku wan kongreya xwe ya neteweyî pêk anî, bi
awayekî demokratîk li ser statûya xwe nîqaş û gotûbêjan bikin. Divê helwesta
kurdan li gorî rastî û pêdiviyên sedsala 21’ê be. Her wiha kurd îro li
Rojhilata Navîn pêşengiya doza azadî û yekî dikin, ala vê dozê di destê xwe de
hildigirin, divê helwesta wan jî li gorî vî peywir û mîsyonê be. Lewma pêwîst e
ku ew hêvî û daxwazên gelên din jî li ber çavan bigirin.
Belê rast e, di
dilê hemû kurdên azadîxwaz de xewn û xeyala welatekî serbixwe heye, lê divê
kurd hişyar bin, tovên dijminatiyê li ser axa Rojhilata Navîn nereşînin. Her
wiha tu forma statûyê jî divê wekî tekane çareserî neyê dîtin. Ew jî nebe
sedema şer û pevçûnên navxweyî. Hemû
formên çareseriyê aliyên wê yên erênî hene, aliyên neyînî hene, bi gotûbêjeke
demokratîk û bi bêhneke fireh divê kurd gotina xwe bikin yek û xebata li gorî
wê bimeşînin. Tiştê ku divê kurd xwe jê dûr bigirin şerê ol û mezheban e. Divê
bi tu awayî xwe nêzî aliyek ji van aliyên kevneperest û paşverû nekin.