1981 Gireva Birçîbûnê ya IRA
Pêşî em wateya Girevên Birçîbûnê yên girtîgehan û dervê girtîgehan bêjin.
Dîroka Girevên Birçîbûnê girîng e, divê mirov kîtekîtên wê bizane. Lewre zanîna dîrokê ji bo dubarebûna şaşîyan xala herî girîng e, ne wisa be xwedubare mimkûn e.
Em bixwe gelekî di girtîgehan de man, nivîskarê vê gotarê di temenê xwe yê 17 salî de, li girtîgehê ket greva yekemîn. Di hinek grevan de em hatin radeya mirinê, doktoran destên xwe ji me şuştin. Lê di hemû girevên demdirêj de dawîya dawî rêxistine midaxale dikir û çalakî diqedand.
Ev ji ber wê yekê bû ku dema me dest bi çalakîyê dikir me bi serê xwe biryar dida; me hesabê çalakîyên derve û rewşa têkoşînê nedikir, jixwe tecrûbeya me ya siyasî jî têra vê nedikir.
Me nizanibû ku ferqa 1982’ê û 1984’an çi ye.
Dema Mazlum Doğan xwe şewitand (21 Adar 1982), dema Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Necmi Öner û Mahmut Zengin xwe şewitandin (18 Gulan 1982) û dema Kemal Pir, Mehmet Hayri Durmuş û yên din dest Greva Birçîbûnê kirin, li derve tevgereke ku hêza wê ya çalakîyan hebe tunebû. Ji ber wê yekê, yên ku mohra xwe li çalakîyên dewrê xistiye girtîgeh in.
Lê piştî 1984’an ku şerê çekdarî dest pê kir, êdî wê mohra xwe li dewrê xist û ji wê rojê û pê ve mifta çalakîyan û pêşveçûnê di destê gerîlayan de bû.
Çepê Tirk ji ber ku tu carî li derve nebû xwedî hêzeke berdewam a çalakîyan, timî ji alîyê girtîgehan ve hate birêvebirin, timî bi çalakîyên girtîgehan derketin pêş û ev jî ew teng kirin.
Tevgera Kurd ji 1984’an pê ve nehişt ku li girtîgehan şaşiyek wisa çêbibe. Demên em di girtîgehan de bûn, tenê ku êrîşek li dijî giyana me û rûmeta me bihata kirin, em dikaribûn têketina girevên birçîbûnê yên mirinê, yên bêsînor. Wekî din, yanî ji bo rewşek derve em nikaribûn derkevin pêş. Jixwe şert û mercên mirov ên girtîgehê ji bo tiştekî wisa jî ne misaîd in.
Dîsa jî di 1995’an de ku hejmara me girtiyan derketibû 10 hezaran, ji bo ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve em wekî dîlên şer bên qebûlkirin, em ketin gireva birçîbûnê ya bêsînor û me gelek şehîd dan. Ew jî biryara Tevgera Kurd bû, ne tenê biryara girtîyan bû.
Ji bo raya giştî ya Kurd çalakîya herî nêzîk a girevên birçîbûnê çalakîya sala 2012’an e, ku di 12.09.2012’an de dest pê kiribû û piştî 67 rojan di hevdîtina Îmralî ya roja 17.11.2012’an de birêz Öcalan xwestibû ku dawî lê bê anîn û qediyabû. Birêz Öcalan di wê daxuyanîya xwe de jî tîne zimên ku ne rast e çalakiyeke wiha ji girtîgehan dest pê dike. Divê ew çalakî li derve bihata kirin.
1981: IRA ÇAWA BI SERKET
IRA, Ireland's Republican Army (Artêşên Komarparêzên Îrlandayê)
Erê, çalakîya girtîyên ÎRA’yê ya sala 1981’ê û çalakîya girtîyên PKK’ê ya 1982’ê ew qasî biserketî ne ku di serê mirovan de girtîgeh û girevên birçîbûnê bûne yek, lê ev çalakî li derve dikare encameke gelekî cuda bi dest bixe.
Cudahîyek çalakîya IRA ya 1981’ê heye. Wê demê PKK’ê li derve nikaribû çalakî bikira. IRA’yê çawa ku girtîyê yekem Bobby Sands di roja 66'mîn de jiyana xwe ji dest da (5 Gulan 1981), li derve çalakîyeke pêk anî û dema girtîyê duyem jiyana xwe ji dest da jî wisa domand. Van çalakîyan ew qasî deng da ku bêdengîya hikûmetê ya li hember çalakgeran bû agir û bi dewletê ket.
Çalakîya wan (Bakura Îrlanda) a girtîyên komarparêz dirêj dom kir, 10 girtîyan jiyana xwe ji dest dan. Çalakî ji rûyê Serokwezîr Margaret Thatcher wisa dirêj domiya, ji ber ku Margaret Thatcher xwest nîşanî girtîyan bide ku ew divê hedê xwe bizanin û tu hêza wan a ku hikûmetê mecbûrî tiştekî bike tune. Di dema çalakîyê de hilbijartin jî çêbûn û ji çalakgeran Bobby Sands wekî berendam hat nîşandan, hate hilbijartin, hem jî ji Margaret Thatcher pirtir deng stand, lê neçû parlamentoyê, piştî hat hilbiartin bi 25 rojan, di grevê de, di hucreya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Dema mirov ji vî alî ve lê dinihêre çalakîya IRA ya 1981’ê û ya PKK’ê ya 1982’ê ne wekî hev in, dez-avantajên PKK’ê bê hed in. Dema girtîyê yekem Bobby Sands jiyana xwe ji dest da 100 hezar kes beşdarî veşartina cenazeyê wî bûn, li parlamentoya Frensayê ji bo wî deqeyek rawestana rêzgirtinê hat kirin. Di 1982'an de dema Mazlum Doğan (21 Adar 1982) û hevalên xwe (yên çalakîya Gireva Birçîbûnê ya 14 Tîrmeha 1982'an) dihatin veşartin malbat bixwe jî bê kêmanî beşdarî veşartina cenaze nedibûn, lewre derbeya leşkerî hebû.
Gireva girtîyên IRA bû sedema ku neteweperestên Îrlandî hîn radîkal derkevin holê û kir ku Sinn Fein jî wekî partîyeke siyasî ya bingehîn derkeve meydanê.
Wekî gotina dawî
Gotinek xweş heye; dibêje "te tiştek li ku winda kiribe, li wir lêbigere". Karaktera PKK'ê jî tîştekî wiha, ku derbek xwaribe, vedigere wir û piştî li wir derba xwe lêxist, ji cihê mayî riya xwe didomîne. Taybetîyeke wê ya din jî mijar û bûyerên dîrokî ji her kesî çêtir dixwîne û her tiştî di ronahîya wan de ji nû ve şîrove dike, rojane dike.
Di Greva Birçîbûnê ya 2012'an de belkî hinek tişt nîvçe mabin, belkî 3 sal li ser sozên peymana wê Grevê hatibin xerckirin. Xuya ye îro Greva Birçîbûnê ya ku bi 50 kesî û vê carê li derve dest pê dike, ev mesele be û xwedîyê mifteya windabûyî hatiye li cihê winda mifteya xwe rahêlê.
Lê vê carê em hêvî dikin her îhtîmal hatibe fikirîn û jê re çare hatibe fikirîn.
Û taybetîyeke din a PKK'ê ye; pir xwe bi îhtîmalên ser kaxezê re mijûl nake, sîmultane dijî, bi ezberê û reçeteyê naçe, di 40 salî de xwe kiriye pisporê sîmultaneyê, yanî di wê kêlîkê de dijî û di wê kêlîkê de bersivê dide.