1, 2, 3, Parîs
Dûvê gelek tiştan dişube hev. Heke mirov serî nedîtibe, axaftina mirov a der barê dûvikê de hemû şîrove ye.
Çima Muzakere?
Îro çend kurd dikarin "pêwistiya muzakereyê" bi wêrekî binirxînin? Çi bi dewletê hat û vê zivistanê hema doza hevdîtinan kir û gavek ku jê nedihat hêvîkirin avêt?
Hem jî di zivistanê de.
Ma ne di zivistanê de gerîla bi berf, herî, baran û sermayê tê sînorkirin û wekî 12 roj berê li Licê pêk hat, tevkujî çêdibin. Ma kê ji bîr kir, ku di zivistana 2011 û 2012'an de çend gerîlayan can dan? Heta û heta çend fermandaran, çend endamên bilind ên fermangehê can dan, di van zivistanên dawî de.
Û... Dewletê, li şûna di vê zivistanê de hêl û hêza xwe bide ser vê yekê û vê fersendê bi kar bîne, berê xwe da Îmralî û dest bi muzakereyan kir. Çima?
Ji nişka ve aliyê mirovanî, hestiyarî, bavîtî, başî û bexşewerî yê Erdogan gûr bûn? Ma hema ji nişka ve xwest pirsgirêka kurd bi "aştiyane" çareser bike?
An dê ji zivistanên 2011 û 2012'an mezintir tevkujî, kuştin û ji holê rakirin çêbibin? Mesele çi ye?
Mirovên kêm tecrûbe, tiştan ji aliyekî ve dinirxînin û dibînin. Ji hinekan heye ku 30 sal şerî bi Tirkiyeyê tiştek nedaye qebûlkirin, lê şerê Şemzînanê pêwistiya çareseriya aştiyane bi dewletê daye famkirin. Hinekan jî baweriya xwe bi bandora "nameyekê" aniye. Le yên bawerî bi hewildanên musteşarê MIT'ê anîne, ma hindik in?
Ya rast dewlet dema gavan davêjin bi konsept tevdigerin. Aliyê mijarê yên hundirîn, derveyî, erdnîgarî, aborî, civakî, dîplomatîk, leşkerî û hin wekî din difikirin.
Dema Erdogan dibêje "ev karekî dewletê ye" rast dibêje. Ev konseptek e. Bingeha wê, amadehiya wê, aliyên wê hene. Dewletê pêwistî bi "muzakereyê" dîtiye? Tişta xeternak jî ev e.
Psîkolojiyeke wisa bi kar tîne ku kes newêre naveroka vê yekê bi wêrekî binirxîne, bi şik nêzîk bibe. Her kes ditirse ku wekî "provakator" were daxkirin.
Ji ber ku di bingeha "muzakereyê" de parçekirina Tevgera Kurd û kurdan heye, normal e ku Tevgera Kurd jî ditirse wekî provakator were daxkirin. Ji ber ku şerê psîkolojî hema ku devê xwe vedike, dibêje "gelo dê Tevger her tiştê ku Serokê Tevgerê dibêje qebûl bike, an na?"
Bala me hemûyan kişand, vê pirsê pir û pir tînin zimên.
Bi zanebûn e.
Wisa dikin ku her kes têkeve tirsa ku wekî provakator were dîtin. Qaşo dewlet aştiyê dixwaze û Tevgera Kurd jî şer. Lê li gor statîstikan, ji destpêka salên 1990'î heta 1999'an, ji %80 yê weşanên ku hatine berhevkirin û qedexekirin, ji ber nûçe û nivîsên li ser aştiyê ne.
Û Erdogan derdikeve, ji Efrîka ve dibêje "hewildana me ya aştiyê."
Mêrik gotina aştiyê bi şerekî psîkolojîk ji destê kurdan derdixe.
Di vê navberê de jî dê bi terpîn û repîn derb li kurdan bikevin. Licê û dû re Parîs.
Dû re dê bêjin "şerê navxweyî" ye. Zû bi zû, bêyî guhertina yasa an jî pîvanek huqûqî televizyonek birin Îmraliyê û saz kirin. Qaşo gavan davêjin. Û pişt re terpînek din. Îcar jî dê bêjin "hinekan heyva Parîsê hilanî". Gelo!?
Ku piştî wê terpînê jî lîstik xera nebû dê gavek din wekî ya televizyonê were avêtin, helbet. Û her carê dê bi reng û dengekî din xelekên vê zinvîrê bidin pey hev.
Tevgera Kurd lîstikê ferq bike û ji muzakereyan vekişe! Dê bibe "provakator" û "şerxwaz". Bi vî rengî dê Tevger û Serokatiya Tevgerê ji hev bên dûrxistin. Ji xwe ji niha ve, ji ber vê yekê dibêjin "gelo tevger dê her tiştê EW dibêje, qebûl bike?". Tevger vekişe jî, venekişe jî, gelo dê Serokatiya Tevgerê şika vê lîstikê neke?
Li gor Serokê DTK'ê dibêje, roja yekem gotiye "ez nahêlim kes min wekî parçeyekî tasfiyeyê bi kar bîne." Yanî? Xuya ye, ji roja yekem ve şikê ji planek wiha dike.
Nirxandina mijarê ya ji vir û pê ve nê pêwist e, em ev qasî bizanin li kar e.