1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. “4 + 4 + 4” = 0
“4 + 4 + 4” = 0,4,4,4,0

“4 + 4 + 4” = 0

A+ A-

Di dîroka mirovayîyê da, heya mirov gihîştine asta xwe ya şaristanî, r’êyek a dûr û dirêj derbazbûne. Û li ser vê r’ê, çi hovîtî bibêjî, mirovan li hember xwe kirine. Lê naha demine nû hatine: mirov dikare qate cilên hemdemî wergire, heya benstûyekê jî (krêvêt) bavêje stûyê xwe, lê di hindur’ê xwe da dîsa ew hov bimîne. Îro serkêşîya vê hovîtîya klasîk-hemdemî dewleta t’irk dike… Binihêr’in, k’urd dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin, r’êjîma t’irk dibêje, ku ew k’arê destê dijminên r’êjîma wan e, û ewê bingeha deleta wan hilweşîne. Ango, eger em wek r’ayedarên dewleta t’irk nêzîkî pirsê bibin, wê derê holê, ku ew dewletên cîhanê, yên ku destûrê didin, ku net’ewên din, ên di nav wan da, bi zimznê xwe p’erwerdê bibînin, bi zimanê xwe wêje, çand û hunera xwe pêşbixin, hebûna dewleta xwe dikin bin t’ehlûkê!? De were, ji van mirovên “şaristanî” r’a bibêje, ku bi xwezayî her zar’okek bi zimanê dê diaxive, ku ew maf, ê ku ji bo gelên din û, di nav wan da jî, ji bo t’irkan heye, ji bo k’urdan jî dive hebe… Van “aqilmendan” çawa bidî serwextkirin, ku zanyaran êdî jizûva daye xuyan, ger zar’ok, berî zimanê dê bi zimanê bîyanî p’erwerdê bibîne, wê pirsgirêkên wê yên p’sîkolojîk çê bibin. Ango, heya bi fîzîlojîk jî r’asttir e, ku zar’ok di sêrî da (û bi giştî) bi zimanê dê p’erwerda xwe bibîne…Ev e r’astîya xwezayê! Ji bilî vê, di cîhanê da bi dehan dewletên p’irnet’aw hene û her net’ewek bi zimanê xwe jîyan dike, lê hê jî ji wn dewletan yek jî ji ber vê yekê hilneweşyaye. A din, di nav sînorên vê dewletê da, li ser xaka xwe ya kal û bavan, ango, di welatê xwe da, 25 mîllîonî zêdetir k’urd hene û ev k’urd jî di vê dewletê da k’ar dikin, leşkerîya wan dikin, serdayan (vêrgî) didin dewletê, û ji van serdayan byûdcêya dewletê berev dibe, û ji vir jî ji leşkerîyê, polîsan, serokdewlet, hukumetê r’a p’ere tên veqetandin (ji bo ku ew li hember gelê k’urd siyaseta têr’ora dewletê bimeşînin, ji bo ku ew me qetil bikin, r’oja me ya here pîroz, di cejna Newrozê da bi tank û p’anzêran ser me da bên!?). Bi wê byûdcê çand, huner, wêje û p’erwerde tê pêşxistin û meşandin, lê ji van hemûyan gelê k’urd bêp’ar dimîne… Û di vî welatî da dibistanên t’irkî kirine bingeha bişavtina zar’okên k’urd. Û ev jî t’êra wan nake, ji ber ku k’urd naha bi derfetên xwe p’erwerdeya ziman û wêjeya xwe amade dikin, naha jî formula “4 + 4 + 4” hinartine…Ango ji pêncsalîyê va divê zar’okên k’urd bikin devê mak’îneya t’irkkirinê, ji bo ku ew wan bihêre û dabelîne! 


   Û ev jî, navekî xwe heye –faşîzm. Faşîzma veşartî! Lê, gelo, ev faşîzm ji ya Hîtlêr jî t’ehlûketir nine? Faşîzma Hîtlêr li ber ç’van bû, cîhan li hember wê bû yek, têkoşînek a hevbeş meşand… Lê r’êjîma t’irk ji hêlekê va li hember gelê k’urd (hemwelatîyên dewleta xwe!) siyaseta têr’ora dewletê û t’evkujîyê dimeşîne, (û ev hemû jî li ber ç’avê cîhana şaristanî!), ji hêla dinê va jî hewl dide, ku bi r’êbazên veşartî pêşer’oja gelê k’urd bibişêve û t’une bike! 


   Dema di destpêka sedsala 21-ê li ser van tiştan diaxivin, em, wek mirov, li şûna wan şerm dikin. Tiştê ku k’urd dixwazin tiştekî p’ir dûrî aqilan nîne, ew hîn di destpêka sedsala XX da di Yekîtîya Sovêtê da pêk hatibû (ango, sed salî berê!). Wek ku tê zanîn, Yekîtîya Sovêtê ji 15 k’omaran sazbibû. Di her k’omarekê da zimanê dewletê yê wan ê net’ewî bû, lê zimanê r’ûsî –yê duyem. Lê di wan dibistanên Ermenîstana Sovêtî da, li k’u ji 100-î 50 zar’okên k’urd bûn, zimanê k’urdî, ne ku hilbijartî, lê wek dersek a bingehîn bû, û zar’okên ermenî di wan dibistanan da zimanê k’urdî jî fêr dibûn. A, em di Ermenîstanê da kêmnet’ew bûn, lê di welatê xwe da, yê ku ji hêla t’irkan va hatye dagerkirin, em ne kêmnet’ew in. Gelekî 25mîllîonê nikare kêmnet’ew be, em net’ewek in, a ku li ser bingeha wê dewlet avabûye. Û di vê dewletê da mafên gelê kurd divê ji yên gelê t’irk kêmtir nînbin… 


   Û, wek ku gelê k’urd di Newroza 2012-an da r’ayê xwe da pêş û di Amedê da çeperên dewleta dagirker da bin p’ê xwe, li vir jî bi r’ayê net’ewî gelê me dê formula “4 + 4 + 4”, a ku dewlet dixwaze li dor mejûyê zarokên kurd bike çeper, bide bin p’ê xwe û formûla xwe derxe pêş… Û ev jî dê wê demê bê sêrî, dema gelê k’urd dê mafên xwe di Destûra bingehîn da bide garantîkirin, an jî ewê mafên xwe yê serxwebûnê bi destê xw destbîne… 


    An –na, di r’ewşeke weha da, bi vê destûrê r’êyek a dine nîne! 

 Lê, dîsa jî, ji bo ku yên dijberî me nebêjin, hûn hîç tiştekî me nap’ejirînin, mirov dikaribû ji bo wê formûlê ev pêşnîyara alternativ danya pêş wan. Çima jî na! Me dikaribû ewê bip’ejirînin, eger di dibistanên K’urdistanê da p’erwerde bi gelenp’erî bi zimanê k’urdî bûya. Em dibêjin, pirsa “zimanê k’urdî bibe dersa hilbijarî” jî dikaribû pêk bihata, eger ew ji bo dibistanên t’irkî yên herêmên T’irkîyayê yên derî K’urdistanê bûya, û ji bo dibistanên K’urdistanê yên k’urdî jî “zimanê t’irkî bibûya dersa hilbijartî”. 


 Formûlek a weha mirov dikaribû bip’ejiranda! 

 Lê çi ku dimîne ser wan gotinan, ku zimanê k’urdî ne zimanê şaristanîyê ye, ev bêhurmetîya mirovekî femkor û nezan e li hember gelê k’urd. Eger mirov destûr bida xwe û dak’eta ser asta t’erbe-t’oreyê mirovne weha, dibe ku mirov bêhurmetîyek a heman r’engî li hember zimanê t’irkî banîya zimên. Lê –na! Ferqa di navbera me û wan da hema di wê da ye, ku em ewqasî nimiz nak’evin û xwe danexin ser asta wan. Lê ji bo ku nezanên vî r’engî xwe hinekî berevî ser hev bikin û hinekî ji nezanîya xwe şerm bikn, ezê gotinên r’ojhilatzanê sovêtî yê di cîhanê da bi nav û deng Îosîf Orbêlî li vir bînim: 


   “Li serê k’ê r’a derbas dibe,- Orbêlî dinivîse,- ku Saladîn, ê ku ewqas talî-tengî gîhandye xaçdaran, k’urd e, ku Mîrên ç’epildirêj, ên ku di nava dîroka Ermenîstanê û Gurcistanê da ewqas bi nav û deng bûn, k’urd bûne. Ew ne t’enê wek serleşker bi nav û deng bûne, lê her weha. wek avak’arên çandê jî! Ku şeddadîyên ji bo damezirandina dewletê di Kavkasîyayê da bi Gurcistanê r’a di pêşbirkê da bûne û serdarî li Îranê kirine, k’urd bûne. Ku helbestvanê mezin Nîzamî, yê ku bi farsî afirandye, di nîvî da k’urd bûye. Evî gelî di bin navê îranîyan (farsan), t’irkan, ereban, ermenîyan da lawên xwe windakirine, û navên wan, wek navên helbestvan, mûzîsyan, serleşkerên bi nav û deng dîroka gelan dixemilînin.” 


   Û ji bilî vê, heman Orbêlî nave Ahmedê Xanî, ji bo afrandinên wî yên bi zimanê k’urdî, datîne r’ex navê Fîrdûsîyê fars û Şot’a R’ûst’avêlîyê gurcî. 


   Û, eger ev mirovên van formûlan derdixin pêş, hinekî r’êza wan bi xwe r’a hebûya, wê ji xwe şermbikirana û destane û helbestên Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ebdulah Goran, Cegerxwîn, Hejar û gelek navbilindên din bi k’urdîya şêrîn bixwendana û lêborîna xwe ji gelê k’urd bixwestana’…


Gotinên miftehî :