8`ê Adarê û Roja Jinên Agir û Rojê
Azadî û roja we li hemû mirovahiyê pîroz be. Meha adarê di dîroka kurdan de meheke girîng e. Lewra cejna kurdan a herî mezin Newroz di vê mehê de ye. Adar navê ronahî, germahî, hezkirin û azadiyê ye. Her wiha adar meha jinan e. Ji ber Roja Jinan ez ê bi kurtahî behsa dîroka navdar û statuya jinên kurd bikim.
Kurdan wek xelkên cîranên xwe ereb, faris û tirkan jinan wek xemla malê, firaqşo an jî hwd. bi nav û statu nekirine. Jinên kurd ji dîroka kevin, ji Hûri-Gûtiyan û vir ve heta dema me, herdem cîhê xwe di nav û rêveberiya civakê de, di warê îdarî aborî, siyasî, leşkerî û çandî de girtine.
Dîroknasê viktorî Driver weha dinîvîse; Di dema bapîrên kurdan Hûrî-Gûtiyan de jinên kurd fermandarî ji artêsan re dikirin. Di zimanên kurdan de peyva fahîse nîn e. Dîsa dîroknasê roma-yunanî Plutarch behsa şerê artêşa romayê û berxwedana çekdarên artêşa jinên kurd ên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Amazonan dike. Di wê demê de roma û yunaniyan jinên çekdar wek jinên lenetkirî didîtin û statuya jinan li cem wan gelek ketî bû. Dîsa li gor agahiyên dîroknas Plutarch, di dema Keyê Kurd Mithridatesê pontusî de artêsa jinên kurdan li hember artêsa Keyê rom Pompey bi lehengî şer dikirin. Yek ji wan şervanan, şervana efsane Hypsicrateia bû.
Di dema xanedanê kurd Zendan 1750-1794 an de di şerê li hemberî faris û afganiyan de gelek feyde ji şervanên jin ên kurd girtine. Şervaniya inên kurd digihîje beriya dîroka nivîskî (12 000 sal.) Di lêkolînên mezelên kevnare ku li Shaneder-Zawî- Cemî hatibûn dîtin de li ber îskeletên jinan çekên wek kêr û tîrên ku serê wan ji kevirên çaqmaqan bûn hatibûn dîtin.
Di qada îdarî û siyasî de jî dîroka jina kurd kevnare ye. Atosha Keybanû ya medî - kurd e. Di dema med-axamenî de jiya ye û di nav farisan de jî xwedî cîhekî girîng e. Seyida Mama Xatûn hukumdara dewleta kurd- Deylemî (kirmanc-zaza) ye. Mama Xatûn 30 sal li hember koçerên tirk û hukumdarê wan Mahmud Gazî di warê diplomasî û siyasî de bi cesaret welatê xwe parastiye û têkoşiya ye. Mama Xatûn di sala 1029 de rêveberiya dewleta Deylemî dewrê kurê xwe Mecîd el Dewle kiriye. Di sala 1856 an de Qara Fatma ji Mereşê heta Stenbolê ji 300 siwariyan re rêberiyê dike û tevî çeka xwe dikeve nav qesra osmaniyan. Dîsa peymanên îmzekirî yên di nav kurdan û osmaniyan de morên jinên kurd ên wek Mama Pura Helime, Mama Qara Nêrgiz, Mama Perşeng hene. Mama Meyrem fermandara artêşa Nehrî bû û li hember artêşa rûs têdikoşiya.
Gelek jinên kurd ji eşîrên mezin re jî mîrîtî kirine. Yek ji wan Adile Xanim e ku ji eşîra caf re mîrîtî kiriye. Nivîskar û serbazê bi nav û deng E.B Soana bi salan bermal û katibiya mala Adile Xanim kiriye. E.B Soana, Adile Xanim mina "Şêrejin" bi nav dike. Mînakek din Meyan Xatûn a efsanevî ye ku bi salan mîrîtî ji êziyan re kiriye. Di hêla bawerî-olî de jî, jinên kurd li pêş in. Di baweriyên yezdanî - zerdeştî de jin xwediyên statuyên bilind in. Dîsa jinek kurd-mûsevî bi navê Asênath Barzanî ji kurdên mûsevî re Hahamtî kiriye.
Hêja ye ku mirov behsa şervanên Amazonên kurd ên hemdem ên PKKyî jî bike: Di dema me de bi taybet di van 30 salên dawîn de statu û zanebûna jinên kurd bi tevgera azadiyê re gihîştiye qada bilind. Cil û bergên ku olên biyanî li wan kiribûn wan ew çirandin. Statuya ku feodalizmê li ser wan şert kiribûn, wan ew hilweşandin. Vîtrînên ku kapîtalîzmê wan ew tê de maqyaj kiribûn wan ew vîtrînan teqandin. Jinên kurd çiya û zozanên kurdan bi hebûna xwe xemilandin. Artêşa xwe afirandin. Di zanîngehan de xwendin û xwe pêş ve birin. Partiyên xwe ava kirin. Ji mêrên kurdan re pêşengî kirin û geh bûn rim geh bûn parazvan, geh bûn şerwan, geh bûn dayikên aştiyê û geh jî ketin bin simên hovan, lê ew newestiyan û bê rawestan diqîrin: Namûsa me azadiya me ye! Zimanê me hebûna me ye! Serokê me giyana me ye!
Gelo kana vê hêza wan a resen ji ku tê? Ji xwezaya wan an ji rêberê wan? An ji herdu xalan jî? Gelo dîtinên we çi ne?
Çavkanî: Kurtler, Bir El Kitabi (kurd, pirtûkek li ber dest) Doz Yayinlari 2007 - Mehrdad R. IZADY - Werger: Cemal Atila
Can Seker [email protected]