1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. AMED Û MIRAZÊ CEMAL
AMED Û MIRAZÊ CEMAL,amed,û,mirazê,cemal

AMED Û MIRAZÊ CEMAL

Hin keser ji kesera evîndariyê bi bandortir û watedartir in

A+ A-

 Mordem ZEL

Apê Miraz, hesreta xwe ya 72 salan barî pişta xwe kiribû û ber Amedê ve ketibû rê..

 

Serê sibehekî bêxew û bêhêvî têla min lê ket..

 

Mêvanekî hêja hatibû Amedê û divê li gor dilê wî bihata pêşwazîkirin..

 

Ez çûm, min nizanibû bê ka mêvan kî ye?

 

Apê Miraz, tevî nivîskarê hêja rêzdar Nîhad Gultekîn hatibûn.

 

Di rewşekî bi halê xwe de me hevdû naskir.

 

Got: Ez nivîskar û rojnamevanê rojnameya Rya Teze Mirazê Camal, bi hesreta 72 salan ji paytexta Ermenistanê, ji Yerîvanê hatim e paytexta welatê xwe..

 

Min navê Rya Teze bihîstibû lê min wî nasnedikir..

Bêhna Apê Aram Tîgran jê dihat.

 

Ji min re got; Tu dikarî me li Amedê bigerînî, min got belê ezbenî.

 

Em rabûn û ber bi Sûrê ve me gav jimartin, Sûr nêzîk bûn.

 

Berî em di deriyê qesrê de têkevin nav sûrê, got: ka li vir bisekinin em dîmenekî xwe bikêşînin!

 

Piştre em ketin milê hev û têketin nav Sûrê.. bi lez û bez xwe gihande dîwarê sûrê û bi hesreta salan destê xwe di kevirên sûrê de da..

Ji nav xirabeyan kevireke bi qasî terş girt û maç kir da eniya xwe..

 

Vê helwesta wi bi tesîr û bi bandor bûn, bi dilê tije kul û keser hatibûn, lewra jî hesreta xwe bi kevirekî danî.

 

Got; dixwazim gav bi gav di Sûrê de bimeşim, bimeşim, bimeşim, da ku lingê min ji min bikevin..

 

Dema em hatin qada Deriyê Çiya ku navê Şêx Seîdê kal lê hatiye kirin, pirs kir, ev der ku ye?

 

Min got; Ev der cihê bêbextiyê û qehremaniyê ye..

 

Xemgîn bû, me wêneyek kişand û em derbas bûn, car caran dizivirî û li der dorê mêze dikir..

 

Dema em di ber Mizgefta Nebî de derbas bûn, min behsa serpêhatiyên li wir ên sala 1925 û Şêx Saîd jê re kir, eşkere xuya bû dilê wî xira dibû û bi çavên şil di ber boyaxvanê pêşiya mizgeftê de em derbas bûn..

 

Di nav sûkê de her gava diavêtin goh didan axaftinên gel, mereq dikir, ka gelê Amedê çiqas Kurdî diaxivin..

 

Bi hest û bêrîkirina wî ya Amedê em çûn Xana Hesen Paşa..

 

Got: Ev çi cihekî xweş û rengîn e, jin û mêr di nav hev de ne, ev pêşketineke mezin e bo me..

 

Rastiya xwe û civakê baş dizanibû, kêmasî û pêşketinên civakê weke eynikê li ber çavên wî raxistî bûn, Amedê baş didîtin..

 

Di nav van hestên wî de em derbasî pirtûkxaneya Xana Hesen Paşa bûn..

 

Dema em ketin hundir, pirsa pirtûkên kurdî kir, û min berê wî da refê pirtûkên kurdî..

Bi heyranî li pirtûkan mêze dikir û şa dibû.

Dîmenek bîranînê jî li wir me kişand û em derketin..

 

Piştre em çûn Mizgefta Mezin, dema di deriyê mizgeftê de kete hundir dia kir, got ez rêzdarê hemî baweriya me, ev der mizgeft e û pêwistî bi diayan heye..

Çi xweş difikirî..

Gelo kesên li wir çi difikirîn!

 

Ji mizgeftê em derbasî mala helbestvan Ehmed Arif bûn..

Di têketina malê de heta derketinê min videoya wî kişand.. Nivîskarê hêja Nîhad Gultekîn jê re behsa jiyan û helbestên Ehmed Arif kir û pê dilşad dibûn..

 

Ji Nîhad re got, tu helbesta wî ya 33 guleyan ji min re wergerîne kurdî, bi vî sozî me xatir ji Ehmed Arif xwest û em derbasî mala Cahid Sidqî Tarancî bûn..

 

Got; Ev camêr kî bûye, kurd e an na?

Me got: erê Kurd e lê bi tirkî nivîsandî ye. Got, ne xem e, heke Kurd be baş e..

 

Daxwazî û hêviya Apê Miraz ew bû ku biçe dêra Sûrp Gragos jî lê hezar mixabin piştî hilweşandina sûrê qedexe hebû û ev daxwaza wî bi cih nehat..

 

Di nav çarşiya şewitî de em ketin kuçeyên teng û ber bi mala Dengbêjan ve çûn..

 

Mala Dengbêjan bi desteserkirina şaredariyan ketibû destê qayûmê û ew der di bin rêveberiya wan de bû.

Her çiqas çûna li wir ne bi dilê mirov be jî bo xatirê Apê Miraz em di deriyê mala Dengbêjan de ketin hundirê hewşê.

 

Tenê dengbêjekî li ser sedrê rûniştî bûn û bi guhdarkirina çend kesan klam digotin.

 

Apê miraz hinek lê guhdar kir û piştre çû li kêleka wî rûnişt, ez jî tevlî wî bûm..

 

Ji dengbêj hinek pirsan kir lê dengbêjê reben tenê serê xwe dihejandin.

 

Paşê em ji kêleka wî rabûm me ligel extiyarekî rûnişt, min jê re got; Apê Miraz Kurdê Yerîvanê ye ji Ermenistanê hatiye ji bo dîtina Amedê.

Wî jî weke dengbêj serî hejand.

 

Apê Miraz, xwest pê re hinek biaxive lê camêr jî wekî gelek kesên nezan hinek gotinên jiberkirî got, min ferq kir wê Apê Miraz aciz bike, min got apo keremke em rabin..

 

Em rabûn derketin û di kuçeyên teng û fetlok de em çûn Dêra dayîka Meryem a Suryaniyan..

 

Keşîşê dêrê me bi dilgermî pêşwazî kir û em derbasî hundirê dêrê bûn.

Heybetiya dêrê bêhna Apê Miraz fireh kir û têr û tije li stûn û neqşên dîwaran nêrî..

 

Piştî çend kelaman me xatir ji keşîş xwest û em çûn xwaringehê me kezeba Amedê xwar.

 

Di suhbeta me ya xwarinê de li ser daxwaz û pêşniyara min, me biryara lidarxistina şevekî taybet girt û em rabûn.

 

Di nav xemgînî û hestiyariyê de di nav sûkê de em ber bi Deriyê Mêrdînê ve meşiyan..

 

Dema di dirinceyê Sûrê de bi diyar ket, berê xwe da bexçeyên Hewselê û warê Adil û Sûzê (Kirklar Dagi) hesreteke kûr kişand.

 

Di her gav avêtina ser Sûrê de bêhna xwe dida û bi roniya çavên xwe yê tije êş li derdora Sûrê dinêrî.

 

Di tama cixareyekî Yerîvanê de li birca heft birayan me bêhna xwe da û di qulikên xirabe de li taxa Ben û Senê mêze dikir.

 

Piştî sohbeteke li ser dîroka Sûrê, ji min daxwaziya klamekî kir. Bi kêfxweşî min daxwaza wî bi cîh anî û bi çîrok û awaz strana Zînê jê re lorand.

 

Di nav hestiyariyê de li min guhdarî kir û dengê min qeyîdê telefona xwe kir.

 

Piştre got dixwazim çend kevirên Sûrê ji xwe re wek diyarî bibim lê destê min naçe ez xîçikekî jî ji dîwarê Sûrê hilbidim.

 

Min jê re çend xiçikên piçûk bi destê xwe hilda û kire bêrika wî û em dîsa meşiyan li ser Sûra xirabe.

 

Diyar bû, gelek westiya bûn lê digel vê dîsa jî dixwestin bimeşe.

 

Di dirinceyê Sûrê de me kir xwarê û em ber bi deriyê Rihayê ve meşiyan..

Apê Miraz, di her gav avêtina xwe de li tevgera civakê mêze dikir û bi hin kesan re diaxivî.

 

Piştre ji bo cihê bernameyê em derbasî taxa ofîsê bûn..

 

Em çûn cafeya nivîskar û wergerîner Mihemed Ronahî, me jê daxwaz kir ku em ji bo xêrhatina Apê Miraz şevekî ji şevan lidarxin.. Mihemed jî bi vê daxwazê kêfxweş bû û em derbasî qata jor bûn.

 

Bi suhbet, helbestxwendin û hin stranên gelerî me qonaxa xwe derbas kir û em vegeriyan malê.

 

Yek ji xwestekên wî jî dîtina pira dehderî bûn, em roja didûyan çûn ser pira dehderî û bi rîtm û ahenga def û zirneyê li ser pirê me govenda Amedê gerand.

 

Apê Miraz, pir dilşad bûn bi dîtina Amedê. 

 

.....

 

Di van rojan de li Amedê çalakiyên wêjeyî jî dihatin lidarxistin..

 

Bi qasî derfet çêbû em beşdarî hin panelên van bernameyan jî bûn û Apê Miraz bi gelek nivîskar û wêjevanan re hevdû naskirin.

 

Yek ji van bernameyan, ji bo 80 saliya Migirdiç Margosyan dihat lidarxistin. 

Apê Miraz jî vexwendiyê vê bernameyê bûn.

 

Di vê bernameyê de axaftina wî ya bi Ermenkî û xwendina helbesta wî ya Kurdistanê li ser beşdarvanan bandorekî mezin çêkir û eleqeyeke baş jê re hat nîşandan.

 

Apê Miraz, ji bo hin bernameyan divê derbasî Stembolê bibûya.

 

Bi vê boneyê me bi hesreta 72 salî xatir ji hevdû xwest û bi hêviya hevdîtineke li Yerîvanê bi oxir çû.


Gotinên miftehî :