APRANÎG
Hasan Harranî
Apranîg di serdema sedsala 7 emîn piştî zayînê di dawîya temenê împeretorîya Sasanîyan de derdikeve holê. Şert û mercên ku wê derdixin holê şert û mercên civakî û dîrokîne.
Heyamekî wê ya dema derbasbûyî jî heye.
Lewre ew wek mirovekî azad di nava malbatekî qedirzanê jinê de mezin bûye. Bavê wê Gêneralekî Kurd ê nava artêşa Sasanî bûye. Keça xwe wek lawekî şandîye dibistanê piştî
dibistana xwe diqedîne wek serbazekî ji asta jêr di nava leşkerîyê de cîhê xwe digire.
Wekî me got ji ber ku bavê wê Serbazekî aryêşê yê payebilind bûye,wê jî xwestîye şopa bavê xwe bişopîne. Di saxî bavê xwe de ji di nava eşîr û malabata xwe de hema bêje bi qasî
bavê xwe dibe xwedî bandorekî mezin.
Di wê serdemê de jibo dagirkerîya Kurdistan û Îranê êrîşên artêşên Îslamê her diçe xurt dibin. Sasanî ji xwe berîya fetîhên artêşên Îslamê demek kurt berê di şerê nabeyna xwe û
Bîzansîyan de gelek lewaz ketibû. Artêşên Ereban vê lewazîyê ji xwe re firsend didîtin û êrîşên xwe bêtir zêde dikir.
Amedekarîya şerê dawî yê herî mezin şerê Qadîsîyê bû. Di vî çerî de artêşên Sasanîyê bi temamî şikestibû. Lê her çiqas gelek mîrekîyên Kurd jî ji ber zilm û heqeretîya dewleta
Sasanî qelibîbûn alîyê artêşên Îslamê jî, li hin deran kelehên berxwedanê yên Kurdan hîna hebû û didomîya. Yek ji vana jî jina berxwedêr çalak û leheng Apranîg bû. Ew keleha herî
xurt li pîyan ya li dijî wehşên Îslamê bû. Lewre artêşên îslamê bi xeyal û daxwazîya xenîmetê wekî gur û kevtarên birçî li welatê Kurdistanê belav bûbû. Kuç li ser kuç nedihêştin.
Apranîk wekî jinekî rêzan û serkêş derketibû pêş û li hemberî vê wehşetê berxwedanê honand. Jinekî Serbaz, wêrek, jîr û zane bû.
Apranîg di dema ber bi dawîya 400 salîya Sasanîyê de jîyabû.
Di dema ku împeretorî êdî lewaz bûbû û li hember serdehatin û êrîşên dervayî de nikarîbû xwe li ser pîyan ragirire Apranîg wek tekoşerekî dawî hewl da, daku nehêle welatê wan
bikeve bin dagirkerîya wehşên îslamê.
Wekî me got ew keça mirovekî navdar, gêneralek bi xwe Kurd yê dewleta Sasanî bû. Wekî hun jî dizanin dewleta Sasanî her çiqas bi xanedana xwe Pers be jî nîvê vê dewletê
Kurd bûn.
Apranîg Kurd bû û ji mîrekîya Erdelanî bû. Ew serbilind mezin bûbû. Qet qebûl nekir ku bawerîya wê, welatê wê û gelê wê bikeve bin lingê dagirkerekî din.
Biryara tekoşînê da û derbasî serkêşîya artêşekî biçûk bû û her wiha li hemberî artêşa Îslamê têkoşiya.
Artêşa îslamê ya di bin fermandarîya Raşîd de xedar bû. Xwedî hêzeke mezin bû. Di hêla çek û teknîkê de jî xurt bû. Hejmara wan zêde bû.
Apranîg nihêrî bi awayekî nîzamê çiqas xesar dide artêşa Îslamê jî, ji ber ku gelek qelebalixbûn nedişikîyan.
Apranîk zivirî, tevlî artêşa xwe vekişîya û bi hevalên xwe re jibo şêweya şer şêwir kir. Di wê şêwrê de biryara şerê ne nîzamî ya erîşbazî û paşvekêşîyê girt. Vê teqtîkê ceriband û bi vê
teqtîkê demekî dirêj artêşên dagirker da sekinandin. Nehêşt artêşên îslamê Rewandûz Silêmanî derbas bibin. Lê di dawî de artêşên îslamê rêbazên dijî mirovahîyê bikaranîn.
Gundan şewitandin, bê hilbijêr mirovan danin ber xwe kuştin. Kevir li ser kevir nehêştin. Zarok, jin, pîr kal ferq nekirin nabeyna mirovan danin ber şûran û qiyamekî mezin û bê
hempa pêkanîn.
Apranîg xwedî xurûrek netewî, xwedî onorekî bawerî û gelî bû. Teslîm nebû.
Demekî dirêj li Kurdistana Başûr û Rojhelat berxwedan kir û nehêşt ola Zerdeştî, perestgeh û welatê wê bikeve destê Ereban.
Lê mixabin wekî her demê di tekoşîna Apranîg de jî derdorê wê hêdî hêdî vala bû û hêza wê lewaz bû. Bi gorî hinek daneyan dibêjin ku jibo nekeve destê wehşên sehrayê xwe ji holê
daye wenda kirin û li çîyekî dawî li jîyana xwe anîye, bi gorî hinek daneyên din jî dibêjin ku hatîye girtin û wê kuştine.
Di çavkanîyên bîyanî û Îranî de her çiqas Apranîg wek Sasanî tê pênasekirin jî îro herkes, lêkolînerê wê serdemê êdî baş dizanin ku ew keçekî Gêneralekî Kurdê Erdelanîye.
Ew di denga Tamrîsê de jînekî çalak û leheng bû.
Di dîrokê de di bawerî û felsefeya Kurdan de derketine lehengîya jinan çêbûye û her hebûye. Ev ji felsefe û bawerîya wan ya kevnare tê.
Ji ber ku qedirdayînekî mezin hebûye li hemberî jinê, jin jî di nava çerxa bawerî û felsefeyek wiha de karîbûye xwe bi hêzdarî perwerde bike û bigihêje asta hêza mêrî.
Îro jî di dîroka me de û di dîroka rojhilata navîn de herî zêde leheng, şervan û şerkerên azadîyê ji nava me Kurdan derketine. Cîhan îro jî şahidekî vê rastîyê ya zîndîye. Wê demê
Apranîg bû, Tamrîs bû. Doh Zerîfe û Besê bû. Îro jî Leyla Qasim, Zîlan, Arîn Mîrkan û gelek lehengên din hene.
Ew siwara hespê sipî bû. Ew lehenga Kirman Şehrêzor û Rewandûzê bû.