1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Amîdakurd: Peyv, têkoşîn û rastiya bîst salan
Amîdakurd: Peyv, têkoşîn û rastiya bîst salan,amîdakurd,peyv,têkoşîn,û,rastiya,bîst,salan

Amîdakurd: Peyv, têkoşîn û rastiya bîst salan

A+ A-

 

Di 12ê Avrêlê de Amîdakurd dibe bîst salî. Bîst sal peyvên ku dişewitînin û derman dikin, nûçeyên ku rastiyê radixine ber çavan, helbestên ku wek lêdana dil di şevên bi kurdî de deng vedidin.

 

Di van bîst salan de me bi sedhezaran nivîs ên ji têkoşîn û azweriya gel, ji rehên wêrekiyê û çemê azadiyê derketine weşandin. Em ne bi tenê li ser dîrok û çîroka xwe ponijîn û me hewl da derxine holê, lê em bûne beşek ji wê jî.

 

Me di nivîsên xwe de sî û ronahî, êş û hêvî, berxwedan û vîna bêdawî berhev kirin û stû li yek peyveka bi tenê jî ba neda. Ji bi sedan rojnamevan, helbestvan, nivîskar û nûçegîhanan, peyv bi yek dengî bi hev ve hatine girêdan - dengek ku li ber tu ba û bahozî nehejiya, xwe dananî ser dezgehên bazaran û serî tu carî pêl nekir, lê pê li seriyên pêl kir.

 

Ji sedî not û pênc gotar û hevpeyvînên me, yekem car di amîdakurdê de hatine weşandin. Nîvê nûçeyên ku me belav kirine rasterast ji çavkaniyên me hatine û me nûçeyên din jî ji çavkaniyên pêbawer girtine. Lewre di tovê rastiyê de dadmendî şîn dibe. Dem bi dem, rojane zêdetirî du mîlyon kes serdana amîdakurdê kirin. Ev jî piştrast dike ku peyvên me wate digirin û dengê me tê bihîstin.

 

Me li ser her tiştê em pê dizanin nivîsiye: ziman, çand, huner, siyaset, dîrok, mîtolojî, ol, desthilatdarî, dagirkerî, têkoşîn, berxwedan, şîn, şahî, kevneşopî û muzîk. Me ziman, peyv, pênûsê parastiye û em bi zanîn û têgihiştina grîngî û rûmeta wan tevgeriyane.

 

Me tu carî bawerî bi bêalîbûnê neanî, lewre bêalîbûna di cîhana zilmê de îxanet e. Lewre bêalîbûn bêdengî û bêhelwestî ye û ev jî pejirandina zilmê ye. Dema te pejirand, tu êdî alîyî jî. Û em her tim xwedî rawestan û helwest bûn. Me biryara bilindkirina dengê xwe, qêrîna dengê azadiyê bi ser dagirkerên welatê me de daye û em ê heya rizgarî û azadiya gel û axa xwe biqîrin.

 

Amîdakurd bûye qada berxwedanê, bûye cihê ku gotin bûye kiryar. Me piştgirî da Tevgera Azadiyê, û me ji analîz, felsefe û perspektîfên Tevgera Azadiyê sûd û îlham girt. Me erka xwe ya rojnamevanî û rewşenbîriyê pêk anî û me her ji bo girêdan û parastina rastiya gel û dîrokê hewl da. Lewre em parçeyek ji vê têkoşînê ne, lewre em xwedî heman xeyal, heman êş, heman keser û heman bêriyê ne. Keser û xiyal yek bin, dil û mêjî jî wê yek bin. Me rahişt barê em di bin de nemînin û ji bo van hemiyan em hatin qedexekirin, zext û sansurkirin. Malpera me ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hat astengkirin û qedexekirin, lê tu carî nekarîn rastiyan qedexe bikin. Lewre peyv wek avê ne, riya xwe dibînin. Di derzan de diherikin, bi ser bendav û dîwaran û di dilê mirovan de diherikin.

 

Niha, bîst sal şûnda, em dixwazin Amîdakurdê xurtir û nûjentir bikin û ji her kesê ku li rastiyan digerin re bibine qadeka hevpar. Em dixwazin li ser vê qadê, bi rêzdarî pêşwaziya qêrîn û gotinên ji bo gel û welat bûne nivîs, ji bo dilên ku ji bo vê dozê lêdidin bikin.

 

Hûn hêja û rêzdarên piştîgirî dane Amîdakurdê, di vê xebatê de bi nivîs, şopandin, xwendin, parvekirin, rexne û pêşniyazên xwe li kêleka me û li pêşiya me bûne, ji me re bûne destek, zor spas ji bo we. Amîdakurd ji platformekê wêdetir, ji malperekê wêdetir dilek e ku ji bo nirx û rûmetên gel û welatê xwe lê dide. Ronahiyek e di tariya bindestiyê de. Qêrînek e ku wê tu carî nikaribe bê birîn.

 

Em ê berdewam bikin; heta ku gotin azad bibin, heta ku gel azad bibe; heta ku em bigihêjin berbanga sibê û xiyalên sedan salan.

 

Li ser navê Amîdakurd, Mahabad Felat