Apoîzm û Modernîteya Demokratîk
Sosyalîzm, li welatên ku lê hat pêkanîn bi ser neket. Rêberê doktrîna apoîst birêz Öcalan dide zanîn ku Sovyet hilweşiya, ji ber ku Kapîtalîzm ji Sosyalîzma Sovyetê demokratîktir bû. Birêz Öcalan di navbera salên 1991 û 2001 de sosyalîzma reel rexne kir û modela partîbûnê ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ew serokê wê bû, ji guherînan re vekir. Li şûna Polîtburoyê Desteya Rêveberiya Navendî, li şûna Sekreterê Giştî jî Serokatiya Giştî anî. Bi rakirina sembolên das û çakûç ji ala partiyê, wî kir ku têgihiştineke ku ji guherînê re vekirî ye serdest bibe.
Birêz Öcalan dema ku Sovyetan rexne dike, dibêje “hemû gelên Sovyetê ji bo PKS, PKS ji bo Polîtburoyê û Polîtburo jî ji bo Sekreterê Giştî ye”. Ev pîramîda antîdemokratîk a sosyalîzma reel e. Ji aliyê din ve, ji ber astengiyên li ber nirx û pêkanînên demokrasiyê, Sovyetê û Sosyalîzma Real wekî ”pergaleka bê giyan” binav dike.
Weke mînak;mirov nikaribûn ji derve otomobîlan bikirin, otomobîlên bixwe çêdikirin jî hemî hema bêje wekî hev bûn, cihêrengî tunebû. Mirov nikaribûn jeansên ku li cîhanê trend bûn li xwe bikin û nikaribûn Cola Cola ku li Rojava pir populer bû vexwin. Ji ber vê yekê mirovan hewceyî pê didît ku beşdarî protestoyên ji bo jeans û Coca-Cola bibin. Pêkutiya ji bo yekrengkirina civakê, giyana mirovan û ya civakî jî tune dikir.
Di hilberînê de çiqasî îsraf û xemsariya xwezayê bike jî, kapîtalîzm bi berhem û cihêrengiyên nû, hê estetîktir û bikêrtir, bi rêya teqsîtan jî, ji aliyê kirîna tiştan ve hêsatir, dikare mirovan bikişîne nav bazar û pergala xwe.
Rast e ku kapîtalîzm li ser keda kedkar xwe bilind dike, dijîne, ango kedxwarî dike, lê li gel vê, sosyalîzma ku diviya bibûna alternatîfa vê kedxwariyê, dewletê veguherand şîrketeka mezin û mirovan kir diranên vê çerxa hilberînê. Lê ji aliyekê ve jî, avakirina vê pergala antîdemokratîk a hilberîna dêwîn, bi derfetên afirandibûn karî li dijî faşîzma Hîtler li ber xwe bide. Lê ev şirketa dêwîn, li giyanê mirovan nedifikirî û jiyaneka rengîn, bi şahî û zelal pêşkêşî wan nedikir.
Di cîhana estetîk de jî, di edebiyat, huner, sînema, wêne û şanoyê de jî realîzm dihat parastin. Dema ku hunerê dixwest xwe bi rengên cuda bide der jî, ev yek dihat piçûkdîtin û piçûkxistin û wekî bêkêr, bêhiş û zirar dihat dîtin û nirxandin. Li ser cureyên wekî absurd, surrealism, fantazî nîqaşek dûr û dirêj û nehewce hate kirin. Ev nîqaş bûne sedema rêlibergirtina xebatên bi vî rengî.
Ji ber vê hişmendiyê û kiryarên bi vî rengî, Dîktatoriya Proleteryayê xwe ne tenê di warê hilberînê de wekî dîktatoriya li dijî sermayedaran da pêş, lê di heman demê de ji bo her kesî û di her warên jiyanê, de, xwe wekî dîktatoriyek dît û pêk anî û vî mafî di xwe de dît.
Sosyalîzmê her tim xwestiye xwe bi têkoşîna li dijî kedxwariyê ava bike. Li aliyê din kapîtalîzmê mafê hev û du çewisandin û keda hev û du xwarinê da mirovan, lê mafê qêrîn û hawarkirinê jî da kesên keda wan tê xwarin. Mafê qêrîn û hewarê jî, di demeka kin de, mafê kirînê ya bi kredî û teqsîdan da çîna karker.
Ev yek, gotina Marx, "ji bilî zincîrên xwe tu tiştekî ku çîna karker wenda bike tune" vala derxist. Lewra bi vê polîtîkaya kapîtalîzmê re êdî karkerê komirê ku pêlav di lingê wî de nebûn, bû xwedî têkber ango malên spî ên teknîkî û otomobîlan. Karker êdî dikarî tew bi krediyên bi fayîz ji xwe re xanî jî bikire. Hetta ku êdî di borsayê de senedan dikirî û difirot. Îro li welatên cîhana sêyem û heta li Kurdistana hatiye dagirkirin jî, çîna karker ji bo tiştên destê xwe wenda neke, ji têkoşîna çînayetî û ya rizgariya netewî dûr disekine. 30 sal berê jî, bi zarokên xwe re bi kurdî nedipeyivîn, ji bo ji derfet û karên xwe nebin û ji bo ku zarokên wan bi tu awayî tevlî doza Kurd nebin.
Îcar ev çîna karker a sosyalîzm xwe li ser diafirîne, ji niha ve bi vî rengî veguherî. Angp êdî tişta ku wê çîna karker wênda bike, ne bi tenê zincîrên wê lê gelek tiştên din in jî.
Wekî ku hûn dizanin, îro bi saya ChatGPTê çend saniyeyan digire ku mirov di tabloyek bi Photoshopê de kelehek xêz bike. Bi saya Google Bard, dibe şansê me hebe ku em di çend kêliyan de fîlimên xwe yên kevn veguherînin fîlimên 3D. Berê ji bo vî karî bi tonan pere didan karkerekî. Ji ber vê yekê dema ku robot piraniya navgînên hilberînê bi dest bixin dê Sosyalîzm xwe li ser çi ava bike?
Ji ber vê jî apoîzm ji pergala nû re dibêje Modernîteya Demokratîk. Modernîteya Demokratîk beşeke girîng a nirxandinên nirxî yên rojavayî di nava xwe de dihewîne. Ew serbixweyiya qanûndanîn, birêvebirin û darazê diparêze ku ev di bin Dîktatoriya Proleteryayê de ne pêkan e. Apoîzm dîktatoriya proleteryayê red dike û li şûna wê, organên demokratîk, beşdar, zelal û serbixwe pêşniyaz dike.
Apoîzma ku îro li xaka azad a Rojavayê Kurdistanê tê pêkanîn, pirsgirêkên xwe jî hene. Lewre li gel çanda Sosyalîst, Rojhilata Navîn xwedî çandeke yekxwedayî ye jî ku ev ji dîrokê tê. Ev çand her tim li dijî pirxwedatiyê bûye û vê li ser civakê ferz kiriye. Ev jî bi xwe re dijayetî û bêtehamuliya li hember pirseroktî, pirpartîbûn, cihêrengî, pirzimanî, pirçandîtî û pirzimanî jî afirandiye. Kesên ku rexneyan metirsîdar dibînin, bi vî awayî azadiya rexne û mafê anîna ziman ango ya axaftinê bisînor dikin. Herwiha çapemenîyê jî wekî metirsiyeke potansiyel dibîne û wekî amûreka bêyî kontrol a civakê li dijî rêveberiyê radike dinirxîne. Pênaseya "dizê agir" heye. Prometheus agir dizî û da mirovên bi mirin. Ango agahî bi kesên li derveyî rêveberiyê re parve dikir. Ji ber vê yekê xwedawendan ew bi zinaran ve girê dan. Di vê çîrokê de xwedawend rêber in, û mirov jî yên avam ango yên li jêr in. Çapemeniya ne di bin kontrola tu desthilatdariyê de ye, her tim di rola Prometheûs de ye, ango agirdiz e. Modernîteya Demokratîk a ku dê bibe alternatîfa sosyalîzmê û ya modernîteya kapîtalîst, divê di her warê jîyanê de demokratîk be, dawî li her cure desthilatdariyê bîne, parve bike, beşdar be û zelal be.
Lê di warê çawaniyê, û ya rê û rêbazan de Modernîteya Demokratîk li Rojava di destpêka xwe de ye. Di dema ku Rejîma Esed hêzê dicivîne da ku careke din herêmê dagîr bike, Îran û Tirkiyê jî hewl didin bi Rûsyayê re lihevkirinekê bikin, herêmê radestî rêjîma Esed bikin û bi operasyoneke leşkerî careke din kurdan bêçek û bêbandor bikin. Li aliyê din Apoyî ji avakirina makezagoneke nû, artêş, hikûmet, parlamento, qanûndanîn, rêveberî û darazî ya ku di bin van şert û mercan de dê weke parçekirina Sûriyeyê bê têgihiştin, xwe dûr digirin, lewre naxwazin sedemek bidine destê dagirkeriyeka nû, bi kêmasî di reşa îro de. Loma jî li pêşiya pêkanîna Modernîteya Demokratîk, ango ji rewşa wê ya teorîk ber bi pratîkî ve çûyîn, astengiyên jiyanî hene. Di rewşa heyî de ev veguhezîneka bi pirsgirêk e. rewşek veguhêzek bi pirsgirêk e. Li gel vê rastiyê jî, fezîlet û ehlaqê Apoîzmê ji sazîbûnê wêdetir, û qanûnên wê yên nenivîsandî yên li herêmeka ku bi mîlyonan mirov lê dijîn, kelecaneka mezin dide mirovan.
Bi çend xalan Apoîzm:
Îdeolojî: Ramanên siyasî, huqûqî, zanistî, felsefî, olî, fezîletî, estetîkî ku tevgera çîneka civakî rave dike. Divê em apoîzmê di bin van hemû sernavan de û yek bi yek bînine ziman.
Ramanwerên Marksîst di nava teoriya îdeolojiyê de xwedî giraniyeka girîng in. Ramanwerên wek Marx, Lenin, Gramsci, Lukacs, Frankfurt School, Althusser di vî warî de xebitîne. Ji xeynî vê, ramanwerên din ên ku bi teoriya îdeolojiyê re eleqedar dibin jî bi Marksîzmê re bi awayekî înteraktîf (li gel an jî li dij) lêkolînên xwe dikin.
Li gorî Apoîzmê, divê îdeolojî berhema kolektîf a nêrîneke rast a li ser mijarekê be. Ji ber vê yekê jî, di guherîna jiyanê de ew jî mîna ziman, ji pêşketinê re vekirî ye û divê ev yek dîsa kolektîf be. Di vê çerçoveyê de weke mînak Apoîzm li şûna ku olê di navbera “rast” û “çewt”ê de binirxîne, bi rastiya olê ya li nav civakê re mijûl dibe.
Siyaset: Ji bo apoîzmê, siyaset hunereka perwerdehiyê ye. Prensîbên rêveberekê yên nivîskî û devkî ne. Heke mamosteyekî matematîkê bizane ku dê çewa bi awayê herî hêsan, kurt û têgihîştî matematîkê bi xwendekarên xwe bide zanîn, ew mamoste di heman demê de siyasetmedar e jî. Lewre ew bi siyaseta vî karî dizane. Siyaset ne karê derew û xapandinê ye. Ji ber ku mamoste nikare şagirtên xwe bi rêya xapandinê perwerde bike. Rêberek tenê eger ne şareza be, di warê karîn û zanîna rê û rêbazên cuda de ne dewlemend be û ji şiyana parastina rastiyên xwe bêpar be, wê demê dikare serî li rêya xapandinê bide. Lê ev yek ne perwerde û ne jî siyaset e.
Em dikarin bi mînakekê vê yekê rave bikin. Peyva "siyaset" ji peyva "seyîs" hatiye çêkirin. Karê seyîsekî jî ew e ku hespên kovî bigire û bike hespên siwarîyê. Ev ji perwerdekirina xwendekarekî cudatir nîne. Seyîs dema karê xwe dike qet derewan li hespê nake. Mamosteyê matematkê jî ji xwendekarên xwe re nabêje ku ew dersên rêzimanê dide wan. e
Hiqûq: Apoîzm huqûqê li gor hişmendiya xwe ya siyasî dinirxîne. Lewre huqûq vegotina exlaqê ya nivîskî ye û bi sîyaseteka demdirêj re reng û teşe digire.
Apoîzm serbixweyiya qanûndanîn, rêvebirin û darazê diparêze û di vî warî de ji nirxên daraza rojava sûdê wergirtiye.
Zanistî: Doktrînên zanistî yên îdeolojiya Apoîst ên rê didine ber civakê, bi nirxa didine zanistê dikarin bêne ravekirin. Apoîzm dema li ser mijarekê awirek diafirîne, li ser aliyên wê mijarê yên dîrokî, civakî û zanistî bi hev re radiweste. Loma jî di mijara olê de bi tenê pêşekiyê nade aliyên hişk ên zanistî û aliyên olê yên civakî û dîrokî jî nade paş.
Felsefî: Bi pêşketina zanista fizîkî re, di awayê nêrîna mirovan de jî guherînên bi lez û mezin bûn. Berê mirovan nedizanî baran çewa dibare, ji bo ravekirina van fenomenên xwezayî yên asîmanî, Xudawendekî asîmanî afirandin. Ji bo mirov nekevina nav kakoseka ramanî û di nav reşayiya nezaniyê de avjeniyê nekin, xwedawendê asîmanî, wê demê wekî pêdiviyekê rolek lîst. Keyekî Mezopotamyayî ku dengê brûskan dibihîst, ji jina xwe re digot ku xwedawendê asîmanî hêrs bûye û keybanûyê bi vî awayî ditirsand. Heman tirsandin, di rêvebirina bêkêr a civakî de jî, ji bo nixumandina bêkêriya rêveberiyê dihate bikaranîn. Lê ji ber pêşkeftina zanista fîzîkê îroj kesek gurmîna asîman bi hêrsa xwedawendê asîmanî rave nake êdî. Li gel vê jî, wek mînak di erdheja 6ê reşemiya 2023an a li Bakurê Kurdistanê pêk hat de, gelê Tirkiyê bi giranî gotubêj kir ku hêzên derve ev erdhejek pêk anîne. Bi gotineka din, DYA an jî hêzeke din cihê Xwedayê Ezman girtiye. Ev jî dide nîşan ku, hîn jî di binhişê hin civakan de ravekirinên derzanistî pêkan in.
Apoîzm şîret dike ku divê felsefeya mirovan, ango nêrîna wan a jiyanê, bi nêrîneke kûr a dîrokî, civakî û zanistî ve were girêdan, lê nirxandinên civakê û yên kesan ên li ser nêrînên cuda yên felsefî yên mîna Marksîzmê red nake û rê li ber sîrkulasyona xwezayî ya civakê jî nagire. S. Hawking jî diyar dike ku anegorî pêşketina fizîkê, felsefe, ango awir jî dê bi gerdûnî bibine wek hev.
Olî: Nêrîna Apoîzmê ya li ser olê, dîrokî ye. Ew olê di nav pêvajoya wê ya dîrokê de dinirxîne û rastiya wê ya di nav civakê de dikole. Apoîzm hewl nade di mijarên olî de teşe bide civakê û di vê mijarê de endezyariya civakî nake. Lewre kesên ku bi awayekî îdealîst li bûyeran dinêrin û her wiha yên bi mantiq li tiştan dinêrin jî hene. Çawa ku mejiyê mirov wekî lobê rast û yê çep tê dabeş kirin, di kesan de jî aliyê serdest diguhere. Ger mirov bikaribe bi destê xwe yê çepê bi tenê 10 kîloyan rake, bi loba xwe ya çepê jî tenê dikare ewqasî birame. Lê mirov bikaribe bi herdu destan 300 kîloyan hilde, dikare bi bikaranîna lobên çep û rastê re, rewşek ku di warê hişmendiyê de cûdahiyeke mezin biafirîne derxe holê. Ji ber vê yekê, li şûna ku hemî mirov bi tenê bi hişmendî, an jî bi tenê îdealîst li jiyanê binêrin, baştir e mirov bi herduyan re jî bi tenê neyêne bisînorkirin. Apoîzm çewa aliyê diyalektîk ê mirovan wekî jêhatîyekê dibîne, aliyê wan ê metafizîk jî wisa dibîne û destnîşan dike ku nêzîkatiya rast, wê mirovan bi ser bixe.
Fezîlet: Tevgera Apoyî ji destpêkê ve xwe weke tevgereke exlaqî û fezîletê pênase dike. Di têkoşîna xwe ya siyasî ya bi dehan salan de, bi deh hezaran şehîd dane û her yek ji wan xwedî çîrokên bêhempa ne.
Estetîk: Apoîzm di wêje, huner, sînema û şanoyê de jî doktrîneke ji Marksîzmê cudatir e. Mînak di edebiyatê de tenê realîzmê naparêze û nakeve nîqaşa “Edebiyat ji bo civakê ye an edebiyat ji bo edebiyatê ye”. Danîna bendekî li pêşiya pêşketina wêje û cureyên hunerê şaş dibîne. Di şûna wê de, ew diparêze ku rexne û parastin divê li ser zemîna xwe ya azad û di nav xwezaya xwe de bi pêş bikevin.
Azadî: Apoîzm di warê maf, azadiya çapemenî û derbirîn, azadiya takekesî û civakî de sînoran danayne û azadîxwaz e. Ew ne aliyên azad ên mirovan lê aliyên wan ên monîst ango tekparêz wekî metirsî dibîne. Mirov dixwazin herkes mîna wan be. Ev di xwezaya mirovan de heye. Bi saya vî aliyê mirovî ol û îdeolojî derketine holê û bi vî awayî rêxistiniyên herî mezin ava kirine. Ev ji bo ku mirov xwe di ewlehiyê de bibînin û ewlehiya xwe bigirin pir grîng bû. Lê, ev jî motîvasyonek e ku mirov wekî xwe bijî û taybetmendiyên xwe biparêze. Bi saya taybetiyên vê motîvasyonê, mirovahî bi nîjad, ziman, ol û çandeke wisa dewlemend hatiye roja îro û ji monîzmê rizgar bûye. Malbat bixwe jî, ji ber motîvasyona ku wê azadtir û bêtir mîna xwe bijîn, ava bûne.
Aborî: Apoîzm ji bo bidawîkirina kedxwariya aborî bi civakê re çalakiyên kolektîf diparêze. Ev yek Apoîzmê li her welat û civakê ji pêkanînên cihêreng re vekirî dihêle. Li cihê ku kedxwariya aborî lê pir giran e û têkoşîna civakî ya li dijî wê pir xurt e, bêyî ku mirov civakê bikişîne nava pevçûnên mezin, guherîn bi hêsanî dikarin bêne kirin. Lê aliyên kedxwariyê hene ku hîna ji aliyê civakê ve nehatine têgihiştin. Apoîzm li ciyên wisa rast nabîne ku di bin navê pêşketinê de rastiyên xwe li wan deran ferz bike û bibe sedemê alozî û nakokiyan. Di şûna wê de, ew nîqaş û nêrîna rexneyî ya bi civakê re, weke rêya siyasî ya rast dinirxîne.
Heger seyîs cara yekem li hespekî nekedîkirî siwar bibe, dibe ku hesp har bibe, seyîs ji ser pişta xwe bavêje û bibe sedema mirina wî jî. Seyîs ji bo bikaribe hespên nekedî kedî bike, pêşî wan hespan ji ciyên ku av lê hene bi dûr dixe. Paşê xwe ji ser rêya avê dide alî, rê li ber hespan vedike ku herin avê vexwin û li wan û avvexwarina wan temaşe dike. Hespên ku ji tîna pir avê vedixwin, êdî nikarin baz bidin, lê seyîs di vê rewşê de jî bi dû hespan nakeve, lê berê wan dide hewşeka bi dîwarên bilind. Piştî cî li wan teng dike, wan digire û bi tenê paçek bi ser pişta wan ve girê dide û wan li hewşê serbest dihêle. Hespên nekedî, bi rojan, ji bo xwe ji vê paçê rizgar bikin têdikoşin. Di vê navê de ne av vedixwin, ne xwarin dixwin. Piştî baş tî û birçî dimînin, êdî hîn dibin bi paça li ser pişta wan ve girêdayî bixwin û vexwin. Seyîs vê carê jî li hewşa teng wan digire û êzîng bi ser pişta wan ve girê dide. Ev pêvajo bi vî rengî dubare dibe. Di pêvajoya sisiyan de, li ser pişta hespan siwar dibe, xwe bi wan ve hişk digire û bi vî rengî wan hînê siwaran û siwariyê dike. Ji bo kedîkirina hespan, gava yekem êdî bi vî rengî temam dibe. Di nav demê de, hesp hîn dibe li hêviya siwarê xwe bimîne. Peyva siyasetê ji ber vî karê seyîs tê girtin. Em vê di hemû qadên jiyana xwe de pêk tînin. Lewre ev bi zanîna kiryar û pêkanînên jîyana me ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, ji bo rêlibergirtina kedxwariyê, kuştina dewlemendan, mîna ku mirov zerarê bide siwar an jî hespê. Di şûna wê de, avakirina karxane, şirket û bazarên keda karker û xebatkaran naxwin û destpêkirina pêvajoyên nû yên hilberînê, dikare bandora şoreşekê bike. Yên bixwazin ji derveyê vê pêvajoyê bimînin jî, bila di nav demê de ji ber xwe ve, di nav xwezaya guherînê de biguhezin û stûna kedxwariyê bi vî rengî bê şikandin. Ev jî şoreşek e, lê şoreşeka bêtir polîtîk û nermtir e.
Desthilatdarî: Apoîzm li dijî desthilatdariyê ye. Her wiha li dijî pergala bavsalarî û desthilatdariya mêrê ye jî. Li şûna ku desthilatdariyê biafirîne, xwe dispêre şêwazê rêveberiya demokratîk, beşdar, kolektîf. Ji ber vê yekê demokrasî bi tena serê xwe têre nake, divê beşdarî û kolektîf be jî. Mînak Mêrdîn bajarekî Kurdan e û 850 hezar nifûsa wê heye, lê li vî bajarî Ereb û Suryanî jî hene ku bi dengên xwe nikarin wekîlekî hilbijêrin. Ereb nikarin 60 hezar û Suryan nikarin 5 hezar deng bigirin. Lê Apoîst li ser bingeha beşdarbûn û kollektîvîzmê, li vî bajarî demokrasîyê bi tenê li hêviya hlbijêrên di piraniyê de ne nahêlin û li van bajaran berendamek ereb û ye asûrî jî dike nav lîsteya xwe. Di heman demê de, li her bajarekî bi berçavgirtina wekheviya jin û mêr, 5 parlementerên ku hatine danîn weke jin û mêr i duduyan dabeş dike û bêtir xwe dide aliyê jinê. Apoîzm li şûna ku tundûtûjiyê bikar bîne, rê li ber çareseriyên aştiyane vedike û fazîleta xwe, ango dilpakiya xwe derdixe pêş.
Azadiya Jinê: Apoîzm weke partiyeka sosyalîst û ji bo rizgariya Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin derket holê. Herwiha weke tevgereke ku jin di nav de cî digirin balê kişand ser xwe. Li gel rewşa olî ya civakê jî, di nav vê tevgerê de hebûna jinê, di dilê gel de di demeke kurt de li gel daxwaza mezin a azadiya Kurdistanê hate pejirandin û heta bû parçeyek moral û motîvasyonê. Pêvajoya ku di destpêka salên 1980’an de bi vî rengî dest pê kir, ji sala 2011’an û vir ve bi jinên Apoyî yên YPJ’ê ku li Sûriyeyê li dijî rejîma El Qaîde, El Nûsra, DAIŞ, Esad û Erdogan li ber xwe dan, ket rojeva cîhanê. Jin bi apoîzmê ve, bi avakirina Yekîneyên Parastina Jin re, bû yekemîn artêşa jinan a cîhanê. Jinên kurd, ne li qada ku mêr diyar kiriye, lê bi vîn û têkoşîna xwe azadiya xwe pêk tîne. Ji ber vê sedemê jî partiyên apoîst xwe dispêrin sîstema hevserokatiyê ku ji du serokan pêk tê, yek jin û yê din jî mêr, di rêveberiyê de xwedî desthilateke wekhev in.
AMÎDA KURD