Atom
Atom pirtika (particle) biçûktirîn a elementê ye ku xwediyê taybetiyên wê elementê ye û dikare bikeve nav kombînasyonên kîmyewî
Atom pirtika (particle) biçûktirîn a elementê ye ku xwediyê taybetiyên wê elementê ye û dikare bikeve nav kombînasyonên kîmyewî.
Wekî mînak, em elementa zêrê (gold) hildin dest û em xeyal bikin ku zêrekî çarek dibe duqet, piştre ji wan duqetan qetekî dibe duqet û ev gav tê dubarekirin heta ku pirtikekê zêr bimîne ku ew pirtik êdî nekare were qetkirin (ewtişta ku zêrê qet dike çiqas zirav û tûj dibe bila bibe qet ne girîng e). Ev pirtika zêrê ku êdî nikare were qetkirin atom e (ji peyva yewnanî "atomos" tê ku wateya wê "nebeşbar/indivisible"e). Gava ku ev pirtika herî biçûk a zêrê were qetkirin êdî em nikarin jêre bibêjin zêr, bi kurtasî ku ev atom were qetkirin êdî ne zêr e. Pêşniyarên li ser ramana ku made ji atoman pêk tê, yên feylesofên (philosophers) yewnana qedîm Lusîpus (Leucippus) û Demokrîtus (Democritos) in ku BZ(BC) sedsala 5'an de ramanên xwe bi pêş xistine. Lê belê ev raman heta sedsala 19'an nehatiye qebûlkirin. Ji alê mamosteyekî birîtanî (JohnDalton1766-1844) ve ku bi zanistê re bi dilxwazî û baldarî karîwer bû, hîpoteza atomê ji alê pîvana çendanî (quantitative) ve hatiye piştrastkirin.
Atom wisa biçûk e ku xeyalkirina wê dahî dijwar e. Li dinyayê tişta herî biçûk ku em bê amûran ku bi çavên tazî dikarin bibînin tevnepîrik (spiderweb/örümcekağı) e ku tîreya (diameter/çap) tayikeke(stand/iplik) wê qederê 1/10000cm ye. Herçiqas bê mîqroskop dîtina tevna ku ji qetîneka berî (cross-section) ve hatiye qetkirin ne pêkan be jî, li gorî pileya atomî gelekî mezin e. Tîreya atomeke karbonê ku di nav tevnê de ye qederê 0,000000015 cm ye. Ji bo ku em tîreya tayikeke tevnê ku diqetîne ka berî re hatiye qetkirin bi atomên karbonê rêz bikin pêdiviya me bi 7000 heb atomên karbonê heye. Bi vê perspektîvê, ku mezinahiya atomeke karbonê bi qasî zêrekî çarek bê hesabandin, wê mezinahiya tîreya tayikeke tevnê ku diqetîne ka berî re hatiye qetkirin ji meydana goglingê (foodbalfield) mezintir be. Her wiha ji bo nixamtina meydana goglingê 150 milyon heb zêrên çarek lazim in.
Ji bo ku em bizanibin ka element çawa li hev dicivin divê ewil em hêmanên herî biçûk ên elementan nas bikin. Atom biçûktirîn yekîneyên madeyê ne ku di nav xwe de hemû taybetmendiyên kîmyayîyên elementan vedihewînin. Bo mînak, atomeke zêrê xwediyê hemû taybetmendiyên zêrê ye û di germahiya odeyê de hişk (solid/katı) e. Zêrekî çarek di nav xwe de hejmarek gelekî mezin atomên zêrê û mîqtarek biçûk jî atomên din (ji wan re elementên ne pak tên gotin) vedihewîne. Atomek zêrê ku hat parçekirin êdî nikare taybetmendiyên xwe biparêze.
Atomek ji du deveran pêk tê: dendik (nucleus/çekirdek), navenda atomê ye ku di nav xwe de nutron (neutron/nötron) û proton vedihewîne, devera derveyî ya atomê jî elektronê dirêgeh a xwe de li dor dendikê digire. Bi kurtasî atomek di nav xwe de nutron, proton û elektron vedihewîne (xeynî hîdrojenê ku ew ji protonek û elektronek pêk tê).