1. Tekst

  2. Gotar

  3. Yücel Aslan
  4. BAKÛRÊ KURDİSTANÊ Û REWŞA ZİMANÊ KURDÎ
BAKÛRÊ KURDİSTANÊ Û REWŞA ZİMANÊ KURDÎ,bakûrê,kurdi̇stanê,û,rewşa,zi̇manê,kurdî

BAKÛRÊ KURDİSTANÊ Û REWŞA ZİMANÊ KURDÎ

A+ A-

Li bakûrê welêt ez nikarim bibêjim rewşa zimanê kurdî pir baş e, lê ez dikarim bibêjim ber bi başiyê diçe.

Rast e demekî Kurd hîn li ser cîh û warên xwe neşehitîbûn bajar, bajarok û gundên Kurdan de kurmanciyeke zelal dihate xeberdanê, wê demê teknologî û amûrên ragehandinê evqas neketibûn jiyana mirovan û şûna wan amûran de piçûka guh dida gotinê mezinan, her qebîle û berekî de malmezinek hebû, her malmezinê da jî serîkî serpêsekinî hebû.

    Nêzîkî berêvara cimaet şên dibû, mezinan çîrok digotin, metelok û serpêhatiyên xwe digotin hine caran jî dorê de herkesî destê xwe dikire kerrika guhé xwe stranên denbejiyê digotin heta wexteke dereng heyteholî dikete nava cimaetê û ciwanan.

 

   Wê demê jîyana Kurdan da  jibilî kurdî tu ziman tunebûn lewma politikayên bişavtinê bi serneketin, di şînan de, şahiyan de,li ser kaniyan, li ser baniyan, li ber deriyan, li ber  dangiyan, di govendan, li sûkê bigre heta nav bêriyê de zimanê kurdî hebû.

Karmend û karsazan bigre heta şivan, gavan û dûajoyan, xanim û xatûnan bigre heta berdestî û bêrivanan herkes bi kurdî diaxifî.

 

   Îro jî rewş berovajî bûye bajar, bajarok û gund vala bûne şivan, gavan, dûajo nemane, xaniyê herkesî cihê ye, kaniya herkesî di malê da ye û telefona heryekî di berîkê de ye, kur bavê ra, buk xwesiyê ra, xwûşk bira ra û dikarim bibêjim jin mêr re naaxife, teknologiye mirovên malê jihev dûr xistine di hundurê malê da hîn malbatên din ava bûne.

 

   Di gel van hemû rewşên ku hatine guhurandiê dîsa jî mirov dikare qala tiştên baş bike, dema berê yek ji xerîbî û qurbetiyê dihat wexta ew bi tirkî diaxifî me xwezila xwe pê dianî, wî kesî jî ji bo ku xwe zana û torin bide nîşandan di nav gotinên xwe de kurdî zêdetir cîh dida tirkî, lê îro ne wisa ye heke di nav civatekî da mirovek baş kurdî  biaxife mirovên din xwezila xwe bi wî kesî tînin û wî kesî ji xwe re mînak digrin, li ser torên civakî dikevin nav lêkolînan, derheqa ziman, wêjê, çand, huner, folklora kurdî  mereqan dikin.

Jibilî  navdar,edebyatzan,hunermend û rewşênbîrên bakûr hersê perçê din û kurdên  Kurdistana Sor (Kurdên Sovyeta berê ) jî dixwînin û dişopînin, ez ser navê xwe bibêjim dema ez li gund bûm derheqa dîroka kurdan de tu agahîyeke min tunebû, xeyrî dengbêj Evdalê Zeynikê, Şêx Silê, Reso, Şakiro, Zahiro Ferzê, Sîno û çend hebên din min tu kes nas nidikir, saya serê Radyoya Rewanê min çiroka Kerr Kulik,û cend hebên din bihîstibûn ew bû.

 

Lê min navê Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qanadê Kurdo û gelek qelemzêrînên din nebihîstibûn û derfetên roja îroyîn nebûyana min Cegerxwîn, Osman Semrî, Seydayê Tîrêj, Qedrîcan û bi hezaran kesên din nasnedikirin.

Îro bi hêsanî ez dikarim Şerefname yê jî bidestbixim bixwînim û Şivanê Kurmanca jî, jiber ku wek tê zanîn teknologiyê dinya bi xwe re piçûk kiriye, wek me got têkildarî û eleqeya ciwanan jî li ser teknologiyê pir e ez gelek hevalan nas dikim kar û barên wan li ser ziman e .Herçiqas aliyê aborî û siyasî da tengasî hebin jî dest ji karê xwe nakşînin, ji bona gotineke kurdî dikarin herin deh gundan û bajaran bigerin, dibe ku hejmara wan kesan kêm bin, lê ew têra xwe hene hejmara wan herroj zêdetir dibin, qalîte û pîleyên wan bilindtir dibin.

 

Dema berê her heremek bi devoka xwe diaxifî  û her heremek bi stranên xwe hebûn, her heremek bi çîrok û serpêhatiyên xwe hebûn, lê îro ew rewş hatiyê guhurandinê kurmancek dikare bala xwe bide ser zaravayê zazakî, zazayek dikarê bala xwe bide ser zaravayê soranî, soranek dikare zaravayê kurmancî biaxife, herwisa kurmancek jî dikare zaravayê soranî fem bike û hemû zaravayên zimanê kurdî dikarin stranên hev guhdar bikin, bihebînin, mînak bidim min doh li ser rûpela hevalekî xwe  çîrokeke kurdên meyî herema Oramarê  xwend çîroka Sûto û Tato gelekî bi min xweş hat herçiqas bi zimanê heremê ve hatiyê nivîsandin jî lê gelek femdariye mirov sûdê jê werdigire.

 

Aliyê din hejmara berhemên kurdî zêdetir dibin, mirov dikare li ser kêmasî û qalîteya  wan nîqaş bike, dixwazim vê bibêjim, kî /kê çi bixwaze bi awayekî hêsan dikare bidestbixe, derfet pir zêdetir bûne, berê li bakûrê welêt hezar malên kurdan de ancax li malekê  pirtûkeke kurdî hebû, lê niha her malê de berhemên cûrbecûr hene, dîrok,helbest, roman, felsefe û pirtûkên çîrokan, ez kovara jî qet hesab nakim.

 

Ciwanên  kurdan yên di zanîngehan de dixwînin, yên ku xwendina bilind dibînin hejmara wan gelek in  dikarim bibêjim  payê pir bi xwehî rêxistin û bi  tevger in herçiqas perwerdeya wan li ser zimanê Tirkî be jî lêbelê bala ciwanan bi zimanê kurdî re tê, bi hewaskarî lêkolînan dikin dicedînin, ev yeka jî gumanê dide mirova hêviyên mirova xurtir dibin.

  Ez di wê baweriyê de me zimanê kurdî yê baştir û xurtir bibe, li başûrê Kurdistanê bûye zimanê bazarê, şikir wa rojvayê Kurdistanê jî federasyonek ava dibe her çiqas zehmetî hebin jî, ev deskeftinan aliyê erênî bandora xwe didin ser civakê.

Li metropolên Tirkan de gelek caran min dîtiye li sûkê, otobûsan de û cîhên girse û qelebalixî lê hebe kurd bi dengê êlî (bilind) diaxivin û tevdigerin  tirk jî hemberî vê ecêbê bêdeng dimînin, çima min got ecêb jiber ku ev yeka bi  me xwe jî ecêb dihat, lê ev êdî gelek  normal û rewa tê ditîne.

Van salên dawî de jî dengê kurdan rayagiştî de bilindtir bûye, ev yeka jî hêz dide mirovan, gellên cînar mejbûr dimînin, kurdiya te, kurdbûna te û zimanê te rewa dibînin û rêz bigrin.

 

     Dixwazim vê jî bibêjim, çima ez evqas li ser ciwanan sekininîm jiber ku aliyê siyasî de jî ciwan dixwazin hevdu fem bikin, tifaqê çêbikin, daxwaz û mexseda teva welatekî serbixwe ye.

Rast e pêşiyên me di warê ziman da gelek dewlemend in heryek ji bona me çavkaniyeke qedrê heryekî divê bêt zanîn, lê mixabin wan mezinên me  heta niha em di bin banê Kurdistanê de komî serhev nekirine, gelek caran peyî eşîrtahiyê çûne, gelek caran jî peyî oldariyê çûne bira guh nedayê birayê xwe yî Kurd lê guh daye cînarê xwe yî misilman.

Hêvî û gumana min ew e rihê kurdewarî û zimanê kurdî li ser vê axê şêntir û xurtir bibe nivşên nû bi zimanê  xwe perwerdê bibînin.

Daxwazim ez helbesteke xwe a bi navê zimanê kurdî  va gotinên xwe dawî bikim slav û rêz.

 

ZİMANÊ KURDÎ

Tu çiqas şirînî,çiqas xweş î

Mîna xalîçeke nexş bi nexş î

Mîna cihêz ê qîzeke çevreş î

Mîna dayka min gul û geş î

Tu hem beybunî,hem binevş î

Tu mîna siwarekî kubarî keleş î

Tu mîna hespekî kihelî reş î

Te ewqas tîr û kevan xwar in

Tu  hîn dibezî hîn dimeş î

Tu avêtin ji çapxana

Tu buyî benîştê devê nezana

Lê te xwe parast bi awakî zana

Xanî bi Mem û Zinê tu anî pirtukxana

Herîrî tu kirî devê helbestvana

Feqîyê Teyran bi Hespê Reş

Dayî rihwan li meydana

Erebê Şemo bi Şivanê Kurmanca

Dayî nasin bi nîşana

Qanadê Kurdo pesnê te da

Ba kurdîzana

Tu Gumrîye hatî xewna Hecîyê Cindî

Li sêwixana

Ber sura Amedê gel kalemêra

Li çayxana

Tu mîna şekirekî Şamê helîyayî

Li ser zimana

Bî pênusa Osman Sebrî,

Nuredîn Zaza ,Qedrîcan

Zarînî û qêrînî ya  te ket nav

Hewara Bedirxana

Bi hestên Cegerxwîn tu ketî

Devê ciwana

Ketî şevbêrkên dengbejan li diwana

Tu ketî devê Evdal nava miqam û strana

Tu bûyî kilam di nav têlên tembûrê hozana…

Yücel Aslan(Koçer)