BIYANÎBÛNA XWE,biyanîbûna,xwe

BIYANÎBÛNA XWE

Muzîka ku em hildibêjirin di rastiya xwe de sîtava me ye

A+ A-

Veysî VARLI

JODÎ PICOULl

Welatek an jî netewek di warê exlaq û rêveberiyê de ji bo ku nas bikî muzîka wî guhdar bikin. Heger tu bixwazî netewê ji holê rakî yan jî dîl bigirî pêşîn divê tu muzîka wî bipişivînî yan jî tune bikî. Ji bo wê jî ne pêwist e tu li derve endaman bigerî ciwan û rewşenbîrîn xwenenasên wê netewê besê te ye. 

QONFÎÇYÛS

 

Xwe nenasî û biyanîbûna ji çand û nirxên netewa xwe,  ne îro bi hezar salane nexweşiyek li nav mirovahiyê ye. Lê di sedsala 21. an de  bi pêşketina modernîteya qapîtalistre ev nexweşî gelek bi hêz bûye û herî zêde li nav netewên bindest bi bandor bûye. Ji vê sedemêye ku em bi navê nûjenî yê muzîka xwe tune dikin, navê stranê em dikin Şaqar û her sitranbêjême jî li pêşya navê xwe Ozan/Hozan danî ye.

Biyanîbûna Xwe, bi gelemperi mirov kane bêje ji hêvîkirina sazî û sazgehên civakî, nirx, rê û rêzikan û têkiliyan dûrketine. Di warê kesayetî de jî, ev pêvajo di cerbandin û venêran ên mirovde wendahî ye. Di encamê de di kesayeta kesên vê dijî de;  Bê hêzî, bê wateyî,bê rêzî, Nenasiya çanda xwe, ji civaka xwe dûrketin û ji nirxên netewa xwe dûrketinê pêktîne..

Gelek pispora   bûyera ji xwe biyanîbûnê di warê sosyo-psîkolojî yê de wek têgînek cuda cuda şîrovekirinin. Biyanîbuna ji çand û ziman ya herî girîng ji bo tunekirina netewan bi hevparî diyar kirine.Kesên ku ev biyanîbûnê dijîn;   a) Hêza xwe ya cewherî, rûmeta xwe ya keseyatî, nirx û pîvanên xwe yên exlakî û civakî wenda dikin. Xwe şibandina hin kesan/netewan pîroz û modernî dihesibînin. b) Dibin kesên bê rêz û bê nirx. Kesayetî û çanda dagirkerên li ser hiş û axa xwe herî bi nirx û mezin dibînin. c)Derûniya xwe biçûkdîtinê li ser wan bandorek mezin dike û dikevin bin vê bandorê. Ziman û muzîka xwe dide hêlek û bikar nayine.  Xwe wekî kesên kêrnehatî û bêşexsiyet dibînin. d) Baweriya jixwe wenda dikin nirxê netewa xwe tûne hesabdikin û êdî ne bi kêrî xwetên û ne jî bi kêrî netewa xwe tên. Di keseyatawan de koletiya ji dil dest pê dike. Tevahiya xebatên wan yên di çand û hunerêde qonaxa dawîn a pişaftinê ye. Bi dest û kirinên xwe çand, ziman û muzîka xwe ji holê radike, ango pêvajoya xwe pişaftinê (oto-asîmîlasyon) dest pê dike. Îro di hunere muzîka Kurdî de ev gelek li ber çava tê dijîn. Muzîka xwe ya ku di warê pergal, rtîm avanî ya Haweyê û Rêsî yê stranê de xwedî yê dîrokek 10 hezar salane, bê wate û ne pêşketî dibînin. Muzîka ku temenê wan bi modernîteya qapîtalîst re destpêkirî ye modern û pêşketî dibînin. Muzîka netewa xwe tune dikin û ji bîryara qonferansa 1907 de li Îngilîstanê hat pêkanîn û ya ku dibê  “ Kî bi çi zimanî stran dibêje bila bêje, lê ewê wekî min bêje” xizmet dikin. Her yek jiwan di warê çand û hunera muzîka Kurdî de rola Mehmet ŞENER û Terzî cemal dilîzin. Zirara ku ev kesan di navbera 30 salî de dane Muzîka Kurdî, dagirkerên ser axa Kurdîstanê di hezar salî de ji sedî bîstê van kesan zirar nedane Muzîka Kurdî. Dagirkeran ziman guherstine lê van kesana ruhê muzîka Kurdî (Pergala deng, pergala rîtmê, avanî ya haweyê û rêsiyên  stranê) tune kirine. Sedema wê jî biyanîbûna xwe û populîzm e. Mixabin bi vê hişmendî yê ji Bişkulê ber derê xelqê re dibêjin şekirê aqîd ê..

Ka em lê binêrin gelo Muzîka ku bi navê nûjenî û modernîteyê jixwere kirine armanc û xwe lê girtine di bingeha xwede çi ne. Wan dûçikê bixweve girêdidin  çi ne? Wate û avabûna wan çine? Di çanda muzîka Kurdî de mînakên wan hene an na?

 

BLÛSE (BLÛZ)

Peyva Blûes (Blûz) ji rengê çivîtê (çivît bi rengê xwe şîn e û ji bo şuştina cawê sipî li Kurdîstanê heta van salên paşî jî dihat bikaranîn) ya ku di çanda rojavayê Afrîqa yê de îfadeya ês û jana şîna mirî ya ye navê xwe girtî ye. Muzîka Şîn û xemgînî yê û gelirî ye. Di teknîka xwede xwezayî, sewta serbest û Notayên Blûe (Notyê şîn: Ew notayên ku di navbera Majör û Mînorê de disekine û ne xwedî îstîkrareke ye.guherstina dengên wan nîv deng û ji nîv dengî kêmtir e. Herî zêde li Ewropa û Emerîqayê di mûzîka Blûes û Cazê de tê bikaranîn.) bi kartîne. Dîroka vê mûzîkê nêzî 400 salî ye. Li amerîka yê bi devê koleyên reşik yên Afrîqa yî hatiye belavbûn. Heta salên 1980/90 ev mûzîk tenê bi xemgînî û li gor bingeha wê hatiye gotin. Ev babetê muzîkê xwedî yê wateya  stranên Kurdî yên di şînan de ( Li ser mirî ya) tê gotin e. 

CAZ:

Muzîka ku têde Blûe Nota (Notayê şîn) senkop, swîng, Rîtmê zêde, Devjenî/Avêtina berhev û Jixweberî tê bikaranîn û bi teknîka xermankirina muzîka Afrîqa-Emerîqa û Ewropayê ye. Koka vê muzîkê xwe dighîne merasîm ê Ruhanî yê Afrîqayê, Blûz û Ragtîmê, Kevneşopî yê gelên Rojava û bandoyên artêşên avrûpa yê . Peyva CAZ ê ji peyvek  argo ya li gor serdema 19. ya derketî ye holê. Lê îro peyva Caz ê di wateya  Enerjîk, Rûhanî û bilerzî ye. Di destpêkê de muzîka Caz ji muzîka bilûes (bilûz) ruh girtî ye û bi wê muzîkê rengê xwe geşkirî ye. Ji vê sedemê jî ji bona gelek mûzîkjen û pisporên muzîka cazê, muzîka cazê li Afrîqayê hatiye afirandin û muzîkek Afrîqayî ye.

Dema mirov di warê teknîka hatiye bikaranîn de lê dinêre Stranên dengbêjên me yên li dîwana tê gotin de gelek teknîkê ku di muzîka Caz ê de tê bikar anîn bi sedsalane tê bikranîn. Lê ev teknîkên k udi muzîka Kurdîde tê bikaranîn xwedî yê nirx û çanda Kurd dirûv digre û dengbêjê Kurd stranên ku li gor nirxên muzîka Kurdî hatiye afirandin, ango pergala deng û rêsî yên ku ruhê xwe ji civak, erdnîgarî û kevneşopî ya dîroka Kurdîstanê girtî ye dibêje.

 

ROCK:

Ev muzîk di salên 1950 yan de derketî ye holê. Teşeya li gor têgîn ê muzîka Hunerî û gelirî ya Ewropî (rojava) ya bi hevre dinav muzîka POP te tê strîne. Çavkanî ya muzîka Rockê muzîka reşikê Emerîqa yê Rhythm and Blues û Country  ye. Di destpêkê de her çiqas bi nermî hatibe strîn jî, paşê gotin û muzîk rengê xwe dugeherzîne û di ritmên xwede tundî di muzîk û peyvên xwede jî serhildêrî dide pêş. Ji vê sedemê jî bi navê HARDROCK ê babetek  nû li dinyayê belav dibe. Ev belavbûn dibe sedema ku muzîka Rock êdî tenê derd û kul, jan û gazinên reşika bilêv neke.Heman demêde pisgirêkên ku tevahiya dinyayê têkildare tîne ziman û dikeve rewşek gerdûnî. Di muzîka Kurdîde jî bi vî rengî û terzî stran tên afirandin. Strana KÎNE EM a Şivan PERWER bilêvkirî ye û gotin a Seydayê Cegerxîne ji bona muzîka Rock ê mînakek herî zindî û baş e.

 

RAP

Ew muzîka ku her notayek kîteyek peyvê li ser e û resîtatîf (Wek axaftinê)  tê gotin muzîka Rap e. Ango Rap helbestên bi qafiye û li gor tempoya Muzîkê tên gotin e.

Rap her çiqas wekî muzîka çanda Hîp hop ê tê nasandin jî dema mirov li pênaseya vê muzîkê dinêre di hin çandên dinde jî bi hêsanî tê dîtin û di çanda Dengbêjî ya Kurdîde gelek zêde tê bikaranîn.  Peyva RAP her çiqas tê gotin ku  ji kurtasî ya  "Rhytm And Poem" (Rîtim û Helbest, Helbesta Rîtmîk)  an jî "Rhytmic African Poetry" (Helbesta Rîtmîk ya Afrîqayê) hatiye holê jî, di zimanê Îngîlîzî de di wateya “Rexne yê Tûnd” de ye. Muzîka Rap ya îro li nav gelan belavbûye di salên 1970 yan de li Geto yê Amerîqayê de di nava çete û serserî yên reşikande wekî baskek hîp hop ê derketî ye holê. Îro roj ev muzîk dinava ciwanên de wekî muzîkek nûjen tê nasandin. Ev naskirin di nav ciwanên Kurda de jî cîhek girîng girtî ye. Lê mixabin ev cîh girtin ji sedema ku ciwan ne xwedî yê kok û çanda xwene û bi rastiya muzîka xwe nizanin e, Gelo dema ku mirov li pênaseya Rap ê binêre û strana -Çiya Bilinde Te Nabînim –  guhdarke, ewê pir hesan bê dîtin ku têda beş bi beş terzên Rap ê heye. ( dema ku dengbêj dibêje “ Wele min sond xwarî ser dilê tera tu dila nagrim û na hebînim”)

 

OPERA

Ew muzîka ku mijara xwe ji efsane û mîtolojî yên dîrokî digre, li ser dikê bi  lîstik û dekorên dîtbarî tê pêşkêşkrin e. Ango şanoya ji destpêkê bi  ûwertörek orkestrayê dest pê dike, bi duo (bi dukes an jî du amûr), trîo (bi sêkes anjî sê amûrên cuda) bi kuartet (bi çar kes an jî çar amûrên cuda), bi resîtatîf û orkestrayê tê pêşkêşkirine. Destpêka vê hunerê di serdema 17 Yan de destpê dike û di sala 1637 an de li Îtalyayê destpê dike û li bajarê Wenedîk ê ji bo pêşkêkirinê bîneya yekem tê vekirin. Paşê li îngiltere û fransayê rastî eleqeyek mezin hatiye. Operayên ku bi muzîk  hêj berfireh û kitekit e. Di nava xwede  govend(Dans), koro heye û beşa destpêk û beşa qedandinê (Fînal)  diyar e. Ev beşana li gor taybetî yên xwe evin.

a)   Ûwertör: Senfonî ya destpêka operayêye. Ji sê qisma pêk tê. 

b)   Resîtatîf: Beşa bi orkestrayêre wekî axaftinê ye.

c)   Arya: Beşa ku kesek bi dûdirêj stran bi orkestrayêre dibêje ye.

d)   Koro: Beşa ku tevahiya lîstikvanan an jî gelek ji lîstikvanan bi orkestrayêre arya dibêje ye.

e)   Bale: Di hin demên nav operayêde Govend (Dans) a ji hêla govendgerande  tê lîstine.

f)     Fînal (Qedandin):  Beşa operayê ya dawî ye. Û di vê beşêde her tişt pir bi pirole/mubalaxa ye.

Di muzîka operayêde pergala deng li gor tamperementê (Oqtavek ji 12 navberên wek hev pêktê) ye. Di nav perdeyande çûnû hatin ne bi pêlekane raste rast daketin û bilndbûnê pêk tîne. Nefes bikaranînê de dijberî muzîka Kurdî ji sîngê digre û di gewrî yêde rasterast dertê. Ji vê sedemê di gewrî ya stranbêjde vîbrasyon ji gewrîyê nayê, ji valahiya dev û borî ya zengelokê derdikeve û rezonansa kûr di dengde tuneye. Ev terzê stranbêjî yê ji kîlîseyên wê serdemê ruh girtî ye û heta îro hêj didome. Têkilî ya vê terzê û stranbêjî ya muzîka Kurdî bi hevre tuneye. Yên ku bi vî terzî stranên Kurdî dibêjin di heman demê de pergala dengê Kurdî ( ya ku oqtavek ji 17 navberê ne wekhev pêktê) û vîbrasyona gewrîya Kurdî tune dikin. Vê tunekirinê jî bi navê modernîzmê pêktînin. Opera heke Efsane û mîtolojî yên dîrokî bi deng û lîstikê tîne ser dikê, gelo em jivan kesan Strana Teyar û derwêş, Siyabend û xecê, Memê û Eyşê bixwazin ewê kanibin bi deng û rengê Kurdî bêjin û bînin ser dikê. Na ez ne bawerim.Sedema ne bawerîyamin jî ji kesayeta wan kesên ku bîyanîya xwebûnê dijîne

 

Em werin dûçikên ku me bixweve girêdaye, gelo rastiya van peyvan çî ye?

OZAN (Ji bona ku ji tirkî bi guherzînin Kurdî dibêjin HOZAN) : Li gor dîrok û çavkaniyên tirk/Moxol’an peyva Ozan di wateya kesê ziman şor, geveze, gêj/gêjok –xêv/xêvik, çileqe û xebergerîn hatî ye bikaranîn. Dijî van pênaseyan dema ku em li hin çavkanî yên cuda dinêrin tê dîtin ku wateyên vê peyvê yên cuda hene. Di pirtûka Dîvanûlûgatû tirk de, sivarê hespê yê ku hespa xwe dajo pêş re Ozıtgan, hespa dikeve pêşîjîre OZGAN tê gotin. Li gor dîrokzanê tirk M.Fuad KÖPRULU ji çavkaniya lugata Îbn Muhenna dibêje ji kûçikê li pêş direvere Ozgan tê gotin. Ev peyv sedema ku di devoka Uygur û moxola de tîpa (G) yê di nava peyvêde tê derxistin (xwarin) û OZITGAN dibe OZITAN, OZGAN jî dibe OZAN. Berî ku dewleta osmanî çêbe li nav Ûygûra Ji sedema Gevezetî û ziman şoriyê ji kesên ku şeva xewleta Bûk û zavê li ber çadirê çileqetî û gevezetî dikinre jî Ozan hatiye gotin. Di pirtûka Dede Qorqût de  “ At ayağı külüg, ozan dili çevük olur / Lingê hespê bi şanik/Çal e, zimanê Ozan sivik e” hatiye gotin. Ji sedema wateya peyva ozan ev e, di dema serhildanê  sedsala 16 û 17. yan de li nav osmaniya ji bo kesê rêbertî yê ji serhildanên nava gelde dikinre bi navê ozan hatiye bi navkirin. Paşê  ji bo rêberê çanda elewî ya jî peyva ozan  hatiye gotin. Armanç van kesa wekî kesên bê nirx û bê şeref û biçûk bikin e. Lê paşê ji sedema ku Pîrên elewî ya tembûrvan û gotubêjbûn, di nava gelde ji bona kesên helbestvanû sazbendre peyva ozan wekî navek bi nirx hatiye zanîn û cîh girtî ye.Lê    mixabin rastiya vê peyvê ne di wateya helbestvan,gotûbêj,rêber û tembûvande ye. Dema em li dîroka çanda Kurda dinêrin di heman demê de Kurda jî ji bona ku  Dom û Qereçî yên di navxwede wekî kesê nebaş û bênirx binav bikin, ji wanre AŞIQ dibêjin û heta roja îro ev peyv berdewame. Ji sedama ku Kurd peyva aşıq bikartîne Paşê piştî demek şûnde osmanî/û Tîrk jî ji bo kesên sazbend û stranbêjî yê dikinre Aşiq dibêjin. Îro her çiqas peyva ozan di wateya kesên helbestvanê tembûrê de tê zanîn jî ev zanebûn ji bingeha rastî yê dûre. Lê mixabin Kurdên me yên ku îro haya wan ji vê dîrokê tuneye, Stranbêjî,Dengbêjî û goranîbêjî yê jiber navê xwe hildanin û  Hozanî dane ber navên xwe. Tenê ji we hêvîdarim ji bo şehîd Serhat ne bêjin Ozan/Hozan Serhat. Yê din kî vî navî lixwe layiq dibîne û dide pêşya navê xwe bila deynîn kêfa wan e.

ŞAQAR:  Li herêma Silêmanî di wateya karê mezin, yê şahane de tê bi kar anîn. Di dema osmaniya de jî di wateya peyvên li pê hev û lezgin tê gotin hatiye bi kar anîn. Peyva ŞAQİR ŞAQİR  îro li nav tirka de hêjî tê bikaranîn. Dîsa stranek tirkî bi navê ŞAQ ŞAQ ŞAQIRDAMA heye û ev nav jî heman hişmendî yê hatîye nivîsîn û strîn. Sitranên Kurdî tucar jêre şaqar nehatiye gotin. Li herêma başûrê Kurdîstanê herî zêde li herêma soran ji bona stranek hêja û baş û li pê hev diherike re  “ Ev stran pir Şaqar e” tê gotin. Lê mixabin îro hin kes navê stranên Kurdî wekî şaqarê Kurdî bikaranîne. Ev ya ji bime dide xuyakirin ku kesê bi wateya şaqarê nizanin û jivya bê xebere bi vê peyvê hesiya ye ( ligor qenetamin li ser vê peyvê tu  lêkolînek jî nekirî ye) û weki keşfek nû bi herdû desta xwe lê pêçaye.  Û bi destûra van kesên pirzan û qedirbilind STRANÊN me Bûne ŞAQAR mixabin. 

 

Herî dawî dibêm dema ku em xwe nasnekin û çanda xwe nasnekin ez bawerim têşt û ecêbên em bînin serê xwe û çanda xwe, çar dujminên Xwinxawarên Kurda nikare pêk bîne.


Gotinên miftehî :