Bajarê Çaldêran ango Çardêran
Çaldêran bajarekî nêzîkî bajarê Makûyê ye ku dikeve bakûrê rojavayê parêzgeha Urmiyê. Xelkê Çaldêranê bi zimanên Kurdî û Azerî dipeyivin.
Dahata xelkê vî bajarî piranî ji riya cotkarî û ajaldariyê ye.
Mixabin yek ji herêmên hejar ya Kurdistanê ye ku heya niha ji aliyê bazirganî û pîşesaziyê ve tu çalakiyek pêk nehatiye.
Bajarê Çaldêranê ji ber vê girîng e , çimkî di sala 893an a hetavî şerê di navbera hikûmeta Osmanî û Sefewîyan de li vê herêmê qewimiye ku di vî şerî da Artêşa Îranê li hemberî Osmaniyan şikestek mezin xwar û yekem car axa Kurdistanê piştî vî şerî ku bi navê şerê Çaldiranê navdar e dapeş bûye .
Hê jî asar û bermahiyên wî şerî li herêma Çaldêranê wekî Mezargeh û Peykerê şervanan hene.
Ev bajar navên din jî hene wek Qeleniyê ango Qereyînî, Kanîreş.
Lê navê eslî bajêr Çaldêran e
Berê li Çaldêranê Ermenî jî hebûne ji ber ku li vê herêmê gelek Dêrên filehan hene ku Dêra Qerekilîse ango Dêra Tadêos û Dêra Sor Sorê ango Dêra Meryema Pîroz dêrên herî navdar û kevn yên Çaldêranê ne.
Gelek dîrokzan li ser vê baweriyê ne ku navê vî bajarî ji ber vê Çaldêran/Çaldiran e ku gelek dêr vir hebûne.
Herwiha mezargehên wezîr mezinê Şah Îsmaîlê Sefewî û Sandoxt prensê Osmanî ku di şerê Çaldiranê de hatibûn kuştinê li vê herêmê de ne.
Bajarê Çaldêranê ji aliyê siruştî ve bajarkî pirr xweş û hênik e
Her salê berf û baraneke zêde li vê derê dibare ku dibe sedem jîngeh û zozanên wê deverê şên hêşinayî be.
Gola Nawûrê yek ji şûnên siruştî ya herêma Çaldêranê ye ku Dengbêj û Hunermendê Kurd ê Çaldêranê Mistefa Brûkî li ser vê Golê û serpêhatiyên wê demê stranek jî gotiye ku gelek caran li ser TV û Medya û malperên Kurdî belav bûye.
Piraniya zozanên êl û eşîrên kurdên Celalî û Mîlanî li herêma Çaldêranê ne ku her sal zozanî koçberî wir dibin.
Dêra Tatavos an Qerekilîse yek ji cihên dîrokî yên herêma Makû-Çaldiranê ye.bajarê Çaldiranê nêzîkî bajarê Makûyê ye.
Qerekilîsa ku kilîseya Tatavos an Tadeos jî tê bi nav kirinê ketiye başûrê bajarê Makû li parêzgeha Urmiyê. Ev kilîse ketiye rexê gundekî bi vî navî û di sala 644-645 H da ji nû va hatiye ava kirinê. Fermana Şah Abbasê Sefewî derheq piştgiriya ji Ermeniyan li ser dergehê vê kilîseyê tê dîtin.Qerekilîsa merqeda Tados yek ji Hewariyon (sehabe) yên Hezretê Îsa Mesîh (Silavê Xwedê Lê Be) e. Li gor belgeyên dîrokî bo yekem car di sala 43 Zayînê 2 kes ji hevalên Hezretê Îsa (S) bi navên Tatavûs û Bartolomeos ji bakurê Beyn-Alnehreyin (Navbera Çemê DÎcle û Firatê) derbas bûn û ji bo belavkirina ola mesîhiyetê derbasî Îranê bûn.Tadeos yek ji xîmdarên kilîseya Ermenî ye ku di sala 66 zayînî da hate kuştinê û gora wî jî li Qere kilîseyê da ye. Li gor hin riwayetan xîmê vê kilîseyê di sedsala 4'an ya zayînî da ji bo bîranîna wî hatiye danîn. Vê kilîseyê çend avahî hene. Qerekilîseya niha ji 2 pişkan pêk hatiye: yek bi kevirên reş ya din jî bi kevirên sipî ku pişka kevirê reş kevintir e. Ev kilîseya ji wan kilîseyên bi nav û denge mesîhiyên cîhanê ye ku hemû salan di meha Mordadê (Tebax) merasîmeke taybet têda bi rê dikeve. Li ser aliyê derve ya dîwarên vê kilîseyê nivîsar û wêneyên rûhanî û însanên paqije yê Mesîhî ku li vê kilîseyê da xizmet kirine hatine kişandinê.
Berhevkar: Yaqûb Kurmanc