Ber bi rastiya qedîm ve -2-
Laleşa Ûsiv
Gelê kurd ê ku xwedan dîrok û çandeke qedîm e, di pêvajoya dîrokeke dûr de ev homojeniya xwe ya îroyîn bitêkîlîhevbûna gelên wekî Hûrî, Gûtî, Kaldî, Kartî, Kûrtî Mard, Zelî, Kardûçî yan jî Medên arî,Sagaratyan, Kasîtî, Mîtanî anîne pê û em dikarin wan gelan wekî bavkalên kurdan bizanibin. Ango netewa kurd a homojen ku em îro behs dikin heta serdema Medan a kubi koçên ariyan re têkilehevbûyî pêk hatiye.
BZ. di sed sala 7’an de niştecihên medyayê Hûrî û qewmênkoçber ên arî Med pêk anîn û desthilatdarîû serweriya xwe li Rojhlata navîn firehtir kirin. Di gelek çavkaniyên cihê cihê de û herwiha ji aliyê Heredotî ve jî hatiye peyitandin ku rêveberê Medanê yekemîn Deîokes-Diyako ye. Deîokes lihemberîêrîş û zordestiya Asûriyan ji hemû kurdan û gelên din ên li medyayê dijiyan yekbûnek ava kir û li hemberî mezintirîn hêza wê demê Asûriyan dest bi berxwedanê kir. Di rêvebriya Keyaksaresê mezin (BZ.674-653) de Asûra zordest bi tevahî ji holê hate rakirin. Bi holê rakirina Asûriyan re Împaratoriya Medan sînorên xwe ji Zagrosan ber bi asyaya navîn û ber bi anatoliya navîn ve fireh kirin.
Di vir de divê tişta li ser bê rawestandin ev e: ‘Ger hêz, zanîn, siyaset, yekbûn, rêveberî şaristanî, teknîkeke Medan a ast bilind tunebûya kurdan ango bavpîrên wan Medan nedikarî Asûriyan têk bibin. Çimkî Asûrî divêt wekî Emerîkaya îroyîn were zanîn da ku bê famkirin Med li hemberî hêzeke çawa bi ser ketine û gelên rojhilata navîn ji Împaratoriyeke zalimane û zordest rizgar kirine. Ev yek asta jîrekî û hêza Medan nîşan dide.
Rêvebêrê împaratoriya Medan a dawî Astiyages (Azhî Dehaq)e , serweriya Medan bi entrîkayekê qesrî ji aliyê damezînerê împaratoriya Ahameniya Cyrus ve hate bidestxistin (584-549). Ahamenî di destpêkê de wek împaratoriyeke Pers-Med hate birêvebirin lê di sala (B.Z.522 ) de ji aliyî Darîûs ve bi temami bû dewleteke Pers. Yanê piştî Medan yekem dagirkeriya siyasî Împaratoriya Pers e.
Ji aliyê baweriyê ve Med
(Yezdanî ango Mîtraîzm-Mihr)
Med-kurd ne Zerdeştî ne
Yezdanî-Mihr
Kurd baweriya xwe ya yekem ji Yezdanizmê (baweriya ferîşte, ferişteizmê) digirin.Yezdanîzm, bingeha baweriya xwe ji berê heta îroyîn ji ronahiyê digire. Ronahiya pîroz ku wek ferîşte tê pênasekirin; hejmara heft’ê esas digire, ku ew heft têkabûlî heft grestêrkan dike ye. hejmara heft ango heft grestêrk di pêvajoya mirov a ber bi kamilbûna de her yek astekê temsîl dike û bi gihîştina a dawî ya heftan re mirov digihêje asta kamilbûnê.
Yazdantî ango Mihr li hemberî xerabiyê qenciyê, li hemberê tarîtiyî ronahiyê diparêze.
Mîtra kî ye û ji ku hatiye: li Hîndîstanê derketiye holê efsane ew e; ji kêvir welîdiye, bi gayê xerabiyê re şer kiriye û bi ser ketiye.
Ew wek bawerî bi koçên arî re hetiye Medyayê bi têkîlîhevbûna Hûrî û Mîtaniyan re bûye baweriya kurdan, ku ew têkîlîhevbûn di heman demê de pêvajoya arîbûna kurdan e jî.
(Wek têbinî di kevaleke li Erxaniya Amedê hatî dîtin de di encama şerekî de di navbera Mîtanî û Hîtîtiyan peymanek de tê girêdan, di peyman de sond li ser baweriya Mîtra hatiye warin ).
Yezdanîzm dînekî gerdûnî ye: ji ber vê yekê olên ku piştî wê tên ew di nav xwe de dihebîne. Û Şexsiyetên pîroz ên wan ol û baweriyan ên li gor baweriya xwe tevdigerin wekî yên xwe dihesibîne.
Di serdema antîk de zerdeştiyê Yezdanîzm ango Mithraîzm tekane dijberê xwe dihesiband. Zerdeştî li hemberî Mitraizmê ku çi dikir jî bi ser nediket û nedikarî wê baweriyê ji holê rake. Ji loma di metnên zerdeştiyê de di serî de Ahura Mazda wek xwedayê qenciyê Ehrîman jî wek xwedayê xerabiyê cî girtibûn lê bi taybetî di nav kurdan de hebûna baweriya mîtra zerdeştî neçar hiştin ku Mihr jî wekî xwedayê ronahiyê di nav baweriya xwe de bi cî bikin lê bi şertekî, ew ne wekî xwedayê yekem, ew ji rêza yekem de daxistin xistin rêza duyem û Ahûra Mazda kirine xweda yekem.
Dîsa di despêkê de zerdeştî de çîneke rûhban tûnebû lê bandora rûhban ya mitraîzmê Magiyan û xebata wan a baweriyê gelekî bi bandor bû. Zerdeştiyê jî bingeha xwe li ser xebata wan danî û di baweriya Zerdeştî de jî çînekê rûhban bi heman navî çêbû. Pêşî helenîzmê Mitraîzm bi hewlên rahîbên wê dîsa bi ser ket û hate romayê çû li romayê di astekê bilind de bû yek jê baweriya Romayiyan. Heta tê gotin ku 25’ê rebendanê rojbûyina Mitra ye lê bi Xaçperestiyê re ew dîrok wek rojbûyina Îsa hatiye pejirandin û pîrozkirin.
Reşkirina Kurdan
Di dema keysertiya Azhî Dahaq-Astegyas de keyserekî bi navê Wîştaspa li rojhilatê Îranê yekem serdarê ku bawerî bi Zerdeştî anîbû û weke keyser wî Zerdeşt hildabû bin hîmaya xwe û ew diparast lê di şerekî li bakur rojavayê Afganîstanê de ew ji aliyê Azhî Dehaq ve tê kuştin.
Bi dawîhatina serweriya Medan re hêz û olên din ên hatî Medyayê( ji BZ sedsala 5’an ta PZ sedsala 8’an)
Hêzên siyasî yên dagirker Ol û bawerî
Ahamenî-Pers Zerdeştî
Makedon Helenîzm
Part Zerdeştî
Romayî Xaçperest
Sasanî Zerdeştî
Ereb Îslam
( Hin hewlên olî, bawerî û felsefîk: Manîzm, Mazdekî. Û bi sedema sirgûnê hebûna beşeke Yahûdiyan).
Bi têkçuyîna Medan re yekemîn dagirkeriya olî Zerdeştiye ku bingeha xwe ji baweriya Medan a Yezdanizmê girtibû bû ola desthilat û bi rêvekirin û piştevaniya desthilata Persan re xwest bi nava kurdan de jî xwe bi cî bike!
Rehîbên Zerdeştiyê kirinên rêberê Medan û nûnerê mîtra yê xuya yên Azî Dahaq, rêveberên Persan jî Med û hêza wan ji bîr nekirin di metn û kirinên xwe de di derbarê kurdan de dest bi antîpropaganda û reşkirineke ku ew du hezar û pencsed sal e dom dike kirin; ku Kurdan weke hov, wekî çiyayî, weke dulê şeytên pênase dikin, didin nîşan. Ango di metnên Farsan ên olî. edebî , çandî de pênaseya kurdan dulê şeytên, ji rê derketî û ejder e.
Li ber pêşketin û serxwebûna kurdan Fars bi hêza olî, hêza desthilatdarî, hêza çandî yekemîn û tekane mûsîbeta Med têk birine û îro jî bo kurdan ango neviyên Medan têk bibin heman tiştî berdewam dikin. Çimkî ew bi kurdan dizanin û dîrokê bîr nakin, mixabin ku em dîrokê û bi vê yeka wan nizanin!.
Çiraya ku bi têkçûna Meda hatibû vemirandin belkî bes lûz bûbû bo ji nû ve şewla wê zemanê xwe ronî bike divê hezar û sêsed sal bi ser re bihore û bo em çirûsk û pertewên ronahiya duyemîn bibînin divêt em berê xwe bidin Zagrosan sedsala 8’an piştî zayînê.
Çavkanî:
Mehrdad R. Izady : Bîr el kitabi olarak kürtler (wek pirtûkçeyeke destan Kurd)
Andre Collins: Meleklerin Küllerinden (Ji ariya ferîştehan)