1. Tekst

  2. Gotar

  3. Laleşa Ûsiv
  4. Ber bi rastiya qedîm ve -3-
Ber bi rastiya qedîm ve -3-,ber,bi,rastiya,qedîm,ve,3

Ber bi rastiya qedîm ve -3-

A+ A-

Laleşa Ûsiv

 

 

      Piştî têkçûyina împeretoriya Med, hemû cîwarên kurdanketin bin hukmê Ahamenî-Persanû heta dema Îskender, teqrîben 200 sal di destê İraniyande ma. Di bin rêveberiya Persan de kurdan wekî êlû mîrektî nîv-serxwebûna xwe ya navxweyîparastin.Ew serxwebûn di dema Makedon, Part, Roma, Sasanî, Ereb û Tirkan de ji neguheriye. 

Divêt were zanîn piştî Medan kurd tucarî di bin serweriyeke xwe ya yekbûyî de xwe birêve nebirine.    

      

Bi têkçûyina  Medan re çiraya ku li Kurdan vemirî bû di sedsala 8.P.Z li Zagrosan  car din vêket, şewl da gerdûnê. 

Kurte bîrxistinek: berî em werin sedsala 8’an divê bibîr bixim, ‘erênî neyînî’! li rojhilata navîn du şoreşên olî ku wê mora xwe li dîroka mirvahiyê bixin pêk hatibûn; yek derketina xristiyaniyê, ya din jî îslam. Wan her du şoreşan di bawriya olî ya piraniya mirovan de serobinbûneke mezin pêk anî. Helbet em dizanin Xiristiyanî ji Cihûtiyê teşe girtiye, Îslamê jî ji hemû baweriyên beriya xwe... 

Çendîn ku Xiristiyaniyê berê xwe dabe parzemîna evrûpayê û li wir geş bûbe jî lê İslam li Rojhilata Navîn dimîne û bandorekê mezin li ser gelên li Rojhlata Navîn û yên li derdora wê dike. 

Di sedsala 7-8-9 P.Z. di îslamê de serdema ku nîqaşên kûr, fireh û bi bandor dibin e ye; wan nîqaşina birêveçûna îslamê ya heta îro diyar kiriye û teşe daye raya bawermendên wê. 

Nîqaş di navbera sê aliyan de ye: aliyek Muaviye, aliyek Şîa û aliyek jî ku qet behsa wan nayê kirin, aliyê (Elî-Ehlê Heq) e. Wan nîqaşan heta sedsala 7-8-9’an dom kir û ew li Rojhilata Navîn bûbû mijara sereke ya sofîzma rojhilat. 

Bi pênaseyeke din rojhilata navîn di helfketina wan pêkhatiyên nû de ji aliyekî de di nav hizran de dikelî, ji aliyekî din ve jî şûr serî dibirîn û xwîn diherikî; ango gurmegurmek wek a biroşekê tije av dikelî jê dihat!

                 

Rêveberiya erebên li navendê rêya xwe  di îslama sunî de bijartibûn, Farsan û beşeke erbên li dûrî navendê Şiîtî, piştî sedsala 9’an unsûrekê din li Rojhilata Navîn xuyaye, ew jî desthilatdariyeke xurt a tirkên ku nû hatine ser vî erdî, (Selçûkiyên li îranê) bûne misilman-sunî.

Ev her sê unsûr di aliyekî de şerê desthilatdariyê û li aliyekî jî di tekoşîna bo xelîfetiyê de li eniyên mezhebtiyê, li dijî hev bi dijwarî têdikoşin. Her wiha şerê sofîzmê û alîgirên îslama rast jî berdewam bû. Wan jî, nexasim derdorên sofist bê ku tevilî rijandina xwînê bibin bi aweyekî hizrî û bi bawerî li ser îslama esas ango li ser doktrîna wahdet-ul wucût disekniyan. Li aliyekê jî li Misrê û li Yemenê Fatimî li bakûrê Suriyeyê bigire heta bajarê Qûmê û Xorasanê jî cî bi cî İsmaîlî di nav hewldananeke şerî ya bi xwînî de bûn.

                 

Dîsa mîtraîzm: taybetiyeke wê ya diyarkar (senkretîk ) aliyên baweriyên cihê yên erînê hildigire nav xwe, carna jî dirûvê wan digire û hebûna xwe bi pîvanên xwe yên nayên guherandin, bi nav, bi avatar (bavik)  û bi rîtûelên nû berdewam dike.

Em vê yekê çawa fam dikin? Dema bi koçên ariyan re mîthraîzm ji Hindistanê tê Zagrosan li vir kirasê xwe diguhere, dema derbasî Anatoliyê dibe kirasê baweriya kibeleyê li xwe dike. Dema diçe Grek û Romayê jî kirasekî din li xwe dike û di navbera sedsala 8 û 11’an de dîsa li Zagrosan bi baweriyeke nû xwe reforme dike, ‘kiras diguherîne’ dibe Elewîtî, Yaresantî û Êzdiyatî.

Li gorî raya min, divê ez kevanekê bo Êzdiyatiyê vekim; (Êzdiyatî bi reformên bi destê şêx Adî û şêx Hesen bi hin aliyan xwe ve ji vê kirasguhertina mîtraîzmê vediqete, ne wekî Elewî û Yaresanan, ew dide ser şopa baweriyên bi efsaneya afirandinê ya pêxember Nûh dirûv girtine. Lê Elewîtî û Yaresantî li ser esasa 24 hezar sal ên mirovahiyê ‘însan-î kamil, yan jî wahdet-ül wucûd’ venaqete û Mîtraîzma nû hebûna xwe di bin wan navan de berdewam dike. Wisa ku di sedsala 8.P.Z heyanî sedsala 12’an li Zagrosan û li derdora wê pîr, rêber, mezinên van baweriyan çireya ku Zerdeştiyan û Parsan piştî Medan tefandibûn ji nû ve geş kiribûn, şewla wê milkê Kurda ronî dikir. 

Dema em bala xwe didin van her çar sedsalan piştî zayînê 8-12’an em dibînin ku çireya Ereban bi destê yên wekî Muaviye û Yezîd: çiraya Farsan bi destê İslama Şiî û çiraya tirkan bi destê rêveberên xwe yên bûyînî tofana rojhilata navîn vemirî bû; jiyana wan civakna veguherîbû xwîn, tarîtî, şerpezebûn û şikestina çirûska hizrî ya wan. 

Di nav wan miletan de rojeke bêyî şer derbas dibû tune bû. Rojeke bêyî talan û fetihkirin derbas dibû tune bû… 

Lê ciyekî din hebû ku nedihat bi destxistin, dagirkirin, lingên şer, talan û wêraniyê nedigehiştin wir; li gorî ya wan, li wir jiyaneke bi aram, aştiyane, serbest, ku jin û mêr bi hev re wek hev dijiyan, li wî cihî berovajiya cîranên xwe, mirovên li wir dema xwe li dergehên ku peywira dibistanan jî bi cî dianîn; bi xwendin, bi huner, bi mûzîk, bi şiêr û bi îman pê anîna; ‘mirov sûretê xuliqdar e û ez afirînerê rastiyê me’ berdewam dikir. 

Ev cî xaka qedîm cîwarê xwedawendê hemû zemanan, xwedawendê ronahiyê Mihr-mîtraîzmê Zagros û ya ewledên wî yê Kurdan bû.

Lê wê xakê îman û îmandarên wisa hebûn ku bi hêz bûn, bi bandor bûn, wan bi wê hêza xwe, pêşengtiya civaka xwe dikirin, xaka xwe û baweriya xwe diparastin. Bi bayeriya xwe ya qedîm a ku rehlên wê di nav civata ronahiyê de 24 hezar sal kok berdabûn û bi ronahiya xwe gerdûn ronî dikir, bandorekê mezin li baweriyên devdora xwe jî dikir-kiribû... 

Wisa ku yekî mîna Tugrul Beg diçe li dîwana Baba Tahir ( avatarê Yaresanan Hemedanî) rûdine û jê daxwaza niyazê dike. Hesen Sebahê ku ji bîstan zêdetir keleh bi dest xistibûn, ciyên qels û li sînoran ne tê de nekarûbû kelehekê jî li welatê Kurdan bidest bixe. Çimkî li xaka kurdan bawermendên ji bawerî û rêya xwe piştrast hebûn(ew mîna cîranên xwe ne di nav lêgerîna oleke nû de bûn, hewcedariya wan jixwe pê tunebû) loma wî nekarî bikeve nav wê civakê. Her wiha,  ne Selçûkî ( yên li rojavayê îranê û anatoloyê), ne Ebbasiyan  nekarî vê civakê radest bigire. 

Çimkî li civaka wan a ku hêza hizrî, hunerî lê nemabû li civaka Kurdan, li Zagrosan hizir hebû, huner û dibistan hebû; jiyaneke aza û bi pergal hebû. Li nav  wan bes ku dengê şûr jê dihat, li dîwanên Ehlî Heq’iyan dengê tembûr û şiêrê olan dida. 

Li civakên dercîran jin li pişt perdê de bûn, ku ji destê wan  bihata bi tenê entrîqa dihat. Lê li dîwana Elewî û Yaresaniyan, li Zagrosan jina Kurd a hozan li dîwan û dergehan rûdiniştin helbest dinivîsandin, li tembûr dixistin, mamostetî dikirin û di kar û şeran de pêşengtiya civata xwe dikirin. 

Nemir Felakaedin Kakaî, vê serdemê wek serdema Kurdan a zêrîn binav dike.

                

Sal digihîje sedsala 12’an şerê di navbera İslama sunî û ên îmamê heq ji xwe re esas digirin,  ango yên batinî de bi awayekî dijwar û hovane berdewam dike. İslama sunî pengaveke him bo li dijî Batîniyan him jî bo civak û komên hê nebûne misilman an li hemberî îslamê bi mesafe ne, bi taybetî li hemberî Kurdan ku hê jî beşa wan a mezin nebûye misilman ji xwe re dike armanc. 

Doktrîn diyar e; li hemberî muhalîfên îslama sunî û bo civaka nexwende û ola îslamê nedizanî ya Ereb, Tirk, Fars û yên li hemberî îslamê bi mesafe-civaka Kurd anîna ser îmanê(!) bi pê hînkirina olê guncav dibînin û xwediyê vê doktrinê Nizam-ul Mulk serokwezîrê Selçûkiyan avakirina mederseyan dest pê dike.

Sedala 12’an mîsyonerên ku ji wan medersan mezin bûyî bo di nav kurdan de ola îslamê belav bikin berê xwe didin xaka kurdan. Di nav netewa Kurd de bi xebatên wan mîsyoneran medrese û terîqet tên avakirin (sedsala 12’an terîqeta Qadirî sedsala 14’an terîqeta Neqşîbendî) û her çendî zimanê wê perwerdeyê cî bi cî bi kurdî be jî, lê mebesta mezin a ji wê perwerdeyê ne fêrkirina kurdî misilmankirina kurdan e.

                  

Di sedsala 8, 9,10 û 11’an de ku beşeke piçûk a kurdan li bajarên ser sînor( helbet cî bi cî kes û kom) bûbûn misliman jî bi vekirina medresan re ew rêje hey diçe zêde dibe û di çend sedsalan de dibe beşa mezin a kurdan. 

Bi naverok û destguhertina perwerdeyê re êdî di nav wêjeya kurdî de jî navên wekî xanim, xatûn, zerbanû, bab û pîr  bi yên wekî şêx û mele cî diguherin. Di qada perwerdeya olî de êdî jin tune... 

Her çendî nav vê civaka ku bûye misliman de alim, zana, û serdarên mezin yên wekî ola îslamê tên hesibandin derketibin jî, helbet bo kurdan bedelek vê yekê jî hebû (!) 

Piraniya Kurdên ji baweriya xwe ya qedîm qetiyayî çûyî ser baweriya bûyî alava nû ya dagirkeran; li cem wan ji dewsa edet û kevneşopiyên xwe yên qedîm û neteweyî êdî pîvan û edetên baweriya nû derbasdar bûn. Di wê civaka ku dema Medan û piştî zayînê ji sedsala 8’an heta 12’an di gelek aliyan de serdemeke zêrîn jiyayî  bi ronahiya xwe civaka xwe û derdora xwe ronî kirî, bixwedan kesayetiyên pêşeng û bi erdem mixabin tu şop nemabû; ketibû û bûbû kesayetiyeke şûrkêş ê cenga ola xelkê. 

Helbet ên li dijî vê yekê liberxwe dayî, serî çûyê lê raz û îman neçûyî jî hebûn; mînak tevgera Huremiyan, Babayiyan, ku (Elewîbûna Selçûkiyên li Anatoliyê jî bi destê tevgera Babayiyan e). 

 

Piştî sedsala 12’an ji netewa wê baweriya qedîm û esîl ji xeynî çend navendan ku lê Elewî, Yaresan û Êzdî dijiyan, ku jimara wan jî roj bi roj kêm dibû, lê çireya xwe her vêketî bû pêvtir, dema sedsal digihêşt a 18-19’an  piraniya kurdan bi destê wan terîqet û medreseyan êdî bûbû misilman… 

Wan bawermendên ola nû ku li beşên din ên welêt, her cî li ser xwe fireh dikirin, alîgirî û algiriya ola îslamê dikirin; cihê mixabiniyê ye, pêre civateke jihevdaketî, bi saya serê saziya Mîrîtiyê  perçebûyî û ji ber baweriya nû hizir û pirsiyarîkirin lê qedexe bûyî, hebû li holê. 

 

Û carek din çireya kurd vedimirandin û bi awekî bi ser jî ketin(!)

 

 

 

 

 

 


Gotinên miftehî :