1. Tekst

  2. Gotar

  3. Laleşa Ûsiv
  4. Ber bi rastiya qedîm ve -4- (encam)
Ber bi rastiya qedîm ve -4- (encam),ber,bi,rastiya,qedîm,ve,4,encam

Ber bi rastiya qedîm ve -4- (encam)

A+ A-

 

Laleşa Ûsiv

 

 

 

Di nav vê dîroka ku li ser şik û guman hene em ê Kurdan li ku bi cî bikin,pirs ev e; wek erdnîgarî, çand, ol, dîrok û şaristanî ew ji ku hatine û îro li ku derê ne, em ê wan bi çi awayî pênase bikin? Ji sergoyê efsaneyên xelkê yên dîrokî kurdên çawa ber bi rastiya xwe ya qedîm ve vegerin û xwe ji înkar û derewê rizgar bikin .

 

Di hemû xebatên arkaelojîk, antropolojik ,mîtolojîk û dîrokî yên serdemên (antîk û navin) de hebûna gelê kurd û hilberînên wan ji gelên din ne kêmtirin. Ji destpêka mirovahiyê heta îro ji dîsîplînên ku li jor diyarkirî ne, ji gelên din ne kêmtir, berovajî belkî ciyekî sereke girtine. qasî li wan bandor hatiye kirin helbet wan jî bandor li gelên din kiriye.

Ew zanîn û hêza ku serdemekê bûye împaratoriyeke mezin, bi baweriya xwe ya qedîm ku tu mutlaqiyetiyê nade ber mirovahiyê bi hemû baweriyên derveyî xwe re li hev dike; bi civaka ku bi pîvanên wekheviya jin û mêr, beriya hezar salan vir ve ji civatên derdorê xwe qetiyan e, dibûn mînak. Ji hêla şarîstaniyê ve jî ji Zagrosan ta Mezopotamyayê û heta anatoloyê hilberînên yekem ên mirovahiyê ji destê wan xwe nîşan daye.

Kurd ji hêla baweriya mîtosî ya afirandinê ve jî ji her sê olên semawî û ji baweriya zerdeştiyê vediqetin.. 

 

Erdnîgarî qeder e, gotiyeÎbn-î Haldûn.

Doza me Kurdan jî bi qasî doza nasnameyê doza erdnîgariyê ye jî; ku em xwedî erdnîgariyeke wisa ne ku destpêka mirovahiyê li ser wê dest pê kiriye. 

Îro ji her aliyî ve em parçe bûne ku daqultandina me hêsan e bo yê li hember.  Û desthiladar vê baş dizanin.lê mixabin, em hê di zanîna xwe de nîn in; ziman, erdnîgarî,  bawerî… çar parçe di nav van perçebûyînê de yekîtiyeke ku em di bin perê wê de stare bibin heye ew jî yekbûna dîrokî ye.

Heta ku em dîroka xwe ya qedîm nizanibin û xwe ji zanînên ku dagirkeran bi ‘me- yekî li gorî xwe’ bi me dane zanîn jibir nekin em ê tim hewcedariyê bi ispatkirna nasname xwe bimînin.

 

Bo bala xwîner; ev rêzegotar ne metneke dîrokî ji xwendina çend metnên dîrokî hatiye pê.

Bawerî; di hemû xwendinan de ez li geriyam, lê di her sê baweriyên kurdan ên ji derveyê olên semawî de min yek nîşan û şopa zerdeştiyê jî têde nedî; zêdetir û bi piranî rituel pênase nav remzên di her sê baweriyan de heyî bi taybetî di Elewîtî û Yaresantiyê de nîşan û şopêm mîtraîzmê bûn; wekî mînak; berovajî olên heyî yên yek xwedayî hê jî di nav baweriyên kurdan de jin lê ligel xwedawendê nêr li ser textê xwedawentiyê rûnîştiye, bi heman statûye; di Mîtraîzma Mîtaniyan de ‘Mîtra-Anahîta’, Mîtraîzma li Komagene Mîhrîdates-Leodîka piştî wan Antiochos-Komena, û di Elewîtiyê û Yaresantiyê de Elî-Fatme’. 

Lê ew yek ne di olên semawî de heye ne jî di Zerdeştiyê de.

Mînakeke din a balkêş; mîrnîşîniyên Komagene û Kapadokyayê beriya zanînê çendîn ku ji hêla siyasî ve di bin bandora Pers û Partan de bûn û wek bawerî çendîn (mîna alên li başûr ku ala kurdan û ya iraqê ligel hev in) li wan mîrnîşîna baweriya xwecî û ya hêza bibandor jî ligel hev bûn; çendîn Ahûra Mazda hebû Mîtra jî hebû. Tişta balkêş navê keyserên herdu mîrnîşînan jî Mîhrîdates bû.

Û Mînakeke din jî ev e, ku ne bawerim ta niha di vê mijarê de bala kesî kêşa be! Peykerên xwedawendan an yên avatarên li ser çiyayê Belî-Nemrûdê 4 mêr yek jin e; di Elewîtiyê de 5 mêr yek jin di Yaresantiyê de 5 mêr yek jin; awatarekî Elewî û Yaresaniyan ji yên li komageneyê zêdetir e, vê yekê divê em wisa bizanibin; xwetemamkirina Elewîtiyê û Yaresantiyê hezar salî piştî komageneyê ye û bawerî ew e, di hezar salî de awatarek xwe aşkere dike, dibe bersiya me ya çima li komagene çar lê di heman baweriyên kiras guhertî yên li pey wê de pênc mêrên awatar hene. 

Lê ya girîng ev e; ne di ol û baweriyên din de di van baweriyên kurdan de tablo eynî ye!!! 

Bes di Êzdeyîtiyê de heft avatar hene, lê têde jin heye yan tunê, mixabin di vê mijarê de di dest min de dane nîne.

Û têbîniyeke din; gelo ne pêkan e ku navê împaratoriya kurdan a Mîtanî ji navê Mîtra çê bûbe! Ji ber ku dema em arîbûna kurdan digrin dest ew serdem teqabûlî Mîtaniyan dike û ev angaşt ne dûrî rastiyê ye, ku Mîtra keyser û xwedawendê mîtaniyan be û navê mîtaniyan jî ji navê wî hatibe pê (?)

Û pêve girêdayî, bo bala zimanzan û etmologan; navê (Mihr û Mîr)! çiqas bala meriv dikşîne, ma ne…  

 

Her wiha, Mîtraîzm heta dema Xanî jî tê û di honandina Mem û Zînê de dikeve nav vê rista wî

 

‘Ey yarê jidil ne serseri bûn, ew dostê hev ê ji dil bûn ne serserî bûn

Rehşubhetê Mihr û Muşterî bûn, rasterast mîna Mihr û Muşterî bûn’

   

Û wek gotina dawî û encam: ‘Bo meşrûyiyetê pêdiviya me li derekê din li xwe gerînê nîne; rastiya me di dîroka me de nixûmandî ye’.

Bo vê yekê; divê em bala xwe bidin lêkolînên arkeolojîk. Ji ber ku xebatên arkeolojiyê yên li ser xaka me belkî ji sedî deh hê nehatiye lêkolandin û divê em bizanibin; ne guncav e ku qewmekî bi xwedan dîrok û şaristaniyeke bi hezaran salan qe kevalek jî li pey xwe nehiştibe…

Û yek jî, bi nezanîn an bi fermana hinan di hemû metnên arkeolojik û lêkolînan de bo binavkirina erdnîgariya kurdan an dibêjin bakurê sûriyê, yan mezopotamiya jorîn an jî Îran, bo vê yekê pêwîste ew xebatên lêkolînan bi awayekî di bin çavdêriya kurdan de werin kirin.

Û yek jî, erê divê lêkolînerên me bikevin arşîvên ereban jî farsan jî tirkan jî û yên rojavayiyan jî lê belê, ew çavkaniyên di arşîvên wan de çiqas rast in, ew jî hêjayî şikekê û gumanekê ye! û divê êdî em di nivîsandin û tomarkirina tiştên aîdî dîrok, çand û zimanê xwe de,  dev ji nivîsandina bi zimanê koloniyalistan berdin û bi zimanê xwe ‘bîr’a xwe tomar bikin, binivîsin. Çimkî ew karê ku bi zimanê dagirkeran tê kirin bes xizmeta asîmlasyonê dike, ne ya tiştekî din…      

 

Çavkanî

Bîr El Kîtabi Olarak Kürtler Mehrdad R. Izady

Meleklerin Küllerinden Andrew Collins

Göbekli Tepe ve Tanrıların Doğuşu Andrew Collins

Stêrka Xuricî Ferêt Welat Dilken

Di deftera Yarsan de teksta jinan Namq Hawramî

www.ekevakademi.orgMİTRA’DAN “MİTHRAS’IN SIRLARI”NA MİTRAİZM’İN KURULUŞ SERÜVENİ Hayreddin Kızıl