CORONA, METIRSÎ Û ERKÊN ME
Mûsa Dojender
Divê mirov xwe wekî komikên piçûk îzole bikin û têra jiyana xwe hilberînin. Ji bo rizgariya ji şofên kûreyî, ev rêya herî asan û kurt e.
Di şofên kûreyî de bajarên li ser rêyên bazirganiyê, yên ji ketin û derketinên navneteweyî re vekirî û yên nikarin zad û qûtên adanî û jiyanî biçînin, deverên herî bi tengezarî ne.
Lê deverên rê û dirb jê derbas nabin û asê ne, ji şofên kûreyî herî hêsan û xwezayî rizgar dibin. Gelek serpêhatiyên me yên mezin ên dîrokî, weke şofa webayê hene.
Bi salan e em qala şêwazeka jiyanê dikin. Niha pesend bûye ku ev şêwaza jiyanê yekta rêya rizgarbûnê ya mirovahiyê ye. Em ê xwe li gundan îzole bikin û em ê bi qasî têra me bike çandiniyê bikin.
Hîn hewa sar e. Lê divê em dereng nemînin. Konvedan dikare malbatekî bi kêmasî heya meha rezberê bêyî pirsgirêk biparêze. Wekî din jî êdî karê erd û çandiniyê ye.
Hewa germ bibe, dîtina şitl û bizrên sewze û mêweyan dê ne hêsan be. Bê dîtin jî dê ne bi bihayê berê be. Jixwe em tu carî pêşniyazên rêbazên kapîtalîzmê li civakê nakin.
Ji niha ve li gundekî, qadeka 10 mîtro çarçik bi naylonê bê girtin û tov li binî bê çandin, piştî 15 rojan dê têra gundekî şitil şîn bibe. Mirov divê êdî îroj dev ji hişmendî û armancên bazirganiyê berdin.
Herkes, di vê pêvajoyê de divê serê xwe li ser bêkêrkirina hişmendî û hewesên bazirganiyê biêşîne û bi bikêrî û keda xwe vê bidest bixe. Mînak: em dikarin tov biçînin û şitlên wan bidine gundiyan.
Tişteka din a girîng jî, divê em destekê bidine gundan. Avakirina komunan ne hêsan e, lewre belavkirina wê hişmendiyê ne hêsan e, lê bêyî bilêvkirina vê eger hûn herin alîkariya mirovan, dê ew jî ji bo alîkariyê qanî bibin.
Ji bo têkbirina derba kapîtalîzmê ya li hişmendiya mirovan, divê em di jiyana rastî de û bi awayê bê dîtin bibine alternatîf û vê bi caran bidine peyitandin.
Di mehên gulan, pûşper, tîrmeh, gelawêj û heya rezberê de, dê sewze ji bo me hemiyan bibe xwarina bingehîn. Li gel vê, dê pêdiviya me bi tenê bi ar hebe. Divê herkes ji niha ve pêdiviya xwe ya ar an jî genim a heya meha rezberê bide aliyekê.
Dibistan jixwe girtî ne. Dikan jî wisa. Hûn bixwazin jî nikarin bazirganiyê bikin û karê bikine armanc. Eger rewş ji ya tê payîn xerabtir jî bibe, zêr jî bidine we, hûn dê sewzeyê xwe nefiroşin.
Dewletan jî di vê pêvajoyê de pêşî firotana qût û adanê ji derve re dane rawestandin. Li gel ku em dikarin bêjin hêj di meha duyem a vê şofê de ne. Lewre di meha çile de jî cîhanê zêde paxavê bi vê şofê nedikir. Loma jî em Îtalyayê wekî xala destpêkê bibînin, ev rast e.
Xaleka din a xerab jî ev e: Waliyê Newyorkê yê DYA´yê, senaryoyeka pir xerab dinivîse û ji gel re diyar dike ku ew li bendê yê di meha avrêlê de li eyaleta wî bi dehhezaran kes bimirin û dewletê bi tedbîrnegirtinê tewanbar kir.
Îsraîl jî nikare cîhazên hilmgirtinê ji cîhanê tedarik bike. Kes nafroşe. Karxaneyên tang û topan çê dikin, piştî zagona parastinê bikeve dewrê, dê cîhazên hilmgirtinê çê bikin.
Di vê rewşê de, îhtimaleka din a xerab dimîne; vîrus dikare di laşê mirovan de mutasyon derbas bike, biguhere û vîrus li ser ciwanan jî bandorê bike. Em dizanin ku niha mehê herî kêm 4 caran mutasyon derbas dike.
Binêrin, li gel aşiya enfluensaya berazan heye, ev vîrus her sal mutasyon derbas dike û WHO her sal ji bo wê careka din aşiyê rojane dike. Lê hîn aşiya Covid19 jî tune li holê. Çewa ku dermanê kanserê jî tune.
Dikare cara yekem Çîn aşiyê bibîne. Dikare Rûsya be jî. Piştî wê welatên ku lawaz bûne û ji taqetê ketine bêne dagirkirin. Ango pirsgirêkên şof û dagirkeriyê dikare bikevine nava hev. Yên jîr dê vê pêşbibînin û amadekariyên xwe bikin.
Mirovên lawaz jî li hember her nûçeyeka xerab dê bêjin ”haho we pir werimand” û berê xwe bidine Xwedê. Divê mirov nehêle kesên wiha bibine asteng û gava yekem em bi xwe bavêjin.
Em bêne ser îhtimala herî baş. Bi îhtimala herî baş heya meha pûşperê em ê rewşeka xerab bijîn. Pereyên pelik dê ji rûmetê bikevin, dê zêr bi rûmet bibe. Qût û zad dê bihatir bibe.
Em bêjin heya meha pûşperê vîrus belav bû û piştî wê kêmtir bû. Dibistan, bazirganî û hiberîn heya wê demê rawestiyan. Ji payîzê re dimîne du meh û xuya ye em heya meha rezberê li gundan alternatîfeka baş çê bikin, em ê vê çerxê bigerînin.
Sala pêşî heya meha rezberê em modela xwe ya rast û durust ava bikin, piştî wê weke WHO dibêje aşî di 22 mehan de neyê dîtin jî ne xem e, em ê bi rewşa îzolekirî bimînin. Em ê havînan hişk bikin û bikine konserve û zivistanan jî bixwin.
Em bêne serî û encameka sererast bidin; dê pêdiviya me bi tov hebe. Em ji înternetê li çandiniya kartolan bikolin û hîn bibin. Kartol adaneka grîng e. Em xwe hînê pîvaz û sîrê jî bikin. Ji ber hewa sar e, ji bo şitlên sewzeyê werzemal ango serayên piçûk çêkin.
Em belaş şitlan bidine der û cîranên xwe, di çandiniyê de ji wan re bibine alîkar, mirîşk, kerguh, elok, pez û bizinan xwedî bikin. Her tişt pir baş jî be, em bi van kirinan tiştekî wenda nakin. Nebine temaşevan.