DERÎ
Mahabad Felat
”Deriyê me ji herkesî re vekirî ye”!
Derî grîng in, pir!
Deriyê malê heye; deriyê mirazan heye; deriyê xêrê heye; deriyê dil heye; deriyê xiyalan heye; deriyê ramanan, yê nîqaşan heye; deriyê pêşkeftinê, yê paşkeftinê heye; heye û heye.
Ev jiyan ji deriyan pêk tê, yan dikevî hundir, yan jî derdikevî der. Grîng e mirov kengî û ji kîjan deriyê derdikeve ku, ji kîjan deriyê dikeve hundirê çi, ku. Ew derî dibine rawestana mirov, reng û xeta jiyana mirov.
Bi qasî grîngiya ketin û derketina ji deriyan, vekirina deriyan jî pir grîng e. Deriyên mirovan, ji kî re vedibin, ji çi re vedibin, çima vedibin, rê li ber çi vedikin, li ser çi û çewa bandorê dikin, grîng in!
Dîsa mirov deriyan vekirî bihêlin çi dibe, çi dikeve hundir, çi ji hundir derdikeve, encamên wan dikare çi bin, grîng e.
Her derî ji her kes û her tiştî re vedibin? Her kes û her tişt di her deriyî re debas dibin? Derî bi ku ve vedibe? Girtî ye? Navber e? Li ser piştê ye? Çend cax, çend kilt li ser in? Derî teng e an fire ye? Nizim e an bilind e? Çima? Pirsên grîng in. Bersivên wan ji wan grîngtir in.
Îcar em bêne ser gotina ”Deriyê me ji herkesî re vekirî ye”!
Rast e gelo? Dikare deriyê mirov ji herkesekî re vekirî be?
Na! Lewre ev li rastiya jiyanê, nake. Li rastiya mirovan nake. Lewre herkes li gor rastiya xwe, bi rastiya xwe dijî û çîroka herkesekî heye.
Heye deriyek ku bikaribe ji herkesekî re vekirî be?
Na! Lewre li te bê an neyê, her deriyek xwedî prensîbek e. Her derî li herkesekî, li her tiştekî nake.
Loma, dema tu bêjî ”Deriyê me ji herkesî re vekirî ye” tu bê pîvan û bê prensîb î û tu derî jî li holê tune. Tu bê derî yî. Rewşa herî kambax!
2020-10-29