1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. DESTANA HEMZEYÊ PÊLEWAN Û ENTER
DESTANA HEMZEYÊ PÊLEWAN Û ENTER,destana,hemzeyê,pêlewan,û,enter

DESTANA HEMZEYÊ PÊLEWAN Û ENTER

A+ A-

 

Mordem ZEL

"Bila dayîka Hemze tenê bêje, min çong danî erdê û kur anî dinyayê." 

 

Ev gotin li ser mêrxasî û lehengiya Hemzeyê Pêlewan hatiye gotin. 

 

Her çîrok miheqeq bi serê xwe tiştek îfade dike.

 

Çîroka Hemzeyê Pêlewan jî yek ji wan e...

 

Dem dema şer û talankirinê bû. Eşîr û qebîleyên xurt û bi hêz êriş dikirin ser eşîrên cîran û ew talan dikirin. Qralên xwedî kelehan jî êrişî tevahî eşîr û qebîleyên dagirker dikirin. Eşîrên li derveyî kelehan diman hov bûn. 

 

Di êrişan de mirov, an dihatin kuştin an jî di temenê xwe yê mayî de dibûn kole. Jin, zarok, kal, ciwan li ber piyê hespan diçûn û dihatin. Şer dibû, şerê man û nemanê. Yên li ser piyan diman xwedî pêlewanên bi nav û deng bûn. Lê yê nikaribûn xwe biparêzin nifşê wan ji rûyê erdê radibûn û di nava dîrokê de wenda dibûn. Gotinan, şûna xwe ji şer re hiştibû û şer jî dibû berxwedana li ser piya mayînê. Gelên serkeftî destanên xwe yê serkeftinê li ser kevir û tehtan dinivîsin û navê wan nemir dibû. Wê çaxê dema qehremantiya ji bo gelan bû. 

 

Di wextekî wiha de bi navê Hemzeyê Pêlewan û Enter du qehreman hebûn. Herdû jî bûbûn qehremanê gelê xwe û di dilê wan de mezin dibûn.

 

Di hemû şer û êrîşan de li pêş bûn û serkêşî ji gelê xwe re dikirin. Hemzeyê Pêlewan li çiya, Enter jî li deştê bi nav û deng bûn. Herdû jî bi nav û dengê hev hesiyabûn lê çavê wan bi hev neketibûn û pêrgî hev nehatibûn. 

 

Hemzeyê Pêlewan, di bîstûpênc saliya xwe de gelek serkeftin bi dest xistibûn û bûbû rûmeta gelê xwe. Gelek rihsivik û jêhatî bû. 

 

Dibû kabê cih û li cihekê nedisekinî, ji cihekê dipengizî cihekê din. Pêşengê xortan û evîndarê keçan bû. Hemû keçên eşîran xweziya xwe pê dianiyan ku Hemzeyê Pêlewan bibe dost û yarê wan. Dayîk û jinan digotin; "Bila dayîka Hemze tenê bêje, min çong danî erdê û kur anî dinyayê." Ev gotinên jinan, ji dayîka Hemze re dibûn serbilindî û rûmetî.

 

Hemzeyê Pêlewan, bê tîr û kevan, şûr û mertal nedigeriya. Li çiya û zozanan, li pey pezkovî û xezalan li nêçîrê digeriya. Hemû sewalên dikuştin dianiyan li tevahiya eşîran belav dikir. Ji kolektîvîzm û wekheviyê pir hesdikir û pê re jî bi cih dianî. 

 

Di demên şer de dibûn Ehrîman û agir dibarand ser neyarên xwe. Di demên aştiyê de jî dibûn Ahûra Mazda û rehm dibarand ser rûyê dinyayê. Qêrîn û hewara lawazan, neyarê êrîşkar û talankeran bû. Kesên ku diketin tengasiyê bi bayê bazê bi hewaran ve diçû nedihişt ku pişta wan bikeve erdê.

 

Gerdanek ku ji diranê şêran hatibû çêkirin her tim di stûyê wî de bû. Du heb bazbendên ku ew ji çavên xiraban diparastin bi milê xwe ve dişidandin û bêyî wan bi cihekî ve nediçû. Xelatên dayîka wî bûn ew bazbend û bi çermê şêran hatibûn neqişandin.

 

Enter, wekî Hemzeyê Pêlewan ne rih sivik û jêhatî bû, bes pir bi qewet bû. Bi derbeyên gurzên wî re çiya dihatin xwarê û dinya di nava toz û dûmanê de diman. Di rojên cengê de derbeyên xwe nedikir didû û tu tiştî xwe li ber derbeyên wî nedigirt.

 

Kanê Enter, di nava eşîrê de bi sembolên serkeftî, hêz qehremantî û sercaniyê hatibû xemilandin. Kon bûbû perestgeha gilî, gazin, xwestek û alîkariya gelên eşîrê. Çi kesên ku dihate tengasiyê xwe diavêt bextê Enter û ji wî alîkarî dixwest. Wî jî texsîr nedikir. Çi ji destê wî bihata dikir û dilê eşîran xweş dikir. 

 

Rojek ji rojan di ziravka rojê de qêrîn û hewar bi nav eşîrê ket. Hemû jinên eşîrê porê xwe vediçirandin û bi qeremûşkan rûyê xwe xwîn dikirin. Alên şer di destê xort û mêran de li ber konan kom bûbûn. Eşîrê reşa xwe girêdabû. Leşkerên qralê Darê dotmama Enter revandibûn û biribûn keleha Darê. Qralê Darê bi xwe bawer destê xwe dirêjî eşîra Enter kiribû û dotmama wî revandibû.

 

Enter, xwe bi şûr û mertal girê da, gurzê xwe avêt nav milan, li hespê reşbelek siwar bû û bi tenê berê xwe da keleha Darê û meşiya. Bi xwe gelekî bawer bû, lewma nexwest ji eşîrê xortek an jî şervanek din bi xwe re bibe. Enter, di hundirê xwe de wekî çiyayekî volkanîk dikeliya. 

 

Ew volkana ku di dilê wî de dikeliya ku biteqiya hemî zinarên derdorê ew ê bibûya kemera ji keviran. 

 

Enter, piştî meş û rêwîtiya rojekê gihîşt ser kaniyekê. Li ser kaniyê xortekî xezaleke dirêj kiribû û eyarê wê digurand. Enter, ji hespê xwe yê reşbelek dakete xwarê. Piştî avê da reşbelek bi darê ve girê da. Piştî qewetxwestin û xêrhatinê ew xortê li ser kaniyê ji Enter pirsî, "Bira! Bi ku ve wiha? Xêr e, te xwe bi şûr û mertal girêdaye. Qey hewariyek heye li van derdoran?"

 

Enter:

- Hewaleyek hatiye serê min, lê neyê tu serê kesên din, li pê wê hewalê di van deran re derketime. 

 

Enter, meseleya revandina dotmama xwe ji wî xortî re got û hinekî wiha bêdeng sekinî. Vê carê Enter pirsî:

 

- Tu jî wek min rêwêyî yan na?

 

Xorto bersiv da:

 

- Na ez ne rêwî me, eşîra min li pişt vî çiyayî ye. Ez nêçîrvanim û ji xwe re nêçîrê dikim. Madem, ev hewal hatiye serê pêlewanekî wek te, dixwazim ez jî bi te re werim û alîkariya te bikim.

 

Enter, serê pêşî tiştên Hemze digotin qebûl nekir, lê Hemze ji ser ya xwe daneket û got:

 

- Bêhna xwe fireh bike, dibêjin xewa miriyan tê lê ya birçiyan nayê. Em nan bixwin û birêkevin.

 

Hemze, (hê jî xwe nedaye naskirin.) Ji ber laşê xezala ku kuştibû hinek goştê sor jêkir û avêt ser agir. Piştî xwarinê, Enter li reşbelek, Hemze jî li hespê xwe yê kihêl siwar bûn û ketin ser rê..

 

Newal û çiyayên bilind derbaskirin, zozan û gelî li pay xwe hiştin. Carinan razan, carinan bêhna xwe vedan, hespên xwe çerandin û av dan, dîsa ketin ser rê û meşiyan. Dixwestin rojek berî rojekê xwe bigînin keleha Darê û dotmama Enter ji wir xilas bikin. 

 

Hemze, hespê xwe nêzîkê hespê Enter kir û got:

 

- Li van deran bi navê Hemzeyê Pêlewan kesekî heye, te navê wî bihîstiye yan na?

 

Enter, li Hemze nêrî û got:

 

- Min navê wî bihîstî ye lê min ew bi çavan nedîtî ye.

 

Hemze, gotin avêt ber û got:

 

- Gotina hatiye ber guhê min, dibêjin Hemze, Enter bibîne ew ê wî bikuje.

 

Enter, keniya "mêrxasê wek Hemze ji paş de derbê li tu kesî nade û ji paş ve jî derbê naxwe." 

 

Hemze, dixwaze ya dilê Enter de fêm bike û got:

 

- Ku tu wî bibinî, tu yê wî bikujî yan na?

 

Enter, bersiv dayê û got:

 

- Na, ez naxwazim mêrxasekî wek Hemze bi derba şûrê min li ser rûyê dinyayê wenda bibe.

 

Piştî van gotinan, Hemze dengê xwe birî û negot "Hemze ez im."

 

Piştî sê roj û sê şevan ber êvarî gihîştin kelehê. Keleh, bi şiklekî sêqerzî li serê zinarekî hatibû avakirin. Li jorê kelehê çemek derbas dibû. Darên gûzan ê mezin milekî kelehê di bin şaxê xwe de veşartibûn. Pira ku li ser çem hatibû avakirin rêya kelehê û çiyayên miqabil bi hev girê dida.

 

Çend caran li dora kelehê zivirîn. Li ber dîwarekî xalî û bêdeng sekinîn. Dîwarên kelehê pir bilind û asê bûn. Enter, çend mîx ji tûrikê xwe derxist û xwest bi gurzê xwe wan mîxan di dîwar de biçikîne. Hemze, bi destê wî girt û got:

 

- Bisekine, tu yê kelehê bi me bihesînî.

 

Hemze, çû ji ser hespê xwe benek anî, ben li newqa xwe girê da û weke sihûrekî bi dîwarê kelehê ve hilperikî. Piştî ku derket jor, ben ji Enter re şan û ew kişand jor. Keleh, bêdeng bû. Dane kêleka hev û hêdî hêdî meşiyan. Ew sivikbûna Hemze ji Enter re bûbû mereq, lê niha ne wextê pirsan bû. Herdûyan jî derdor raçav dikirin. Bêyî ku yek bi wan bihese, dixwestin dotmama Enter ji kelehê derxin û biçin. Ku sibeh bi ser wan de were ew ê şer derkeve û dibû ku herdû jî bi ser de bihatana kuştin. Herdûyan jî ne dixwestin bi mirineke erzan bimirin ji vê dinyayê bar bikin... 

 

Xwe dan daldeya dîwarekê û ber dîwarê ku ji wan ve xuya dikir meşiyan. Bi qasî deh gavan nêzîkê derî bûbûn, ji nedîtî ve gurzekê li pişta Hemze ket û bi gurzê re Hemze li erdê dirêj bû. Enter hema şûrê xwe kişand û pişta xwe da dîwar. Enter tenê di nava şer de mabû. Dest û piyê Hemze li qeydan xistin ew birin avêtin zîndanê. Enter jî ji bo nemire li ber xwe dida. Li aliyekî fikara Hemze dikir, li aliyekî jî fikara dotmama xwe ya ku dikaribû di oxira wê de canê xwe bide dikir.

 

Enter, leşker hemû kuştin, li derdora xwe li Hemze digeriyan. Dizanibû ew ê piştî bêhnekî wê leşker dîsa bên. Ha li vir, ha li wir li Hemze digeriyan. Li ser zindanekî sekinî. Dît ku dest û lingên Hemze di qeydan de ne û di binê zindanê de girêdayî ye. Dema Hemze nêrî ku Enter li ser devê zindanê sekiniye hema xwe bilind kir. Çil metreyî bi ser devê zindanê ket û dîsa rasterast ket binê zindanê. Hemze qehirî, nav li xwe da û mîna şêrekî oriya.

 

- Heeeyyyt, ez Hemzeyê Pêlewan im, di biharan de teyrê baz im, havînan şêrê birîndar im, payîzan ba û baran im, zivistanan bahoz û tofan im.

 

Dema ev gotinên pesindayînê ji devê Hemze filitîn, Enter bûbû weke miriyê serê wî li gorê kevirê ketî, zingênî ji serê Enter hat. Enter, di dilê xwe de got "weeeyy! dêmekî ev mirov Hemzeyê Pêlewan bi xwe ye û ji min re negot." 

 

Hemzeyê Pêlewan, carekê din bi tevî qeydan xwe bi qasî deh metreyan bi ser devê zindanê xist. Dema Hemze bilind bû û bi ser devê zindanê ket hema Enter bi milê wî girt û ew danî kêleka devê zindanê. Enter, bi awirên matmayî li Hemze dinêrî. Herdûyan jî dengê xwe nekir, ne wextê xeberdanê bû ji xwe, wextê şerê şûr û mertalan bû. Ji bo ku dotmama Enter bibînin û bibin, bi lez û bez ketin nava lêgerînê. Hemû qul û qilêrê kelehê yek bi yek sehkirin. Li ber deriyekî hesin û mezin sekinîn. Enter, bi çend gavan pêşde vekişiya, bazda û xwe li derî da, derî bi carekî vebû û ketin hundir. Dotmama Enter û çend cariyê din li hundir bûn. Hewar û qêrîn bi hundir ket. Dotmama Enter şaşomaşo bûbû û ziman lê şikestî bû û nedikaribû tiştekî bêje. Enter, bi destê dotmama xwe girt û di derî de derketin. Çend leşker û nobedarên kelehê bi wan hesiyan lê hin kes li pê wan neketibûn. Li hespên xwe siwar bûn û dane çargavan, ji kelehê dûr ketin. Piştî qederekê ku meşiyan li pala çiyayekî sekinîn. Baş fêmkirin ku tu kes li ser şopa wan nehatiye. Pir betilî bûn, roj hêdî hêdî derdiket û dibû sibeha rojê.

 

Hemze, rahişte tîr û kevanên xwe û bi jorê çiya ve hilkişiya. Piştî demekê Hemze pezkoviyek li ser milan bû û xwe berda xwarê. Goştê pezkoviyê avêtin ser agir pijandin û xwarin. Zikê wan têr bûbû. Enter, li Hemze nêrî û got:

 

- Birakê delal, min nav û qehremaniya te bihîstiye lê min tu nedîtibû. Mereqa ku ketiye dilê min ew e ku te çima navê xwe negot û xwe bi min neda naskirin?

 

Hemze keniya; Her mirov bi qehremanî û mêrxasî têne naskirin. Mirov çi qas qenciyan bike ew ê ewqas bêne naskirin. Ya min jî tenê min dixwest alîkariya te bikim. Sonda min ew e ku her tim alîkariya mirovên ketî û feqîr bikim. Tu jî ketibûn tengasiyê û min li ser soza ku dabû alîkariya te kir. 

 

Enter got; Lê di vê rê de mirin jî hebû.

 

Hemze bersiv dayê û got:

 

- Mirina mirovên mêrxas li qada cengê ye, ya tirsonekan li nav lihîf û doşekê ye.

 

Enter, bêhnekî wisa sekinî. Bi darikê destê xwe de tirafa agir tevdida. Li çavên Hemze nêrî û got; Te qenciyek mezin li min kir, dixwazim em bibin xizmên hev. Di nava eşîra me de keçika herî delal û xweşik kîjan be bi wî re bizewice. Sê heb xwişkên min jî hene, ew jî di nava kesên eşîrê de ne. 

 

Bêdengiya Hemze wateya qebûlkirinê bû. Enter, hûngulîskek ji tiliya xwe derxist û dirêjî Hemze kir. Kesekî ku bibe hogir û destê eşîra me, em hûngilîskek ku sembola biratiyê diyariyê wan dikin. Ji niha û pê ve hemû deriyên konê eşîra me li pêşiya te vekirî ne. 

 

Hemze, hûngulîsk xiste pêçiya xwe. Li ser hûngulîskê sûretê bazekî ku marek di nava nikilên wî de bû hatibû çêkirin hebû. Hemze, destê xwe danî ser milê Enter û got:

 

-Ev milê te ew ê her tim di şer de serkeftî be.

 

Enter jî got:

 

Hêza şûr bi tenê têr nake, divê bi mirovan re hêza mêjî jî hebe.

 

Hemze keniya û got: 

- Rast e, gotin ji gurz girantir e û ji şûr jî tûjtir e.

 

Westiya bûn. Hemze, li binê darekî mertal xiste bin serê xwe, şûrê xwe jî kir destê xwe û xwe dirêj kir. Enter û dotmama xwe jî li binê darekê din xwe dirêj kirin. Hemze hêj ne razabû, xilmaş dibû. Ji derdorê dengek hat guhê wî. Çeng bû ser piyan, dît ku ji aliyê newalê ve leşkerên keleha Darê di nav toz û dûmanê de ber bi wan ve hildikişiyan. Dotmama Enter hişyar bû lê Enter di xew de bû. Hemze bazda ber dotmama Enter û jê re got:

 

- Ez vayê diçim, eseh eseh tu Enter ji xew ranekî! Di şer de ez xwe wenda dikim, ku Enter jî bê dibe ku ez wî jî bidim ber şûran bikujim. 

 

Hemzeyê Pêlewan, li hespê xwe siwar bû, şûrê xwe kişand û wek teyrekî baz xwe berda nava leşkeran. Hespê di bin Hemze de, mîna ku piyên wî ne li erdê bin, ber bi jêr ve dişemitî. Hemze, ji milê çepê ve ket nav siwariyan û şûrê xwe çep û rast dihejandin. Ji ser hespan, serî, mil û dest û pî diketin xwarê. Erd bû miştexeya laşan, xwîn bû lehî û herikî. Leşker ji tirsa mirinê re xwe ji ber Hemze didan aliyekî û direviyan, lê rev jî nedibû xilasiya wan.

 

Tebata dotmama Enter nebû û wijdana wê jî ranedikir ku Hemze bi tenê şer bike. Wesiyeta ku Hemze lê kiribû ji bîr kir û Enter ji xewê rakir. Enter jî weke şûrekî li dû nêçîrê xwe berda qada şerê giran. Hemze ji milekî ve û Enter ji milekî ve serî ji gewdeyan diqetandin. Xebera Hemze jê tunebû ku Enter ketiye nava şer. Carekê çinginî ji şûrê Hemze hat (Dema şûrê Hemze li gewdeyê nasekinî an jî destekî wî dikeve deng derdixe.) Bi dengê çingîniya şûr ve Hemze bi ser xwe ve hat. Tiştê ku nexwestibû biqewime êdî qewimî bû. Enter li ber çavên wî li ser hespê xwe bû. Hemze di cihê xwe de cemidî bû. Enter ji Hemze re got: 

 

- Çi bû, çima tu wiha li min dinêrî. 

 

Hemze jî got:

- Min tu kuştî. 

 

Enter jî keniya û got:

- Çawa te ez kuştim, vayê ez sax im û li ser xwe me. Tu yariyên xwe bi min dikî? 

 

Hemze got:

- Na ez yariyê xwe bi te nakim, ka xwe bi aliyê çepê de xwar bike. Dema Enter xwe bi aliyê çepê de xwar kir gewdeyê wî ji newqê ber bi jêr kete erdê. Hemze ewqasî şûr bi tund li Enter xistibû ku damarên wî jî li ser hev neşemitî bûn. Lewra Enter bi mirina xwe nehesiya bû. 

 

Hemze, li hespê xwe yê kihêl wekî kevirekî di cihê xwe de hiş mabû. Gelekî li ber mirina Enter ketibû. Mirin ji destê Hemze filitî bû, ketibû bedena Enter. Ew gewdeyê Enter ê mîna çiyayekî bi carekê re ketibû erdê û wiha cemidî bû. Heyfa Hemze ne bi mirina qehremantiya Enter dihat, heyfa wî bi wê dihat ku Enter bi destê wî hatibû kuştin. Êdî tîr ji kevan derketibû...

 

Hemze hemû leşker kuştin û şer qediya. Cenazeyê Enter li hespê reşbelek siwar kir û tevî dotmama wî berê xwe dan cih û warê eşîra Enter. Sê roj û sê şevan dinya bû bahoz, virtone û rûyê erdê di nav mij û dûmanê de wenda bû. 

 

Piştî çil roj û çil şevên reşgirêdan û şîn qediya, Hemze bi xwişka Enter a mezin re zewicî. Herdû eşîr kirin yek û dotmama Enter jî kirin serokeşîra herdû eşîran. Dotmama Enter hemû eşîr weke zarok û xizmên xwe qebûl kir û nezewicî, bûbû dayîka eşîrê.

 

Piştî bîst salan Hemze li ser gora Enter sekinî bû. Her sê zarokên wî yên mêrxas jî li kêleka wî bûn. Hemze bejna xwe li ber gora Enter tewand û got:

 

- Birakê delal, min gelekî bêriya te kiriye û pêdiviya dinyayê bi qehremanên wek te heye. Ez dîsa dixwazim tu vegerî ser rûyê dinyayê weke berê em destbiratiyê bikin. Bi gotina Hemze re gor qelişî û Enter rabû ser xwe. Enter miqabilî Hemze sekinî û got:

 

- Piştî mirina min li dinyayê çi hate guhertin û çi nehate guhertin?

 

Hemze got:

- Di çeman re gelek av derbas bûn lê dayîkan qehremaneke wek te neanîn dinyayê. 

 

Enter bişirî:

- Ka hespê xwe bide min, ez ê dorekî li dinyayê bigerim û vegerim. Enter li hesp siwar bû û da çargavan. Axê xwe li ber piyê hespê Enter negirt û kumişî. Enter hema di cîda vegeriya ber Hemze û got:

- Dinya hew bi kêrî min tê, ax jî nema dikare qehremanan li ser xwe bigire.

 

Enter, beriya bikeve gorê, gotina xwe ya dawî got:

- Kihêl di bin mêrxasan de dibezin, lê li vê dinyayê mêrxasiya min nema ye.

 

Xatir xwest û dîsa kete gora xwe. Qehremantiya Enter li vê dinyayê qediya bû, lê li dinyaya din dewam dikir. Enter, ji sibê heta nîvro zora agirê dojehê dibe û nahêle ku gewdeyê wî bişewitîne. Ji nîvro û pê ve jî agir zora Enter dibe û laşê wî dişewitîne. Carna Enter dibe av û agir vedimirîne, carna jî agir dibe germahî û gewdeyê Enter dişewitîne lê herdû jî bûne pîrozoyên gelê me...

07/08/2019 Amed

 

(Çavkanî: Eyup Tûrgay)