1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. DI EZDAYIYÊ DE EVÎN
DI EZDAYIYÊ DE EVÎN,di,ezdayiyê,de,evîn

DI EZDAYIYÊ DE EVÎN

Du pênûsên ji hewşa Kurdistanê. Ji hest, raman, zanîn, têgihîştin, pîrantî û lêkolînên Dr. Sosyolog Azad Baris & Nivîskar Îbrahîm Osman

A+ A-

Dr. Sosyolog Azad Baris & Nivîskar Îbrahîm Osman

Çîrokên hezkirin û evînê yên baweriya ola Ezdayiya resen, ku rehên koka wê li axa Sumeran ya kevnar zîldane û hatanî roja îro hatiye, li naveroka kakilê hemû bûnewerên xwedayî, xwedawendî û beşerî hatine nîgarkirin û neqişkirin. 

 

Çîrokên van hezkirin, eşq û evînan ji beriya zemên şeridîne û bi hostayiyeke bêhempa tên vegotin. Di van çîrokan de têkiliya bêsînor ya di navbera pîrozankên heyî û mirinê de û raz û durra afirrînê ya herî kûr derdixînê zelaliyê. 

 

Ev çîrok ji kûrayiya dîrokê, ji serdema afirîna erd û ezmên ya destpêkê bi xwe re tîni û tê. Têkiliya hezkirin û evîne ya di navbera xwedê û mirov de ji berî zemên de heye, ev yek di Êzdayiyê de di diyardeya agirê bêsînor de olan dide. 

 

Ev çîrokên pîroz raza têkiliya bê sînor ya di navbera xweda û mirov de, pîrozankên heyî û mirinê de radixînin pêş çavan. Di vir de Tawisî Melek wek sembola evînê, bi destûr û vîna Ezda, nîzama gerdûnê ji nûve saz dike, li axa Sumeran ya kevn jî, evîna Înanna û Dûmûzî ya bêmirin, di nav çerxa afirîna hebûnê de dibe sembola vejîneke nû. 

 

Ev evsane tev, têkiliya di navbera erd û ezman, ezda û însan de, ku çawa vana girêdayî hev in û her tişt, çawa bi hev re di nava ahengêdeye vedibêjin. Di van çîrok û xebroşkan de evîn û hezkirin, kevirê gerdûnê yê herî bingehîne, ya her tiştî digihîne hev û pevre dijîne, hêzeke pîroze ku zindîbûn û nûbûnê pêkan dike. Hezkirin tenê hestek nîne, di heman demê de îfadeya pêwendiya ebedî ya di navbera  îlahî û mirov de. Ev him biriqîn him çavkaniya vê pêwendiyêye. Çîroka vê evîna îlahî û nûranî, rêwîtiya ku mirov di hundir xwe de li ronkaya nûranî digere. Ev sembola lêgerîn û xwesteka xwe giyandina hêza xwedayiye. Evîn  di vê rêwîtiyê de him rêbere, him rawestgeh û giyaştina xala dawiyê ye. Kes di vir de him rêwiye him armamca rêwîtiyê ye. 

 

Ev agirê pîrozî bêsînor giyana mirov paqij dike, mirov derdixîne derveyî kesayetê û digre dibe digihîne kûrayiya gerdûnê. 

 

Evîna ku di qewl, dûa û dirûzên Êzdîtiya resen de tê ziman, hemdeme û di şibe rêgezên Sumeran ên kevn. Vebêjên di van her du çandên kevnar de, rastiyeke ku derveyî cî û demê ye destnîşan dike û evîne wekî pireyeke di navbera bûnewerên pîroz û mirov de dibînin. Ango mîna pêwendiyeke du serî ya di navbera mirov û hêza xwedayî de ji kûrayiya dîrokê destpêdike û hetanî roja îro tê. Li gorî vê, her hebûneke mirovî beşeke ji vê evîna gerdûnî û bi vê evînê pêwendiya bêsînor ya di navbera me û xweda de, kilîda çareserkirina raza bûneweran teva ye. Çîroka vê evînê, ji destpêka demê de, ku xweda û mirov têkilhev bûne, hev temam dikin mîna dansekê heta îro hatiye. Wek ku di edetên Sumera kevnde hebû, di vegotinên Êzdayiyê de jî rûyê vê dansê yê cûda nîşan dide. Her çîrokek her efsaneyek ji rengekî vê evîna ebedî peydabûye. Ev çîrok ji me re didin xuyakirin ku evîna di navbera Ezda û mirov de ne tenê ezmûneke takekesiye, di hemam demê de beşekî gerdûnê ye û rêgeza wê ya bingehîne jî. Evîn di van çîrokan de motora afirîn û hilweşînê, ya vejîn û guherînê ye. 

Ji nû ve serersastkirina dinyayê ji hêla Tawisî Melek ve, evîna Înanna û Dûmuzî ya bêmirin, bingeha vê rastiyê tînin ziman. Evîn çavkaniya guherîn û veguherînê û ya jiyanê bi xwe ye. Evîn bi hezkirina yekî ji yekî din re dest pê dike, lê di encamê de digihê zanebûn û têgihîştina ku giştiya bûneweran û gerdûn himêz bike. Ev çîrokên kevn didin nîşandan ku evîn ne tenê hesteke, di heman demê de çalakiyeke û şêwazekî jiyanêye. Evîn, bi hevfêmkirinê, dilsoziyê, empatiyê, fedekariyê û pevgirêdana rast pêkan e. Evîn, rêwîtiyeke ku me berbî kûrayiya kakilê hundir me û pakbûna dilê me ve dibe. Ev rêwîtî dibe sedem ku em wê hêza xwedayî ya hundir xwe û derveyî xwe bibînin û ev me vedixîne ku em qîmet û rûmetê bidin hev, hev bilind bikin. Çîrokên evînê ên di baweriya Êzdayiyê û Sumera kevn de, di heman demê de rêbertiyê ji kes û civakan re dikin da ku di hêla giyanî de pêş de biçin. Ev çîrok ji bo mirov ji daxwazên egoîstî rizgar bibe, bigihîje têgihîştineke bilind û bi hişmendî, bi gerdûnê re di nava ahengê de bijî,  bangewzî dikin. Evîn di vê rêwîtiyê de wekî rêber me ji tariyê derdixîne pêş ronkayê, ji nezanînê digihîne têgihîştinê. Bi gotineke din, çîrokên hezkirin û evînê ên di Êzdayiyê û edetên Sumera kevn de, ku ji kûrayiya dîrokê heta bi roja me tên, dansa bêdawî ya xweda û mirovan ji me re vedibêjin. Ev dans me vedixînin ku em razên gerdûnê en herî kûr kifş bikin, ronayiya xwedayî ya hundir û derveyî xwe bibînin û ya herî girîng jî, wekî beşekî giştiya bûneweran him bi hev re him bi gerdûnê re di nava aheng û aramiyê de bijîn. Ev dansa bêdawî, di heman demê de, rêwîtiya giyana mirov ya berbî kurayiya gerdûnê ya bê dawî bi şêwazekî cûda tîne zimên. Her vegerek, her pêngavek, me hinekî din berbî têgihîştin û zanîna hêza xwedayî ya hundirê me ve dibe. 

 

Di kilam û qesîdeyên Êzdayiya resen de, em têdigihên ku evîn di vê rêwîtiyê de him rêbere him jî xwegiyandina xala dawiyê ye. Evîn ne tenê me bi hev ve dide girêdan, di heman demê de me bi afîrînde û bûnewerên gerdûnê tevan ve dide girêdan. Ev pêwendî di maneya xwe ya herî kûr de, yekîtiya bûneweran tevan ya bi afirîndeyê xwe re ye. Di vê rêwîtiya kozmîkî de(berbî afirînêr ve) evîn hêzeke ku kosp û astengan û sînoran tevan ji kok radike. Ev evîn kilîda guherîn û veguherîna takekesî û civaki ye. Ji ber ku veguherîna rasteqîn tenê bi hezkirin, beramberî hev hevûdin fêmkirin û empatiyê pêkan e. Ev dibe bangewazî ku em cîhana hundir û derveyî xwe veguherînîn, civakeke hîna dadwer, hîna aştîxwaz û hîna bi aheng ava bikin. Di irf û edetên Êzditiya resen de çîrokên evînê bi hêsanî nayên ziman, wekî hemû razan, ev raz jî mîna hevpeymaneke nepeniye di navbera mirov û xwedayê afrînêr de. Ji ber evîna di vê rewşê de xwe digihîne qatê xwedayê li ezman, lema li derî zeman û mekan e. Ev jî di kozmogoniya Êzdayiyê de xweşbîniya gerdûnî ya hemdem tîne ziman. Evîn bingeha bûneweran teva ye. Ev evîn, ronkayake vêketiye di dil û giyana her mirovî de. Ev ronayî me digihîne hev, me bilind dike û di demên herî zahmet de jî rê nîşan dide. Ev çîrokana tev hêza hezkirinê, baweriyê û hêviyê nîşanî me didin. Dixwazin bi me bidin fêmkirin ku em ji giştiya bûneweran tenê beşek in, tikiliyeke kûr him di navbera me xwe bi xwe de him jî bi giştiya afrîndeyan re heye. Ji ber vê ye ku qewl, dua, diruz û têgehên Êzdayiya resen, bi rê û rêbaza çîrokên hezkirin û evînê, ji bo dîroka mirovatiyê, ji bo kakil û cewherê mirov û gerdûnê, têgihîştineke kûr û ronkayakê pêşkêşî me dike. Ev çîrokana tînin bîra me, di tevliheviya karûbarê jiyanê de û di dema zorî û zahmetiyan de jî, hezkirin û evîn hêza herî xurt û reberê tewrî mezin e. Cewher û kakilê evîna resenî ku ji Êzdîtiyê parziniye, li kûrayiya Bexdayê dengveda û bi dengê alimekî ji nûve vejiya û pêlên wê raz û durên cîhana tasaûvê radipêçin. Ev têgihîşineke evîne ya ji cî û demê wêdetir e. Hêza jor û ya beşerî li vir têkilî hev dibin û dibe evîna pevgihîna xweda û mirov. Bi gotineke din, ev evîn di dengê wî alimê ku digot ez Enel-Heq im,  ji nûve vejiya û di awirên kûr ên sofiyan de olan da. Ev evîn mîna tevneke hezkirinê ya kozmîke ku hemû qat û cûreyên bûneweran radipêçe û her tiştî bi hev ve girêdide. Ev ilmê resenî ku ji Êzdayiyê bi guşe guş diherike, teşe daye irf û giyana sofiyên Îslamê yên ewil jî, têgihîştina evînê ya van her dû rêbazan ku dişibin hev,  şopên hev bandorkirinê ên kûr dihebîne. Ev zimanê gerdûnî yê evîna ji xweda re, di hînkariyên alimê ji Bexdayê û dilê figûrên alimên tesaûfê de ji nû ve anjiyan dibe. Evîn navenda vê irf û edetêye, di her gotinekê de, di her hilm wergirtinekê de daxwaziya xwe giyandina xweda heye. Ev evîn ne tenê hesteke, di heman demê de rêwîtiyeke, ku mirov derdikeve rêwîtiyake kûr, dûr û dirêj ya hundir xwe, di quncikên giyana xwe ên herî xewlê de evîna veşartî ya ji Ezda re kifş dike. Di rêwîtiya vê rê ya ku meşaleyên evînê ronî dikin, sofî ji kesayeta xwe dibuhire, nevsbiçûk dibe û bi yê ku îlahe re dibe yek. Ev pevgihîn, forma evînê ya herî pîroz e, takekes kesayeta xwe derbas dike û diçespîne ku ew jî perçeyeke ji bûneweran û hemû afrîndeyan e. Pêwendiya edet û ramanên êvînê ya pîrozî ku di navbera Êzdayiyê û sofiyên pêşî ên îslamê de dişibin hev, di heman demê de vegotina pîraniyê ye. Ev xwenasiya pîraniyê ye, ya ku mirov dike mirov, ya ku civakan li gel hev dihêle, hemû afrîndeyan bi hev re têkildar dike, ev xwe dispêre hizra hezkirin û evînê ya gerdûnî. Ev evîn tenê hestek nîne, di heman demê de format û teşeyeke jiyanê ye, haletê hebûnê ye. Ev evîn himêzkirina ku me bi hev ve, bûnewer û afrîndeyan bi heve dide girêdane. Ev herikîn vegotina evînê ya pîraaniyê(bilgelik) ku rehên wê hetanî Êzdayiyê û Edetên sofiyên ewil ên Îslamê dirêj dibe, ji pirsgirêkên dîroka mirovayê ên bûne girêfûtik û en gerdûnî re li çare û bersivê digere. 

 

Evîn çi ye? Divê çawa bê jiyîn? Emê çawa bigihîjin hev? Bersiva van pirsan, him di Êzdayiyê de, him di edetên Sofîtiyê de di razên evînê ên pîroz de veşartîne. Evîn, di wê pirsa bi zahmet ya bi evsûn ku wekî emanetekî di kakilê hemû afrînde û bûneweran de veşarti ye. Û ev kakil me têdigihîne ku evîn ne tenê hesteke, di heman demê de şêweyekî hebûnê ye. Ev avên pîrozî ku ji Ezdayiyê herkîne nava edeten Sofîtiyê, giyana mirov dişon pak dikin, mirov bilind dikin û digihîne Ezda. Ev rêwîtiyeke veguherînê ye, di vê rêwîtiyê de kes sînorê takekesî derbaz dike, bendên kesayetê hildiweşîne, bi ritma kozmos dest bi dansê dike. Evîn mûzîka vê dansê ye, zimanê gerdûnêye, pêxwariniya giyanê ye. 

 

Ev herikîna pîroz, di vegotinên Ezdayiyê û irf û edetên Sofîtiyê de evîne wek xwe pak kirin û pevgihînê pêşkêş dikin. Evîn, me bi rastiya hûndir me ya kûr re, bi aweyekî herî dilsozî saf rû bi rû tîne. Ev rû bi rûbûn di heman demê de azadbûne, kes bi hêza evînê ji sînorên erdî, ji zincîrên kesayetî rizgar dibe, warekî ku giyan lê azad dibe peyda dike. Di Ezdayiyê û irf û edetên Sofîtiyê de evîn di heman demê de çavkaniya pîraniyê ye. Kes bi rêya vê evînê, razên gerdûnê û maneya jiyanê kifş dike. Ev pîranî(bilgi-xwenasî) ya ku di pirtûkan de cî nagire, ji dilan diherike dilan, pîraniyeke ku di kûrayiya giyanê de hest pê têkirin. Ev evîn, deriyê pîraniyê, xwensiyê vedike, me vedixwîne têgihîştina pîraniyê, ramanê û cîhana têgihîştinê ya kûr. Bi vê fêmkirin û têgihîştinê, naverokên evînê ên Êzdayiyê û irf û edetê Sofîtiyê berê me dide derveyî cîhana kesayetiyê, giştiya kesayeta bûnewer û afrîndeyan tevan. Di vê rêwîtiyê de evîn, rêber û ronkay me ye, me ji tariyê derdixîne ber ronkayê, ji cûdaxwaziyê digihîne yekîtiyê. Ev ne tenê pergala baweriyekê ye, di heman demê de ev çîroka rêwîtiya giyana mirov ya gerdûniye. Evîn cewher û kakilê vê rêwîtiyê ye,  ew zimanê afirînê yê ku me bi hev ve û bi bûneweran tevan ve dide girêdan.


Gotinên miftehî :