
DOJEH
(Li ber wêneyên k’omkujîya Helebçeyê)
Ezîzê CEWO
I
Dewr-zeman hatin, ji hev bihurîn,
P’êxember hatin bi bînayên1 xwe,
Meriv hatin-çûn, li hev êwirîn,
Her yek bihurî weke şanê xwe...
Hineka hiştin ji bo mervayê
Bînayên xweye çê û merivhiz,
Lê hineka jî hilda vê carê
R’êya qet’ilxwînê – merivxur û diz.
Hinekan gotin – yên mîna xwe r’a
Mînanî mirov divê t’ev bijîn,
Lê yekî jî got:” Çima, çi bira,
Çima pêwîst e – yên din jî bijîn?
Çiqas dikarî, tu wan bikuje,
Bikuje, ji bo her’î cunnetê:
K’î çi dixwaze, ha bila bêje,
Her kirê yên zor hesab dibin t’ê!”-
Û, weha, eva çendik-çend dewr in,
Xwedêk dibêje – birê xwe nekuj!
Lê yekî dinê, êdî çend dewr in,
Dibêje – bikuj, bikuje, bikuj!..
– Bikuje, ji bo her’e bihuştê? –
Na, armanca wan ne t’u bihuşt e...
Bi kirên wana gel in, wê hiltên,
Aqar zevt dibin – erdên min û te...
Û, weha hatin, Xwedê hatin – çûn,
Yekî got – Bikuj! – Û yê dinê – Na! –
Lê, yek e, mirov r’êç’a xwe da çû...
(Û hê jî maye merivxur-ezna!)
Fesil, bi fesil, bi alav hatin
Bînayên Îsa, Mehmed û Hûda,
R’uh û sewdayê mirov hingavtin,
Ya Mehmed beşek gelê min hilda...
Û beşê din jî, j’nekarîya xwe,
Wa vîalî-wîalî bi xwe j’xwe ta bû,
Xwest gelê xwe t’am bigihîne xwe,
Dît, ku nikare, ji xwe cuda bû...
...Û eva yeka îro bûye mane,
Ji bo hinekên, k’irêt û nemerd
Du birên helal-xweşmêrên hêle,
R’akin dijî hev bê t’ext, t’ac û erd...
II
...Ey, biborîne, tu- t’ifalê min,
Ji evan derdan min tu j’bîr kirî,
Çiqas giran e îro kula min-
Gişk t’evî hev bûye – bûye gêjger’îng...
Biborîn, ku min wêneyê te dît
(Ya Xwedê, çiqas gunehk’ar im ez!?)
Û ne ku hatin bal te – wî berî,
Tu wisa hiştî bê kinêz û kes!..
Hûne çiqas bûn? – deh, panzdeh, yan sed?
Na, çi dibêjim, bajarekî t’am...
Ax, tu, Helebce – kula min bê hed,
Ji ewî derdî ez stuxar mam!
...Dibek ewana li ser vî erdî
Serê xweşmêran winda kiribûn,
Dema mêr li şêr’, ew bi nemerdî
Bi fir’okên xwe berb we fir’îbûn?
Minê bigota – Lê dêya te l’k’u ma? –
Lê va ye, ewe li r’ex te k’etye...
Çardorê kesî zêndî t’une, na,
Agir-at’afê wir her tişt sotye!..
Li vira heya zinar tîş bûne,
T’ev şewitîne dar û k’ol vira,
Tîşên zinêr jî wê p’er’itîne,
Û ev hovîtî ji bo çi, çira?
Van dê û zar’okan, kal û pîrên vir
Çi l’we kiribûn, r’evekên nemerd?-
Deşta şêr’ hiştî – hûn hatine vir,
Ser wan da r’eşand ew agir û derd!
Lê keç’ika han?!.. Eva han ç’avr’eş!
(Ser sîngê dê da çawa mêl bûye!)
Va wê nişake wek qet’ranê r’eş
Cî-cîna ser wê û dê da r’eşyaye.
Xwîn e ew, yanê jehra hinartî,
Ku mirov weke ç’ek bik’ar anye,
Û ewê mîna kula hilatî
Bajarekî da jîyan vêsandye.
...Lê ev dayka han – zar’ hemêzê da?!..
Çawa ser hev da bûye kerikong!-
Bi hestûyên yên wa vê cîhanê da
Welatêm dikin xîzgehek betr’eng.
Ya Xwedê, nizam vêya ça navkim,
Ez navkim Doja Dant’ê2, yan ya te?..
Û t’a îro jî tê negihîştim –
Te zende l’wî xist, yan ewî – li te?..
... Çi jî ku hebe – ya te, yan ya wî...
Lê her tiştekî ez baş dizanim-
Hûn ku wir bûna, hem te, hem jî wî,
Weê bigota – Ev e zor, canim!
Û tu û Dant’ê – wa zendegirtî,
Li wir bimînin, r’ind t’ercûberckin,
Ew bila lêke doja nûdîtî,
Lê r’uhên kuştîyan nifir’a l’tekin.
__________________________
Ax, tu – Helebce, ax, tu – Helebce,
Tuye birîna mine vebûyî!
Ax, tu – Helebce, ax, tu – Helebce,
Şehda nemerdîya mirove zêndî!..
III
... U t’a îro jî, wek wan pêşîyên xwe,
Ew dijminê me dîsa maye ew,
Ger lê pêwîst be, me dighîne xwe,
Lê-k hema dem tê, me zol dike ew!..
Û em zol dibin mîna ç’ermê gê,
Zol dibin, ne ku b’destê Ç’engzêr’în,
Lê mîna ewî ç’ermê gaê çê,
Yê-k k’etye devê seyê devbixwîn.
Û îro jî hê ewan dixwazin
K’urdistanê t’am r’astkin seranser:
Bi wan hestûyên me gelîya t’ujekin,
Ç’îya û banîyên me jorda bînin xar.
...A, b’vî teherî Dojeh Bihuştê
Welatê me da dike carîya xwe:
Kezîzerên me cîyê t’uyî-net’ê
T’ev xortên t’ûre diçin binaxe.
________________________
Ax, tu – Helebce, ax, tu – Helebce,
Tu kula mine xedar şaxdayî!..
Ax, tu – Helebce, ax, tu – Helebce,
Şehda nemerdîya mirove zêndî!..
Korda Mad (Ezîz ê Cewo)
Avrêl, 1989, Sîp’an – Yêrêvan
_________________________
Nasî:
1 Bînayî – t’êorî, zanist, ulm;
2 Dant’ê Alîgêrî – helbestvan-fîlosofê îtalî yê sedsalên XIII – IV, xudanê poêmên (destane) “Bihuşt” û “Dojeh” (her yek ji wan dîwanek e.)