Danezana mebestê ya Welatên Rojava
Mûsa Dojender
PKK di sala 1978an de hate damezirandin û di sala 1984an de jî, dest bi şerê li dijî dagirkerên Kurdistanê kir.
PKK cara yekem di sala 1993an de bi awayekî fermî ji aliyê Almanya û Birîtanyayê ve weke rêxistineke terorî hate binavkirin. Piştre jî di sala 1997an de DYA û di sala 2002an de jî YE û NATOyê bi heman şêwazî PKKê binavkirin.
Di vê navberê de bi dehan dewletên din jî bi rengekî fermî PKKê weke rêxistineke terorî bi nav kirin û kirine lîsteyên xwe.
Bala we kişandiye; ev hemû biryar piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê hatin girtin. Cîhana dubendî belav bû û pêdivî êdî bi pergaleka nû hebû. Ango pêvajoya avakirina pergaleka nû dest pê kiribû. Ji bo vê jî, hemû rêxistin û tiştên têkiliya wan bi Yekîtiya Sovyetê re hebûn an wan bawer dikirin ku dikare bûbe, ji bo bêne têkbirin, hatine terorîzekirin. Ev, ji bo avakirina pergala nû, weke pêdiviyekê hate dîtin.
Ji vê jî grîngtir; “asta şer“ a heya wê demê bala tu dewletî nekişandibû, piştî dest pê kir û bû metirsiyekê ji bo berjewendiyên van hemû dewletan, dest bi çîroka lîsteya terorê kirin. Ev ne bi tenê ji bo dewltekê, lê metirsiyek bû li pêşiya pergala ku dixwestin ji nû ve ava bikin.
Dema ji bo pergala kûreyî bû metirsiyekê, xwediyên wê pergala kûreyî, bi awayên cuda ketine nava tevgerê. Pêşî, bi destê Almanyayê ev biryar dane girtin, lew Almanya biryargeha NATOyê ya li Ewropayê bû. Piştre xelekên nû li ser zincîrê zêdekirin û ev rewş heya van rojan hat.
Biryara fermî ya yekem di sala 1993an de hate girtin. Lê ji bo amadekirina zemîna vê biryarê, di sala 1988an de li Dusseldorfê darezandinan dane destpêkirin. Ango zemîna biryara sala 1993an ji 5 sal berê va hatibû amadekirin. Darezandinên Dusseldorfê di rastiya xwe de şanoya “lêanînê“ bû.
DANEZANA MABESTÊ
Ez dibêjim “dîrok mamosteyeka baş e“. Em di sala 2020î de ne xwediyên heman pergalê niha pêdivî bi biryarên nû dibînin. Lewre pêdivî bi pergaleka nû heye dîsa.
Li Ewropayê dilê nû yê NATOyê Belçîka ye. Yên di salên 1990î de li nav dilê wê demê biryara “rêxistina terorî“ girtin, li dilê NATOyê yê niha jî, biryara “PKK ne rêxistineke terorî ye, aliyekî şer e“, girtin. Ev biryar, him ji bo NATO/DYAyê û him ji bo YEyê ji bo destpêkeka nû “danezana mebestê“ ye. Her wekî darezandinên Dusseldorfê çewa ji bo “lîsteya terorê“ berê zemîn amade kirin û mebesta xwe diyar kirin, ev jî danezaneka wisa ya mebestê ye. Biryara wê demê çewa ji bo PKKê û ji bo kurdan diyarkirina mebesteka xerab bû, biryara îroj, divê dijberî wê, ji bo kurdan û ji bo PKKê weke danezaneke mebesta baş bê xwendin.
Eger encamên pêwîst ji vê danezana mebesta baş bê derxistin û PKK jî ji hêla xwe ve mebesta xwe bide zanîn, hema bêje teqez e ku ev biryara dadgehê dê xwe veguhezîne pengaveka nû. Qet nebe û beriya her tiştî, ji rewşeka qedexekirî derketiye û ji binavkirina terorîstiyê rizgar bûye. Herwiha eger rojekê li Belçîkayê ofîseka fermî veke jî, tu kesek nikare yek gotineka bi tenê jî bike. Ez di wê baweriyê de me dê PKK jî, vê pêvajoyê bi serkeftinî bi rê ve bibe.
Gengaziya herî xirab ev e; li gel her tiştî jî, cîhana rojava, bi awayê dizane û pîlan kiriye dê meşa xwe bidomîne, pergala nû ava bike û dibe ku “piştî salên dirêj“ PKKê bi awayekî fermî ji lîsteya terorê derxe. Aliyê ku dê derketina ji vê lîsteyê diyar bike PKK ye û pozîsyona nû ya PKKê ye. Ev aşkere ye. Divê bi bîr bînim ku PDK û YNK di Berfanbara sala 2017an de ji lîsteya terorê ya DYAyê hatine derxistin. Lê li gel ku di lîsteya terorê de jî bûn, DYA û welatên Rojava van her du partiyên kurd her tim jî di asta herî bilind de pêşwazî kirin. Ev daneya dawî divê bibe guhareka zêrîn û bikeve guhên kesên li ser van mijaran diponijin.