
Dawî Li Hertiştbûna Partî û Îdolojîyên Ortodoksî Hat
Hasan Harranî
PKK wekî ku rêber Apo jî gotîye di merc û zurifên salên heftêyî de di bin bandora îdeolojîyên
çepgir û bi giranî jî bi bandorîya îdeolojîya Marksîzmê hat damezrandin. Li gorî şert û
mercên wê demê, li hemberî rejîma înkar û dagirkerîyê amûrekî bi bandor bû heya salên
2000 î bi wê hebûn û rengê damezrandina xwe rola xwe lîst. Her wiha dîrokek zêrîn û tije
serkeftin li pey xwe hişt. Bi deh hezaran şehîdên xwe, bi ked û bedêlên bê hempa dîrokek
nîv esrekî li pey xwe hişt. Divê mirov bi serbilindî li wê dîrokê xwedî derkeve.
Cîhan, civak û raberên dem û civakê guherîn. Hetta mirov dikare bêje cewherê û hest û
ramanên civakê, hişmendî û teşeyê avabûna civakê jî guherîn. Di vê serdemê de civak bi
hişmendîya xwe, bi zanîn û hizirîna xwe û bi amûrên ku di kar û barê jîyana xwe de bikar
tîne hemî guherîn. Ev hemî guherîn bixwazî nexwazî amûr teşeyên civakê jî yên heyî bêkêr
dihêle û her wiha hewcedarîya yên nû derdixe holê.
Di vê çarçove û nêrînê de dema mirov li mijara PKK ê jî dinêre PKK jî wek amûrekî tekoşîna
civakî ji ber ku li gorî form, raman û hişmendîya civaka kevin hatîye avakirin li hemberî şert û
mercên îroyîn êdî bikêr nayê û ji serkeftin û qezencan bêtir, li pêşîya pêşketinan rolekî
astengkirinê dilîze. Ji ber vê yekê mîadê xwe temam kirîye û pêwîstîya fesihkirina wê hasil
bûye.
Zihnîyeta Marksîzmî ev bû: "Partî=dewlet, Dewlet= partî, partî=artêş, Artêş=partî.
Partî her tişte, her tişt partî"bû.
Bi banga birêz Ocalan ev serdem bi dawî bû û dawî li vê kevneşopî û hişmendîyê hat.
Ev bû 25 sale birêz Ocalan xwest vê zihnîyet û sazîmanîya berhema Marksîzmê û
hişmendîya wî li ser esasê çînî ava bûbû ji holê rabike û rê li pêşîya sazî û îradeyên netewî
û demokratîk vebike. Lê hişmendîya hakim ya nava PKK ê, timî li pêşîya vê îradeyê asteng
bû. Serokatîya xwe jî tim li gorî wê hişmendîya xwe ya marksîzma ortodoksî yan tewandin,
yan jî xwar kirin, ber kirin.
Piştî salên 2000 û şûnde PKK ê êdî ne şerê çekdarî li gorî teknîk û artêşên vê demê ji nûve
saz kir û bi rêk û pêk kir, ne jî sazûmankarîyekî demokratîk di nava civakê de ava kir. Lewre
qerekter û hişmendîya li ser PKK ê hakim bû jibo avakirina civakek demokratîk ne miseîd bû.
Îro pêşketinên ku di nava gel de di van deh salên dawî de çêbûn jî bi piranî bi bandora
ramana Apoyî û bi bêyî PKK ê bi kadroyên ku vê hişmendîya Apoyî girtibû li hinek deverên
ku hindik be ji bin kontrol û bandora hişmendîya PKK ê derketibûn çêbûn. Qada Rojava
mînaka herî girîng e.
Me heta niha nedigot lê ger ji astengkirinên hişmendîya PKK ê a hakim ya marksîzmî neban
îro Rojava wê hê bêtir di astekî bilindeba.
Birêz Ocalan êş û sancûyên doza Kurdî baş dizane. 25 sale hewl dide vê êşê ji holê rake.
Jibo vîya jî xwest tevgera ku wî ava kirîye li gorî zanîn, felsefe û ramanên xwe ji nûve
biguherîne û ji nûve ava bike. Lê tevgera wî li hemberî van daxwazin wî rik kir û guhertinên
bingehîn çênekir. Qaşo guherînên çêbûn jî bi seraserayî çêbûn.
Rewş hate merheleyekî wiha ku destkeftîyên Kurdî di konjontorekî nû de ketin xetereyekî
mezin. Di vê konjonktorê de ji ber xweneguherandinê neçar ma ku vê sazîya ku dema xwe
temam kirîye fesh kir. Ev biryarekî gelek radîkal bû lê pêwîst bû.
Mirov dibîne, bi rastî jî gelek kes û dever birêz Ocalan fam nekirine. Em qala geveze û
çêrvanên her demî nakin. Ew ti çi jî bikî wê dîsa ji te re qulpekî bibîne û navekî li te deyne.
Van der û doran jî ne mijara me ne.
Lê dîsa divê mirov bibêje, herkes tiştek dibêje û serê gelek kes û derdoran tevlîheve.
Serîtevlîhevîya mezin jî di nava sazê û kadroyên PKK ê de dijî. Mirov vîya dibîne û dibihîze.
Birêz Ocalan tiştekî herî mezin û radîkal kir. Bi rastî jî rîska vê gavavêtine heye. Kesên
navxweyî bixwazin gotinên birêz Ocalan şaş şîrove bikin yan jî bi alîyên şaş de vekişînin
dikarin vekişînin. Ev jî ji sedema ziman û nivisîna bangewazîyêye. Du alîyan de problema
îfadekirinê heye. Ew jî divê mirov neke problem. Belkî îzahekî wê îfadekirinê jî heye. Divê
mirov li ser hedef û armancên esasî nok bibe.
Birêz Ocalan bi rastî jî biryarek radîkal da û derîyê serdemek nû ji gelê Kurd û gelên
Rojhilata navîn re vekir. Dawî li du tiştên serdema real sosyalîzmê û berhemên marksîzmê
anî.
1- Dawî li partîya narksîzmî anî.
2- Dawî li hêzên çekdar yên partîyan anî.
Ev herdû amûrên ku bi ramana Marksîzmî di nava civakê de şaş hatibû bicîhkirin û jibo
civakek demokratîk xeter û tehdît bû dawî lê hat anîn.
Şoreşa herî mezin eve. Serdema hêzên çekdar yên girêdayî partîyan bi dawî kir.
Ji vir û şûn de êdî wê hêzên çekdar yên girêdayî partîyan tinebin. Hêzên çekdar wê êdî bi
temamî girêdayê organên netewî bin.
Vê yekê bi birêz Berzanîyan û Telebanîyan jî da qebûlkirin. Ev serkeftina birêz Ocalan ya
herî mezin e.
Ji vir û şûnde wê hêzên gerîlla ku bersiva şerê rizgarîya netewî a demê nadin û girêdayîna
wan a bi partîyanve bi dawî bû.
Şoreşa herî girîng ya din jî bidawîkirina partîyên marksîst, jakobenîk û derbecî bû . Birêz
Ocalan rê li pêşîya avakirina civaka demokratîk û pêşxistina rola organên netewî vekir.
Ji vir şûn de ger ev pêvajo di merîtetê de biserbikeve êdî wê rola partîyan kêm bibe û wê
biryarên li ser qedera gelî bi destê organên netewî bên dayîn. Sazkirina kongreya netewî
bêtir hêsan bû. Sazkirin û avakirina mekanîzmaya vê kongreyê li ser esasên netewî wê bêtir
hêsan bibe.
Ji vir û şûn de artêş (hêzên çekdar) jî wê êdî ji binê emrê hemî partîyên Kurdistanî derkeve
û bikeve binê emrê hukumetan an jî kongreyê.
Birêz Ocalan peywira herî girîng da birêz Meshud Berzanî û wê di bin serokatîya birêz
Berzanî de bi pêşengîya sê partîyan banga kombûna kongreyê bête kirin.
Birêz Ocalan dawî li artêşan neanî. Asta çekdarîbûnê derxist herî jor. Birêz Ocalan dawî li
hêzên çekdar ku di vê serdemê de bêbandorin û dawî li şerê bêbandor anî. Cihê grûpên
gerîlatî û pêşmergetî da artêşên konvansîyonel û yekgirtî.
Artêşên gelê Kurd yên rewa ji îro û şûnde wê bêtir xurt bibin û her wiha wê şirîkên hemî
artêşên nûjen yên cîhana rojava bibin. Wê mitefîkbûna artêşên Kurdî bi artêşên navcîhanî re
bêtir xurt bibe.
Birêz Ocalan ket merheleya avakirina civakê. Ji vir û şûnde wê sazî û organên Apoîst jibo
avakirina civakek demokratîk bixebitin. Her wiha wê di nava kada cîhanê de doza gelê Kurd
bêtir rewa bikin. Divê her Kurd xeyalşikestî nebe. Rêberê gelê Kurd doza Kurdî ji
pişqilûzîyekî sews rizgar dike û rê li pêşîya ramana xwe ya Apoyî vedike. Yanî rê li pêşîya
ramana Kurdewarî vedike.
Mijara PKK ê, nîqaş û bersivên wan wê çê be ew wan eleqeder dike. Em li ser navê wan
tiştek nabêjin û ev peywira me jî nîne. Hêvîdarim PKK vê pêvajoya guherînê û ji nûve
avakirinê bê qeza û bê