Demokrasî û feodalîte -2-
Mahabad Felat
Ger li welatekî nirxên feodal serdest bin û desthilatdarî li dora malbateke ku bi van nirxan di demeke dirêj de desthilatdariya xwe berdewam kiriye, tevî hebûna fermî ya pêkhateyên demokratîk, ev yek dikare weke rengekî neofeodalizm û olîgarşiya pêgirtiyên feodalîzmê bê binavkirin. Di sîstemên weha de, çarçoweya demokratîk wek rûpoşek e. Dema hêza rastîn di destê elîtek piçûk de û bi taybet jî di destê malbatekê de kom bibe ku dikare siyaset û aboriyê kontrol bike, jîyan ji bo civakê bi gelemperî dibe kaos.
Di siyaseta nûjen de rola feodalîzmê
Di pergalek weha de, pêkanîna desthilatê li ser bingeha patronajê ye. Ew kes, malbat an eşîr dewlemendiya xwe ya li ser nirx, rûmet û dewlemendiyên hevpar ên civakê, bi dek, dolap, bi bikaranîna hestên nazik û bi zordestî bidest xistiye bikar tîne, da ku bi berfirehî û kûrahî dilsoziya pêgirtî û berjewendîperestan bigire. Ev yek pergala feodalî ye, ku xulam, pêgirtî û kurtêlxuran di berdêla xizmetên wan de wan bi xelat(!) dike û di bin kontrola xwe de digire. Bi vî rengî jî, pergala xwe ya desthilatdar a feofalî diparêze û temenê vê pergala paşverû dirêj dike.
Di pergalên weha de, hêz û dewlemendî bi riya têkiliyên malbatî ve têne domandin û dewr dibin. Ev yek meritokratiyê têk dibe û rê li ber beşdariya demokratîk a pêwîst digire. Mînakên vê di hin monarşiyan, civakên qebîleyan an olîgarşîyan de têne dîtin ku xanedanên malbatî li ser siyaset û aboriyê serdest in.
Di pêkanîna desthilatdariyê de rola navendî ya malbatê
Biryar ne li ser esasên demokratîk û ne li gor berjewendiyên gelemperî û neteweyî, lê li gorî berjewendiyên malbatê têne girtin û endamên malbatê xizmên xwe di cihên girîng ên siyasî û aborî de bi cih dikin. Nepotîzm ango xizimparêzî, dibe norm. Li vir bi tenê girêdan û dilsoziya bi malbatê ve grîng tê dîtin. Bikêrî, jîrî û dînamîzma civakî jî çendî bi berjewendî û daxwazên mabatê ve hatibine girêdan, ew çendî xwedî wate ne, yan na mafê jîyanê ji wan re nîne.
Ev pêkanîna desthilatdariyê ya li ser bingeha malbatî xwe dide der, dikare ji aliyê çandî û dîrokî ve bi kevneşopiyên feodal ve were meşrûkirin, ku malbat wekî desthilatdarek xwezayî û rewa tê dîtin.
Desthilatdarîya bi rûpoşa demokrasiyê
Dibe ku di pergalên wiha de hîn jî hilbijartinên birêkûpêk hebin, lê ew hilbijartin, ji bo domandina bandora malbatê, têne kontrol kirin an têne manîpule kirin. Bi dek û dolaban, bi medyaya di bin kontrola malbatê de û bi muxalefetiya lawaz, pêvajoyên hilbijartinê dikarin bêne lawazkirin.
Dema hêz di destê malbatekê de kom bûbe, dikare hin aktor û partiyên ji derî wan jî hebin, lê pirê caran ew wekî pirrengiyekê rol dilîzin û armanceka wan a bidestxistina desthilatdariyê tuneye ku ev jî alîkariya malbata desthilatdar dike da xwe di bin rûpoşa demokrasiyê de baştir veşêrin. Ev yek îluzyona pirdengîya siyasî diafirîne û hêz dîsa di destê malbatê dimîne.
Serdestiya aborî û siyasî
Di van pergalan de, malbat di heman demê de aboriya civakî yên wekî dewlemendiyên serax û binaxê di bin destê xwe de digirin û ji derî wan tu kes nikare tu tiştekî an tu xizmeteka aborî bike da ku bikaribe bikeve xizmeta civakê jî. Ev hem bandoreka aborî û hem jî ya siyasî dide wan ku dijberî û hevrikiya li dijî wan dijwartir dike.
Desthilatdariya li ser pergala dadmendî û burokrasiyê
Malbat bi serdestiya xwe ya li ser dadgerî û burokrasiyê dikare rê li ber dadweriyê bigire, Muxalifên siyasî bi rê û rêbazên ne demokratîk û caran jî dermirovahî, têne marjînalîzekirin, ango pêwîstî pê bê dîtin, tunekirin. Hemû sazî û dezgeh, divê bi tenê ji bo ewlehî û berjewendiya malbat û desthilatdariya wan be û wisa jî bikar tînin.
Di warê civak û demokrasiyê de encamên vê pergalê
Her hêz û kesê ku hewl bide li dijî hêza malbatê derbikeve, dibe armanca malbatê û malbat ji bo jiholêrakirina wê hêzê an wî kesî, pêwîst bibîne, xiyanet û têkiliya bi dijminên hevpar û dagirkeran re jî di nav de, dikare serî li hemû rêyên ne rewa, ne pak û dermirovahî bide. Vê jî bi hişmendiya paşverû ya tolhildanê dike. Ev dikare bi rêya girtin û kuştina kesayetên muxalif, jiholêrakirina azadiya çapemeniyê, kuştina rojnamegeran, organîzekirin û bipêşxistina sîxurî û her cure rêbazên dejenerasyonê û taktîkên tirsandinê yên li ser civaka sivîl jî, bêne pêkanîn.
Pergala feodal pêşketina civakî û siyasî asteng dike. Dema ku desthilatdarî bi temamî di destê malbatekê de be û ne li ser bingehên demokratîk û bikêrbûna kes û saziyan be, ev yek dibe sedema bêserûberî, her cure tevlîhevî û gendeliyê. Ev û gelek kiryarên qirêj ên desthilatdariya malbatekê dikare rê li ber pêşvebirin û pêşveçûna aborî bigire, bibe sedema tevlîhevî û newekheviya civakî. Civak bi vî rengî di nav xwe de piçûk dibe, dînamîzm û refleksên civakî lawaz dibin. Di rewşekî wiha de, derfetên xwebirêxistinkirin, pêşxistin û pêşvebirina alternatîfeka li dijî desthilatdariya malbatê, kêmtir dibe.
Di civakên ku sîstemên bi vî rengî yên malbatî lê serdest in, dibe ku berxwedana çandî ji aliyê kesên ku sîstemê ji nirxên kevneşopî ve girêdayî dibînin, hebe. Di heman demê de nifşê ciwan ku ji bo modernîte û azadiyê têdikoşe, dikare alozî û daxwazên guhertinê çêbike.
2024-10-11
Wê bidome: Mînakên ji cîhanê