Dewlet
Di vê pêvajoya Rojhilata navîn bi şerê tevahiya wê xaka landika şarestaniyê daye ber xwe de mêjiyên dewletên heremê û di nava me de jî mejiyê hin derdorên ne xwedanê hêz û vîzyonekê siberojê ne, tevlihevbûne!... Hin jî ji ber vê rewşa tevlihevkirina pergala Rojhilata navîn xewnên hêvî û yên erûsê yanê xewnên ji hiş der dibînin. Di siya wê de kesên haya xwe ji dewletbûnê tine jî, mîna ku Amêrîqa li Rojhilata navîn xaniyekî ji keviran lêke û ji wan re bêje; „keremkin mîrên min ji we re dewleta ku di xewn û xewjîna we de, dixuye!“ Bi vê hêviya bêhêvî di ber xwe de dibêjin; aha vê carê dewleta me çêdibe!?!... Eh, mixabin ku li welatê me mirovînên wiha di xewna xwe de qutên mirîşkan dibînin tije ne, ti tiştekî bi serê wan ve nazeliqe! Ji bo vê mijarê û têgîhîştina wê em berê diyardeya dewletê zelal bikin.
Ev forma birêkxistiniyê ku jê re dewlet tê gotin, bi giranî wiha tê şrovekirin: „Pergala ku xwediyê dezgeh û saziyên bihevre jiyana civakî ne û wê li ser bingehê rêbaz û qanûnan birêve dibe, mafê jiyana civakî û yekitiya xaka ew civak li ser dijî ji hêzên der diparêze re dewlet tê gotin.“ Di vê venivîsandinê de pedivîya saziyên dibin bingehê dewletbûnê derdikeve pêş, yanê bê van saziyan dewlet ne mumkun e. Bêguman cureyen rêvebirina dewletan hene. Dewletên demoqratîk û yên di bin fermana dîktatoryayê de hene. Dewletên ji rewş û xuyana der ve qaşo navê demokrasiyê lixwekirine, lê bi hêza diktatorya û paşperdê tê birêvebirin hene. Li kêleka wê awayê dewletê jî, forma emîratên ereban, yan jî mîrîtiyên sedsalên 16, 17, 18. an jî hene. Lê ev form tenê li herêmeke teng destdayî ye, ne li her derê. Ev awa rêvebirî li welatekî wek Kurdistanê mezin, ne pêkan e. Ev mejî jî nikane dewletekê avabike.
Rûpelên reş ji dîrokê.
Çima ta vê rojê me nekanî ku em bibin desthilatê walatê xwe, yanê li ser xaka xwe bibin dewlet? Begûman ev şirove û nirxandinên zanistî û bingehîn dixwaze. Bes mirov dikane bi kurtî çend xalên girîng rêz bike. Yek; welatê me di navenda sê parzemînan (Afrîqa, Asya, Ewropa) de ye, hemû rê û dirb di wir re derbas dibin, yanê ji ber mijara jeo stratejîk a xaka me. Ji ber vê erdnigariya bi her awayî jeostratejîk êrişên dagirkerên hov hîç ranewestiyan û ji wê egerê bê navber bûyîna qada şer. Dudu; li ser wî bingehî bi navê îslamê êrişên talankerên ereban li me hate xezebê û bi hovitiya xwe li ser xaka me parçebûneke baweriyê jî pêkanî, parçebûna baweriyan jî ji bo gelan rasterast kareset û têkçûne. Li ser wê bingehê kotek û xişîna şûr di nava gel de bi navê ometê rûniştina îdeolojiya Ereban a nijadperest wekî jehrekî li me barî. Sisê; parçebûna bi navê eşîrî. Û bi wan ve girêdayî pêknehatina yekitiya me. Minak; di serdema Şah Îsmaîl de dîsa têkiliyên ometî rola herî nerênî lîst, xwerû nakokiyên di navbera şîî û sunîyan de dubendiyekê li ser xaka me derketibû, ji bo vê mînaka herî balkêş Îdrîsî Bîtlîsî ye, ew kesê bi evîna şîîtiyê xwe li sunitiya Osmaniyan xwerû li Yavûz girtibû, ev mijara wî bi serê xwe vê rastiyê bê kêmasî li ber çavan radixîne. Hewldanên wî û derdorên wekî wî em di nava Osmanîyên wehş û Sefafiyên har de kiribûn wekî goga pêgogê, Di encamê de li Qesrî Şîrîn, xaka me ya pîroz kirin du parçeyên ku Îngîlîzan jî anegorî berjewendiyên xwe gelek kêrhatî dîtibûn û nehîştibûn ku ew xet biguhere. Ew xet îro jî di navbera Emperyalîstên cihana Rojava û yên Rûs de weke sînoreke bivê nevê ye.
Di peymana Parîsê bi navê din Sevr (Sevr semteke Parîsê ye.) de anegorî xalên 62,63 û 64 an li rojhilatê çemê Firatê li ser bingehê otonomiyeke bi dewleta nû ya Osmanî-Tirk ve girêdayî mafekî ji Kurdan re bi fermî hatiye naskirin. Bes. ji ber egerên parçebûna eşîrî, ew rengê tarî yê baweriya îslamî ya bi navê ometê de, her wiha lîstikên Osmanî bi rengê ometê şêlûkirî û fesadîyeke xapînok xistibû nava Kurdan. Li gel wê nebûna dezgehên bikaniya bibana bingehê dewletbûnê di nava Kurdan de lihevkirineke çênebû û ev firsenda otonomiyê ya wê derfeta lêhatî ji dest me derket. Bi peymana Lozanê jî rasterast bi dek û dolaban osmanî – kemalîst pêî li me hate girtin. Kemalîstan hin Kurdên eîrparêz û mejîcehş bikaranîn û pêşî li her rengê mafê me girtin. Mînaka herî balkêş; di wê serdemê de kemalîstên bi lîstikên osmanî kesên weke mebûsê Bîtlîsê Yusuf Ziya Bey baş bikaranîn. Nameya ku bi wî dabûn nivîsandin nameyeke pejirandina koletiyê bû û pêşî li xala otonomiyeke ji bo Kurdan jî girtibû.
Jehra Omatê
Divê mirov vê mijara ometê, yanê xeteriya dînê îslamê ya li ser û di nava Kurdan veke: Dînê Îslamê di destpêkê de bi şerê li dij Kurdan û baweriyên Kurdan yên Zerdeştî û baweriyên qedîm rûnişt, bi serketin, lewre Ermenî û Suryanî xiristiyan bûn, li ser bingehê wê baweriya Samî bi Omer bîn Xatap re peyman îmzakiribûn, jixwe îslam jî baweriyeke Samî bû û li ser bingehê baweriya cihûtî û xiristiyaniyê rûniştibû, Lema Omer berê şerê xwe neda wan. Sasanî û Bîzansan hêzên xwe yên berê bi tevahî wendakiribûn. Seferên Omer û peyrevên wî tenê li Kurdistanê, li dij Kurdan û baweriyên Kurdan bû. Mînak têkiliya peyva „gawir“ rasterast bi ayetên Gatayê re heye. Di vê pêvajoyê de şovenîzm û nijadperestiya erebî ya di nava dînê îslamê de bi şûr dabûn rûniştin, di mazatê de bû. Di naveroka wê şovenîzma wan ya bi navê ometê de dij kurdayetî bi ûr hatibû çandin. Eger kesên wekî Saddam, Mele û lele, serokê Fîlîstînê M. Abas li pey hev bi dijminahiyeke dij Kurd diaxivin, ji ber tirsa derketina vê rastiyê ye. Li ser bingehê vê dijberiyê zimanê erebî kirine zimanê xwedê û wergera Quranê ya ji bo zimanên din dane qedexekirin ku şovenîzma Ereban bikane her û her bijî. Meal û şiroveyên wê jî tenê anegorî pediviyên serkarên demê hatine nivîsandin, yanê ne rastiya naveroka Quranê ne jî. Vê xwerû di nava Kurdan de fikra yekitiya ometê derxistiye pêş. Kurdan di siya vê ometê de Kurd li Kurdên ne misliman, heta li her nirxê xwe jî kiriye dijmin û vê rengê şovenîzma veşartî ji bo netewa Kurd di tevahiya dîroka 1400 salî de roleke gelek zîşt, nerênîya lixwedijminbûnê lîstîye. Bi gotineke din agir berdaye mal û bîra Kurdan. Ez baş dizanim wê berê dagirkeran ji ber vê rastiyê şirovekirina min, ew kes û komên mejiyên wan bi vê bîra ometî ya qirêj lewitîne êrişê min bikin. Lê rastî girîng e, êriş ne xem e.
Di dînê xiristiyanan de her kesî dikanî încîl wergeranda ser zimanê xwe û perwerdeya olî bi zimanê xwe pêkbaniya û hê jî wisa ye. Ji ber vê Kîlîseyan di kemilandina yekîtî û hestên netewî ya gelan de roleke bingehîn lîstîne. Mînak; hestên netewî û yekitiya Ermeniyan di nav perwerdeya kîlîseyan de kemiliye, di nava hemû xiristiyanan de kîlîse wek navenda netewî û zimanê yekgirtî hatiye bikaranîn, heta cihê kîlîseyên li ser Mîrgeh /Atêşgedehan hatiye lêkirin jî wek xaka Ermeniyan tê şirovekirin, ango di baweriya wan de hestê ometî ya xiristiyanîyê tine. tevahiya eşîran di nava wê hestê gelbûnê de helandine û hestê netewî derxistine pêş.
Xeteriya din jî parçebûna eşîrî ye. Ji ber ku naveroka dîn ne bi zimanê me bû, li gel rastiya wê tênegîhîştinê nekanî eşîrîyê di bîra baweriyê de bihelîne û bigîhîne netewbûnê, yên ew bawerî bi wê dijminahiya baweriya Kurdistanî wergirtin, yê nîvanîv wergirtin û yên li ser baweriya bav û kalan man tevahiya civaka Kurd parçekir, Mînak Sûnî Elewi^û baweriya bav u^kalan Êzdayetî û Zerdeştî. Yanê vê têgîhîştina ometî û parçebûna li ser bingehên eşîrî û baweriyê pêşî li wê firsenda bi peymana Sevr /Parîsê re derketibû pêş me girt.
Li Başûr jî dema lîstikên Îngîlîzan daketibû ser xaka me, dîsa wan ji vê parçebûna bawerî û eşîrî sûd wergirtin ew wek kelemeke bêkêr derxistin pêş me. Di wê serdemê de Şêx Mehmud Berzencî ku bi navê din „Şêxê Zirav“ jî tê zanîn ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê kete nava tevgerê. Bîsta Îngîlîzan fênkirin ku wê nikanibin li hember hêza wî vê tevgera di rêveberiya Ş. M. Berzencî têk bibin, bi eşîrên nêzîkê sînorên Bakurê Kurdistanê re li hev kirin û bi çekên wan peşî li alikariya ji Bakur dihat girtin û bi wî awayî ew tevgera ji bo serxwebûnê têkbirin. Li ser vê dengbêjan strana „Şêxê Zirav“ stran, hin dengbêj bi aliyên wan eşîrêrên bi îngîlîzan re tevdigeriyan ve hatin kuştinê, ji ber nav û dengê wê ev stran hê jî li Başûr xwerû li dora Hewlêrê qedexe ye.
Dîsa hêjayê gotinêye ku mirov bêje,:
1 – Çendî rast e nizanim, lê gotinekê di mazatê de heye, dibêjin; Winston Chrchil di wê serdema Serhildan Ş. M. Berzencî de gotiye; „Eger Kurd bibin xwediyê dewletekê, zirnixeke petrolê nadin me....!“ Dibe gotibe, ji ber ku îngîlîz û Fransizan wê serdemê berê pisporên xwe weke mîsyoner dişandin welatan û karekterên gelan tespît dikirin û hê li gor ragihandinê wan ew welat yan jî cigeh dagir dikirin, rêvebiriyeke maryonet li wir danîn ser kar. Ev metodeke wan ê herema dagirkirî bi xwe ve girêdanê bû.
2 – Ji ber ku wê serdemê Îran di bin destê Îngîlîzan de bû, Osmanî û tevgera kemalîstan rasterast bi xwe ve girêdabûn, wan ji ber berjewendiyên xwe nehîştin ku sînorên peymana Qesrê Şîrîn ya Kurdistan kiribû du parçe were guhertin. Lê dîsa jî li herêmî otonomiyeke di bin kontrola xwe de re amadebûn. Ji ber vê rastiya heyî endamê perwerdeya zanîngeha Selahaddinê wisa gotiye: „Kurdan dikanî ew otonomiya 1992 di sala 1922 an de jî li herêmê bi destbixistana....“
Bi gotineke kurt me di rûyê hinên ku îro jî rengên wan ên tarî xuya dikin de ew firsen ji destê xwe revand, Mixabin ku îro jî li dij firsenda bi dest ketî heman lîstik di mazatê de ye, dîsa ew eşîrên pêşî li tevgera Şêx Mehmud Berzencî girtibûn, li ser dikê ne, nehêlin dezgehên dewletbûnê li ser xaka me rûnin, hem jî maryonetên xwe yên li Bakur di bin siya AQPê de afirandiye. Talûke pir mezin e.
Di vê hilbijartinê de daxuyaniyên hin partiyên Başûr ji etîka netewbûn, yekitiya netewî pir dûr e. Serok û rêvebirên PDK ne behsa qêyrana aborî, parçebûna civakî, ji welêt revîna zanyar û ciwanan, ji xeta insanî derxistana dadê, bêhêvîtiya ciwanan, pirsgirekên gel, dagirkerîya Dewleta tirk û bi zorê valakirina gundan, koçberî, ji normên demê derbûna dadgehan, xugîya bê sînor dikin, tenê tiştekî dibêjin; „Wê ti kes nikanibe vîna PDK bişkêne!“ yanê çi? Ev polîtîka ye?
Ev sih sal in ku nîv dewlet in, lê ti saziyeke dewletbûnê neafirandine, pergaleke perwerdeya yekgirtî neafirandine, yekitiya artêşê tine, dema eşîrek ji partiyekê biqete bi pêşmêrgeyên xwe ve ji we partiyê diqetin.Yanê sistemeke artêşa netewî rûneniştiye, çekdarên eşîran hene, her dewlet dikane wan bikirin. Pergaleke perwerdeya netewî hîç di bîran de jî xuya nake. Zarokên rayedaran li Amêrîqayê dixwînin, yê gel yan dibe xwarina dibistanê Fetullahî, yan jî bê perwerde dimîne. Li aliyê din li Hewlêrê pergalek perwerdê li Silêymaniyê pergaleke din heye, hînê dîrokên cuda dibin. Li Hewlêrê dost dewleta Tirk, dijmin Kurdên Bakur yên nebûnin şêlav û dest maçên wan dijmin in. Li Silêymanîyê jî Îran dost e. Kanê yekitiya polîtîka netewî? Heta rêvebiriya Hewlêr her hewl da ku li Rojava bi rêya ENKS û dubendiyek biafirîne û bi riya wan wê pêkhatina bingehê dewletbûnê ji holê rake. Çekdarên roj çiye jî bi vê armancê hate damezrandin.
Yanê pergaleke eşîrî û malbatî li mazatêye. Birêz Mahabad Felat di gotara xwe de li ser vê mijarê wiha dinivîse: „Di pergalên weha de, hêz û dewlemendî bi riya têkiliyên malbatî ve têne domandin û dewr dibin. Ev yek meritokratiyê têk dibe û rê li ber beşdariya demokratîk a pêwîst digire. Mînakên vê di hin monarşiyan, civakên qebîleyan an olîgarşîyan de têne dîtin ku xanedanên malbatî li ser siyaset û aboriyê serdest in.
Kaynak: Demokrasî û feodalîte 2 - Amîda Kurd“
Dagirker ji çi ditirsin?
Li Kurdistana Bakur di salên heftêyî de nêzîk deh kom yan jî rêxistiniyên siyasî yên bi rik û daxuyaniyên bi formên cûda Kurdistanê rizgar bikin, hatibû damezrandin. Piştî darbeya sala heyştêyî ev komana ji hev belavela bûn. Tenê PKKê kanî bi xêr û gunehên xwe ve xwe li pê bigire. Peyayên wan koman yan jî wan siyasetên têkçûyî bi rengê parçebûna eşîrî, perwerdeya komperestî û çavnebariyê, ti tiştelk nekirin, di cihê ku li hev bicivin xeteke alternatîf biafirînin de, wekî koro bi dijminahiya di xizmeta dagirkeran de berê tîrên xwe dan xeta PKK. Lê her çûn ji hev pelişîn, tev de li pey bêrîk û qaşô nav û dengê xwe ketin.
Dema „Med TV“ ya efsanevî vebû, gelekan bi hevîya kurtêlxwiriyê berê xwe dan Med TV ê. Bîsta dihatin TV mirovan digot qey tev de profesorên bi xebatên zanyarî ne, lê li hemberê xebatkar û dilxwazên tevgerê pir vala û nezan diman. Heta yekî di civîna YRWK ya li Fulda yê de (1992) ji min re gotibû: „Me wer dizanî ku hûn gişt gundî ne, tenê lêxistin û şer dizanin, lê em li ber zanîna we nezan dimînin!“Dema dîtin ku li ba Tevgera Azadî ya bakur kurtêlxwirî ne pêkan e, bi vebûna derfetên li Başûr re, tevhevên navên giran li xwekiribûn, hin ji wan bi Dr. xwe li PDK û dezgehên bi wê ve girêdayî girtin. Mixabin ku vê gavê piraniya wan kesan di warê siyasî de bi zanistî ne zanistî li ser medya civakî troleriya Dewleta Tirk dikin.
Veger û türkiyeyîbûna van komikan
Piştî ji salên 2010 an, di bin navê „pêvajoya rêlêvekirinê (anegorî dekbaziya wan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd)“ TRT Kurdî hate vekirin. Wan ji aliyekê ve xwestin ku bi rêya wê hêza serhildanê rawestîne û bi alîkariya wê derfetê xapînok tevgera Kurd têk bibin, li aliyê din ji bo têkbirina tevgera Kurd, bi dizî û aşîkarî têkiliyên xwe bi hemû kom û komikên li ewropê pênaberbûn re danîn. Mînak: Cigirê serokwezîr Bülent Arinc di meha dudyan ya sala 2011 de hate Ewropayê, Wî û heyeta di bin perê wî de bi dizî û aşîkar bi rêveberên hin kom û kesên naskirî re kete nava têkiliyê. Mînak: Roja 7 meha dudyan 2011 an li Kölnê bi Şivan re hevdîtin pêkanî. Di vegera Burkay de jî cigirê walîyê Îstanbolê ew li balafirgeha Stenbolê bi awayekî fermî pêşwazî kir. Peyayên kom û komikên din yên navgiran jixwe çûyîn û hatin kiribûn rêya kaniyê. Her roj li derên saziyên dewleta Tirk bûn, xwerû li ber deriyê istixbarata dewleta Tirk bûn, lê bêşerman ji berxwidêran re jî ajan digotin. Piraniya wan kesên pirrr pirrr redîkal diaxivîn, niha li ber hêviya dewleta dagirker bûne kal, lê dema devê wan jî vedibe mîna ku xwedan hêzên mezin û saziyê dewletbûnê bin, bê ku şerm bikin; „Serxwebûn“ dibêjin.
Piştên hin hevdîtinên dizî aşîkar (ev mijar bi serê xwe hêjayê nirxandinê ye.) Di 15ê tîrmeha 2014 de Yasaya: „Dawî li terorê anîn, xurtkirina hevgirtina civakî“ Bi aliyê serok komar Abdullah Gül ve hatibû îmzakirin û di rojnameya fermîde hatibû weşandin. Armanc bi dek û dolaban (yanê alavêre dalavêre) têkbirina tevgera Kurd bû. Ji xwe di hevdîtinan de jî her dixwestin ku sazî û dezgehên dikanîn bibin bingehê dewletbûnê werin ruxandin û ji hev belakirin. Ji bo vê jî bi tundî û aşîkarî dixwestin ku Kantona Rojava û YPG ji hev were xistin û belakirin. (Lewre tenê ew dikanin bibin bingehê dewletbûnê, lewma wan ew ji bo xwe weke xeterî didîtin.)
Ji vir çendekî berê parlamenterekî Tirk di TV ya Sözcü de wiha digot: „Li Rojava ji birêkxistiniya şaredarî, ewlehiya navxweyî û perwerdê bigire hetanê artêşê saziyên civakî yên li ser bingehê dewletbûneke modern dane rûniştin. Ji bo me talûkeya herî mezin ev e.“ Li ser pirsa moderator ji bo Başûr jî wiha digot: „Na li wir formeke mîrîtî û emîratan heye, ev ne sazûmana dewletbûnê ye, her demê dikane ji hev were belavkirin! Ji bo me ne talûke ye.“
Yanê mijara serxwebûn û dewletbûnê di vê serdema me de tenê dikane li ser bingehê saziyên hîmê dewletbûnê pêktînin rûne, ne li ser gotinên redîkal û mîrîtîya bendê xwe daye destên dagirkeran.... Divê mirov vê pirsê jî derxe pêş: Serhildan û mîrîtîyên me yên berê çima bi ser neketin û nebûn dewlet? Hima bersiveke kurt: Ji ber ku wan saziyên dewletbûnê neafirandibûn, heta di nava mîrîtîya Mervaniyan de jî ev sazî nebûn. Tenê di serhildana Agiriyê de ev hewldan hebû, heta hin bingeh hatibûn danîn jî, û ew bûbû tirsa dilê dewletên dagirker, jiwê wan berê serkeftina vê serhildanê bi hevkariya Sovyetê Rûsyayê, Îran ev hêvî ruxandin. Bi gotineke kurt kê behsa dewletbûn û serxwebûnê kir, tenê vê pirsê jî bikin: „Saziyên te yên pêdiviya dewletbûnê pê heye, hene?“ Eger bersiva wan tinebe, ew derewan dikin û sextekar in. Di vê rewşa Rojhilata navîn tevlihev bûye de hêvîya dewleteke Kurd tenê dikane li ser sîstema Rojava rûne. Bê wê li ti derekî ew sazî û pergala dewletbûnê tine, Başûr ji bîr bikin. Dagirker ji me çêtir dizanin, lema Erdogan bang Rûsya, Îran û Suriyê kir ku vê sîstema li Rojava pêkhatiye ji hev bela bikin. Lê ji bo Başûr vê gotinê nabêje, ji ber ku li wir ne pergala dewleteke nûjen ne jî bi wê ve girêdayî tirsa bikane bibe bingehê dewleta Kurd heye, li wir tenê û tenê forma mîrîtîyên berê, yanê mîrîtîyê sedsal 16, 17an heye, ev jî ji bo tirkan ne talûke ye. Her demê dikan bi hêsanî were ruxandin.
Têbiniyeke girîng kê yekitiyê naxwaze?
Birêz Bafel Talabanî roja 14 cotmehê di Mîtînga Dihokê de bi dengê bilind wiha ragihand: Min Birêz Mesût Barzanî Ziyaret kir û ji wî re got; fermandar Mazlûn, yên li çiyê û li Bakur tevhev yekitiyeke giştî dixwazin, hûn jî kerem kin bibin mezinê me, rêberiyê bikin, em yekitiyeke Kurdan biafirînin., Lê wî got; „NA NA“
Mînakeke din wekî vê heye. Birêz Ocalan kaxizeke vala îmza dike û dide birêz Kemal Bûrkay û jê re dibêje; „şert û şirûtê yekitiyê tu binivisîne û rêberiyê bike, em ji her tiştî re amade ne!“ Lê Bûrkay ev nepejirandibû. (Kesayetiyên pêşeng yên ku ji tevgera wî qetiyabûn, ev mijar nivîsîn. Yanê belgeyên wê hene.)
Bangên rêvebiriya Rojava di bangên xwe yên ji bo ENKS eya bi bendên Tirkan ve girêdayî de jî tim bê bersiv man.
Heta di organîzekirinen meş û çalakiyên li Ewropê jî komikên Tirkan ên piçûk dahî digotin; „divê rêberiyê em bikin! Hûn li pey me bimeşin!?“
Dema Yavuz Sultan Selîm Îdrîsî Betlîsî ji bo mîrên Kurdan dişîne nava Kurdan yektiyeke ji navendekê ve tê rêvebirin naxwaze, ji wî re dibêje; „divê her mîr bi serê xwe bi min ve girêdayî be!“ Yanê kengê bixwaze, bikane wan komikan li dij hev bikarbîne!....
Bi kurt û Kurmancî dagirkerên Tirk û dûvikên wê ti car yektiyeke Kurdan naxwazin, yên bi xwe ve girê dide jî, wek şerteke bingehîn vê datîne ber wan: „Divê tu ti car yektiya Kurdan nepejirînî! Bi Kurdên din re em têkilî datînin.“
Bi hêviya êdî her Kurd vê rastiyê têbigihîje!!!!.....