1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Di Ola Ezdayî de Rêzeciyê PÊŞÎMAM
Di Ola Ezdayî de  Rêzeciyê PÊŞÎMAM,di,ola,ezdayî,de,rêzeciyê,pêşîmam

Di Ola Ezdayî de Rêzeciyê PÊŞÎMAM

A+ A-

Îbrahîm Osman

 

Mîna gelek mijarên  ola Ezda yên din, mijara Pêşîmamiyê jî, di ola Ezdayi de hewceyî zelalkirinêye. 

 

Ji ber ku, gelek nêrînên cûr bi cûr di vê mijarê de hene ku serê mirovan têkilhev dikin. Lewre hinek kes Pêşîmamiyê dibin beriya serdema Şêx Adî, digihînin destpêka afirîna ola Ezdayî. Hinek dibin serdema Şêx Adî û bi pêvajoya Hed û Sed danînê ve pêwendîdar dikin. Hinek jî Pêşîmamiyê wekî gotineke îslamî û bandora îslamê ya li ser ola Ezdayî rave dikin. 

 

Ka em binêrin bê rastî çiye? 

 

Beriya her tiştî divê bê zanîn ku di rêberiya ola Ezdayî de, di serdema piştî Şêx Adî de, sê navendên sereke hatine damezirandin ku ev her sê navend jî beriya serdema Şêx Adî di nava ola Ezdayî de nebûne. 

 

Vana; wek Mîrantî, Bavê Şêx û Pêşîmamî ne. 

 

Mîrantî bi armanca rêbertî û serokatiya olê hatiye damezirandin.  Erka wî her zêde siyasîye.

Mîr, ew kese ku li ser doşega Şêx Adî rûdinê û ji Êzdiyan re rêberiyê û nûneratiya dike. Ew di fermiyetê de Êzdiyên cîhanê tevan temsîl dike. Ango remz û sembola Êzdiyane. Xêr û xêratên Lalişa Nûranî û Tawisê ji bo Mîr e. Ango Mîr, mîratxurê Şîxadî ye

 

Erka Bavê Şêx jî, parastin û pêşxistina qewl, dua, rê û resmên ola Êzdîye. Bavê Şêx ji binemala Şêx Fexredîne. Ew wekî çavkanî û kana bîrdozî, felsefe û teolojiyê ya parastina ilmê Êzdayê ye. 

 

Pêşîmam jî, navenda fermandariya leşgerî ye. Ji sedema êrîş, tevkujî û fermanan pêdivî bi damezirandina hêzeke xwe parastinê çêbûye. Bi vê armacê Pêşîmamî ji hêla kurê Şêxisin, Şerfedîn ve damezirîye. 

 

Beriya serdema Şêx Adî, di nava Êzdiyan de, tenê Pîrantî hebûye. Pîr jî ew kesên, jîrik, zana, rûspî û şêwirmendin. 

 

Piştî Şêx Adî, Şêx Berkat li ser doşega mîrantiyê rûniştîye. Piştî wî jî kurê wî melek Şêxisin(Şêx Hesen) li ser doşdega Şêx Adî rûniştiye. 

Çaxa Şêxisin ji hêla Bedredîn Lûlû ve li Mûsilê tê kuştin, di nava Adanî, Qahtanî û Şemsaniyan de li ser mîrate û kursiya mîrantiyê nakokî derdikevin. Her aliyek ji van hêzan, textê mîrantiyê wek mafê xwe dibîne.  Ev nakokî welê tûj dibe ku dibe sedema şer û pevçûnan di navbera van her her sê hêzan de. 

 

Malbata mîra ya anûha, wê demê hê li Xoresanêne. Tê angaştkirin ku ev malbata mîra ya îro, ji binemala Dewrêş Qahtanî ne. Koka wan digihîje Birahîme Adema. Dema li ser textê mîrantiyê şer û pevçûn rû dide, ev malbata mîran ya îro ji Xoresanê tên, dinavbera Adanî, Qahtanî û Şemsaniyê de aştiyê pêktînin û bi aweyekî jî ew bi xwe li ser textê mîrantiyû rûdinin. 

 

Bi kurt û kurmancî,  pêşîmamtî piştî kuştina Şêxisin ji hêla Bedredîn Lûlû ve, bi armanca xwe parastinê ji hêla kurê Şêxisin Şerfedîn ve tê damezirandin. 

 

Pêş-îmam, ê ku xwebexşe û di warê leşgerî de pêşengiyê ji bo parastinê dike. 

 

Hêjayî gotinê ye ku, piştî Şerfedîn kiras guherî, saziya pêşengiya xweparastina Êzdiyan vala ma, hetanî bi avabûna YBŞ ê. Car caran hinek bawermend û mezinên êzdiyan hinek komik û saziyên biçûk ên tolhildêr avakirine, lê temenê wan dirêj neajotiye û çapa wan teng maye. Dikare were gotin ku, piştî Şerfedîn hêza xweparastinê ya li gorî serdemê modern, bi rêk û pêk, xwedî hedef û armancên rewa û pîroz YBŞ ye.