1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. Di Serdema Jîrahiya Çêkirî de pirsgirêkên Tekoşînê
Di Serdema Jîrahiya Çêkirî de pirsgirêkên Tekoşînê,di,serdema,jîrahiya,çêkirî,de,pirsgirêkên,tekoşînê

Di Serdema Jîrahiya Çêkirî de pirsgirêkên Tekoşînê

A+ A-

 

 Hasan Harranî

Dîrok zindî û organîk e ku ew civak û mirov bixwe ye. Îroj e, doh e, pêr e. Ji vir şûn de jî sibê ye, dusibe ye û her rojên din in.

 

Dîrok jî wekî civakê ye. Lê civak di nava yasayên xwe yên xwezayî de rê digire û dimeşe.

Cudahiya dîrokê, ya ji pêşketin û guherîna civakê ew e ku di nav de subjektîvî, hiş û jîrahî

heye. Civak û mirov dema hay ji vê cudahiyê nebin, timî wenda dikin.  Lewre pozîsyongirtin subjeya bi hiş û mêjî ye û tu, bi wî reng û teşeya xwe didiyê. Ango gotina “xwedîyê hêzê dîrok dinivîsin”, mijara subjektîvî ye.

 

Civak, ji dema xwe nas kiriye û vir ve, têgihiştiye ku ne bi hêzeka hevpar û hevkar be, tekoşîna li hemberî şert û mercên dijwar ên jîyan û xwezayê ne pêkan e. Jibo vê yekê di destpêkê de ne li dijî hev xwe bi rêxistin kirine, lê jibo hêsankirina jîyanê, li dijî van şert û mercên dijwar ên jîyan û xwezayê xwe amade û birêxistin kirine.

 

Paşê, pêdivî pê dîtine ku vê hêza birêxistinkirî li dijî hev jî bikar bînin. Ji wê demê ve ev şer û tekoşînên li dijî hev didome.

 

Bingeha vê têkoşîne di destpêkê de di nava êlên nêçîrvan de xwestina desteserkirina nêçîran û herêmên nêçîrê; di nava qebîleyên cotkar de jî ev şer û pevçûn wekî xwestina desteserkirina dan, dû û zevîyên hilberîna dan û dû rû daye.

 

Bi pêşketin û zêdetirîn organîzebûna civakê re -ev bi niştecîhbûnê û komelgehîya nifûsê ve

girêdayî ye- ev şer û pevçûn him veguherîye nabeyna êl û eşîrên nêçîrvan û cotkar him

jî veguhezîye şerê nabeyna beşên navxweyî. Ev beşên navxweyî hêza desthilatdar û ya

hilberîner û kedkar e.

 

Dîroka mirovahîyê bi me daye zanîn ku di vê pêvajoya ku mirovahî dizane 5-6 hezar salî

digire de tekoşîna hêza hilberîner û afirîner li hemberî hêza desthilatdar serkeftineke temamî û domkar bi dest nexistîye. Tenê serkeftinên qewmî û gelî hene.

Sedema vê çîye?

Bi gorî min mijar û xala herî girîng ev e. Çima çîna bindest di vî pênc şeş hezar salî de yek

serkeftineka wê ya qethî û domker nîne? Û çima serkeftinên hene tenê yên qewman, gelan û netewan in?

 

Bi gorî min sedema vê ev e. Sê tişt serkeftina tekoşînan tîne.

1- Yekîtî û hevkarîya hêza hemî beşên civakê.

2- Akilê hevpar ku mafê her hêlan taahut dike.

3- Feraseta meşandina têkoşînê ya ji hêla rê û rêbazên tekoşînê.

 

Bi lîteretora şoreşgerî stratejî û teqtîkên tekoşînê ye ev.

Bi gelemperî em dikarin serkeftina tekoşînan di binê van sê xalan de kom bikin lê ya herî

girîng bawerim jibo vê demê xala sêyemîn e.

Hemî xal girîng in lê xala sêyemîn di vê serdemê de reng û teşeya hêza tekoşer dîyarî hemî

mirovahî û cîhanê dike.

 

Di dîrokê de di hemî tekoşîn û şerên gelan û netewan de em xetimandin, serkeftin û binkeftinan dibînin.

Dîsa di dîrokê de her gelekî û her çavdêrên dervayî wê tekoşînê çi serkeftina wî be çi binkeftina wî be tehlîl kirine û nivisîne. Lema em jî îro ji wan têkoşînan û tecrûbeyên wan

îstîfade dibînin.

Teknolojî berhemeka aqil û fereseta mirov e.

Pêşîyên Kurdan ji berê de vê gotina zêrîn gotine lê herî zêde jî Kurdan ji vê gotinê îstîfade

Nekirine; “aqil taca zêrîn e li serê herkesî nîn e”.

Me li jor jî got tekoşîn bi aqil, yekîtî, hevkarî û bi feraseta hostatîyê û qabilîyeta xebatê tê

qezenc kirin.

Me got aqil.

Ger her mirov xwedî aqil bûya bawerim hewcê ti rêber û rêxistinekî û an jî mirovên zane û pispor û bijare nedikir. Lê mixabin werin bibînin ku serkeftin bi van kesên zane û xwedî

zekaya taybet çêdibe. Rêxistin û organîzasyonên ku van qelsîyên xwe dîtine riya çareserîyê

jî dîtine. Lema tedbîr û amadekarîyên xwe û teşeya tevger û tekoşîna xwe jî bi ew aqilê xweyî bijare kifş kirine û bikar anîne. Lewma jî biserketine.

Kesên mihekema pêşneketina xwe baş kiribe sedemên wî jî bêalî û bê gunehkarî dîtine. Lê

kesên vê mihekemê nekirine ji wendakirinê jî xelas nebûne. Mînakên vana li cîhanê gelekin. Lê naxwazim vê nivîsa kurt bi van agahîya tije bikim.

 

Ez werim ser mijara me.

 

Tekoşîna azadîye Kurdistanê şerê xwe yê çekdarî heşt roj paşê 39 salê xwe li paş dihêle dikeve 40 salîya xwe. Ya sîyasî jî tam 45 salê xwe li paş hiştîye.

Ev demekî kurt nîne. Di nava vî demî de sê nifş derbas bûn du nesil dibore.

Şerê rizgarîya netewî di 25 salên xwe yê pêşîn de bi gorî prensîb û awayê şerê netewî yên cîhanê derbas kir û di vê dema tekoşînê de di serî de şîyarkirina gelê Kurd û dayîna zanebûna netewî serkeftina wî ya herî mezin bû. Rolekî mezin lîst.

 

Di vê demê de reng û teşeya tekoşînê ya dijber a dijmin jî ya netewî jî li gorî standartên

sedsala 19 e mîn bû. Ji ber vê yekê tevgera rizgarîya netewî ya Kurdistanê di meşandina

tekoşîna xwe de serkeftîdêr bû.

Lê paşê ev rewş guherî. Çima guherî û tiştên guherî çi bû? Jixwe mijara me jî ev e.

 

Berîya em behsa tiştên nû bikin em hinek kurtasî be jî behsa dema neguher ya berê jî bikin.

Bê ka ew dem şert û mercên wî û reng û teşeyên wî çibû û çi guherî em fam bikin.

 

1- Berê artêşên roniştandî yên nîzamî hebû. Ev li gorî navgînên şer hatibû organîzekirin. Bi çekên giran û tiral (hantal) hatibû girêdan. Li gorî vîya tevger û lebata wan jî hêdî û ne li

gorî hêza tekoşer ya mobile bû.

 

2- Hêza tekoşer hêza dijberî xwe li gorî nîzam û xwegirêdana wî ya teknîkî baş tehlîl kiribû, li

gorî wî tevdigerîya û dizanîbû çi dikin. Lewma jî hemî çalakîyên wan serkeftî bû.

 

3- Hêza dijber hişmendîya xwe li ser esasê zorê û tirsê ava kiribû. Hêza çandî, hestîyarî, psîkolojîk û wergirtinî hebû lê ne ewqas zêde bi pergal û zirav û bi pisporî bû.

 

4- Hêza tekoşer navgînîyên xwe yên qezenckirina hest û hişê mirovan li ser serkeftinên xwe

û nêzîkatîya xwe ya canecanî, fedekarî û wêrekî ava kiribû. Lema jî bibawer bûn. Bi ewle bûn.

 

5- Hêza dijber di rû û veşartî tev de nêrîna wî li hemberî gelê Kurd dijminane bû û di derbarê

tekoşeran de jî tiştê ku gel dîtibû û dizanîbû berovajîyê wê heyînê propaganda dikir û tekoşeran li ser derewan bi gel didan nasîn. Gel jî vê derewa keçel eyan beyan didît û bawer

nedikir. Lewre dijmin digot Ermenîne lê gel dizanîbû ku zarokên wane.

 

6- Hêza tekoşer ji gel re paşerojek teheyûl dikir. Yanî ji wan re paşerojekî waad dikir. Ew jî

serxwebûn bû, rizgarî bû mafê netewî bû û digotin hunê jî wekî her neteweyên serbixwe û

azad li rûyê cîhanê bijîn.

 

Niha em werin ser tiştên guherîne çine.

 

Di cîhanê de di vî 30 salên dawî de guherînek gelek cuda û şaşwaz çêbû. Pir bi lez û bez

çêbû ku ne tenê hêzên tekoşer civak jî wextê wî de pê nehesîya. Van pêşketinên şaşwaz û

heyîrdêr di serî de di înovasyona jîyana civakî de pêk hat. Lê kes texmîn nekir ku ev

pêşketina teknolojîk a înovasyonî rengê xwe bide teknîka çekbazî û tekoşîna civakî jî.

Hêzên cîhanê yên hakim li hember hemî hêlên jîyanî û civakî hemî tedbîrên xwe li gorî

pêşketin û reng û teşeya vê teknolojîyê dîzayn kir.

 

Hişmendîya ku divîya bidana civakê jî li gorî vê rastîyê formule kir wekî wergirtinekî bi riya

çand û hunerê û çalakîyên şahîyan û bazirganîyê peydêrpey kişand nava mejîyê civakê.

Yanî mejî û wergirtina civakê jî li gorî vê serdema teknolojî û înternetê ji nûve dîzayn kir.

Hêza tekoşer vê yekê nedît û di xewde hat girtin. Yek telefonekî îro bi kişandina vê

kombînasyona wergirtin û çanda post modern a nava mêjîyê çivakê ji artêşekî bi bandortir

pêk tîne. Tişta ku hêza tekoşer di ferqê de nebûn û li hember hefîyan ev rastî bû.

Lêbarkirina mejî di dîrokê de her tim girîng bû. Îro jî girîngîya serekeye. Lê ya gitîngtirîn a din

jî ewe tu bi çi navgînan vîya bikartinîye.

Navgînek ewe tu diçî serê girekî û diqîrî merama xwe dibêjî 50 kes te nabîhîze, lê navgîna

din jî ewe lêbarkirinekî çêdikî û pê li tikekî dikî milyon kes te dibîhîze.

Îro hêza serwer û hakim ji her demî bêhtir bihêze û xwedî derfet û navgîne.

Lê ya girîng teknolojî tenê ne tişteke. Mirovên vê teknolojîyê jî divê tu biafirînî.

Dijmin îro vîya bi destxwe xistîye. Taxima mejî ya teknolojîyê afirandîye. Hêza wî ya herî

mezin ev e, ne artêş e.

Tabî artêş jî girînge lê ya girîngtir afirandin û bibarkina zanînê ya hêza pispor e. Îro hêza

dijmin ya herî girîng ev e.

Aqil afirandîye. Girîngî daye mirov. Mirov daye pêş û ferq kirîye ku hêza herî xurt, gewre û

serkeftîdar mirov e. Lewma mirov ji pêşîya çekê da alî çekê= teknolojîyê=navgînê da pêş.

Mirov parast.

Ev gotina min dibe ku hinek tahl were xuyakirin lê rastî ev e.

Em hinek ji tecrûbeyên bîyanîyan ku di dîrokê de qewimîne feyde bigirin.

Koreyîyan bi sedsalan li hember Çînîyan şerê serxwebûnê kirin. Gelek caran bibinketin carinan jî biser diketin. Lê dersa dawî bi aqil û teknolojîyê dan Çînîyan. Û ji wê serkeftinê û

şûn de tu caran Çînî bi ser Koreyîyan de neçûn. Çi bû serkeftin û ew aqil?

 

Koreyî li hember milyon kes artêşa Çînê êdî ji taqet ketibû. Hemî prensên gelê Koguryoyê ji

teslîmbûnê re razî bû. Lê du sê ciwanên aqilane hebû. Bi prensekî re lihev kirin û gotin emê

çekekî çêbikin ku emê bi wê çekê biser bikevin. Ew prens îkna bû, wan ciwanan bir cihekî

nekifş û ji wan re her cure derfet amade kir û ew ciwan li ser projeya xwe ya çekê xebitin.

Paşê bi serketî wê çekê çêkirin. Ew çek prototîpa roketê ya îro bû.

 

Roketekî ku bi kevanê tê avêtin û jibo bêhtirîn dûravêtina wê jî hêza îvmeyê kifş kirin û wê

hêza îvmeyê ceribandin.

 

Artêşa Çînê piştî zayînê di qirna 700 de ji xwe bawer hat qada şer. Li gorî daneyên dîrokê

sêsed hezar leşker. Yên Koreyî jî pênc hezar. Lê bi wê çekê û bi wî aqilî artêşa Çînê hemî

hat kuştin û Çînê êdî tu car bi ser Koreyê de neçû. Navê wê çekê çeka pîroz bû.

Niha em îro werin ser mijara xwe ya şerê netewa Kurdistanê.

 

Me got ku cîhan guherî, navgîn alav guherîn, hişmendî û daxwazên civakê jî li gorî van

guherînan guherî. Başe çima em neguherîn?

 

Tevgera Kurd di salên 2000 de her çiqas îlan kir, got me paradîgma guherand jî bi ya min ev

pir zêde kêm bû.

 

Tenê kêm nebû, şaşîyên wî jî hebûn. Guherîna hêza tekoşer ne li gorî pozîsyongirtina

hember bû. Yan jî ne li gorî rih û qereqterê encamên ku teknolojîyê û guherîna civak û

cîhana nû derxistibû holê bû. Teng û ji nava sînorên serdema kevin derneket.

Xetimandina tevgera Kurdistanî ya azadîyê bi ya min a herî giring di virde bû.

Guherînên şeklî çêkir ne yên zîhnî û wergirtinî bû. Ger di armanca wan de ev hebûn jî

pêknehat. Encam jî jixwe li holê ye.

Serdeçûyînên dijmin jî ev seruvena guherînê qut kir. Tevger bi ya min ket nava refleksa

xweparastinê û dest ji guherînê kişand. Ev jî bû sedema ne tehlîlkirina cîhana nû û naskirina

şert û mercên tekoşîna nû.

Ger îro em cîhana guherêbar ku îro gihaştîye vê qonaxê fam nekin ne mimkûne ku em metod û riyên tekoşînek nûger biafirînin û bikar bînin.

Vana çawa pêkan dibin?

Bi ya min kêmasîya tevgera Kurd ya herî mezin ewe ku girîngî neda aqil. Bi aqilê û zekaya

mirov bawer nebû. Bi hişmendîya heyî bawer bû. Ew jî tenê bi wan re hebû. Fam nekirin ku

qiloç guh derbas dike. Tim pêşî li qiloç girtin. Refleksên îdeolojîk bûn sedema nekifşkirina

mirovên aqil û zîrek. Me got aqil taca zêrîne li serê herkesî nîne. Tevgerê jî tenê aqil di serê

kesên îdeolojîk de famkir. Lê aqil û zeka tiştekî derî îdeolojîyêye. Ew bi hilberîn û afirînerîyêre bi xeyalkirinê re dibeze. Ji perwerdeyekî zanyarî û emprîk xwedî dibe. Îdeolojî tirale û xwe bi exlak dorpêç dike. Lê perwerda zanyarî û emprîk azade û bê sînore. Îdeolojî hişk e. Lê zeka û aqil ne wiloye. Ew li gorî rastîyê û demê dimeşe. Tevgera Kurd bi ya min hîna jî vê rastîyê kifş nekirîye. Kifş kiribe jî pê bawer nekirîye.

 

Em niha xal bi xal vê mijarê vekin.

1- Îro yê teknolojîyê afirandîye û aplîkasyon û nivîsarîya wî bar dike mirov e. Aqil e yanî zeka

ye. Tevgera Kurd jibo di nava vê dema nûguher de ji nûve û li gorî şert û mercên nû ên demê xwe tenzîm bike di xewde hat girtin û hîna jî li hember vê yekê xilmaş e. Hîna jî îkna nebûye ku pêdivî bi mirovên nû û xwedî aqil û zekaya nû heye. Lema hîna jî li pey aqil û zekayên wiha nagere û ji wan re şert û mercên afirînerîyê çênake.

 

2- Tevgera Kurd mirovê xwe yê herî zana û zîrek dida enîya şer û hîna jî wisa dike.

Ev hişmendî hîna jî domdar e. Lê divîya van kesan wekî çavê xwe biparastan û ji enîya cengê dûr bicîhbikira û jibo îcada gelek derfet û navgînan li cihên ewle bicîbikira û her îmkan

bida ber destê wan. Ger bixwesta û xwedîyê vê têgînêbûya qada medya jibo tiştekî wiha

cihekî herî guncaw bû.

 

3- Şerê binê erdê şêweyekê herî pêkan e li hemberî teknolojîya zekayê. Bi gorî min divîya

tevgerê 20 sal berê hemî şerê xwe bida sekinandin û avakirina şerê binê erdê bikira û îro li

hemî herêmên Kurdistanê vê amadekarîyê temam bikira.

 

4- Di heman demê de li hemî deverên cîhanê ciwanê çak û çalak yên zane û zîrek ku bikaribin teknolojîyekî li gorî şerê gêrîlla biafirînin. Vana kesan herî kêm hejmara wan ji 100-150 kesan pêk bihata û vana ne bi abûna şer bi a bûna xebatkarên teknolojîyê yê avakirina sanayîya parastinê ya Kurdistana azad motîve bikira û bi vî awayî wan bidan xebitandin.

 

5- Di warê sîyasî de ji sekinên îdeolojîk pirtir prensîbên netewî, navnetewî derxistan pêş û

yekîtîya navxweyî teşwîk bikira.

Nêzîkatîyên teng yên berjewendîya partîbûnî argumanekî dijmine û divê herkes xwe ji van

nêzîkatîyan xelas bikira.

Lewre ji gelê Kurd û Kurdistanê pîroztir û mezintir di nava me de tiştekî din nîne.

 

6- Hewldanên polîtîk her dem pêkanin. Bi gelan re bi hêzan re esprîyên demkî û taqtîkê her

dem çêdibe û vana normalin. Lê divê vana wek nêzîkatîyên stratejîk neyê bikaranîn. Lewre

vana xesarê didin zanîn û armanca di hişê gelde hatîye çandin.

 

7- Îro di dinyayê de hêzekî ku em pişta xwe li ser esasê sosyalîzm û komunîzmê bidinê û jê

destek bigirin nîne. Salên 1970 yî ba ev dihat famkirin. Lê îro argumanên wiha astenga herî

mezine jibo serkeftina tekoşîna netewa me. Ev prensîp îro yek ji sedemên girîng yên sedema

xetimandina tekoşînêye û nahêle hevalbend p dostên Kurdan çêbibin.

Ev xal girîng e û ez dixwazim hinek din vebikim.

Mafê me nîne ku em mafê gelê xwe yên rewa bi îdeolojîyên ku di vî serdemî de pêkhatina wî

wek xeyale û ne rasteqîne binpê bikin û bidin çewisandin. Ev îdeolojî mijara partîyane. Ne ya

netewan e. Mafê ti paryîyek nîne berîya azadî û rizgarîya netewa xwe van armancên xwe

yên paryîzanî derêxe pêşîya mafên rewa yên netewî û van mafan bi armanc û mebestên

xwe yên îdeolojîk ji meşruîyetê bixîne.

Kêmasîya tevgera Kurdistanê ya azadîyê a herî mezin jî eve. Me guherîn gotibû. Ji xwe

pirsgirêka ya herî mezin jî ev e.

Tevgera azadî ne li gorî şert û mercên cîhana sedsala 21 mîn e, li gorî cîhana kevin a derbasbûyî ye. Bi vî formatî ne mimkûne ku bikaribe li cîhanana nû aş bibe û li gorî prensîbê

cîhana nû bê qebûlkirin.

Jibo vê yekê divê xwe ji serî heya binî ji nûve li gorî zagon û meşrûîyeta cîhana nû bi rêk û

pêk bike.

Wê demê wê bikaribe bi vê cîhane modernîst re têkilî çêbike û merama xwe bêje.

Ez dizanim, niha kesên ku vê nivîsê dixwînin belkî bêje ev guherîn pêk were wê cîhan me

qebûl bike?

Dizanim wê dîsa gelek zehmet be lê qe nebe em mafê xwe parastina wsn û tawanbarkirona

wan ji destê wan distînin û em bêhtir hêsan û bi wêrekî emê bikaribin wan tawsnbar bikin û

dewa mafê xwe bikin.

 

8- Divê tevger dîsa wegere ser prensîbên netewî û paradîgma xwe bêyî ku ji bingehde, li

ser rastîya civaka netewî ji nûve rojane bike.

 

9- Tevgera azadî ev bû 15 sale sîyaset nake. Xwezî bila qebûl bikin xwezî bila nekin. Rastî

ev e. Ez li gotinê nanêrim di pratîkê de çi tê kirin ez li wî dinêrim.

Divê gavek zû tevger xwe ji vê bêsîyasetbûnê rizgar bike.

Ez vîya hinek vekim.

Lewre girîng e û divê were famkirin. Bêsîyasetîya ku ez dibêjim ev e.15 sale hemî sîyaseta

tevgerê li ser rewş û tecrîda Rêber Apo hatîye dîzayn kirin. Ger em li gorî rewş û mafê gelê

xwe binêrin temelkirina sîyasetê bi vî awayî ji du hêlan de şaş e û xetere.

 

a- Sîyaset li ser rewşa kesekî nayê bi temelkirin. Li ti derekî cîhanê ev nehatîye dîtin û di

dîrokê de jî çênebûye. Hele ev mirov kesekî dîl be qet û qet nabe. Lewre ev kozekî şantajê

ya herî mezin jibo dijminê te û herî bikêr derdixe holê. Jixwe em vîya di merîyetê de jî

dibînin.

Tevger çiqas xwestîye sîyaset bike dijmin Rêberî wek şantaj daye pêş û pêşî li pêngavên

tevgerê girtîye.

b- Başe divê çi bê kirin?

Qethîyen mebesta min ji çavderxistina Rêberîyê nîne. Kesên bixwazin bi nîyeta şaş bi alîyek

de bikişînin bila bikişînin ne xeme. Lê bi vî awayî ne Rêbertî tê parastin û azadkirin ne jî

tekoşîn tê kirin. Bi hemî cure çalakîyan nerabûna tecrîdê îspata kêrnehatina vê sîyasetêye ku

em bi vê sîyasetê nikarin tecrîdê jî rakin.

Lewre vê dafikê me bi destê xwe ji xwe re çêkirîye û me xwe bi destê xwe kirîye kê.

Lê eger me di destpêkê de sîyaseta xwe bi vî rengî bi temel bikira îro dijmin nedikarîbû

ewqas hovane Rêberîyê wek şantaj li hember tevgerê bikarbîne û ev tekoşîn jî ewqas sal

heba nedibû li paş nediman û nedirizîyan.

Bi Kurt û Kurmancî bêjim.

Ger di serî de tevgerê piştî çêbûna paradîgmayê û şûn de sîyaseta xwe bi vî awayî çêbikira,

bigota ey dewlet te serokê min dîl girt. Fikr û ramanê Rêbertîya min jibo min esase. Lê

biryarê xwe ez didim. Rêberê min wek şantaj li hember min nikarî bikar binî. Bikar bînî jî ev

pêşîya xebat û sîyaseta min nikare bigire. Gelê me û sîyaseta azadkirina gelê me armanca

min a serekeye. Lê parastina Rêberê min û xwedîlêderketina li Rêberê min jî parçeyek ji vê

sîyasetêye.

Ger di serî de vê sîyasetê bipejirandan bawerim dewlet jî wê Rêbertîyê ewqas wek şantaj

bikarneanîba. Wê biceribanda lê wê encam negirta.

Bi vê sîyasetê him Rêbertî zêde îşkence kişand him jî tekoşîn 15 sal li paş ma û bi qasî gavek jî pêşde neçû hetta li paş ket.

Dibe ev gotinên min ji hinek kesan re tahl û hetta şaş were famkirin. Lê rastî û heqîqet vîya ji

min re dibêje. Û ez bi vîya bawerim.

 

10- Tevgera azadî li hêlekî dema amadekarîya pêvajoya leşkerî ya profesyonel li gorî teknolojîya demê a bi zekayê bike, divê li hêla din jî di nava gel de bi awayekî profesyonelî, li

ser esasê xebatên taybet yên çandî, zimanî hunerî û aborî xwe di nava gel de ji nûve bi teşe

û bicîh bike. Reng û teşeyê vê xebatê divê çawabe naxwazim zêde vebikim lê bawerim fam

dibe.

 

Dawî de dixwazim vîya bêjim:

Hewcedarîya vê nivîsa min a dirêj ji berpirsyarîya li hemberî şehîd û keda gelê me û dîrokê

derketîyê. Ev pêşî berpirsîyarî û deyndarîya min a li hember çar lehengan e; birayê min, Apê

min, birazîya min û kurapê min. Paşê jî berpirsîyarîya li hember hemî şehîdên Kurdistanê û

ked û cefaya min a 30 salan e.

 

Em di pêvajoyekî gelek xerabdane. Mafê herkesî ku bi ûjdanî xwe berpirsîyar dibîne divê fikr

û ramanê xwe jibo alîkarîya tevgerê eşkera bêje. Bi pişopişotî kes kesê fam nake û xêra wî jî

nîne.

 

Pişopişotî çare nîne. Xwe kirina çav çare nîne û ne exlaqîye. Piştkişandin jî ne karê kesên

durust e. Heqîqet çibe divê bê gotin.

 

Tevger her tiştî nabîne. Ger bidîta ev çi halê me bû. Agahdayînên methê û nepixandinê ne

agahîne. Divê kêmasi rast û tazî bê nîşandan. Nexwe bi riya hatîye ceribandin bidome hê

emê pir wenda bikin.

 

Bi vê nivîsê kesek nikare min wekî dijber û dijmin bihesîbîne. Ez mirovekî eyan beyan li holê

me û jibo ev tevger û ev gel wenda neke ewqas bi dengê bilind hewar dikim.

Bawerim ev nivîs bigihêje armanca xwe û bibe wesîle jibo tiştên baş.

Heftîyek paşê cejna vejînêye. Pîroz dikim û hêvîdarim bibe wesîla serkeftinê.

07.08.2023