Di hilbijartinê de psîkolojiya bangaşiyê
Fêrgîn Melîk AYKOÇ
Divê mirov psîkolojiya civakê û hin aforîzmên bangaşiyê yên bê hişmendî xuya dikin, vala nebîne. Têkiliya bangaşiyê û psîkolojiyê wekî goşt û hestiye. Kesê psîkolojiya civakê, girseyan û pêkhateyan, radeya têgihîştina wan, bawerî, bendewarî û heviyên wan baş nizanibe, nikane bangaşiyeke baş jî bimeşîne. Li gel wê divê mirov bizane, ka mirov bi çi soz, pêşniyaz, perspektîf û afirandina derfetan bikane polîtîka xwe bi beşên civakê yên cuda bide pejirandin. Ev jî rasterast bi zanîna psîkolojiyan girse, kom û pêkhateyan ve girîdayî ye.
Li her dewletê û her partiyên xwediyê derfetên têr in, bi salan e, psîkolog, zanyarên civakî û ragihandin li ser psîkolojî û karlêka bangaşiya li ser gel yan jî hilbijêran bi her aliyê ve lêdikolin û hewl didin ku encamên lêkolînên xwe têkin xizmeta fermandêrên xwe. Xwerû jî di vî warî de bi awayeki kone bikaranina medyayê derdixin pêş. Li ser torbendên cûda yên ragihandinê bi giştî teorî û modelen cûr be cûr bi kar tînin. Aforîzm û şiyarên taybetî vala xuya dikin, derdixin pêş. Bê navber wan mîna ku çare û rastî bin pêşkêşê hilbijêran dikin. Tim dijberek, gunehkarek, egereke ji bo kêmasî û xetayên hatine kirin, tê afirandin, hemû sûc lê tên barkirin û ev bê navber tê carandin, di encamê de wek rastî bin, di mejiyan de didin rûniştin.
Pisporên zanyariya civakî û psîkologên dewleta Tirk ji roja avabûna xwe ve tirsa dijminê hûndir û yê der wek çeka bangaşiya nijadperestî û sorkirina girseyên xwe xwerû Tirkên xwe resen dibînin, hilbijartiye û her zerkê mêjiyan dikin. Ew ne tenê bi wê mane, da ku bikanin beşeke Kurdan ji bo vê armanca xwe bi kar bînin, bi gotinên wek; “Kurdê baş/baqil, Kurdê xirab/ gasikê dijminê der, yan jî dijminê dîn” di bin hin kategoriyan de parçe dike û dixwaze bi alîkariya wan vê pirsgirêka ji bo xwe talûke dibîne, ji holê rake. Di nava Kurdan de jî derdorên berjewendîperest, yên benê xwe dane destê dewleta dagirker, yan jî bi rêya baweriyê hatine xapandin, bi tirsandin û azînên psîkolojîk dikin bendekarên xwe û bi kar tînin. Mînak; cerdevan, Kurdên di xizmeta partiyên Tirk de hwd.
Dagirkerên Tirk, ne tenê bi van xebatên xwe yên zanyariyên psîkolojîk û civakî dimînin. Ew, carinan rasterast carinan jî di rengê sîxwuriyê de, hin kesên bi navê Kurdan tevdigerin, yan jî hin partî û komên Kurd yê derê Tirkiyeyê jî bi navê Kurdan dikin nava tevgerê ku bikanin wê parçebûn û bangaşiya reşkirin û ji çavên gel xistina partî û komên dijber hê kûrtir bikin. Bi taybetî jî di vê hilbijartinê de bi hin kom û komikan, li gel wê li ser medya civakî gelek kesen bi navê Kurdan xuya dikin, bi kar tînin. Bi dest û qelemên wan derdorên navbirî di warê psîkolojiyê de mejiyên hilbijêrên Kurd tevlihev dikin. Peyvên wek “boykot, were hilbijartin wê çi bibe!” Yan jî bi endamên serbixwe beşdarî hilbijartina bûyîn jî beşek ji lîstika vê psîkolojiya dagirkerên Tirk afirandî ye.
Li hember van hewldan, fend û fûtên dagirkeriyê, divê her siyasetvanê Kurd, şoreşger, ên yekîtiya gelan dixwazin, bizane; ka çi dibêje, kîjan gotin, dikane psîkolojiyeke erênî û kîjan karlêkeke nerênî diafirîne. Mînak; bikaranîna mijara benda hilbijartinê. Dema çend siyasetvan li pey hev hevoka “Dibe ku HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne!” bi kar bîne, ev tirsê diafirîne, ew tirs jî di warê psîkolojiyê de karlêkeke nerênî li hilbijêran dike. Dibe ku hin hilbijêr ji ber vê gumanê partiyên din jî hilbijêrin. Lê mirov bi awayekî bi xwe bawer bibêje: “Pirsgirêka me û benda hilbijartinê tine, divê em hewl bidin ku em bikanin bi hêzeke hê mezintir têkevin meclîsê!” Ev bandoreke erênî li hilbijêran dike. Li gel wî, hemû derew û virên psîkologên dagirkeriyê afirandiye teşhîr bikin, hê baştir dibe.
Divê hem rayedar, xebatkar û dilxwazên HDP´ê û hem jî gelê me vê rastiya di bangaşiya hilbijartinan de wek mij û sergêjkirineke sawa psîkolojîya rojane, her saniye tê weşandin, bibînin. Bi her awayî hewl bidin ku bikanin dijpsîkolojiya vê bangaşiya qirêj biafirînin. Gava em bikanin vê xinizî û sextekariya dagirkeran pûç bikin, wê serketin nêzîk be.
Ev nivîs ji Özgür Politika´yê hatiye girtin