Diran,diran

Diran

A+ A-

Mahabad Felat
Diran grîng in.
Ewqas ku, sedema man û nemanê bûn demekê.
Heta, kal û pîr eger bikarîbûna nokekê bişkênin, dihatine zewicandin.
Paşê diran dikarîn bêne çêkirin, zanistê jêre çare dît û kal û pîr ji mirinê, ji bêkariyê rizgar bûn.
Lê diran ne ji bo xwarinê, lê hê jî ji bo mayînê jiyanî ne.
Lewre, diranê kê di kê de here, ew dimîne.
Diranê kî bikaribin bêne kişandin, ew têk diçin.
Ji hemiyan grîngtir jî diran, sedema mayîna vê pergala hoveber e.
Çendî diranan tûj bike jî, neçar e civakê nerm bike.
Nekarîbe nerm bike, nikare bicû.
Nekarîbe bicû, nikare daqurtîne.
Lîberalîzm, tûka devê pergala kapîtalîst e. Kesan û civakê nerm dike û dide ber diranên vê pergalê.
Jîrên(!) xwe di bin navê demokratiyê de vedişêrin û şîretên zimanê nerm li me dikin, ew tûk in.
Pirên van kesan, ji bo rastiya wan li nav çavên wan nekeve, dixwazin mirovan jî weke xwe bibînin û xwe di bin ramanên liberal û "demokrasî"yê de vedişêrin.
Lê lîberalî demokrati nîne, şûrê demoklesî ye, lîstika pergala serdest a hoveber e li ser serê mirovahiyê.
Nerm bike, bicû û daqurtîne!
Ev pergal, ji diranên xwe hez dike.
Demên berê, mirovan kal û pîrên xwe ji ciyên bilind diavêtin.
Pîvana wan jî diran bû.
Dema diran êdî têre nedikir ji bo cûtinê, dema avêtinê hatibû.
Loma neçar in, bi alîkariya tûka xwe, nerm bikin pêşî.
An na dê ji kendaleka kûr bêne avêtin.
De îcar bibînin ka rola van kesan çendî kambax e.

Gotinên miftehî :