DÎROK Û ÇÎROKA GUNDÊ NENYAS
Nenyas, ango bi navê kevnare Nînûs gundekî girêdayî ser navçeya Licê ya Amedê ye
Mordem Zel
Gund li başûrê Licê, li herêma Pêşêkevir e û ji navendê 28 km dûr e.
Herêma Pêşêkevir hema hema bi giştî Kirmanç in, tenê gundê Nenyas wek nimûne di nav vê heremê gundekê Kurmancan e.
Nenyas, bi erdnîgariya xwe bi gund û mezreyên wek Kerwas, Licok, Benê, Hezan, Goma Kazo, Cinezûr, Mehlê û Cûmar ve sînordar e.
Mameşad, Dadeşard, Qilopard, Mişard, Garût, Newala Tabirnî, Kozika Teyr, Qûça Giregosîgê, Qûça Mardo, Kevirê Top, Qulikê guran, Mewala Kûr, Kozika Hecî, Newala mexeldêr, Kevirê Sîhagê û Kevirê Morîna hin heremên gund in.
Gundê berê, li jêrê gundê niha, li herêma Derbîrê bû.
RÎVAYETA DI DERBARÊ AVAKIRINA GUND DE
Li gor rîvayetên têne gotin, piştî zayînê şivanek hebûye li zozanên jorê gund di demekê çerandina pez de rastî kaniyek sêçavî hatiye.
Tê gotin, gîskek şivan hebûye tim ji garana pez veqetiyê û wenda bûye. Şivan, rojekê ferq dike ku çeneya gîskê wî şil e, dikeve dû şopa wî û gîsk di nav dar û daristana asê de wî dibe ser kaniyek.
Ev kanî li cihekê şehfir (cihekê asê) hatiye çêkirin. Kanî sê çavî ye, derdora wê bi keviran honandî ye.
Piştî vê serboriyê Şivan, derdora kaniyê paqij dike û her dem pezê xwe dibe li vêderê av dide.
Piştî demekê şivan li hawirdora kaniyê ji xwe re kozikek çêdike û li wir dijî.
Li gor çavkaniyên têne gotin, ev kanî ji serdema qraliyeta Deqnenûs ma ye û kaniya Nînûsa qîza Deqnenûs e. Li ser kaniyê şopên wê serdemê hene.
Di serdema Deqnenûs de ev der wek cihê seyrangehê hatiye bikaranîn. Di demsalên havînan de Deqnenûs tevî qîza xwe çûye li vê derê seyranê kirine.
Gundê Firdews ku wek bihûşta Deqnenûs tê zanîn di navbera bajarê Zarga Fîsê û vê kaniyê de ye.
Çavkaniyên vê kaniyê ji aliyê Bakûr, Rojhilat û Rojava ve dertên. Ava kaniyê wek şîfayê tê hesibandin. Ji gundên derdorê û heremê zarokên bi nexweşiya tirsê bikevin dibin ser vê kaniyê û ji bo bibe şîfayê ava wê li laşê zarokan dikin.
Navê gundê Nenyas ê kevnare Derbîrê ye. Piştî ev kanî tê dîtin, gundî yekoyek diçin derdora vê kaniyê bi cih dibin û li wir gundekî nû avadikin. Ev gund jî navê xwe ji vê kaniyê digire. Gundê Nînûsê..
Weke navên gelek şêngehên Kurdistanê, bi demê re navê gundê Nînûsê jî li ser devan nemaye û guheriye û bûye Nenyas.
Li gundê Nenyas, du goristan hene, yek goristana ermeniyan e, yek jî ya Kurmancan e. Li ser goristana ermeniyan dewletê di sala 1969'an de dibistana seretayî çêkiriye.
Li jêrê gund girekî serbixwe û çêker heye jê re girê Tembîngê tê gotin.
Taybetmendiya vî girî ev e, di serdema Deqnenûs de li vê derê rez hebûne. Li vêderê ji şîreya tiriyê şerab çêkirine û wek cihê seyrangehê hatiye bikaranîn.
Piştî salên dawî li ser kolandina gundiyan çend kûpên şerabê hatibû dîtin.
Li gundê Nenyas, darên kevnare yê tuyî romî jî hene. Tê texmînkirin ev darên tuyan bermahiyên hezar salî ne.
Wekî tê zanîn di serdema komkujiya ermeniyan de dewlet bi destê gelê herêmê qetl û qitûla erneniyan dike.
Di wê demê de bi navê Mele Ûsiv kesek ji malbata Şabanan ango Yildirim'an hebûye melayê gund bûye. Tu caran baweriya xwe bi lîstokên dewletê neaniye û rê li ber kuştina ermeniyan venekiriye û ermeniyên gundê Nenyas nehatine qetilkirin.
Dema Mele Ûsiv rehmet dike, serbazê ordiyê diçe mizgefta gund, dibêje cenazeyê wî defin nekin û bavêjin newalek.
Piştî mirina Mele Ûsiv, ermeniyên gund hemû têne qetilkirin û tenê keçikek bi navê Asiye ji vê komkujiyê xilas dibe. Navê wê yê rastî ne Asiye bûye, ji bo neyê naskirin navê wê guherandin e.
Ev keçika ermen bi Hecî Mistefayê ji malbata mala Şabanan ango Yildirim'an re dizewice.
Li gundê Nenyas, sê heb dêr hebûn, lê niha bermahiyên wan jî nemane. Yek ji van dêran li kontara çiyayê Dêrê bû. Ev dêr li ser sînorê gundên Hezan, Nenyas û Benê bûn. Dêrekê jî li jêrê gundê niha bûn û yek jî li herêma Dêrbesadê bûn.
Gundê Nenyas, di aliyê hunerê de jî gundekî navdar e. Dengbêj Hecî Feyziyê Nenyasî rehmet kir, Mihemedê Nenyasî û Hecî Cemalê Nenyasî jî niha li Amedê li mala dengbêjan hunera xwe dikin.
Amed 2019