1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. Dîrok û çîrokên çend nav û navdarên ji Licê
Dîrok û çîrokên çend nav û navdarên ji Licê,dîrok,û,çîrokên,çend,nav,û,navdarên,ji,licê

Dîrok û çîrokên çend nav û navdarên ji Licê

A+ A-

 Mordem ZEL 

 

Hesenê Mala Feto, an jî bi navê tê naskirin Hesen Keyayê Celikî:

 

Yek ji mêrxasên serhildana 1925'an e.

 

Di destpêka serhildana 1925'an a Şêx Saîd de, serê pêşî civînên rexistinî li aliyê Dara Hênê, bi eşîrên Botiyan û Mistan re çêdibin û piştre Şêx Saîd di ser Licê de dixwaze derbasî binxetê bibe.

 

Şêx Saîd li herêma Licê, bi kesayetên wek Mele Mistefayê Licî, Fehmiyê Bîlalê Licî, Emerê Faroyê Kaxkîgî, Heqî Begê Licî, Mihemed Hadîn (Cemîlê Seyda), Salih Begê Hêneyî, Hecî Ehmedê Salihê Serdî, Huseynê Babixî, Mihemed Eliyê Faroyê Firdewsî, Mihemedê Şerîfê Huseynikê û hwd re hevdîtinan çêdike.

 

Yek ji van hevdîtinan jî li gundê Celik, li mala Hesen Keya çêdibe.

Di civînê de Hesen Keya tevî sê lawên xwe û Sadoyê Fille sozê beşdarbûna serhildanê didin Şêx Saîd.

 

Sadoyê Fille piştî qirkirina Ermeniyan xwe dispêre Hesen Keya û Hesen Keya wek lawê xwe lê xwedî derdikeve.

 

Berî ku civîn çêbe, Şêx agahî dişîne ji mirûdên xwe yên aliyê Hênê re ku ew jî beşdarî civînê bibin. Mirûd li ser hatina şêx têne gundê Celik beşdarî civînê dibin.

 

Ji Şêx daxwaz dikin ku ew biçe aliyê Hênê û Pîranê jî hevdîtinan çêbike.

Nexwe di plana Şêx de derbasbûna binxetê heye ku biçe bi eşîrên binxetê re hevdîtinan çêbike.

 

Li ser daxwaza Mirûdan, Şêx diçe Pîranê.

Di civîna Pîranê de tê behskirin mehkûmekî qaçaxê dewletê jî beşdarê civînê dibe. Li ser îstîxbaratekî, leşker bi ser mala civînê de digrin û ji Şêx daxwaz dikin ku wî teslîmê wan bike.

 

Şêx, ji fermandarê leşkeran re dibêje; Ev camêr vêga mêvanê me ye, di kîja kitêbê de dinivîse ku mirov mêvanê xwe bide girtin?

 

Li ser vê nîqaşê fermadarê leşkeran bi heterî dixwaze mehkûm bê teslîmkirin. Li ser îsrara fermandar yek ji mirûdên Şêx çeka xwe derdixe û dike serê fermandar û wî dikuje.

 

Piştî vê bûyerê diqewime, çûyîna Şêx a binxetê tê betalkirin û serhildan dikeve asta şer.

 

Piştî serhildan dest pê dike di demekî kurt de Hênê, Licê, Dara Hênê û hwd. dikevin destê çekdarên kurd, lê ev zêde derbas nabe dewlet dîsa van navçeyan digre.

 

Hesen Keya, di pêvajoya şerê 1925'an de ligel xizmetkarê xwe Sadoyê Fille û sê lawên xwe Selam, Bekir û Ezîz diçin herêma Şelê Heydan* bi cih dibin.

 

Li ser gilîkirina begên Hênê yên ku di serhildanê de cîh negirtine, bi sedan esker davêjin ser wan û derdora gundê Şelê Heydan dorpêç dikin.

 

Hesen Keya, ji her sê lawê xwe û Sadoyê Fille re vê rewşê dibêje;

"Ji vê dorpêçê xilasiya me tune ye, hûn bi ya min dikin birevin û xwe xilas bikin, tenê ez ê şer bikim."

Lawên wî qebûl nakin û dibêjin;

"Roj roja xîretê ye bavo, em ê milê xwe bidin milê hevdû û şer bikin."

 

Hesen Keya, li ber helwesta Selam û Bekirê lawên xwe bêçare dimîne û ji Sadoyê Fille re dibêje;

Qe nebe tu û Ezîz birevin û xwe xilas bikin.

 

Sadoyê Fille û Ezîz di nav dorpêça eskeran de direvin û xwe xilas dikin.

 

Hesen Keya, Selam û Bekir jî heta guleyê dawî şer dikin û şehîd dikevin.

 

Piştî Hesen Keya û herdû lawê xwe şehîd dikevin, Ezîz dibe mehkûm û dibe fîrarê dewletê.

 

Di wê demê de gund û gundikên bi kêr hemû têne şewitandin.

 

SERPÊHATIYA EZÎZ

 

Ezîz, di mehkûmiya xwe de rojekî diçe li gundê Huseynikê di nav xirabeyên gund de malekî saxlem dibîne û li wir bi cîh dibe.

 

Wê şevê gur dor ji malê digirin û Ezîz di hundir de asê dimîne. Gur bi zûra zûrê pencikên xwe diavêjin tehtên pixêriyê* ku di pixêriyê de bikevin hûndir.

 

Ezîz, dest diavêje çeka xwe û bi guran ve dide û wisa ji dorpêça guran xilas dibe.

 

Di serhildanê de gundên ku sixurî ji dewletê re kirine nehatine şewitandin. Yek ji van gundan jî gundê Dêrxustê ye.

 

Yek ji şahidê wê demê, Evdilayê Mele Elî* digot;

"Gava gund şewitandin ez 13, 14 salî bûm. Em û mala apê min Hadîn û Şêxmûs, me barkir em çûne Licê, lê Licê ji me re nebû cih û war. Piştre em çûn gundê Dêrxustê û li malekî bûn mêvan..

 

Digot;

Wê çaxê zivistan bû, sar û serma bû, meha rojiyê bû, hinek dimsa me hebû şewitîbûn, me ji xwe re hinek bilxul jî çêkiribû û em li benda fitariyê bûn."

 

Mamê min Hadîn ji min re got;

"Here hinekî berf bîne em dimsê bikin navê û ji xwe re bikin berfedims bidin ber bilxulê em pê bifitirin."

 

Ez rabûm derketim derve, min hew ku dît di nav derî de yekî çekdar li min qelibî.

 

Ji min re got; Hadîn û Şêxo li vir in?

Min got erê..

 

Di dirincê de bi diyar ket û derbasî îwanê* bû.

 

Ez jî li dû ketim îwanê ku rêya oda me nîşanî wî bidim, lê min hew dît pîra xwediyê malê ji odeya xwe derket û jê re got: were aliyê me, ew mêvanê malê ne.

 

Piştî ku pîrê wî dawetê odeya xwe kir nebû ku em bêjin were aliyê me.

 

Ezîz, çû odeya pîrê û kalo, me jî sofreyê raxist û em fitirîn.

 

Di wê navberê de Kalo û Pirê hatin îwanê û kirin piste pist, me hew dît gurrênî bi derî ket, me mêze kir ku pîrê û kalo xwe avêtine ser Ezîz û wî girê didin.

 

Nexwe dema Ezîz, çek û xincera xwe diavêje mîx û li ser sofreyê ronî dike wî xafil dikin û digrin.

 

Piştî ku wî girêdan, xeberê dane malînê xwe yê din û hatin wî girtin birin mizgefta gund..

Ezîz di destê wan de digot;

"Min berdin ji bo xwedê!

Di nav rojên xwedê de min tu zerar û ziyanê we nekiriye, ji mirîşkeke we re kişt negotiye, vê bêbextiyê bi min nekin, min teslîmê dewletê nekin!"

 

Xalê Evdila digot;

"Ezîz di wê rewşê de ji gundiyan re behsa serpêhatiya xwe ya bi guran re kir.

 

Digot, Ezîz got; sed xwezî şeva çûyî li Huseynikê guran min bixwara, bila we vê bêbextiyê bi min nekira.."

 

Piştî ku xeberê dane eskeriya Licê û Ezîz didin girtin.

Ezîz ji fermandarê leşkeran re vê rewşê vedigot;

"Ez dizanim hûn ê min bikujin, lê daxwaziya min ji we ew e ku hûn min li Licê nekujin.

Di Licê de kesên ku ji me ne xweş in hene, ku hûn li Licê min bikujin wê wan kesan goştê min perçe perçe bikin û bişewitînin."

 

Fermandarê leşkeran vê daxwaziya Ezîz bi cîh tîne û wî dibin li navçeya Hênê bi darvedikin.

 

Hecî Reşîdê lawê Hesen Keya digot;

"Piştî serhildan têk çû, em ji ber zilma dewletê reviyan çûn Tilelo bi cih bûn. Wê çaxê ez zarok bûm, qeyra min li wir nedihat, min bêriya gundê xwe dikir, rojekî ji Tilelo bi lingan ez ketim rê çûme gundê Celikê ji bo xwarina sêvan. Piştre ez çûm gundê Bateytê..

 

Demsala payîzê bû, dema çandiniya rezan bû. Bateytiyan sîtilên dimsê dabû ser êgir û bastêx, kesme û meşlûran çêdikirin..

 

Bîstekî şûnde min hew ku dît esker ketin nav rezan û temamê gundiyan topkirin.

 

Ji bo ku nasname tunebûn, eskeran min nasnekirin ku ez lawê Hesen Keya me. Heke bizanibiya wê min bikuştana.

 

Fermandarê wan ji me re nituq da û got;

"Hesen Keya oglu Mistefa, Xiristiyan Sado û Babêxlî Huseyîn..

Ev her sê eşqiya li van deran in. We kî ew dîtin agahî bidin me."

 

Hecî Reşîd digot, yekê Baytetî jê pirsî, van her sê kesan çi kirine ku hûn li wan digerin?

Fermandar got; Hûn çi xirabî bêjin dikin, ji dizî û şelandinê bigir heta eskerê me dikujin.

 

 

Piştî ku Hesen Keya û herdû lawên xwe di şerê Şelê Heydan de tên şehîdxistin Dengbêj Ezoyê Bamitnî li ser şer û birîndariya wan klamekî çêkiribûn..

 

Gotinên Klamê wiha ne..

 

Sehdo sehdo serker e ser ga ye

Dişminê dîn e

Ezoyê min naşîn e nizanê sirma tifingê biqelibîne

Tê peyê mala Emê Faro bavê selo û behro xwe bi îmdada me bigîne

Mene eskerê şêx Saîd efendîne

 

Selam bekir hayê bi min hayê

Deng çima ji kozika we dernayê

Bavo eskerê tirko pirr in

Em dikujin nakujin dawî lê nayê

Liminê liminê li kaliyê

Liminê liminê li bêkesiyê

Mêrê mîna Hesê Feto

Bi gulê romê birîndar ketiye

 

Bi Şelê Heydan diketim Bilinciyan

Selam û Bekir mêrê çê ne çê bixebite

Bila nav û dengê we bikeve nav diwêlê ecnebiyan

Liminê liminê li kaliyê

Liminê Liminê li bêbextiyê

Mêrê mîna Hesê Feto

Bi gulê dijmin birîndar ketiye

 

Dilê min ê di xemê da

Eman daye di ser demê da

Kesekî xêrxwaz tune

Xeberê bibira Celika kamax

Bigota peyayê mala feto

Ketine mehserê da

 

* Şelê Heydan, gundekî li ser navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ye

 

* Îwan beşekî bi serê xwe ye di nav xaniyan de, cihê pêlav, seleb, pixêrî, firaq û wd.

 

* Evdelayê Mele Elî, ji gundê Husênik a Licê ye

 

* Pixêrî, ji bo ew kuçikên ku di nav dîwarê xaniyan de çêkirîne tê gotin