1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. EFSANEYA ENKEBÎRÊ
EFSANEYA ENKEBÎRÊ,efsaneya,enkebîrê

EFSANEYA ENKEBÎRÊ

A+ A-

 

Mordem Zel

 

Di navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê de bi navê Enkebîrê efsaneyek heye. Enkebîrê li herêma Tilê Ezîm a çiyayê Newzêrkan e û di nav erdnîgariya gundê Serdêr a girêdayî Hênê de ye.

 

Di derbarê navê Enkebîrê de çavkaniyeke zelal tune lê weke Eyn-kebîr û Enqebîr jî tê binavkirin. Li gorî gotinên mezinan efsaneyê navê xwe ji çaviya avê girtiye û bi wateya xwe tê wateya çaviya mezin.

 

Li pişt çiyayê Newzêrkan bi navê Enehîr gundekî girêdayî Hênê heye û ev gund jî di efsaneyê de xwedî roleke girîng e.

 

Ji bo ku ti kes nizane serçaviya Enkebîrê ji kû dertê, îhtîmala li êqil herî rûdine ew e ku dibe serçavî li gundê Enehîrê be. Lewra jî navê Enehîrê û navê Enkebîrê dişibine hevdu. 

 

 

ÇÎROKA EFSANEYÊ

 

Li gorî rîvayetên têne gotin, şivanek hebûye. Pez û dewarê xwe tim li serê çiyayê Newzêrkan çêrandiye.

Pez û dewarên wî her roj ji hevdu veqetiyane û pezê wî weke sirrê jê wenda bûne. Şivan ti wateyek nedaye vê rewşê.

 

Rojekê dîsa pez ji dewaran vediqetin û wenda dibin. Şivan digere nagere pez nabîne. 

 

Piştî demekê pezê wî ji ber xwe ve tê, û mêze dike ku biska nêriyekî wî şil e. Fêhm dike ku pezên wî diçin li cihekî avê vedixwin û tên. Mereq dike bê ka pezê wî diçe li kû avê vedixwin.

 

Rojekê dev ji pêz û dewaran berdide û dikeve pêşiya nêrî û wî dişopîne.

 

Şivan, nêrî taqîp dike ku nêrî di ser zinarekî de xwe bi qorcên xwe yê girîmirî ve berdide qelşikeke kûr û dûr.

 

Şivan jî li dû nêrî xwe bi ser qelşîkê de xwar dike. Mêze dike nêrî di vê terka picûk de derbasî ser aveke zelal dibe û ji avê vedixwe. Bi mêzekirina şivên re bilûra wî ji bêrika wî dikeve û bi avê re diçe û hey diçe..

 

Şivan, pirr bi ber bilûra xwe dikeve û bi rojan xwe diqeherîne.

 

Rojekê sê kes diçin ser ava Enkebîrê ku jê avê vexwin, mêze dikin bilûrekê di avê de dibînin.

 

Bilûrê ji avê derdixin û têr û temîz paqij dikin. Piştre datînin ser ava Enkebîrê cihekî berçav ku xwediyê wê dema bê ser avê bilûra xwe, da bibîne.

 

Dem û dewran derbas dibin, rojekê rêya şivan bi Enkebîrê dikeve û pezê xwe dibe ser avê.

 

Piştî ku pezê xwe av dide, ew jî xwe xwarî avê dike ku avê vexwe. Gava xwarî avê dibe siya bilûrê dide ser avê. Serê xwe bilind dike ku bilûrek dikeve ber çavên wî.

 

Bilûrê digire destê xwe û heyr dimîne. Piştre çeqênî ji serê wî diçe û tê bîra wî ku ev bilûra wî ye, ya di demên borî de ketibû qelşika zinarekî. 

 

Ji kêf û eşqê şivan bang dike, diqîre û dibêje: "Min bilûra xwe dît! Ev bilûr a min e! Ev bilûr a min e!"

 

Deng û qêrîna şivan çiyayên derdorê dihejîne.

Şivan xwe dide hev û difikire bê ka ev bilûr bi çi awayî hatiye ser ava Enkebîrê. Qeneatê pê tîne ku cihê bilûra xwe ji dest xistibû, ew der serçaviya Enkebîrê ye.

 

Şivan, diçe di sûka Hênê û behsa vê serpêhatiya xwe dike. Ev agahî li herêmê belav dibe, herkes pê dihese. 

 

Dewleta wê demê li ser vê yekê şivanî binçav dikin. Jê dixwazin ku cihê serçaviyê ji wan re bêje. Şivên bi soza azadkirina wî dibine serçaviya Enkebîrê.

 

Ji Şivên re dibêjin: "Bi awayekî pêşiya vê avê bigire da neherike û belav nebe. Ji ti kesî re jî behs neke ku serçaviya kaniyê li kû derê ye.

 

Şivan, daxwaza wan bi cih tîne û li gor derfetên xwe pêşiya avê bi dar û percînan digire.

 

Çendek şûn de mêze dike sê esker ber pê ve tên. Fêhm dike ku ji bo kuştina wî hatine. Dike bireve. Esker çawa şivên dibînin derfeta revê nadinê û ji dûr ve berê lûleyên tifingên xwe lê rast dikin û pêve didin û wî dikujin.

 

Piştre ku esker vedigerin, dewleta wê demê ji bo kes bi vê sirrê nizanibe wan her sê eskeran jî dikujin. 

Ew roj ev roj e kes nizane ka serçaviya ava Enkebîrê ji kû dertê.

 

REWŞA EFSANEYÊ YA DAWÎ

 

Ciwanên herêma Licê û Hênê her sal di demsalên havînê de diçine ser ava Enkebîrê ji bo geşt û seyranê.

 

Ciwan kêf û şahiyên li gor dilê xwe dikin û xwe di ava Enkebîrê de hênik dikin. 

 

Ava Enkebîrê di kelekela havînê de jî wek teyrikê sar e. Mirov nikare pênc deqeyan di nav vê avê de bimîne û avjeniyê bike.

 

Li ber ava Enkebîrê bi sedan baxçeyên gundê Serdêr heta deşta Dêrxeydê jî têne avdanê. 

 

Heta salên 90'î jî li gundê Serdêr çend aşên avê hebûn û li ber dihatin gerandin.

 

Li ser efsaneyê stranekî govendî jî di demên borî de ji aliyê bav û kalan ve hatiye çêkirin..

 

Gotinên stranê wisa ne..

 

Hênekê virda wêda

Enkebîr di ortê da

 

Hênekê me bi çarşî ye

Eykebîr li qarşî ye

 

Hênekê me bi dolabo

Temam şob û şerabo

 

Hênekê hênê mênê

Xopanê gundê şên ê

 


Gotinên miftehî :