1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. EV ŞER ŞERÊ SPENTA MAÎNYU Û ANGRA MAÎNYU YE
EV ŞER ŞERÊ SPENTA MAÎNYU Û ANGRA MAÎNYU YE,ev,şer,şerê,spenta,maînyu,û,angra,maînyu,ye

EV ŞER ŞERÊ SPENTA MAÎNYU Û ANGRA MAÎNYU YE

A+ A-

Ewropa ji 600 salî zêdetir di bin zilma engîzîsyonê (Inquisition) de gevizî. Bi sedhezaran kesên bê tewan û pirê caran ji bo bidestxistina mal û milkên wan di dadgehên Engîzîsyonê de, li ser navê Xwedê û dîn bi mirinên erjeng û şewitandinê hatin cezakirin û kuştin. Bi sedhezaran jin bi cazûtî û pîresêriyê hatin tewanbarkirin û bi xweşî hatin şewitandin. Bi sedhezaran zarok, ji ber ne li gor zagonên dêrê ji dayîk bûne, hatin kuştin. Hêj îroj jî li dêr û manastirên li Ewropayê yên ji Serdema Navîn mane, gorên komî yên zarokan têne dîtin.

Ewropa, bi sedê salan ji aliyê Vatîkanê û Papa ve hat birêvebirin. Keyên hemû dewletan ji bo bikaribin bibine key û li ser keyaniya xwe jî bikaribin bimînin, diviya kengî papa bixwaze, biçûna Vatîkanê û lingê papa maçî bikirana, yan na ew key dihate afarozkirin û bi êşkence dihate kuştin.  Zilm û hoveberiya Engîzîsyonê li aliyekê, Ewropa ji ber şof û nexweşînên erjeng jî dikaliya. Bi milyonan mirov ji ber weba û cuzzamê mirin. Lewra mirov ji tunebûnê xwarin nedidîtin û gemarî pir zêde bû. Doktor jî keşeyên dêran bûn, dermanê wan jî dua bû. Kesên bi zanistê re mijûl û dikarîbûn dermanan çê bikin û mirovan pê baş bikin, bi cazûtî dihatine tewanbarkirin û şewitandin. Lewra dêrê tu alternatîfek din nedipejirand û nedihişt bi pêş jî bikeve.

Ewropayê, xwe bi xêra pêşkeftina Ronesansê, di perîyodeka navbera sedsala 14an (Italya) û heya dawiya sedsala 18an (fransa), ji engîsîzyonê û bandor û travmayên engîzîsyonê rizgar kir. Bi pêşkeftina huner û zanistê re, li Ewropayê endustrî jî bi pêş ket û aboriya Ewropayê jî pêre. Bi pêşkeftina rewşa aborî û kalîteya jiyana civakî re, têgehên li ser nirx û rûmet û mafên mirovahiyê jî pêre bi pêş ketin û di nav demê de bûne bersiv ji bo civakê. Ewropa, bi xêra huner, zanist, demokrasî û mafên mirovan bû xwedî hêz û bi pêş ket. Lê pêşkeftina Ewropayê, pêşkeftineke bêtir relatîv ango îzafî ma. Lewre ev pêşkeftina di nava xwe de bi sînor ma û ji bo berjewendiyên welatên Ewropayê, weke çek hat bikaranîn. Ewropayê di rastiya xwe de tu carî nexwest û destûrê neda heman tişt li deverên din ên cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn û li Afrîkayê bi pêş bikeve. Lewre li van parzemînan dewlemendiyên sererd û binerdên cîhanê, ji yên her deverên cîhanê zêdetir bûn û bi taybet Rojhilata Navîn, ji dîroka kevnar a serdema Sumeriyan, Misiriyan, Romayiyan û Makedoniyan û vir ve Navenda cîhanê bû. Lewre şaristanî û pîvan, zagon, rê û rêç û rêbaz û rêzikên mirovahiyê, dîsa ol û felsefe ji vir dest pê kirin û li hemû cîhanê belav bûn. Bingeha çand, huner, zanist û demokrasiya Ewropayê çewa ku Yunana Antîk û Roma be, Romayê ji Yunana Antîk girt û Yunana Antîk bingeha felsefe, huner û zanista xwe ji ser axa Kurdistanê girt. Mînakên vê hene di rêzegotarên min ên bi sernavê ”Wêje” de.

Ewropaya ku di bin zilm û hoveberiya Engîzîsyonê de gevizî; Ewropaya sekuler, demokrat û pêşkeftî ku encamên fundementalîzmê bi hemû erjengiya wê ve jiya û dikarî xwe ji wê hoveberiyê û travmayên wê bi rêya Ronesansê rizgar bike, li Rojhilata Navîn fundementalîzmê bi pêş dixe. Ne tenê bi pêş dixe, lê rê li ber alternatîfên din û pêşkeftina civaka Rojhilata Navîn jî digire. DYA jî her çendî ne di nav erdnîgariya Ewropayê de be jî, bi giyan û mêjiyê Ewropayê tevdigere, lewre jixwe dagirkerên Ewropî ne ku wê parzemînê dagirkirine û 60 milyon niştecihên Amerîkayê kuştine, li ser mal û milkên wan rûniştine û îroj giraniya cîhanê bi rê ve dibin.

Ev Ewropa û DYA, naxwazin li Rojhilata Navîn Demokrasî, mafên mirovan û sekularîzm bi pêş bikeve. Lewra pergala wan a kapîtalîst-emperyalîst destûra vê yekê nade. Pergal ji bo bikaribe xwe bijîne, dive xurt bimîne. Ji bo vê jî, pêdivî bi dewlemendî û çavkaniyên xwezayî dibînin û xwe li ser tevlîhevî û nakokiyên civakî dijînin. Demokrasî, mafên mirovan, sekularîzm, nirx û rûmetên mirovahî li ser şîn bûye, zanist û huner, ev hemî dê bibin sedema çareserî û jiholêrabûna nakokiyên civakî û pêre jî pêşkeftina civaka Rojhilata Navîn.  Pêşkeftina Rojhilata Navîn dê ne bi tenê rê li ber talankirina dewlemendiyên wê parzemînê ji aliyê welatên Rojava ve bigire, lê dê di heman demê de bibe hêzeke alternatîf li pêşiya wan ku dê nikaribin pêre heftik û heştikan bikin, ango kapan bavêjin. Loma ku Welatên Rojava, ango Ewropa û DYA, ji bo bekaa xwe(!), neçar in nakokiyên heyî zindî bihêlin û yên nû û kûrtir jî bi xwe biafirînin. DAÎŞ encama vê yekê ye. Elqaîde û hemû yên din jî wisa bûn. Saddam, Erdogan û hemû dîktatorên din jî her wiha. Ne tenê li Rojhilata Navîn bê guman, lê li Afrîka û Başûrê Amerîkayê jî heman tiştî dikin. Mînak; ji ber petrola Venezuellayê û Ekvatorê, pirsgirêk li wê derê naqedin, lewra dîsa tiliya van hêzan heye di wan tevlîheviyan de. Jixwe giyana Afrîkayê jî dizîn, ne tenê dewlemendiya wê. Afrîka niha bi temamî bi van hêzan ve girêdayî ye û hîn jî lê dimijin. Bê guman Rûsyaya ku bi îddîaya hêzeke cîhanî ye radiweste, xwe ji van kiryar û encamên wan bêpar nahêle. Ango Rûsya ne ji niha ve , lê hîn ji serdema çar û piştre serdema sosyalîzma reel ve jî heman tişt e. Loma ku wê jî di dîroka xwe de di van her sê serdemên xwe de jî, gelek caran û li gelek gelan xiyanetê kiriye, derbe li wan daye. Derba herî mezin jî gelek caran li kurdan daye.

Di rewşeke wiha de, li nîvê Rojhilata Navîn, li Kevana Zêrîn, li Derguşa Şaristaniya Cîhanê, li ser erdnîgariya Kurdistanê şoreşek geş dibe û ev şoreş, ji derî kontrola wan, bi bîr û boçûnên demokratîk, mirovperwer û sekuler bi pêş dikeve. Ev hemî xal jî,li dijî sedemên hebûna vê pergala ku cîhanê bi rê ve dibe ne. Loma jî nakokiyên navbera wan bi xwe çi dibe bila bibe, ev xal, dijminên hebûna hemuyan in. Herçendî di gotinê de tiştekî din bêjin û li welatê xwe jî her yek li gor xwe van xalan bijîne û bimeşîne jî, lê çendî bikin jî ew çend divê bi tenê bi welatê wan ve bi sînor binîne lê li welat û deverên din û li nav gelên ku dixwazin di nav destê xwe de bigirin, dive bi pêş nekeve. Ev nêrîn, bîr û boçûn û nêzîkayiya van hemû hêzan e. Loma ku dema mijar dibe pêşkeftina demokrasiyê, sekularîzm û nirxên mirovahiyê, hemû jî bi hev re dikarin hevkarî bikin û li dij rawestin. Nakokiyên navbera wan çendî kûr û giran dibe bila bibe, ev ji bo wan xala sereke ye.

Loma jî ne pir ecêb e lihevkirina Amerîka, Rûsya û Ewropayê. Loma jî ne pir ecêb e ev bêdengî û durûtiya wan. Ew li gor rastiya hebûna pergala xwe tevdigerin. Loma jî ya ew dikin ne dijminahî ye û ne jî dostanî ye. Ev pergal ne dijminê tu kesekî ye û ne dostê tu kesekî ye. Ew dostê berjewendiyê xwe ye. Berjewendî û ewlehiya pergalê çewa pêwîst bike, pergal li gor wê tevdigere, têkiliyên xwe, dostanî û dijminahiyên xwe li gor wê datîne, dihone. 

Li gel van hemiyan, xaleka din heye ku yek ji sedema bingehîn a dijminahiya li dijî gelê kurd û Kurdistanê ye: Olên ku ev welat û dewlet li ser şîn bûne û îroj jî xwe li ser dijînin, encamên derew, dizî û manîpulasyonan in. Serkeftina kurdan, dê bibe derketina holê ya rastiya ol û dîroka wan û ev jî dê bibe sedema deşîfrasyona van derewên wan ên ev bi hezarê salan in xwe li ser dijînin. Lê ev mijareka girantir û kûrtir e, bila niha li vir bimîne.

Encam:
Kurd, bi felsefeya xwe ya jiyanê, bi rawestan û serbixwebûna xwe ve, ne li gor dilê vê pergalê ne, risk in ji bo vê pergalê. Loma ku divê her tim yan yekser di bin kontrola wan de bin, yan jî neçarî girêdana bi hêzeke herêmî ve bêne hiştin.
Li ser van rastiyan xwestin Rojava bikin bin baskê dewleta tirk û wisa kontrol bikin, nebû. Pergal di bin navê koalîsyona navneteweyî de xwest bi xwe ve girê bide, lê Tevgera Rojava li gel têkiliyan jî ji serbixwebûna xwe û xeta xwe ya sêyemîn tawîzê neda û ev xet bû sedema pêşkeftin û xurtbûna wê.
Niha ev tişta hatî kirin û DYA, Ewropa û Rûsyayê li ser li hev kirin, lawazkirina kurdan bû. Bi vî rengî dê wan neçarî an Tirkiyeyê, an jî Sûriyeyê bikirana, wisa jî bû. Bê guman ku ev nayê wateya wendakirina rewşa serbixweyî û xeta sêyemîn, lê tu kesek nikare bêje ku peymana bi rejîma Sûriyê re hatiye danîn bi dilê Şoreşa Rojava ye. Alternatîfek e ji bo rizgarkirina gel ji komkujî û êrşên dewleta tirk û têkbirina polîtîkayên wan. Lê ev bê guman ku ne daxwaza bingehîn a Tevgerê ye, lê gaveke ji neçarî ye.

Li hemberî vê hêzê û vê pergalê, kurd xwedî yek çekeka bi tenê ne; girêdan û evîndariya jiyaneke serbixwe û azad ku bingeh û sedema bîr û baweriyeke xurt e jî. Ji vê çekê mezintir û bi bandortir nîne li ruyê erdê. Kurd îroj ne li dijî dewleteka faşîst û hoveber têdikoşin, lê ji ber sedemên li jor bi kurtî hatine ravekirin, li hemberî vê pergala navborî têdikoşin. Gelo divê li hemberî hemû pergalê têbikoşin? Belê. Lewre wekî din rê jî nîne. Rewşa Başûr li ber çavan e. Dema ji sedemên hebûna xwe bi dûr bikevî tu dê tune bibî. Pergal jî wisa dike, ji sedemên hebûna xwe bi dûr nakeve, lewre dizane dê têk biçe. Ev şer jî ji ber vê ye!

Ev şer, şerê Spenta Maînyu û Angra Maînyu ye.
Ev şer, şerê ronahî û tariyê ye.
Ev şer, şerê pakî û xirabiyê ye.
Ev şer, şerê zanyarî û nezaniyê ye.
Ev şer, şerê nefsê û bênefsiyê ye.
Di vî şerî de bêalîbûn an aliyek sisiyan tuneye, ev derew e!
Û aliyê her kesekî diyar e, nav çi dibe bila bibe.
Ev di dîroka mirovahiyê de her tim jî wiha buye.

2019/10/14
Mahabad Felat