Edalet û CHP û Helwesta HDPê
Ya rastî min nizanibû ez ê çewa dest bi vê nivîsê bikim. Ji ber, ez ê bêjim ”Komara Tirkiyeyê”, lê tu carî nebûne komar, di her demên xwe de jî dîktatorî bûye. Ez ê bêjim ”dewleta tirk”, lê yên birêve dibin di bingeha xwe de tucarî ne tirk bûne.
Ev dewleta sosret a çelexwarî, ji aliyê bermayiyên osmaniyan ve ku her yek ji wan bi koka xwe, bi nîjadeka cuda ve girêdayî ye, bi îdeolojiyeke nîjadperest, li ser kavilên osmaniyan di destpêkê de li ser xapandin û piştre jî pêkutî, çewisandin, tepisandin, înkarî, talan, komkujî, sirgûn, koçberkirin, bişaftin, jihevdexistin, zilm, zordestî, xwîn û hêstirên gelên li wê erdnîgariyê dijiyan hate avakirin. Bi sedem û bingeha avabûna xwe ve, mînakeka din a vê dewletê û vê neteweyê (!) li cîhanê tune û di tu demên dîrokê de jî nebûye.
Mînakeka din a di rengê nîjadperestiya wan de jî tune di dîrokê de û li hemî cîhanê. Lewra kesên nîjadperestiya nîjadekê dikin bixwe ne ji wê nîjadê ne. Nîjadperestiya wan bi temamî ji aliyê kesên ne ji nîjada tirk in ve hatiye birêxistinkirin û birêvebirin. Ev not sal in jî ev rastî li ser vê bingehê, yek kêliyek û yek santîmek jî neguheriye, bi hemî aliyên xwe yên erjeng û qirêj ve.
Çima? Bersiv pir aşkere ye. Her tiştek, li ser çi şîn bûbe, hebûna xwe girêdayî wê tiştê ye. Loma jî, ji bo berdewamiya hebûna xwe, neçar e her metirsiyên li pêşiya sedema hebûna xwe, an bişibîne xwe û di nav xwe de birizîne, an jî bi temamî û fîzîkî ji holê rabike. Wekî din tu rêyeke din ji bo wan û hebûna wan nîne. Lomaye ku kurdên hişyar û jîr her tim dibêjin ”Hebûna me tunebûna wan e” û ev, ji ber vê sedema zelal, gotineka rast û di cî de ye.
Ji ber van rastiyan jî hemû partî û îdeolojiyên ku li Tirkiyeyê xwe birêxistin dikin, neçar in xwe li gor selamet, berdewamî û xurtbûna vê dewletê organîze bikin. Êdî navê wan îslamîst e, kemalîst e, rast in, çep in, radîkal in, lîberal in, sosyalîst in, komunîst in, an nîjadperest in, qet ferq nake, lewra ji xwe di bingeha xwe de hemî jî nîjadperest in. Yên ne wisan in hene bê guman, lê bêyî rêxistin, îdeolojî û rêberî ne û pir lawaz in û eger xwe birêxistin û organîze bikin jî, rastî xezeba vê dewleta hoveber tên û para xwe jê digirin. Wekî din şansê tu kesekî tune.
Di van hemûyan de, cî, reng û rawestana kurdan bitenê cuda ye. Ew wekî gel, di nav Komara Tirkiyeyê(!) de, nebûne ”tirk” û ji rastiya xwe bidûr neketine. Sedemên vê bê guman di kûrahiya dîrokê de veşarî ne.
Hemû gelên din bi awayekê hatine berterefkirin! Tenê kurd mane li piyan û ev metirsiya herî mezin e li pêşiya vê dewleta çelexwarî. Jibo jiholêrakirina vê metirsiyê, bi taybet jî hema piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê, bi hovîtî û barbariyeka ku mînaka xwe di dîrokê de tune, bi ser gelê kurd ve hatin.
Dewleta tirk, di her dem û serdemên xwe de, bi hemû hukûmet û siyasetmedarên xwe ve, bi hemû hêz û qirêjiya xwe ve ji bo tunekirina gelê kurd têkoşiya.
Di her dem û serdema dewleta tirk de, tunekirina gelê kurd, erk û armanca wan a sereke bû. Ev tucarî, ji bo tu hukûmetî neguherî û jixwe ji ber sedemên li jor, nikaribû biguhere jî.
Kiryarên li dijî gelê kurd bi hemû rê û rêbazên qirêj û dermirovahî bê rawestan hatin pêkanîn. Lê bi taybet jî, dema kurd hinekî organîze bûn, an serî hildan, êrîş û hovîtiya vê dewleta çelexwarî, ji tirsa tunebûna xwe, erjengtir bû. Ango parametra zilma wan, li gor pêşkeftin û organîzebûna gel û civaka kurd bilind û nizim bû. Çendî jixwe tirsiyan, ewçendî jî zilm û barbariya xwe zêde kirin. Ji bo vê jî, tu pîvanên mirovahî, exlaqî nas nekirin, pê li hemuyan kirin.
Mirov hema bi tenê li serîhildanên kurd ên di dema Komara Tirkiyeyê de rû dane binihêre, ev rastî pir aşkere xuya dibe. Di têkbirina van hemû serîhildananan de jî, hukûmet kî dibe bila bibe, rola CHPê her tim sereke bûye. Lewra yên vê komara çelexwarî damezirandin û yên vê partiyê damezirandin heman kes û mêjî bûn. Yên cografyaya Kurdistanê kirin kavil, bi milyonan kurd ji cî û warên wan kirin û wan neçarî koçberiyê û jîyaneka kambax kirin, yên zarokên kurd di nav malên wan de, li ber pêsîra dayîka wan bi saxî şewitandin heman kes bûn, heman mêjî bû. Pir mînakên pir erjeng dikarin bêne dayîn, lê jixwe têne zanîn. Tenê rêyek heye ji bo hevkariya bi vî mêjîyî û bi van kesan re, ew jî înkariya xwe û rastî û nasnameya xwe ye. Eger nebî mîna wan, tu dijmîn î û mîna her dijminî, mafê te yê jîyanê bi tu rengî tuneye. Ev nêrîn û nêzîkayiya wan a sereke ye ku tu carî neguheriye û dê tucarî jî neguhere. Lewra ev, sedema hebûna wan e.
Dewleta tirk, di hemû dem û serdema xwe de ola îslamê û sûnîtiyê li dijî gelê kurd bikar aniye. Ev tiştekî ku îroj dibe nîne. Ji Ataturk bigire, heya Kenan Evren ku Hîzbullah hîn di dema wî de dihate birêxistinkirin û amadekirin. Ol her tim rûpoşek bûye li ser ruyê wan ê gemarî û bi xwîna gelan şûştî. Îroj jî tiştek neguheriye. Tenê li kiryarên Kemal Kiliçdaroglu û hevkarî û têkiliyên wî yên li dijî tevger û pêşkeftina gelê kurd binihêrin têre dike ji bo dîtina van rastiyan. Yê fersendê da gelek polîtîkayên gemar ên AKPê ên li dijî gel û tevgera kurd dîsa CHP û serokê wê Kemal Kiliçdarogluyê bîjî bû. Baş e bi kîjan aqilî mirov bawer bike ku îroj bi rastî ji bo berjewendiya gelan li edaletê digerin û ji bo edaletê têdikoşin?
Drûşma bingehîn a AKPê ku hemû siyaseta wan diyar dike rabîa ye, ango yek dewlet, yek, welat, yek ziman, yek al e. Baş e kî dikare bêje ku ev ne drûşma bingehîn a CHPê ye jî?
Li hember vê rastiya 95 salan a CHPê, dikare ji lêgerîn û têkoşîna CHPê ya edaletê(!) bê bawerkirin?
Eger îroj zilm zêde bûye; eger îroj metirsiya li pêş têkbirina tevgera kurd zêde bûye; eger êrîş û hevkariyên qirêj ên li ser vê bingehê ji yên her demê zêdetir bûne; eger hemû tevger, kiryar û polîtîkayên wan ji yên her dem û serdemê zêdetir û gemartir bûne, ev ne tenê bi rastiya armanc û ajandaya taybet a AKPê ve girêdayî ye. Lê bêtir û beriya her tiştî jî, bi pêşkeftina Tevgera Azadiyê ve girêdayî ye. Pêşkeftina tevgera azadiya gelê kurd, parametra zilma dewleta tirk dîyar dike.
Li hember vê pêşkeftina Tevgera Azadiyê, ne AKP, lê kîjan partiya tirk hukûmet bûna, dê ne kêmtir î kiryarên AKPê pêk anîbûna. Dîroka nêzîk a van 30 salên dawîn û ya 95 salên dawîn jî bi mînakên vê rastiyê ve dagirtî ne.
Mahabad Felat