FOOTBALL Û DESTHILATDARÎ
...desthilatdarî ne bi tenê binê me, lê binê xwe jî dikole!
Mahabad Felat
Pir zelal nîne ku football ango lîstika gogê ya bi lingan tê lîstin, ji nav kîjan gelî li cîhanê belav bûye, lê bi qasî karîye bê belgekirin, ev lîstik di salên navbera 400î b.z. heya salên 200î b.z. li Çînê hatiye lîstin, bi zimanê çînî jî wekî ”goga pihînê” hatiye binavkirin û Yekîtiya Footballê ya Navneteweyî (FIFA) jî wisa dipejirîne ku ev lîstik pêşî ji aliyê çîniyan ve hatiye lîstin.
Ev lîsitika gogê ya ji Çînê heya Amerîkaya Latînî ya serdema Aztek û Mayayan bigire heya di salên 1300î p.z. de bi rêya fransizan xwe digihêjîne Ewropayê, xwedî çîrokeke dirêj e. Di sala 1863an de li Brîtanyayê Yekîtiya Fottbollê tê avakirin û li hemû cîhanê belav dibe, roj bi roj populertir dibe, heya di sala 1904an de li Fransayê Yekîtiya Footballê ya Navneteweyî (FIFA) tê damezirandin.
Footballa ku weke pêşbaziya di navbera du aliyan de ji bo şahiyê dihate lîstin, îroj êdî bi temamî di bin kontrola kartel û dewletan de ye. Ev lîstika gogê ku ji şabûn û demeke xweş derbaskirina mirovan pêştir tiştekî berçav hilnaberîne û naafirîne, îroj piştî olê, bûye duyem bazara herî mezin û biha ya cîhanê. Di vê piyasê de lîstikvan bi sed milyon dolaran têne kirîn û firotan, û tîmên footallê jî bi milyar dolaran têne kirîn û firotan. Tenê bi pareyên bazara footballê hemû pirsgirêkên aborî yên seranserê cîhanê çareser dibe û ne ne tenê çareser dibe, lê xizanî li gundekî bi tenê yê cîhanê jî namîne. Lê, di dema lîstikên navneteweyî de, jiyan ji bo piraniya mirovan radiweste, di rojeva wan de ji footbalê pêştir tu tiştekî din cî nagire, nikare cî bigire. Bi giranî jî kes, civak û welatên xizan bêtir di bin vê bandorê de ne.
Mîna hemû bazarên ku sermayeya wan bi tenê hest, bawerî, tirs, ajo û lawaziyên mirovan in, li bazara footballê jî, yên bi her awayî têne dotin û gêjkirin, mirovên ji rêzê, yên ne dewlemend in û yên ji ser wan re dibine xwedî dewlemendiyên mezintir, dîsa xwedî û rêveberên vê bazarê ne.
Foottball ne bi tenê bazareka bêyî hilberîn û bêyî sermaye, ya yek ji mezintirîn a cîhanê ye, lê di heman demê de yek ji amûra herî mezin a di destê desthilatdariyê de ye jî. Ev amûr li gel destkeftiyên mezin ên aborî, bi armanca dejenerekirin û bidûrxistina kes û civakan ji hişmendiya afirîner û hilberîner jî, hatiye û tê bikaranîn.
Mînak; dîktatorê Portekîzê António de Oliveira Salazar ku 41 sal dîktatoriya xwe domand, dibêje; "Ne ji footballê bûna, min dê nikaribuya Portekîzê ewqasî bi hêsanî bi rê ve bibim". û daxwaza çêkirina dergûşeka ji bo sed hezar kesî dike. Ango stadyuma footballê weke landik, ango dergûşa zarok têde têne hejandin û razandin, bi nav dike.
Dîsa dîktatorê Spanyayê Francisco Franco ku 36 salan dîktatoriya xwe domand, dibêje; Min welatê xwe bi sê F yan bi rê ve bir. Fado, Fiesta, Football (Muzîk Şahî û Gog).
Heman rêbazên Franco û Salazar li welatê me jî, bi taybet di dema cuntaya faşîst a 12ê rezbera sala 1980yî de hatine bikaranîn. Lê li gel van tiştan, ol û terîqetên olî, laşfiroşî, dermanên hişbir û gelek rê û rêbazên ji bo dejenerekirin û jirastiyaxwebidûrxistina civakê bi awayekî pir gemar û ji hemû pîvanên mirovahî bi dûr, hatine bikaranîn.
Kurt û kurmancî, li Kurdistanê jî football, bi tenê yek ji amûra herî mezin a dejenerekirin û kontrolkirina dînamîzma civakî ye! Lê li velatê me, ne bi tenê ev e jî! Li welatê me futbol yek ji zincîra herî xurt a koletiyê ye di destê dagirkerên Kurdistanê de ku giyana me bi xwe ve girê dide û li jêrdestê xwe digire, teşe û reng didê.
Desthilatdarî:
Hişmendiya herî grîng û bingehîn a desthilatdariyê, xistin û daxistin e. Bi vê ve girêdayî, li dijî hev bikaranîna cudahiyên civakî, berdana hev û du, lawazkirin û her wekî van gelek tiştên din. Van hemuyan ji bo pêlpiştkirin, xweliserbilindkirin, birêvebirina civakê û xurtkirin û ewlehiya desthilatdariya xwe dike. Çi desthilatdariya di nav malê de, çi desthilatdariya di têkiliyekê de, çi desthilatdariya di nav partî, rêxistin an saziyekê de, çi desthilatdariya li ser û di nav reng û baweriyên cuda de; ev, kesayetiya sereke ya her cure desthilatdariyê ye û her cure desthilatdarî bingeha xwe ji pergala bavsalariyê girtiye, li ser şîn bûye, reng û teşe û hêz girtiye.
Ji bo her armancê, rê, rêbaz, çek, amûr, têkilî û hewldan divên. Armanc, li ser van hêz digire. Desthilatdarî, bi hest, ajo, lawazî, nakokî û cudahiyên kes û civakan dilîze û derdixe pêş û bi vî rengî dînamîzma wan dike bin kontrola xwe û bi rê ve dibe. Ji bo vê jî tu pîvanên exlaqî û mirovî yên di nav herikîna dîrokê de bûne reng û teşeya civakê, nas nake. Hest û lawaziyên ji hişmendiyî dûr an ji hişmendiyê xurttir, dibine çek û amûrên li destê desthilatdariyê.
Hişmendî, her cure rêxistinî û xwebirêxistinkirinên azad û serbixwe, rê, rêbaz, têkilî û amûrên dikarin biafirînin, hilberînin, şîn û geş bikin, bi hev bixin û ber bi hev ve bînin, armancên êrîşên desthilatdariyê ne, lew desthilatdarî ango nexweşîna hubrîsê ku ev 5 hezar sal in qeda û belaya herî mezin a li serê mirovahiyê ye, van kiryar û têgihan wekî tunebûna xwe dibîne ku ev rast e jî. Loma beriya her tiştî divê hişmendiya kesan û ya civakê were bêbandorkirin, lawazkirin û jêrdestkirin û vê bi her bihayî, bi her bedêlî dikin. Pêre mirov û civak dadikevin, dibin jêrdest û bêkesayet, bêyî vîn û bêyî reng. Hest, têgîn, pîvan, hemî têne bêreng û bêteşekirin.
Ji bo vê jî, desthilatdarî, kes û civakên serfkar, ango mezexkar diafirîne. Lewra civakeka mezexkar, dibe xwedî hestên ji hişmendiyê qut û bi ajoyên xwe ve tê girêdan û ji bo têrkirina ajo û lawaziyên xwe dijî. Ew kesek bêyî kesayet û civakeka daxistî, girêdayî û bê vîn e êdî.
Her desthilatdarî, li gor taybetmendiyên civaka xwe rê, rêbaz, çek û amûran hildibijêre û bikar tîne, lê di bingeha xwe de armanc û hişmendiya di bin van kiryaran de yek e. Di destpêkê de ajo û lawaziyên zayendî, piştre ol, daxwaza jiyaneka bêyî ked û bidestxistina derfetên mezin bi rêyên erzan û qirêj, xwarin û vexwarin û bêyî ser û ber bikaranîna hemû çavkaniyên jiyanî, bikaranîna bêyî pîvan û exlaq a hev û du û bi van hemuyan ve girêdayî; futbol, laşfiroşî, ”muzîk” û ”şahî” û hemû tiştên dikarin hest û daxwazên mirovan xweş û geş bikin, bi rengekî dejenerekirî, vala û riziyayî têne bikaranîn.
Û her cure desthilatdarî ne bi tenê binê me, lê binê xwe jî dikole!
2020-03-01