FÎLMEK Û AWIREK
Mahabad Felat
Me îroj li filma Rani Padmatavî temaşe kir. Destaneka hindi ye. Bollywoodê karekî baş kiriye, divê ev film bê temaşekirin.
Bi kurtayî şerê navbera başî û xerabî, bedewî û bêdiyê ye! Ango yekem çîrok û trajediya mirovahiyê ku heya roja me jî didome, bûye sedema bingehîn a vê destana bi wate lê ewqasî jî trajîk û bi dersên dîrokî dagirtî.
Xerabiyê dîsa karê xwe pir bi zelalî û başiyê jî ya xwe pir bi zelalî kiriye!
Em kurd çendî difikirin bi tenê di nav me de heye, lê xiyaneta navxweyî û xayîntî, derew, durûtî, çavbirçîtî, çavnebarî, hêrs û hemû xerabiyên mora xwe li dîroka mirovahiyê xistine di vê filme de jî xwe didine der.
Bedewî bi ser dikeve, lê bi bedêleke pir giran. Xerîb nîne ji me re ma ne? Na! Lewre êdî bûye parçeyê domînant ku rengê xwe daye hemû şanikên civaka kurd û em bi vê êşê bedewtir dibin, lew rengê agir digirin!
Li destanên xwe xwedî derdikevin û ew dibine nirx û ew nirxên gel dibine sedemên yekîtî û hevahengiya civakî û ya gel û xwedîlêderketina li hemû nirx û rûmetên din ên wek ax û azadiyê!
Tiştên gel bi hev ve girê didin çendî zêde bin gel ew çendî xurt in û bi pêş dikevin.
Wê rojek filmên destana Rostemê Zal, ên Fravartîşê Medî, yên Derwêşê Evdî û Edûlê, yên Leyla Qasim û yên Egîd û yên hemû lehengên di serdema têkoşîna Tevgera Azadiyê de şehîd bûne bêne kişandin û dê zarokên vî gelî li dora van nirx û rûmetan bi agirê azadiyê û di rengê Ahûra Mazda de govendê bigerînin.
Destana Rani Padmatavî bi xemgîniyeke mezin bi Dawî bibe jî, Padmatavî dibe xwedawendek ji bo gelê xwe.
Xwedawendên me jî hene bê guman û dê xemgînî ciyê xwe ji şahiya mezin re bihêle, bê hempa! Ne pir dûr e!
2018-08-06