1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. GELO EWQAS DIJWAR E, KU MIROV R’ASTÎYÊ TÊBIGIHÎJE, YAN..?
GELO EWQAS DIJWAR E, KU MIROV R’ASTÎYÊ TÊBIGIHÎJE, YAN..?,gelo,ewqas,dijwar,e,ku,mirov,r,astîyê,têbigihîje,yan

GELO EWQAS DIJWAR E, KU MIROV R’ASTÎYÊ TÊBIGIHÎJE, YAN..?

A+ A-

 

 

Ji yekî pirsîn:

“Te ji cîhanê çiqasî fêm kir?”

Got: “Anegorî heşê xwe!”

(Gotina pêşîyan)

 

Îro di r’ojeva K’urdistanê û cîhanê da pirsa r’êfêrêndûma ji bo serxwebûna Herêma Otonom a Başûrê Kurdistanê tê gotûbêjkirin. Û, eger dewletên herêmê, yên ku K’urdistan di nava xwe da çarp’arç’e kirine, bi ç’vê dijminatîyê li vê r’êfêrêndûmê dinihêr’in, dewletên gewre dinihêr’in, k’a ew r’êfêrêndûm çiqasî dik’eve nava goveka berjewendîyên wan, lê gelê k’urd helwesta xwe cuda ye – ew dixawze, ku xewn û armanca wî ya hezarê salan pêk bê…

Û ev jî, belê, daxwezeke mafdar e! …

 Lê, ji ber ku gelê k’urd di sedê salan da ji vê daxweza xwe ya xwezayî û mafdar bêp’ar û bêmaf mabûye, îro li her carekê, gava behas wê tê kirin, di nav helwesta gel da bêhtir nêzîkbûneke hestî r’ûdide...  

Û ev jî xwezayî ye!

Lêbelê di nava gelê k’urd da di pirsa r’êfêrêndûmê da  nêr’înên cuda derk’etine hole! Hinek, ên ku dûrî têgihîştina r’astîya pêkhatina vê gava dîrokî ne, li hember vê  bi yekalî helwesteke hestî didn xuyan (ango – eger her t’enê em bixwazin, serxwebûnê pêk bê!)… Û ji van mirovan kesek di nava xwe da wêrekîyê (an hêza têgihîştinê) nabîne, ku bipirse: “Ma, eger, evan kesana, yên ku dest bi kampanîya r’êfêrêndûmê kirine, di sêrî da nêr’înên hemû hêz û r’êxistinên herêmê (û heya yên hemû k’urdistanîyan!) bipirsyana, ew beşdarî plankirin û amadekirina r’êfêrêndûmê kiribûna, dê ev nêr’înên cuda, ev gengeşîyana derk’etana?” An: “Eger Yekîtya Net’ewî avakiribûna û di sazîya wê ya here bilind da, (Kongrêya Net’ewî nav dikin, an tiştekî dinê, ferq nake!) ew pirs bi net’ewî binirxandana, gelo ev hemû nakokîyê derk’etana holê?”

Helbet, bersîvên van pirsan di wan bi xwe da hene!

Dema ku tê gotin, ku PDKê vê r’êfêrndûmê zêde ji bo propagandayê bik’ar tîne, hinek xwe dixeyîdînin.

Û – badîhewa!  

Ma, eger ev r’êfêrêndûm çalakîyeke net’ewî ye, çima hemû hêzên herêmê başdarî amadekarîyên wê nekirine? – Ji ber ku di herêmê da yekîtî û yekdengîyek ava nekirine (rasttir dibe, mirov bibêje – nehîştine, bê avakirin!), an ji bo paşê bibêjin – me ew pêk anî?

Binihêr’in, çawa taktîkeke sportîv pêk anîne: wek ku di fûtbolê da lîstkvanekî dikin avsaîtê (wî otomatîk ji lîstikê der dihêlin!), wisa jî PDKê hewl daye, ku hêz û t’evger û r’êxistinên dinê derî “lîstikê” bihêle.   

Û, divê bê gotin, ev yek ji wan r’a li hev hatye!

Û, wisa jî divê bê gotin, ku ew hêz û r’êxistinê herêmê jî hatine vê lîstikê, û şûna hema di sêrî da bik’evn nava kampanîyaê, heya serk’êşîya wê bikin û înîtsîtîvê hildin destê xwe, di derbarê ne amade bûna herêmê da daxwîyanîyan didin û bang dikin, ku r’êfêrêndûm bê paşvexistin!..

Erê, di van hemûyan da PDKê r’ola sereke lîstye, lêbelê, divê mirov terefê dinê jî bibîne!

Helbet, li vira, di nava gotinên giştî da bibêjim, ku pêkhatin an nepêkhatina r’êfêrêndûmê ne t’enê û ne ewqas bi pêkerên (faktor) hindur’în va p’êwendîdar e, çiqas bandora konyûnktûrên navnet’ewî û bejewendîyên dewletên gewre di wê da xwedî roleke mnezin in !

PDKê û çapemanîya wê evê r’ewşê li dijî wan r’êxistin û kesên r’ikberên siyasî wek propaganda pêk tînin, û hewl didn, wana wek ên “serxwebûnnexwazên” Kurdistanê bidin naskirin!

Xweş şênarîo ye, ne?!  

Û di vê r’ewşê da dengekî heşmendî nayê bihîstin, lewra jî mirov bêzar dibe tiştekî bibêje. Ew tişt, ê ku min deynê xwe yê mirovî, net’ewî, r’ewşenbîrî dîtye, êdî di hevp’eyvîna xwe ya di derbarê r’êfêrêndûmê da gotye, ya ku malpera Kurdista.tody-ê bi min r’a pêk anîbû. Di wê da min nêr’în, dîti û hestên xwe wisa anîne zimê, wek ku ez vê r’ewşê hîs dikim û tê digihîjim, û ew hevpeyvîn hem bi r’ûsî, hem jî bi k’urdî hatye   weşandin... Yên ku ew xwendine, jixwe xwendine, lê yên ku nexwedine dikrin bixwînin! – http ://www.amidakurd.net/ku/tekst/XESER%C3%8EYA_D%C3%8AMOKRAT%C3%8E_YA_ %C5%9EENGAL%C3%8A_%C3%9B_R%C3%8AF%C3%8AR%C3%8AND%C3%9BMA_HER%C3%8AMA_OTONOM_A_KURDISTAN%C3%8A  

Eger hinek dê hêvî dakin, ku di vê r’ewşê da di bin navê “serxwebûnp’arêzîyê” da her kesê bibe heval û hevk’arên wan û t’enê bi slogan û bang û ç’epikan beşdarî vê kampanîyayê bibim, ew ne r’ast in... P’eywira her k’urdekê/î, ya/ê ku xwe welatp’arêz û dilsoz dibîne, ew e, ku bi ç’avekî obyêkîv li bûyeran binihêr’e û r’astîyan destnîşan bike... An na, eger berovajî vê be, emê hem gelê xwe bixapînin, hem jî, bibin heval û hevp’arên wan kesan, ên ku ev r’ewşa sêwirandine!

Ez heya dawîyê bi hest û helwestên wan dost û hevalan r’a r’êz digirim, ên ku banga beşdarbûna r’êfêrêndûmê û bik’aranîna dengê “erê!” dikin, û ji bo azadî û serxwebûna K’urdistanê ez jî ne ku bi destekî, lê bi herdu destên xwe dibêjim – “erê!”, lêbelê, ez bi ç’avgirêdayî, ji bo xatirê kampanyakê wê pêk naynim, lê ji bo serxwebûnê, ya ku wê ji hemû hêvî û daxwezên gelê min ên hezarê salan r’a bibe bersîv! Û ji bo vê jî t’enê bi gotina “erê!” nabe. R’astîyên welatê me û di nava wan da, wisa jî yên herêma Başûr hene, yên ku bi dîrokî çê bûne û îro jî li holê ne, û eger em li ser wan ç’avê xwe bigirin, beşdarbûn û piştgirçîya me dê quruşekî kor jî ne hêja be...

Wekî dinê?

Wekî dinê min di hevpeyvîna xwe ya navborî da nêr’în, dîtin, hest, metirsî û hişyarîyên, xwe anîne zimên!  

Em benda 25ê r’ezberê bin!

... Lê ya ku îro bû sedem, ku ez dîsa pênûsê hildim û careke dinê li ser vê mijarê biaxivim, hinek dengveger’ û helwestên hinek kasan bûn...

Piştî weşana vê hevp’eyvînê ya bi zimanê r’ûsî, ew wisa jî di malpera AmîdaKurd da bi k’urdî hate wşandin (jêder li jorê ye!), ji malp’era Kurdistan.today-ê amadekarê vê hevp’eyvînê r’êzdar Wezîrê K’aşaxî ez agahdar kirim, ku ewî ew hevp’eyvîn wisa jî hinek weşanên k’urdî yên dinê r’a şandye...   

Dîsa demek bihurî, ewî biraderî vê carê, wa matmayî û xengînî ez agahdar kirim, ku ji weşanekê bersîvek hatye, û ew bi helwesta wan xemgîn bûye, ku ewî di sêrî da nizanibûye çi bibêjê, lê paşê r’amanên xwe berevî ser hev kirine û nameyek ji wan r’a nivîsye...

Min pirsî, ka gelo ez dikarim, wê nameyê bibînim, ma ne di derbarê hevpeyvîna min da ye!?

– Êne, ew namenûsîya me ya hindur’în e, ew sur’a weşanê ye, nabe, ku ez wan agahîyan derînim. Hem jî, min soz daye wî biraderî, ku piştî demekê ezê wan bi hinek şirove û nirxandinên xwe biweşnim. Ew “milk’ê” min ê weşangerîyê ye! – Kekê Wezîr bi nîvlaqirdî bersîva xwe bi dawî kir.  

– Wê demê, k’a, tu wan ji min r’a bê navnîşan bişîne – her wek helwesteke bênav,  – ez ji ya xwe nehatim xarê û vê carê min pêşnîyar kir, – ma ne wek xudanekî wê hevp’eyvînê mafê min jî heye, bizanibim, k’a di nav gel da çi helwest heye, ma ne, ewên ku ew name nivêsêne, ew jî k’urd in, ji civaka me ne?! 

Li ser vê em hev hatin û kekê Wezîr bê navnîşan ew name ji min r’a şandin.

Gelekî spas!

Di wan nameyan da min li şûna navê xudanê wê nameyê, yê ku kekê Wezîr r’esît (sîl) kiribû, bi mercî Husoyê Bertenişt danye, lê naavê weşanê jî – “X” (îk’s)!

 

Weha nameya Husoyê Bertenişt ê berpirsê weşana “X” a ji Wezîrê Kaşaxî ra:

Hêja Wezîrê Kaşaxî, Ev hevpeyvîna we ne ew çendî moderate, çimkî bi çavekî tenê li nûçeyên Kurdistanê dinêre, hêvîya me ji dektorê zane hebû, ku bi herdû çavan li bûyeran temaşe bikê, ne maze bûyereke mezin mîna refrendumê îro amededibe, û hêvîya piraniya kurdan li bal wê ye, ku dewleteke kurdan li perçeyekî bê azadkirin û rezgarkirin,.. Ev nerîn we bêhna ecendeyên farisan û ereban jê tên, Ji loma em vê hevpeyvînê belavnakin.

Silav Husoyê Bertenişt”

 

***

Û – bersîva Wezîrê K’aşaxî:

 

“Husoyê Berteniştê hêja!

Ez hêvîdar im, ku ev nêrîna te ya şexsî be.

Eger bi dîtina te, tenê bi sloganên berz û bilind mirov dikar bigihîje serxwebûnê, ev jî bi sere xwe dîtinek e, û mafê wê jî heye, ku ew hebe.

Binhêre, hema di sêrî da mamosta Ezîzîê Cewo dibêje: “Ez ji beşê duyem ê pirsa we destpê bikim. Gelo rêfêrêndûma ji bo serxwebûna Kurdistanê pêwîst e, an na? Helbet Pêwîst e, her çiqas ew bi ser xwe ne rêyeke tenê ye ji bo zadî û serxwebûnê. Gelê kurd mafê azadîyê û serxwebûnê ji zûva qazenc kirye…” – Û eger bi dîtina te: “Ev nerîn bêhna ecendeyên farisan û ereban jê tên”, bizanibe, tu wisa tê digihîjî û em wê dihêlin hêvîya wijdanê te!

Û eger her hişyarî û rexneyekê jî tu dikî nava vê fehmkirina xwe, ev jî di rastîyê da dide xuyan, ku tenê bi gotinan kurdîtî nabe.

Binihêre, bira can, eger hinek nabînin, an çavên xwe li ser pirsgirêkan digirin, ew tê wê wateyê, ku ne tenê gelê kurd, lê wisa jî birêz Barzanî dixapînin...

Bi fikra min, yên ku bi rastî terefdarên serxwebûna Başûr in, wê bal bikişandina ser wan pirsan, ên ku tu wisa bi hêsane dibêjî, ku: “bêhna ecendeyên farisan û ereban jê tên”. Bala xwe bidê, mamosta çi pêşnîyar dike:

“– divê herêm bi xwe di nav xwe da yek be;

– divê pirsa bajar, qeza û navçeyên “bi gengeşî” bê çareserkirin (madeya 140î ya Destûra Bingehîn a Îraqê);

– rêvebirîya herêmê divê bê rewakirin;

– di herêmê da hewa hevhatina netewî bê sazkirin”. –

Balkêş e, tuyê ji van ra çi bibêjî, ji vana kîjan ne bi dilê teye, tu dijî kîjanê y? Û ev hemû metrsîyekê di dilê welatparêzên dilsoz da hişyar dike, û ew ji bo vê amedekarên rêfêrêndûmê hişyar dikin. Û eger tu vê wek “ecendeyên farisan û ereban” nav dikî, gelo ev helwesta te ya kê ye? Em jî bibêjin – ew ya tirkan e? Ne baş e, bira can, pêwîst nake, ku kurd bi zimanê dijminan bi hevra xeber bidin, çiqasî jî nêrînên wan ne weke hev bin!

Bi gotinekê, emê hesab bikin, ku hevpeyvîneke me jî li gel te pêk hat!

Dîrokê gotina xwe bibêje...

Her çi jî hebe – bi slavên biratîyê,

Wezîrê Kaşaxî”.

 

Bi dîtina min, li ser vê têgihîştina mijarê ya wî biraderê Husoyê Berteniştî her tişt bi zelalî hatye gotin, û rêzdar Wezîrê K’aşaxî jî derseke t’erbye-t’oreya mirovî baş daye wî kesî.

T’enê ez, wek mirovekî ne dûrî weşangerîyê, bibêjim, eger ev biraderê hanê hema piç’ekî pisporêya wî ya weşangerîyê hebûya, dê ev hevp’eyvîn bi hinek “şirove” û “nirxandinên” xwe va biweşanda, an jî biweşanda û di dawîyê da binivîsya, ku nêr’îna weşana wan ne wek ya xudanê vê hevp’eyvînê ye... Ma ne, ev hevp’eyvîn jî gotineke, ya ku mafê xwendevanên weşana wan ê agahî standinê heye, ku ew jî ji wê gotinê agahdar bibin, ew çiqasî jî bi dilê wî biaderî nînbe! Lê ew camêra ewqasî têgihîştye, goveka “pisporîya” wî ewqs e, çi ku destê wî hatye, ewî ew jî pêk anye...

Ç bikî, Xwedê ev daye me, û bi vî jî divê çapemenîya net’ewî “pêşbik’eve”!  

 

Bi hêvîya K’urdistana yekgirtî, azad û serbixwe û li gel silav û r’êzên xwe,

Ezîz ê Cewo

 

07. 09. 2017

Pyatîgorsk/R’ûsîya