1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. GOVEND Û STRANÊN KURDÎ -2
GOVEND Û STRANÊN KURDÎ -2,govend,û,stranên,kurdî,2

GOVEND Û STRANÊN KURDÎ -2

Bêguman dîroka Kurdistanê di warê çandî de dîrokekî têr û tije ye

A+ A-

Yek ji van çandên pîroz jî çanda reqs û govendê ye. Wekî di beşa yekem de jî min behs kiribû, gelek stranên bav û kalên me hene ku li ber rîtm û ahenga wan reqs û govend hatine girtin û di roja me ya îro de hatine jibîrkirin.

 

Heta 30, 40 sal berê jî di şahî û dawetan de govend û dîlan bi neqilkirina wan stranan dihatin girtin.

 

Di dawetan de xortên çeleng û mêrxas mil didane milê hevdû û bi eşqa koçekvaniyê diketin reqsê.

Reqs û govendê sê roj û sê şev dewam dikirin.

 

Dîsa di şahî û dawetan de bûkên xêlîsor û kofîzer siwarê hespê rewan dihatin kirin û bi neqilkirina stranan dibirin mala zava.

 

Vê çanda bav û kalan li herêma Licê jî heta salên 80'an dihat domandin, lê hezar mixabin di roja me ya îro de bûye amûrê bercewendperest an.

 

Di vê bêşê de jî di heman çarçoveyê de ez ê behsa serpêhatiyên hinek klamên ku min ji devê Xalê Mihemêdê Huseynîkê bihîstiye bikim.

 

(XALÊ MIHEMED KÎ YE?)

Xalê Mihemed, di sala 1945'an de li gundê Huseynîk hatiye dinê, navê dêya wî Gulo, navê bavê wî Mehmûd e. (Mehmûdê Huseynê Şerîf)

Bavkalê wan ê mezin Şaban berî 200 salan ji gundê Nederan (Tawzê) ya Dara Hênê koçî gundê Huseynîka Licê kirine. Bîra Xalê Mihemed, digel temendirêjiya wî gelek kûr û xurt e. Dawet û şahiyên berê ku di zarokatiya xwe de şahidiya wan kiriye yek bi yek bibîrtîne û dibêje.

.....

 

(HEYRANO)

Xalê Mihemed behsa klama Heyran wisa dike..

 

Gava Nihikê (Naîme) ji gundê Fîsê ji Hecî Ehmed (Feqî) re anîn em zarok bûn. Dawiya meha Cotmehê bûn, êdî milet ji ser rezan hatibû. Em çûn rezê Kevirê Guran eftika tiriyê me xwar û em çûn pêşiya bûkê sekinîn. Me mêze kir di rêya karwanan de bûkê li hesp kirine û Hecî Dewrêş deng li klamê kiriye û dibêje. Heta em hatin gund klama wî neqediya..

 

Heylo heyrano lo lo

Hespê heyrano way way

Heyranî dayê lo lo

Heyranî dayê way way

Bûkê anîne lo lo

Ber pira çayê way way

 

Heyran heyrano lo lo

Dîsa heyranî way way

Çemê mêrgê bi bî ye

Binê mêrgê bi bî ye

Siwar têne bi hêdîye

Pirs kir mala feqîye

 

Dîsa heyrano lo lo

Heyranî dayê way way

Hespê heyranî lo lo

Hespekî boz e way way

Xwestiya heyranî lo lo

Yeka çav zer e way way

 

Heylo heyrano lo lo

Sedcar heyranî way way

Hespê heyranî lo lo

Hespekî gewr e way way

Xwestiya heyranî lo lo

Yeka qemer e way way

 

Heylo heyrano lo lo

Heyran heyrano way way

Serê Huseynîk bi dar e

Binê Huseynîk bi dar e

Siwar hatin bi xar e

Pirsîn mala muxtar e

 

Heylo heyrano lo lo

Dîsa heyrano way way

Serê Fîsê bi bî ye

Binya Fîsê bi bî ye

Siwar têne ji Zargê ye

Çûne mala Feqî ye

 

Heyran heyrano lo lo

Heyranî dayê way way

Hespa heyrano lo lo

Hespek spî ye way way

Heskiriya delalo

Yeka del û dîn e way

 

Dîsa heyrano lo lo

Hespê heyranî way way

Hespê heyranî lo lo

Hespekî reşe way way

Xwestiya heyrano lo lo

Yeka çavreş e way way

 

Heyran heyrano lo lo

Dîsa heyranî way way

Hespê heyranî lo lo

Hespekî şîne way way

Xwestiya heyrano lo lo

Yeka çavşîn e way way

 

....

 

(FATIMÊ-MAMEDO)

Wekî tê zanîn di çanda hunerî ya muzîkê de klamên bi navê Mamedo zêde hene lê klama Liciyan a Mamedo bi şêweyekî cûda tê gotin.

Xalê Mihemed digot; Şevekî ez û diya xwe çûne kaniyê avê, hê ez piçûk bûm, havîne êvare me mêze kir Hecî Ehmed û Mihêmedê Şêxo bi baniya beyderan ketine, de xortin serxweşin, qolê (çeng) xwe hel kirine û li ser Fatika mamê min klama Fatimê û Mamedo dibêjin. Yek dibêje yê din li dû dubare dike.

 

Herê hey nayê herê hey nayê

Serê min dêşê qeyra min nayê

Eyşê lê korê Fatê nemayê

Dermanan çêkin ji bez û şevayê

 

Herê mamedo meçe zozanan

Mamedêm kuştin bi kêr û cozanan

Herê hey nayê herê hey nayê

Serê min dêşê qeyra min nayê

Eyşê lê korê fatê nemayê

Dermanan çêkin ji bez û şevayê

 

Herê mamedo meçe camiyê

Mamedêm kuştin eyda rojiyê

Fincanê qehwê yeka mûmiyê

Herê hey nayê herê hey nayê

Serê min dêşê qeyra min nayê

Eyşê lê korê fatê nemayê

Dermanan çêkin ji bez û şevayê

 

....

 

(XALÊ HECÎ)

Xalê Miheme behsa klama Xalê Hecî wiha dike..

Belqika (Belqîse) qîza Sadiq û mêrê xwe bihevnekiribûn û ji hev qetiya bûn. De jinebî bûn û wê anîn ji Mihê Qîza Sadiq re.

Digot mêrê wê yê ewil Hecî bûn û Belqikê li ser mêrê xwe yê berê klamekî çêkiribû û digotin;

 

Vana vana vana vana

Vana vana xalo hecî

Xalo hecî tê ji nav daran

Teres hecî tê ji nav daran

 

Xalê hecî tê ji nav daran

Bû teqînê enextaran

Xalê hecî tê ji diyaran

Bû xurmêna enexteran

 

Xalê hecî ewa neke

Beyta şerîf betal neke

Xalê hecî ewa neke

Fîsê li min heram neke

 

Xalê hecî tê ji mixerê

Gohê wî wek gohê kerê

Hûnê lêkin cila kerê

Berî bidin ser beyderê

 

.....

 

(HERÎKENDKÊ)

Xalê Mihemed behsa serpêhatiyeke jin û revandinê wiha dike.

 

Di demên borî de keçikek rind û bedew hebû di gundê me de, navê wê Fexriye bûn lê jê re Fexê dihat gotin. Wekî tê zanîn li her deverê Kurdistanê wek çandekî navên herkesî xwar tê gotin.

 

Yekî bi navê Mistê Elê Mûso jî hebûn ji gundê Cinezûr bûn, Misto dil xistibû Fexê lê dilê Fexê jê re tune bûn.

Emika meta Fexê jî li ber Mala Elê Mûsoyê Cinezûrî zewicandî bûn, di heman demê de damariya Xelê Esker bûn, (Xelê Esker kesekî navdar bûn di gundê Cinezûr de)

 

Emika meta Fexê ji bo wê bixapîne tê mala bavê xwe. jê re dibêje welle Fexê xaniye we hatiye berdan em biçin ji herîkendkê hinek heriyê (Ax, Xak, Xwelî) bînin em têdana xaniyê we bikin.

 

Fexê jî dibêje qey bi rastî dixwaze alîkarî bike, lê armanca Emikê Fexê bixapîne û wê bike dafikê. Netîce Fexê dixapîne û diçin herîkendkê ku heriyê bînin..

Gava diçin herîkendkê Misto jî wek xinzîr xwe li binê deviyê datîne.

 

Gava vana biliyê heriyê dibin, Misto ji bin deviyê derdikeve ku Fexê bigre û birevîne. Fexê çawa çav bi Misto dixe hewar û fîgan dike û direvê, "Serîyo tu bi qurbana lingan bî" (Ev gotinek navdare li Licê) û serberjêr dike xwarê.

 

Gava Fexê direve yekê gundiyê me bi navê Mihê Qîza Sadiq wê çaxê li wir cotyarî dike, wê dîbîne û dibêje;

Fexê, Fexê! Çi bû çi qewimî?

Ji tirsa Misto qet deng jî naçe Fexê.

Mihê Qîza Sadîq dev ji Ga û misasê berdide û bazdide. Emik û Misto çawa çav pê dixin û didin qûna qiyameya diyarê terhê û direvin, hey diçin û hey diçin.

 

Piştî vê serpêhatiyê xwedê rehma lê bike, Xalê Husnî stranekî şehwanî li ser wan çêkiribû û digot;

 

Serê herîkendkê bi çilo ye

Binê herîkendkê bi çilo ye

Tûmanê Fexikê no ye

Emikê bankir Misto ye

 

Serê Huseynîk bi dar e

Binê Huseynîk bi dar e

Fexê kiriye hewar e

Misto revî bi diyar de

 

Serê Cinezûr bi garis e

Binê Cinezûr bi garis e

Misto çavê te kor be

Tu ji Fexikê bitirse

 

Serê herîkendkê bilind e

Binê herîkendkê bilind e

Fexê Misto nastîne

Emik çû wê bixapîne

 

....

 

(DELÎL HEYRAN)

Xalê Mihemed, behsa strana Delîl wiha dike..

 

Xalê Husnî dil xistibû Nazika qîza Hecî Mistefa, lê Hecî Mistefa Nazikê nedidan kê. Li ber deriyê wan tim li ser Nazikê şer û şabaş dihat kirin.

Xalê Husnî jî li ser vê evîndariya xwe her gav û wext klama Delîl digotin.

Rojekî min dît Xalê Husnî di niqeba Diyarê Terhê derket di pêşiya pez de û deng li klama Delîl kir û got;

 

Delîl heyran di ber derîkê me de mere û meçe

Way delîl way delîl way delîl hay limin

Wele kaniya gundê me bi dirince

Way delîl way delîl way delîl way limin

Wele navê min dipirsî navê min dom xec e hoy delîl hoy delîl hoy delîl hoy limin

 

Kaniyê binya mala me bi îca sor

Way delîl way delîl way limin

Wele xortê gundê me ketine gazûmazo

Way delîl way delîl way limin

Wele ti li kuyî xelk hatiye min dixwazo

Way delîl way delîl way limin

 

Lo lo piştî li pişta min girano

Way delîl way delîl way limin

Lo lo şehra serê min kitano

Way delîl way delîl way limin

Wele xelkê çav daye çavên min ê reş û belek temama jinê xwe berdano

Way delîl way delîl way limin

 

....

 

(ZÎNÊ)

Di demên borî de Feqiyê ku diçin ber Mele dersa olê dibînin dil dixin keçikekî bi navê Zînê, û li ser evîndariya Feqiyan ciwanên wê demê klamekî çêdikin.

 

Xalê Mihemed bi van gotinan klamê dibêje..

 

Zîna min xeyîdî bi çolê ket

Berê xwe da kaniyê

Eynik danî xemilî

Qorê zêran li eniyê

Dikim zînê ramûsim

Ge ez herime xerîbiyê

 

Zînam seknî li ser xanî

Gangolekê dihejîne

Bayê seherê lêxist

Xêzimê ji pozê dertîne

Wî mela di bextê te me

Feqiyan ji hucrê derxîne

 

Çûme baxê bavê te

Min du guliyê çirpandiye

Xeber hate ji bavê re

Gotin xortan keçik revandiye

 

Zînam seknî li ser xanî

Gangolekê li ba kir

Wî mele di bextê de me

Feqiyan hucrê xira kir

 

Wî mela di bextê de me

Yasînek bixwîn li erşe

Heberek çû ji bavê re

Gotiye zînê nexqeşe

 

Temîn kir ji mişk û maran

Bextê keçika min reşe

Temîn kirin li bavê re

Xiranê keşika min reş e

 

.....

 

(MIŞKO)

Klamek balkêş heye ku li ser mêrxasiya Mişkî hatiye çêkirin.

Ev stran ji serpêhatiyek gundiyên Hezanê û mişkî hatiye çêkirin.

Xalê Mihemed vê stranê wiha dibêje;

 

Mişko mişko mişkê mişkanî

Mişko mişko tu betlê mêranî

 

Mişko kir fîşke fişko mişkê mişkanî

Mişko kir fîşke fişko betlê mêranî

Mişk neyarê nanê hişko mişkê mişkanî

Mişk neyarê nanê hişko tu betlê mêranî

 

Bêst û pênc merê Hezanî mişkê mişkanî

Bîst û pênc mêrê Hezanî betlê mêranî

Li ber mişkî dest helnanîn mişkê mişkanî

Li ber mişkî dest helnanîn betlê mişkanî

 

Lo mişko lo lo mişko mişkê mişkanî

Lo mişko lo lo mişko betlê mêranî

Pisîngê pişke pişko mişkê mişkanî

Pisîngê pişke pişko betlê mêranî

 

....

 

1

 

(LEYLO)

Xalê Mihemed behsa strana Leylo wisa dike.

Klama Leylo li ser keçikekî rind û delal hatibû çêkirin. Leylo qîzekî tenê ya bavê xwe bûn, gava wê kirine bûk xort û ciwanên pêşêkevir li ser bûkîtiya wê strana Leylo digotin.

 

Ha leylo leylo leylo

Kanê leylokê biro

 

Kêranê yek di ta bû

Leylo ji bavê wenda bû

Xaniyê bavê xira bû

Leylo ji bavê wenda bû

 

Xaniyê gundiyan hijhijî

Kêranê nava wî derzî

Navê rindê Leylo ye

Min leylo ji bavê dizî

 

Ha li ser me ha li ber me

Dest hene hene hene

Siya darê da ser me

Naçim tavê tav germe

 

Siya dara dar mezin

Dest hene hene hene

Dest hene heta bazin

Keç digrîn em nakin jin

 

Siya dara dar erûk

Dest hene hene hene

Dest hene heta neynûk

Keç digrîn em nakin bûk

 

Dawî


Gotinên miftehî :