GUR BÛ ŞIVAN,gur,bû,şivan

GUR BÛ ŞIVAN

A+ A-

Gur dît îcar wek berî
Karê wî naçe serî

Ji mihan û berxikan
Û bizin û kehrikan

Teng bûye rizq û nesîb
Lew ket pê hîlek xerîb

Wek rovî bi qurnazî
Dixwest li wan be nêzî

Dema hîlê destpê kir
Melûm tişt jê kêm nekir

Rast dibêjim bê henek
Gur hilanî kepenek

Hem jî kopalekî stûr
Digel kulah û bilûr

Ca ku kar qenc pêk bîne
Hin mabû binvîsîne

Navê xwe li ser kulah
Şivanê jîr "Feyzilah"

Bi vê rewşa guhastî
Amade bû bi rastî

Ji bo nêçîr vê serê
Gur berê xwe da birê

Xwe gihand li çengê pêz
Bi hêdîka hate nêz

Çi dît şivanê guhbel
Raza ye di nav mexel

Ma qey şivan bi tenê?
Digel hin pezên dinê

Ew seyî boz û kabreş
Didîtin xewnên pir xweş

Pir pê hat keyfa gurî
Ji şahyan dibişirî

Ca ku wan pezên mayî
Yanê yên nerazayî

Bibit ber bi kelha xwe
Ku her dan ji wan bixwe

Pêdivî dît deng lê ke
Wek şivanî bi rê ke

Ema çi kir nekarî
Bê hemd ya jê hat urî

Ev dengê pir xof û xav
Li nav rêlê bû bilav

Bi vî xetayê xwe gur
Li wir eşkera kir sir

Hişyar bûn se û şivan
Di gel pezên li rex wan

Ma şaş gurê belengaz
Ne baz da jêr ne ervaz

Ji ber kulah û kulav
Nema xilas bû hingav

Dawya hîlan miheqeq
Tête li ser rêya heq

Îcar qayîdek heye
Bo herkesê hewce ye

Dê gur jî wek navê xwe
Biavêta gavê xwe.

LA FONTEN
Lêanîn: Memê Miksî


Gotinên miftehî :