HEVALTÎ Û ÎXANET
Mordem Zel
Taybetmendiyeke kevn a di nava mîr û began da heye, jê ra ceribandina xulaman tê gotin..
Mijara ez pê behs bikin ji bo gelek tiştan mînakeke watedar e.
Bawer dikim gelek kes bi çîrok û serpêhatiya Sêvdîn Begê Hezroyî û waliyê Amedê dizane. Ji bo kesên ji mijarê ne hayîdar bin, ez ê ewilî behsa serboriya wî bikim..
Sêvdîn, beriya salên 1900 begê Hezroyê bû. Têkiliyeke dostanî ya Sêvdîn û waliyê Amedê Reşîd hebû. Walî gelek caran bi mêvanî diçû mêvaniya Sêvdîn û li qonaxa wî dîwan girê dida. Du jinên Sêvdîn Beg hebû, jina wî ya ewilî ji ber zewaca duyem li hember Sêvdîn xwedî seknekî sûrettehliyê bû. Walî jî bi vê dizanibû û di her hatin û çûyînê da çav bi jina Sêvdîn dixist. Ji berê da destdirêjiya li hember jina kurd hebû û hê jî ev hişmendî di meriyetê da ye.
Waliyê Amedê, ji bo bidestxistina jina Sêvdîn fermana Sêvdîn derdixe. Sêvdîn ewilî jê bawer nake, çawa dostê meriv fermana meriv derdixîne!
Piştra Sêvdîn Beg hewl dide hin kesên xwedî sekneke mezin bike navbeynkar. Serê pêşî tevî siwarekî xwe diçe gundê Husênik, ango bi navê kevnare Qulî. Li gundê Husênik dibe mêvanê*Hecî Keyayê Husênikî û siwarê xwe bi temîna ji kesî ra behs neke li ku derê ye wî bi rê dike. Çend rojan li mala Hecî Keya mijarê dinirxînin da ku çareseriyeke bidînin fermana li ser Sêvdîn Beg rakin. Li gundê Xincis ê Licê Mihemed Axa heye, Mihemed Axa xezûrê Hecî Keya ye. Hecî Keya tevî Sêvdîn Beg diçin Xincis ji bo alîkariya Mihemed Axa. Mihemed Axa dibêje mijar ji min zêde ye, divê em mijarê neqlê Mîrê Licê bikin. Her sê hevdû digrin û diçin mala Mîrê Licê. Di dema çûyînê da li mala Mîr dîwana mîr û began girêdayî ye. Ji ber qerebalixê xeberdana mijarê dihêlin piştî belavbûna dîwanê. Piştî ge dîwan belav dibe mijarê ji Mîrê Licê ra vedikin. Mîrê Licê, bi plansaziyeke ku kes pê nizanibe tevî Sêvdîn Beg berê xwe didin Amedê. Ji ber zêde şik û gûman çênebe Hecî Keya û Mihemed Axayê Xincisî bi xwe ra nabin. Dema diçin Amedê ge bi walî ra xeber bidin tenê binçavkirin. Piştî binçavkirinê Mîrê Licê tê berdan û Sêvdîn Beg bi cezayê mirinê weke Îsa tê çarmixkirin. Piştî ge Sêvdîn Beg tê çarmîxkirin jina wî ya biçûk ji lawê wî yê jina mezin Eladîn ra rewşa ge qewimiyê dibêje. Demançeyekî dide Eladîn û wî dişîne Amedê ji bo toldildana bavê xwe. Eladîn demaçê dike çîzmeya xwe û diçe li cihê ge bavê wî hatiye çarmîxkirin walî dikuje û ji wir dûr dikeve. Di revîna Eladîn da leşkerî bi dû dikevin, Eladîn xwe digîne bin Sûran û li wir rastî çend jinên şalkirî tê. Jin, wî di bin şalên xwe da mihafze dikin û ew ji kuştinê xilas dikin. Piştî aramiyê jin wî ji nav bajêr bi rê û rêbazên heyî derdixînin. Eladîn bi serê bilind diçe malê guleyekî jî dike serê dêya xwe dikuje û devê xwe dike pêsîra damariya xwe. Dibêje tu dêya min î.
Ev bûyer di destpêka salên 1900'î da diqewim e.
Vê carê em bên ser mijara ceribandina xulaman û hevaltiyê..
Wekî di destpêkê da jî min got, berê mîr û began di nav xwe da diristiya xulaman diceribandin. Rojekî Sêvdîn Begê Hezroyî, ji bo ceribandina du xulamên bijarte peya dişîne dû du xulamên Hecî Sadila Begê Licî. Peya diçin Licê du xulamên bijare digrin û vedigerin Hezroyê. Li ser fermana Sêvdîn Beg xulamên Sadila Begê her yekê dikin odeyekî. Sêvdîn Beg ewilî diçe odeya yê mezin û pê ra xeber dide. Dibêje hevalê te yekî çawa ye? Xulam dibêje hevalê min se ye, yanê kûçik e.
Diçe odeya xulamê biçûk, jê dipirse xulam dibêje hevalê min Ker e. Sêvdîn Beg ji xulamên xwe ra emr dike dibêje, yê mezin xaşekî ka bikin ber, yê biçûk jî qûşxanekî estî bavêjinê. Piştî zikê wan têr bû yekî hevsar, yekî singû bikin stûyê wan û berê wan birêkin.
Di hevaltiya dirust da, firotin, menfaet û îxanet tune ye!
Însanê ge bi hevalê xwe bawer nabe, pê ra dirust nebe, para wî yan xaşekî ka, yan qûşxanekî estî, yan carcûrekî gule ye.
*Hecî Keyayê Husênikî, bavkalê mala Zelo ye. Di heman demên Bavkalê min e.
Amed